1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. Civîna ku Şaxa Amedê ya WÎBê di heqê Kirdan da li dar xist.
Civîna ku Şaxa Amedê ya WÎBê di heqê Kirdan da li dar xist.,civîna,ku,şaxa,amedê,ya,wîbê,di,heqê,kirdan,da,li,dar,xist

Civîna ku Şaxa Amedê ya WÎBê di heqê Kirdan da li dar xist.

A+ A-

Şaxa Amedê ya Weqfa me, bi mebesta pêkanîna polîtîkayek netewî li ser kirdan (zazayan), teksta li jêrê ji hemû partîyên kurdan ra, şand.

Nûnerên PAKê, PDK-Tê, PSKê, HAK-PARê, OSPê, Tevgera Azadî û Oze Donuş beşdar bûn.
Civîn bi temenîya ku dîyalog bê domandin bi dawî bû.

Serokê Şaxa Amedê yê WÎBê Ahmed Kanî
--------------------------------------

“Teksta Daweta Civînê

Tê zanîn ku di demên cuda cuda da bo lewazkirina bîra netewî ya kurdan û astengkirina yekîtîya kurdan polîtîkayên cuda hatine sepandin. Tê dîtin ku di van demên dawîn da xebatên bi vî awayî li ser kirdan (kirmanc, zaza, dimilîyan) têne kirin.
Hin rayedarên dewlet û partîyan bi zanîn têgehên ku zaza ne kurd in bikar tînin. Komela bi navê Zaza-Derê, îdîa dike ku kird (zaza) netewek ji kurdan cuda ne û li ser vê mijarê xebat dimeşîne. Di encama van xebatên ku heta îro hatine meşandin da, êdî di medyaya civakî da tê nivîsîn ku dê gavên şênber bêne avêtin û dê partîyek bê damezrandin. Di civîna ku berî referandûmê, di 19ê Sibata 2017an da, li Enqereyê ji alîyê Zaza-Derê ve li Meyra Palas Hotêlê hat li darxistinê da Cîgirê Serokê Giştîyê AKPê, mebûsê Çewligê Cevdet Yilmaz, Mebûsê AKPê yê Çewligê Enver Fehmioglu, Mebûsê AKPê yê Manîsa Selçuk Ozdag, Şaredarê Çewligê Yucel Barakazi, Cîgirê Wezîrê Geşedanê Yusuf Coşkun, Mebûsê berê yê Çewligê Kazim Ataoglu beşdar bûn. Di nava kesên ku di dawîya civînê da plaket girtin Serokê Giştî yê Konfederasyona Gundparêz û Malbatên Şehîdan ên Anatoliayê Ziya Sozen jî hebû.
Piştî vê civînê di çapemenî û medya civakî da hat dîtin ku dê partîyek bi navê “Partîya Gel a Zaza” bê damezrandin û dê ev ji alîyê Radyo û Televizyonên dewletê ve bi "Zazakî" bête nasandin.
Emareyên şênber ên nûçeyên wiha jî têne dîtin.
Divê kurd li hember polîtîkayên wiha şîyar bin. Bo hevdîtina li ser vê mijarê, roja 13ê Gulanê, saet di 13.00an da, em ê li hêvîya we bin.”