1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelîk di Konferansa bibîranîna Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî de axaft:
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelîk di Konferansa bibîranîna Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî de axaft:,serokê,giştî,yê,pakê,mustafa,özçelîk,di,konferansa,bibîranîna,pêşewa,qazî,mihemed,û,hevalên,wî,de,axaft

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelîk di Konferansa bibîranîna Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî de axaft:

A+ A-

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed jibo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin’’
PAKê li Amedê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bibîranî

PAKê îro (31.03.2017) li Amedê di 70yemîn salvegera darvekirina wan de, Qazî Mihemed û hevalên wî bi konferansekê bibîranî.

Gelek sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend, nûnerên dezgehên sivîl û yên dezgehên ragehandinê, li gel rêveber û endamên PAKê beşdarî konferansê bûn.

Konferansa bibîranînê li Teşkîlata Amedê ya PAKê saet di 14.00an de destpêkir. Di konferansê de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Lêkolîner-Nivîskar Seîd Veroj wek axaftvan cih girtin. Endama Rêvebirîya Amedê ya PAKê Rojbin Bükün moderatorîya konferansê kir.

Di destpêka Konferansê de Rojbin Bükün axafitnek kurt kir û jibo şehîdên Kurdistanê bi sirûda netewî ya Kurdistanê "Ey Raqîb"ê rêz hate girtin.
Piştre jî Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axaftinek bi kurdî kir û weha anî ziman:

"Em wekî PAK li Amed, Batman, Mûş û Stenbolê ji bo birîranîna Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî konferans û semîneran lidar dixin.

Serokê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe 70 sal berê li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Em bi rêzdarî Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin.

Jiyan, helwest, şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.
Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed jibo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.

Dİbêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastina mafê dewletbûnê bila bingeha sîyaseta we be. 

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijminatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin.
Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.
Dibêje rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin.
Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan.
Ew ala ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirîbû bi xwîna dehhezaran şehîdan, bi têkoşîneke qehramanane, bi tifaqa rêzdaran Kak Mesûd û Mam Celal û ya hemû partîyên Kurdistanê, îro li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.

Ew ala di 27ê Adara 2017an de bi biryara Encumena Bajarê Kerkûkê wekî fermî li her alîyê Kerkûkê hate hildan. Em jibo vê biryara dîrokî, Encumena Kerkûkê û Parêzgarê Kerkûkê Rêzdar Necmedîn Kerîm pîroz dikin.
Bilind kirina ala Kurdistanê li Kerkûkê, bicihanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed û ya Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.
Kerkûk Kurdistan e.

Niha jî Pêşewa Qazî Mihemed bangî Serokê Herêma Kurdisatanê Rêzdar Mesûd Barzanî û hemû partîyên başûrê Kurdistanê dike û dibêje:
Ew nakokî, pirsgirêk û nexweşîyên navxweyî deynin alîyeke û ya ewil, wan navçeyên mijara maddeya 140î ye wekî fermî vegerînin ser Herêma Kurdistanê û bi yek dengî referandûma serxwebûnê lidarbixin.

Û bangî nûnerên 50 milyon Kurdên cîhanê bikin.
Wekî ku me bi xwişk û birayên xwe yên her çar perçeyên Kurdistanê li Mehabadê Komara Kurdistanê îlan kir; hûn jî li Hewlêrê bi nûnerên hemû Kurdên cîhanê re serxwebûnê îlan bikin.
Pêşewa Qazî Mihemed bi jiyan û helwest û wasîyet û parastinnameya xwe, bangî PKKê dike û dibêje:

Rêzê li hikumranîya Parlemento û hikûmeta Başûrê Kurdistanê bigir e. Û dibêje ji Şingalê vekêş e.
Nabe ku tu hêzeke çekdarî beyî îradeya desthilatdarîya Parlemento û Hikûmeta Kurdistanê bimîne, li Başûrê Kurdistanê bernameyeke xwe ya taybet hebe. Ew axa ku bi xwîna deh hezaran şehîdan hatîye rizgar kirin, ew axa ku bi xwîna şehîdan û bi qehramanîya Pêşmerge û şervanan tê parastin dê tu kes careke din nikaribe bi navê Heşdî Şehbî an bi navekî din, bi Bexdayê ve girê bide. Şingal Kurdistan e.

Pêşewa Qazî Mihemed ji PKKê re dibêje rêzê li ked û xwîna bi hezaran şehîdên xwe û yên hemû Kurdistanê bigire; û mafê dewletbûnê, mafê çarenusîya miletê Kurd red nek e, tune nehesibîn e, nebêje dema dewletbûnê derbas bûye.
Pêşewa Qazî Mihemed dibêje: Ala Kurdistanê nirxeke netewî ye û lê xwedî derkev e.
Pêşewa Qazî Mihemed bangî partîyên Rojavayê Kurdistanê dike, dibêje:
Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê pêk bînin. Îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî damezrînin. Rêya statuyeke sîyasî ya li ser erdnîgarîya Rojavayê Kurdistanê bi tifaqa nevxweyî xurt bikin.

Pêşewa Qazî Mihemed ji PYDyê re dibêje:
Mitabaqatên Hewlerê û Dihokê kilîda azadîya Rojavayê Kurdistanê ye. Dibêje, bi hemû partîyên Kurdan re şirîkatîyekê pêk bîne. Dest ji qedexekirina partîyan û girtina sîyasetvanan berde.

Pêşewa Qazî Mihemed ji partîyên Rojhilatê Kurdistanê re dibêje:
Yên wek hev û nêzî hevin bibin yek. Yên bername û sîyasetên wan cudane jî tifaqê bikin. Careke din wekî sala 1946an firsendeke dîrokî dikara bê ber derîyê we. Bi tifaqê hûn dikarin pêşewazîya vê firsendê bikin. Û ez bawerim vê carê ew Ala dê ji Meydana Çarçirayê neyê xwarê.

Pêşewa Qazî Mihemed ji Partîyên Bakurê Kurdistanê re dibêje divê hûn hişmendî û xeta Kurdistanî xurt bikin. Dİbêje yên dikarin bibin yek bila bibin yek. Yên nabin yek jî bila hevkarî û tifaqan li ser nirxên netewî û Kurdistanî pêk bînin.

Pêşewa Qazî Mihemed ji Serok, rêveber û endamên partîyan re dibêje:
Ne Serokatîya we, ne rêvebertîya we, ne navê partîyên we ji doza azadîya Kurdistanê ne bi qîmettir e, ne pîroztir e.

Pêşewa Qazî Mihemed ji me hemûyan re dibêje:
Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxisinên girseyî, netewî.
Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.
Belê, pêkanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed herweha rê lêvekirina azadîya Kurdistanê ye.
Gava ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.

Em Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin, cihê wan bihuşt be."
Piştî axaftina Mustafa Özçelik, Lêkolîner-Nivîskar Seîd Veroj di derbarê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, darvekirina wan, avakirin û şikestina Komara Kurdistanê de bi Kurdî axaftinek pêşkêşî beşdaran kir.

Di dawîya bernameyê de jî beşdaran li ser girîngî û wateya vê rojê bîr û rayên xwe anîn ziman û bi beşa pirs û bersivan bermane bi berhemdar bidawî hat.

Vîdeoya PAK Pêşewa Qazî Mihemed bibîranîn 

31.03.2017

Li Ser Navê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê Barış KADIRHAN