1. Hemû Nûçe

  2. #KURDÎ

  3. Wesîyeta ku Piştî 29 Salan bi Cih Hat, Cenazeyê Eyşe Şanê bo Amedê Hat!
Wesîyeta ku Piştî 29 Salan bi Cih Hat, Cenazeyê Eyşe Şanê bo Amedê Hat!,wesîyeta,ku,piştî,29,salan,bi,cih,hat,cenazeyê,eyşe,şanê,bo,amedê,hat

Wesîyeta ku Piştî 29 Salan bi Cih Hat, Cenazeyê Eyşe Şanê bo Amedê Hat!

A+ A-

Îro 18ê Hezîranê ye, em duh bi vê peyama birayê ezîz Koroxluyî:

 “Cenazeyê Hunermenda kurd Ayşe Şan 29 sal piştê wefata xwe li welatê xwe ye. Bi pêşkêşvanîya rewşenbîr û nivîskara naskirî Yûksel Avşar, bi alîkarî û xebata Kurd-Kav, rêvebirê weşanxaneya Dozê Köroğlu Karaaslan, karsaza kurd Nezahat Barutçu û rojnamevan Nacî Sapan pêvajo hat meşandin û proseya veguhestina termê Ayşe Şanê bi dawî hat. Şarederiya Mezin ya Diyarbekirê jî pêşwaziyê kir û sibê (18 Hezîran) saet 10:00an da termê gorbuhişt Ayşe Şan li goristana Yenikoy bi beşdariya hezkiriyên hunermenda navdar carek din tê veşartin. Hemû hunerhez û hezkiriyên Ayşe Şanê vexwendîne. Em hunermenda xwe carek din li welatê wê bi rê biken.” pê hesîyan ku dê cenazeye hunermenda Kurd, Eyşe Şanê piştî 29 salan îro bê Amedê.

Piştî bi xakê spartina cenazeyê hunermenda Gewre Eyşe Şanê, me xwest em çîroka anîna cenaze bo Amedê ji pêşenga bi cih anîna wesîyeta 29 salan, nivîskar û sîyasetmedara kurd, Yuksel Avşarê bipirsin:

Ahmed KANÎ: Gelo hûn dikarin çîroka anîna cenazeyê hunermenda Kurd, Eyşe Şanê bi me ra parve bikin?

Yuksel Avşar: Anîna cenaze li ser wesîyeta wê ya 29 sal berê ku gotibû “min bibin cem dîya min”, yanî min bibin Amedê, pêk hat. Hûn dizanin dema dîya Eyşeşanê koça dawî dike, Eyşeşan dixwaze beşdarîya hawarîya dayîka xwe bike, lê dewlet û derdorên malbata wê destûr nadinê. Ew li ser vê rewşa xemgîn strana “Lê Lê Dayê” dibêje. Dema em guhdarîya vê stranê dikin, di dengê wê yê zîz da êşa xerîbî, sigûnî û bêkesîyê dibihîsin. Em ji demeka pir zû da bi Eyşeşanê ra di nava têkilîyê da bûn. 20 sal berî mirina wê, me bi rêya Şerafedîn Elçî jê ra meaşek dabû peyda kirin ku pê îdareya xwe bike.

Eyşeşan dengbêjeka pir hêja bû ku dengê kurdî bi cîhanê da guhdarî kirin. Wê digot, “zimanê me hebûna me ye.” Lê gelek zilm û zorê dîtiye. Nedihîştin hunera xwe bi cih bîne. Wê gelek êş, elem û sirgûnî dîtîye, bi van sirgûnan pijîyaye.

Min vê rewşa wan dizanî, piştî mirina wê, min pêwendî bi keça wê ra çê kir bo ku wesîyeta wê ya anîna Amedê, wan digot ka em binêrin. Min jî zede serî neda ser wan, xwest ku ew bi dilê xwe destûr bidin. Piştî ku keça wê mir, Murad li min gerîya got, tu zanî xwîşka min mirîye. Min got, ez dizanim.

Di dawîyê da ew îqna bûn, me vê kare organize kir. Wesîyeta berî 29 salan, anîna cenazeyê Eyşeşanê bo Amedê, îro pêk hat.