1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. Êşa Penaberîyê, Nostaljî û Nezanîn
Êşa Penaberîyê, Nostaljî û Nezanîn,êşa,penaberîyê,nostaljî,û,nezanîn

Êşa Penaberîyê, Nostaljî û Nezanîn

A+ A-

Berî ku ez dest bi nivîsa xwe ya li ser romana “nezanîn”ê bikim, dixwazim hinek li ser serguzeşta xwe ya bi komên xwendinê re rawestim. Ev nêzîkî deh salan e ku ez wek xwendevanekî kurdî beşdarîya komên xwendinê dikim. Dibe ku hinek bibêjin ‘qey tu ji vî karî têr nabî?’ bersiva min ev e, ez ê çawa ji xwendina pirtûkên bi wî zimanê ku bi sed salan e, hatîye qedexe kirin, têr bibim. Ji alîyê dî ve jî ev xebata komên xwendinê gelek sûdwer e.

Romana “nezanîn”ê ya Milan Kunderayê çekî ye. Qedera çekan hinek dişibe qedera kurdan lê Xweda neke ku sedî sed wek ya kurdan be. Her sê carên ku alozî û guherînên bîst sal(1918-1938, 1948-1968 û 1969-1989) ajotîne jî di dawîyê de çekan rizgarîya xwe bi dest xistîye. Lê kurdan tu carî nikaribûne rizgarîyên xwe bîst sal jî biparêzin. Roman, bi pêşniyar û berpirsîyarîya Îbrahîm Seydo Aydoganî ji alîyê Mûsa Çelîk Ekîcî, Sara Anter û Rana Anter ve ji frensî bo kurdîya kurmancî, hatiye wergerandin. Di sala 2015an de di nava Weşanên RÛPELê de, der çûye. Çîroka romanê ku li ser bîst salên (1969-1989) jîyana Îrenayê ye, wiha dest pê dike:
“Ma tu hîn li vira yî!” Dengê wê ne bi hêrs bû, lê ne kubar jî bû; Sylvie pê re dixeyîdî.
Îrenayê pirsî, “Ma divê ez li ku bûma?”
-Li mala xwe!
-Tu dixwazî bibêjî ku li vira ez êdî ne li mala xwe me?”

Hema di destpêka romana ku ji pêncî û sê beşan pêkhatîye de êşa penaberîyê rasterast bi van hevokan tê derbirîn. Di berdewamîya vê beşê de, Sylvie bi Îrenayê dide zanîn ku li welatê wê şoreşek pêk hatîye û mêrê wê yê duyem Gustaf li welatê wê derfetên mezin bi dest xistîye. Lê Îrena li arefê ye, ne destê wê ji Fransaya ku bîst sal in lê ye û bi zorûzehmet ji xwe û keçên xwe re li wirê derfetên baş pêk anîye dibe; ne jî bi tevayî ji hesreta dîtina welatê xwe re dermanek dîtîye.

Di beşa duyem de, nivîskar bi agahîdayîna li ser etîmolojîya bêjeya hevedûdanî ya nostaljîya yûnanî xwe digihîjîne navê romanê yê ku bingeha xwe ji ignorare (nezanîn) a latînî digire. Piştê van agahîyên dîdaktîk derbasê berawirdkirina vegera mezin a Ulysesê destana Odyseusa Homerosê yûnanî dibe. Bi rastî ez nizanim ev wek pînekî nelihevhatî ye an kolajeke serkeftî ye. Lê her çi dibe bila bibe, berawirdkirin heta dawîya romanê jî dev ji xwendevanan bernade û wek mîrkutek her li nava serê xwendevanan tê xistin.

Piştî van sê beşên dîdaktîk roman bi flaşbekî jîyana Îrenayê ya bi mêrê yekem, Martînî re ya bi qasî çav çemandinek kurt ku bi tevî du keçan li penaberîyê bî maye tê vegotin. Hema li pey mirina Martînî, Gustafê swêdî der tê holê û piştî tekoşîneke tije zorûzehmet a bîyeke ku du keçên xwe re rêya jîyanê vekîrîye, re dizewice. Piştî deh beşên ku behsa jîyana malbatî ya Îrenayê bi diya wê ya li hember wê xemsar, egoîst, lê bo kurê xwe yê ji zirbavê Îrenayê eleqedar, tê kirin.

Meriv kare bibêje ku lehengê duyem ê romanê jî Josefî ye. Di pazde, bîst beşan de jîyana wî ya li penaberîyê (li Danîmarkê) ku bi li hev rasthatina wî û Îrenayê ya bi tesadufî li balafirgeha Parisê vegotin dest pê dike, heye. Heta dawîya romanê behsa neheqîya malbata Josefî tê rexnekirin. Lehenga sêyem jî dibe ku Mîlada be. Îrena, Mîlada û Sylvieyê berawird dike. Bi her duyan re jî dikare şerabê vexwe. Mîlada, dema ku xwendekara lîseyê ye, ji ber helwesta evîndarê xwe hewl dide ku bi hebên xewê xwe bikuje, lê bi ser nakeve û di encamê de guhekî xwe wenda dike.

Roman bi awayek seyr bi dawî dibe. Josef li Piragê dema ku li otêlek bi Îrenayê re ye, diya Îrenayê jî Gustafî ji rê derxistiye û bi hev şa bûne. Di derketina Josefî ji otêlê de, kaxizek ji Îrenayê re nivîsîye û di dawîya kaxiz de “xwişka min” nivîsîye.

Em karin ji vê romanê çend encaman derxînin: Yekem encam ew e ku Milan Kundera nivîskarekî dema me ye. Wek gelek nivîskarên kurd li derveyê welatê xwe dijî û bi zimanê frensî dinivîse. Çekan di 1918an de dewlet avakirîye, lê hewildanên kurdan ên wê serdemê bi ser neketine. Wan serî li ber îdeolojîyan netewandîye, li hember sosyalîzma rûsan a bi darê zorê, derketine. Komara xwe avakirine. Lê kurd bi dîn û îdeolojîyan her hatine xapandin û hêjî tên xapandin.

Ez hêvî dikim ku ev nivîs bala xwendevanên kurd bikişîne daku meraq bikin û vê romanê bixwînin.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.