Şî’îzm,şî,îzm

Şî’îzm

A+ A-

‘Şî’îzm’ Dînek Protestoyê ye. Şî’îzm navê kitêba Hemîd Dabaşî ye. Şî’îtîyê him bi alîyê sazî him jî bi alîyê çalakî digre dest, lê dikole.
Hemîd Dabaşî, Şî’îzm, Bir Protesto Dini, Weşanên Yarin, Wer. Belgin Çalli, Nîsan 2015, Stenbol
Hemîd Dabaşî (z. 1951) Sîyasetnasekî Îranî, sosyolog e. Li DYAyê dijî. Li universiteyê profesor e.

Hemîd Dabaşî, di kitêba xwe da dikirpîne ku Şî’îtî dînek paradoksî ye. ‘Dema ku şervan e û şerek bizehmet dike, geşedan dike mezin û serkeftî dibe. Di kêlîya ku bi ser dike ve û dibe desthilatdar, hêza xwe ya manewî û dengê xwe î dijber wenda dike. Bi awayê paradoksî, bes dema ne desthilatdar e di desthilatdarîyê de ye. Dema dibe desthilatdar, meşrû’îyeta xwe, karbidestî û wêrekîya xwe wenda dike. ‘

Kêşeya kurd/Kurdistanê, li Rojhilata nêzîk û navîn, bêguman kêşeyek girîng e. Ne bes kêşeyeka Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê, di heman demê de kêşeyeka nav neteweyî ye. Pêşniyara çareserîyê ya Şi’îtî, Şî’îzmê bo vê kêşeya nevteweyî çi ye? Bêguman ev kêşeyek pir girîng e. Feqet, Hemîd Dabaşî, di vê xebata xwe ya 387 rûpelî de qet behsa vê kêşeyê nake. Wek ku kêşeyek wiha tune be tev digere. Esas armanca vê nivîsa me jî ew e ku em fam bikin çima Hemîd Dabaşî behsa kêşeyek wiha nake, di ber vê kêşeyê de jî derbas nabe.
Em ji nêzîk ve dizanin ku Ayetullah Ruhullah Humeynî (1902-1989) bo vê mijarê çareserîyek çawa diramîya, ramanên xwe çawa kir meriyetê. Divê di serî de ev bê lêkolînkirin.
Ayetullah Humeynî, di 1960an da, li Îranê, li hember Şahê Îranê Şah Muhammed Riza Pehlewî tekoşîn dimeşand. Ji ber vê tekoşînê, demek dirêj li derveyê Îranê, li welatên wek Tirkiye, Iraq, Fransayê sirgûn ma. Di 1978an de, li Parisê, Abdurahman Qasimlo (1930-1989) Serokê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, Şêx Îzedîn Huseynî (1921-2011) Serokê Komelayê Ayetullah Humeynî ziyaret kir. Di dema vê ziyaretê da, behsa kêşeyên kurd/Kurdistanê jî kirin. Ji Humeynîyî pirsa vê mijarê kirin. Humeynî behsa biratîya Îslamê û biratîya Umetê kir. Kirpand ku biratî, muameleya wekhevîyê bo nasnameyên cuda pêwîst dike. Got, dema ku li hember Şah û şahtîyê tekoşîn biserket, dê daxwazên kurdan jî li ber çavan bên girtin. Bo ku tekoşên bi ser bike ve, divê kurd jî beşdarîya vê tekoşînê bikin.

Ayetullah Humeynî, piştî ku Şah Riza Pehlewî ji Tehranê, ji Îranê revîya, di 1ê Sibata 1979an da, ji Parisê vegeriya Tehranê. Di nava deh rojan de, Komara Îslamî ya Îranê serkeftin bi dest xist. Ji van deman bi şûn de rejîma nû dest bi kok girtinê kir. Di nava sala 1979an de Abdurahman Qasimlo û Şêx Îzedîn Huseynî dîsa çûn ziyareta Ayetulah Humeynîyî li bajarê Qûmê. Daxwazên xwe yên li ser kêşeya kurd/Kurdistanê anîn ziman. Ayetulah Humeynî piştî guhdarîya wan kir wiha axivî, “Em birayê Îslamê ne, em birayê umetê ne. Ev daxwazên we li dijî Îslamê ne. Nayên qebûl kirin. Hevdîtin qediyaye.” Tê zanîn ku hema li dû vê hevdîtinê li Rojhilat, li hember kurdan êrîşên pir mezin hatine kirin, qetlî’amên girseyî, ‘îdam pêk hatine. Di 1979-1980yan de, ev qetlî’amên girseyî, ‘îdam bi awayek mezin hatine domandin.

Çareserîya ku Ayetulah Humeynî bo kêşeya kurd/Kurdistanê dirame û disepîne ev e: Dema di mixalefetê de ye bo kurdan peyamên erênî têne qebûlkirin, dayîn, dema ku baş li ser kar bi cih bibe jî bi dirûşmeyên “biratîya Îslamê”,”biratîya umetê” bi tevayî redkirina daxwazên kurd/Kurdistanê, serdestkirina polîtîkayên fişar û zulmê ye. Lê ev ne polîtîkayeke ku xasê bi Şî’îtîyê, Şî’îzmê ye, ev polîtîkayek e ku Îslamê herî pir li hember kurdan sepandîye. Îslamê li hember daxwazên kurdan ên demokratîk neteweyî, her dem dirûşmeyên “biratîya Îslamê”, ”biratîya umetê” hanîye rojevê. Her bi dirûşmeyên biratîyê hewl daye ku daxwazên neteweyî î kurdan bi paş ve bavêje. Bi dirûşmeyên “biratîya Îslamê, biratîya umetê re fişar, pêkotî, qetlî’aman jî rêhevalîkirine. Wek ku li Iraqê bû kurd, bi jenosaydê re jî rû bi rû mane. Di 13ê Tîrmeha 1989an de, li Vîyanayê di pêvajoya ku Abdurahman Quasimlo î Serokê PDKÎyê li ser kêşeya kurd bi karmendên dewletê re hevpeyvînek pêk dihanî de, qetilkirina wî jî tê zanîn. Di Îlona 1992yan de jî li Berlînê, Dr. Sadik Şerefkendî sekreterê nû yê partîyê û sê hevalên wî jî ji alîyê sîxurên Îranê ve hatin qetilkirin. Fehim Şinnavi, di pirtûka xwe ya bi navê Kurdên Yetîmên Umeta Îslamê (Wer. Recep Perçin, Weşanên Şûra, 1997, Stenbol) da, belengazîya kurdan a ku dewlet (hemû jî Misilman in) bi wan didin kişandinê vedibêje.

Cudahîya dirûşmeya “biratîya gelan” jî ji dirûşmeyên “biratîya Îslamê”,” biratîya umetê” tune ye. Dîyar e ku ev dirûşme bo ewarekirin, xapandina kurdan e. Kurd jî gelek bi propagandayên wiha yên dewletên ku li wan fişarê dikin xapîyane.
Gelek Misilman ku bi dirûşmeyên ‘biratîya Îslamê’, ‘biratîya umetê’ ’biratîya gelan” nexapîye, gelê Bengalê ye. Bo vê, sûdeke pir mezin, di lêkolîna bi awayek berfireh a Tekoşîna Rizgariya Neteweyî ya Bengala Rojhilat ku gelê Misilman ê Bengalê li hember Dewleta Misilman a Pakistanê dimeşand de, heye. Di vê çarçoveyê de, divê bê zanîn ku Tevgera Ziman a Bengalê ku di dawîya 1940an de hat avakirin û di 1950yan de bi awayek mezin û berfireh bi pêş ket, bû sazîyek pir girîng. Di vê mijarê de divê li rêzenivîsa ‘Alîkî Min Av, Alîkî Min Agir Singa Xwe Veke Bengal Min Hilgir’ a Îbrahîm Sedîyanî, gerokê kurd ku ji 15.12.2012an ve di înternetê de weşandibû, bê nêrîn. 

Rizgarîxwazên Erîtreyî jî ku di 1970yan de, 1980yan de li hember Hebeşîstanê Tekoşîna Rizgatîya Neteweyî dimeşandin, dibêjin me ti carî bi ‘biratîya gelan’ bawernekir. Di vê tekoşînê de cihgirtina gerîlayên Filistînî li hember Tevgera Rizgarîya Neteweyîya Erîtreyê, bi Dewleta Hebeşîstanê re bûye sedema bawernekirina bi dirûşmeya ‘biratîya gelan’.
Mücahit Bilici, di pirtûkên xwe yên bi navê ‘Di Îslamê de Şer Qedîyaye’ (Avesta, 2015), Hemalê Kurd (Avesta, 2017) de, polîtîka ku dewletên wek Iraq, Îran, Sûriye, Tirkiyeyê, rêxistên wek El Qaide, el Nusra, DAIŞê li hember kurdan dimeşînin, dinirxîne. Di kirpîne ku polîtîkayên fişar û pêkotîyê ku ev dewlet li hember kurdan dimeşînin di Îslamê de, cih nagirin. Dîyar dike ku cihê van sepandinan di Îslama rastîn de tuneye, ev berevajîyê têgihîştina ‘Îslama rastîn’, edalet û wekhevîyê ne. Bêguman pirsa ‘Îslama Rastîn’ çi ye, kengê, li kûderê hatîye jîyîn? Pirseke pir girîng e. Lê ev mijareke cuda ye. Divê li virê kirpandina berevajîbûna bi Îslamê re û cihnegirtina di Îslamê de, kirpandina polîtîkayên fişarê ku dewletên wek Iraq, Îran, Tirkiye, Sûriyê li hember kurdan/Kurdistanê dimeşînin, girîng be.

Tahare Qurretul ‘Eyn

Di xebata Hemîd Dabaşî ya Şî’îzmê de, beşek li ser Tahare Qurretul ‘Eyn (Fatma Bagastanî) heye. (r. 189 wd.) Tahare Qurretul ‘Eyn (1814-1852) damezrîner û nûnerê tevgereke ku di Şî’îtîyê de bi navê Qurretîzmê tê zanînê ye. Ev tevgerek e ku bo dawîlêanîna bêdadîya heye, dest bi şerê çekdarî kiriye. Bi vê taybetîya xwe, ji tevgerên berî xwe cuda dibe. Qurretîzm xwedî têgihîştinek e ku bi tûndî ekolên ramana ûsûla Şî’î, yanî ekolên ramanî ku bes fikir diafirînin, rexne dike.
Tahare Qurretul ‘Eyn (Fatma Baraganî) li Qazwînê, wek keçeke malbateke oldar tê dinyayê. Bavê wê di nava rayedarên dînî de, xwedî posteke girîng e. Du apên wê hene. Ap jî di erka dînî de xwedî rol in. Bavê wê yê navîn ê birayan e. Lê li gor apê mezin, postê bavê wê di erka dînî de bilindtir e.
Bavê wê kesek xweza nerm e, apê mezin xwedî xûyek pir req e. Fatma Baraganî ‘keçek e ku zû mezin bûye.’ (r. 210) Bavê wê, bo ku keçik rihet, azad mezin bibe her derfet afirandîye, bikar anîye. Dema ku di sala 1826an de 13 salî ye, bûye ku ‘nayê rayê.’ (r. 211) Ji ber vê halê wê, bavê wê di sala 1828an de, bi kurê birayê mezin re dizewicîne. Zava jî kesek e ku di nava rayedarên dînî de cih digire. Mêr û jin, salên 1828-1841î li Iraqê, li bajarê pîroz Kerbelayê dijîn. Du zarokên wan çê dibin. Di vê demê de Fatma Baragani, bi tevgera radîkal a ku di Şî’îtîyê de wek Şêxîzmê, 12 Îmamhez tê zanîn re pêwendî çê dike. Li ser vê ramanê nivîs, helbestan diweşîne. Hemîd Dabaşî dibêje ku meriv dikare wê bişibîne Rosa Luxemburgê (1871-1919) jî (r. 210). Malbat, di sala 1841î de vedigere Îranê. Fatma Baraganî, pêwendîyên xwe yên bi Şêxîzma tevgera radîkal a dînî re bi pêş dixe, rexneyên xwe zêde dike.

Fatma Bagastanî, di sala 1843yan de, bavê xwe li ser bêsûdîya zewacê îqna dike. Ji mêrê xwe vediqete. Pêwendîyên xwe ji zarok û malbata xwe qut dike. Beşdarê rêxistinê dibe. Di rêxistinê de navê wê dibe, Tahare Qurretul ‘Eyn. Dibe damezrîner û nûnerê bizava radîkal a ku di Şî’îtîya 12 Îmamhez de wek Qurretîzmê tê zanîn.
Piştgirên vê bizavê, li Tehranê bi Xanedana Qaçar re, li rojavayê welêt bi Osmanîyan re, li rojhilat jî bi Afganan re dikevin nava şer. Di nava tekoşîna çekdarî de gelek milîtan dicivîne. Pişgir zêde dibin.
Cihgirtina Tahare Qurretul ‘Eynê di vê tekoşînê de, ji aliyê malbatê ve bi bertekên pir mezin tê pêşwazîkirin. Apê mezin û di heman demê de xezûrê wê, her roj di ‘eleyhîya Tahare Qurretul ‘Eynê de peyaman belav dikir. Di rêya girtin, darizandin û cezakirina wan de hikûmetê tehrîk û teşwîq dike. Tahare Qurretul ‘Eyn guh nade vanan. Bi hevser, zarok û malbata xwe re ti pêwendîyek saz nake. Lê apê piçûk û mêrê xwîşka wê, di helwestek wisa dane ku tekoşîna wê, bi xweş bînî pêşwazî dikin. Bi tevî berteka mezin a apê mezin î xezûrê wê jî bav bêdeng e. Lê helwesta apê mezin a ku kêşeyê dikir meseleseya namûsê û hwd. di nava rêxistinê de dibû sedema bertekên mezin.
Di nava van geşedanan de, tevger ji apê mezin/xezûr re sûîqest li dar dixe, wî dikuje. Hema li dû sûîqestê rêberên tevgerê û Tahare Qurretul ‘Eyn tên girtin, tên hepiskirin.

Tahare Qurrretul ‘Eyn di lêpirsînê de, berxwedanek pir mezin nîşan dide. Qet naaxive. Bi tevî êşkenceyên giran jî di heqê heval û tevgera xwe de ti tiştek nabêje. Bi awayek pir kurt dikirpîne ku ew mafdar in, li hember neheqîyê ber xwe didin û li ‘edaletê digerin.
Hemîd Dabaşî, bîranînên dawî yên Tahare Qurretul ‘Eynê wiha vedibêje. “13ê Çotmeha 1852yan roja çarşemê di demên dereng de, grûpek piçûk a polîsên serxweş ku di nava unîformayên ku bi awyek xerap hatine çêkirin û bi tiralî hatine lixwekirin de ne, jineke ciwan a bi awayek xweşîk amade bûye û cilên xweşik li xwe kiriye, ber bi goşeyê tenha û tarî yê bexçe ve kaş dikirin…” (r. 189) Li virê Tahare Qurretul ‘Eyn tê fetisandin, cesedê wê bo bîrekê tê avêtin.

Berxwedana bi hêz a Tahare Qurretul ‘Eynê, nedana navê hevalê wê û tevgera wê, hestên meriv î merivî bilind dike. Berxwedan û helwesta wiha li Tirkiyeyê kare çi bîne bîra meriv? Ev berxwedan, ev helwest, Îbrahîm Kaypakkayayê di Rejîma 12ê Adarê de, Eren Keskîna di roja me de tîne bîra meriv.

Em ji vê hêlê ve balê dikişînin ser mijara Tahare Qurretul ‘Eynê. Wek mînak, ger ji Tahare Qurretul Eynê ramanên wê yên li ser kêşeya kurd/Kurdistanê bên pirsîn dê çi bibêje? Dema di opozîsyonê de be, bo pêgirtîyên xwe zêde bike, dikare behsa hin mafê kurdan bike. Ev tê wateya esasê desthilatdarîya Şî’îtîyê dema ne desthilatdar be pêk tê. Lê dema dibe desthilatdar, ji fişarê, ji tepeserkirinê pê ve polîtîkayek, sepandinek wê tune. Ev jî ne polîtîkayek teybet bi Şî’îtîyê, Şî’îzmê ye, polîtîkaya gelemperî ya Îslamê ye.

Xweşbînî û rêzgirtina bizavên opozîsyonê di serdema geşepêdana xwe de, bo raman û helwestên kes û sazîyên derdora xwe re; pêwendî danîna bi wan re rewşeke ku tê famkirin. Di serdema çêkirina Wesîqeya Medîneyê de jî dîtina vê pêwendîyê mumkun e. Tê gotin ku Wesîqeya Medîneyê berî Şerê Bedrê, yanî berî 624an hatîye îmzekirin. Tê gotin ku ji tevahîya tekstên navbera 622-627an hatine nivîsîn jî pêk hatîye. A di vê çarçoveyê de, çevgerandina li binyada gelheya Medîneyê girîng dibe. Tê gotin ku di wê serdemê de gelheya Medîneyê li dora 10.000 (deh hezarî) ye. Ji vanan 4500ê wan ‘erebên pûtperest in. 4000ê wê jî Cihû ne. Jimara Misilmanan li dora 1500î ye. Di vê rewşê de, xweşbînî û rêzgirtina Pêxember Hz. Muhammed ji nasname û ramanê grûbên li Medîneyê re, bo bihêzkirina Îslamê siruştî ye. Di dewra çar xelîfeyan de jî tê dîtin ku êdî Îslam bihêz bûye, desthilatdar e. Wek mînak, di serdema Omer, xelîfeyê duyem de (634-644), ji nasname û kitêbên kurdan re, qet rêz nehatîye dayîn, kurdên ku Misilmantîyê qebûl nekirine, bi girseyî hatine kuştin. (Ayşe Hur, Medîne Wesîqası û Omer Pakti, Radikal, 3 Mijdar 2013) Ji nêz ve tê zanîn di serdema xelîfeyên Emewî û ‘Ebasîyan de jî ji gelên ku nebûne Misilman re mu’ameleya pir xerab hatîye kirin.

Wek mînak, Mistefa Kemal jî di serdema Tekoşîna Milî ya Tirkan a ku di navbera salên 1919-1922yan de ye, bo ku kurdan jî beşdarê tekoşînê bike, behsa xweserîya kurd û hwd. kiriye. Protokolên Amasyayê ji vê hêlê ve balkêş in. Lê dema ku Komarê baş hêz girtîye van sozan jibîr kiriye, ketîye rêya tepeserkirina daxwazên kurdan.

Werger: Ahmed KANÎ


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.