1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ewdil Ararat
  4. 25 ÎLON PÎROZ BE!
25 ÎLON PÎROZ BE!,25,îlon,pîroz,be

25 ÎLON PÎROZ BE!

A+ A-

25 îlon wek rojeke gelek girîng tomar bû di dîroka Kurdistanê da.
Gelê me yê başûr ji sedî 92,73 ji bo serxwebûna xwe got ERÊ.
Pîroz be!

Xwezî rêje hîn bilintir ba! Ew ên neçûn dengdanê jî, biçûna.
Lê realîte "xwezî"yê nas nake!
Hin dê ji kerba, hin dê ji şabûna bimirin. Ev jî realîtekê ye.
Pêngaveke girîng e ji bo xewna mezin. Ev pêngav pîroz be ji bo hemû gel û komên li Kurdistanê! Ji bo pêkanîna aşîtîyê li herêmê. Wisa jî şikandina bi her awayî dagirkerî, şer û kevneperestîyê!

Ez vê referandumê dişîbînim pirsa bêwate, ku meriv ji kesekî li çola Sehrayê ji tîna li ber mirinê be, bipirse: "Tu avê dixwezî yan na!?"
Dîrok wê were nivîsandin; bi roja îlankirina serxwebûnê, bi dan pejirandina dewleta kurdî bi cîhanê. Roja dîrokî: Dewlet e. Yan yek, an çar!
Hêvî dikim ev roj zêde dereng mekeve! Wek min di nivîsa berê da jî got; derengmayîn bila keysê nede hîlle û dalewêreyên dewleta Tirk û ya Îranê!
Di mijara referandûmê da, yekîtîya hêz û partîyên welêt, helwest û berxwedana rêveberîya hukumeta başûrê Kurdistanê û serokê wê Mesûd Barzanî ku li dijê gefên "Tirkîye", "Îran" û Îraqê, li hember bertek û zextên navneteweyî ku di pêvajoya referandumê da nîşandan, divê berdewam be heta îlankirina dewletê!
Mafê hîç kesê nîne dengê gel di bazarîya navneteweyî da bavêje bin lingan!

Tîr ji kewanê derketîye. Divê em layîqê wê bin.
Hun jî dizanin şertên layîqbûnê çi ne:
Parlamento, artêş (ne yên partîyan), perwerde, aborî, ragihanin ûwd. Vana sitûnên dewletê ne jî.. Û hemû jî divê şefaf û demakratîk bin!
Cî medin teralî û gendelîya sedemên rizîn û zengarîyê!
Têra xwe kadro jî hene, derfet jî. Heder mekin!
Berê xwe bidin modelên Siwîs û Siwêdê. Neku Dubaî û Katar a bêpaşeroj!
Bila kes li bendê mebe! Dewleta başûr dê bakûr û rojhilatê jî rizgar bike. Heke bike, wê encax têra parçeya xwe bike.
Şikandina zincîrên koletîyê li bakûr û li rojhilat di sitûyên partî, sazî û gelên li wê derê da ne.
Nemaze li dij benîtîya dewleta Tirk ku li ser înkar, tirkkirin û tinekirinê ava bûye.
Rojên mezin şikandina wan zincîran in jî..
Heke dagirkerîya Tirk û Farisan li Kurdistanê neyê şikandin, dîsa dibêjim di serî da Tirk ev her du "dewlet" wê li ser başûr jî, rojava jî tim gefxwir û hêrîşkar bin.
Wê çawa were şikandin?
Bi raperînên sivîl, rêbazên demokratîk, lêbelê ji bo serxwebûna Kurdistanê.
Çawa?

Neçûyîna leşkerîya Tirk û Ecem. Nedayîna bacê. Neçûyîna dibistanên "tirkî û farisî", Redkirina nav û nasnameyên tirkî û farisî. Ev nasname û pasaport belgeyên benîtîyê ne. Li wan paşvavegerandina van belgeyan.
Û bisedan raperînên din, ku hun ji min çêtir dizanin.
Hemû jî tenê ji bo serxwebûna Kurdistanê..
Ti kes bila armancê şet û şîlo meke!
Ne ji bo bihêzkirina dewletên Tirk û Faris, ên di bin navê xurafeyên "ûmmetîzm, enternasyonalîzm, kemalîzm" da. Ne jî di nava safsata, esrar, eroîn û jixweçûyînên, "ortak vatan", "demokratîk ulus" yan jî "cumuhurê îslamî"..
Ma êdî çeşîdekê ji tirsê maye ku li ser xakên Kurdistanê nehatibe reşandin?

Bi taybet bangên min ji bo PKKê:
Were ser hişê xwe! Ji wê rêya bêyom ku tu têdayî, derê! Dev ji şîlokirinê berde!
Layîqê serxwebûnê be!

Kurdistan serbixwe û azad nebe, ne tu, ne jî "rêberê" te azad nabin!
Ji bo partî, rêxistin, sazî û kesayetîyên din:
Ji civîn, belavok, komkirina îmzeyan girîngtir tiştên din hene. Min li jorê amaje pê kirin. Tiştên ciddî bikin! Pêşî hun rêberîyê bikin ji milletî ra. Paşê bipeyivin!
Êdî dev ji çepikan, ji xwenîşandan, berjewendîyên şexsî û mizdanê berdin!
Ji hemû deman pirtir YEKÎTÎ!
Em di rojên xîret û namûsê da ne.
Şansê me yê windakirinê tine!
Dîrok berzebûnê nabexişîne!

28.09.2017 Berlîn


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.