1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ronahî Amed
  4. Ahmed û Rîhan di Kolanên Sûrê de
Ahmed û Rîhan di Kolanên Sûrê de,ahmed,û,rîhan,di,kolanên,sûrê,de

Ahmed û Rîhan di Kolanên Sûrê de

A+ A-

Veysî Ulgen, di 14ê Rezbera 1968an de, li navçeya Pasûra a girêdayî Amedê ji dayîk bûye. Ji perwerdeya seretayî heta lisê li navçeya Pasûrê xwendiye. Di sala 1990î de ji zanîngeha Diçleyê, li fakulteya tibbê destûryar bûye. Li bajarê Amedê, Meletî, Çankiri û Stenbolê di kargehên tenduristiyê de wekî bijîşk – nojdar xebitiye. Di salên 1996 – 1998an de serokê yekemîn ê SESê ( sendîkaya kedkarên tenduristî û karên çivakî ) bûye. Niha endamê SES, DTO ( Odeyên bijîşkên Amedê), İHD (Komala Mafên Mirovan ) e. Dilxwaz û aktivîstê TİHV ( Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê ) ye. Di rojname Û kovarên wekî Ozgur Gundem, Guney, Tîroj û wk. de nivîs, gotar û lêkolînên wî hatine weşandin.

Berhemên wî
• Alo ( çirok) Weşanên Virtûle, 2002- Stenbol
• Çiğ düş’tü ( roman) weşanên m, 2003 - Stenbol
• Çiğ düş’tü ( roman) weşanên el, 2004 - Stenbol
• Kırık halka ( çirok ) weşanên el, 2005 – Stenbol
• Umudun adımları ( lekolîn ) weşanên el, 2006 – Stenbol
• Vijdan ( roman ) weşanên el, 2010 – stenbol
• Sokaklar ( çirok ) weşanên ikinçi adam, 2012 – Stenbol
• Dîropka sar heviyên germ ( roman ) Weşanên J&J, 2017 – AMED
• KESK Tarihi ( lekolîn ) Weşanên el, 2017 – Stenbol
• Umut doğu’da saklı ( lekolîn ) weşanên el, 2018 – stenbol
• Diyarbakır tabip odası tarihi ( lekolin ) weşanên j&j, 2018 – AMED
• Kevirên şewitî ( roman ) weşanên j&j, 2018 – AMED

Romana bi navê “Kevirên Şewitî” anjî kevirên reş. Nivîskar di vê romana xwe de, balê dikşîne ser şerê Surê anjî şerê çeperan. Gelek bi zimanekî, sivik û herikbar hatiye nivîsandin û mirov ji xwendina pirtûkê qet aciz nabe. Bahsa jiyana malên bi hewş dike: Belê xûnerên hêja, wek hûn jî dizanin, xaniyên Sûrê piranî bi hewşin. Der dora van xaniyên bi hewş jî, gelek avahiyên duqat anjî sê çar qatane lêkirin. Û gelek avhiyên şeş heft qat jî hene. Beriya ku em behsa romana bi navê Kevirên Şewitî bikin. Ez dixwazim hinek bahsa xaniyê bi hewş bikim. dîwarê avahiyên bi hewş, ji kevirê reş û şehkirî hatiye lêkirin. Dema ku mirov ji dervede li van hewşa dinêre, mirov dibêje qey tu avahê di nav van hewşan de tunen. Ji ber ku paçeyên van odeyan hemû di hewşê de ne. jiyana van avahiyên ku ji kevirê reş û şehkirî, hemû bi hunera destan yek bi yek hatine şehkirin. Van avahiyên bi hewş, ji sê odan bigre heta çar û pênç odayan jî pêk tên. Li gorî malbatên biçûk û mezin hatine saz kirin. Avahiyên di nav hewşê de, odeyên wan ji hev cuda ne. Li pêşiya van odayan eywanek heye, di demsala havînê de şiniyên hewşê li eywanê dema xwe derbasdikin. Di her odeyekê de ji bo razana kulfetên malê malnivînek heye, di nav dîwarê odeyan de jî sê çar çavî hatine çêkirin, alavên wek çira anjî lembeyên ji gazê tê de datanin. Di zikê hewşê de, odeyek ji bo mazûvanan jî hebûye. Li pişt deriyê oda mazûvanan de jî, destşokek hebûye ku mêvan têde dest û rûyên xwe bişon. Deriyê oda mazûvanan, nêzî deriyê hewşê ye ji ber ku dema mêvan werin ew û xwediyê malê hev û din nebînin. Di binê van odeyan de, sarinç hene ku ji wan re dibêjin mahsen. Di sarincê de, hem qutê havînê û hemjî ên zivistanê tê de tê parastin. Van qûtan jî, dikirin zikê kûpan xwarina wek hungiv, dims, qelî û hwd. di nava wan de diparastin. Van kûpan derveyên wan û zikê wan bi boyaxa kesk hatibû sehandin. Kûpê zexîrê jî di rengê axê de bûn û di wan de zexîre dihat parastin. Di nav hewşê de, xwaringehek hebû û xwarina xwe jî li ser kuçik çêdikirin. Her wiha di hewşê de serşoyek jî hebû bi heman rengî di serşokê de jî kuçik hebû û li ser kuçik ava ser û cilên xwe germdikirin û xwe pê dişûştin. Her wiha di nav hewşê de, bîreke avê û ev bîr jî bi piranê nêzî derê serşokê bû. Piraniya van pîran jî li ser wan tulûmpe hebûn, û liber bîrê jî cirnek ji kevirê şewitî hebû û ev cirin, çar goşe û ji erdê qandî bihustek bilind bû. Di orta hewşê de dareke tuyan jî hebû. Hewş bi kevirên reş hatine raxistin, rûyên van keviran jî qul bi qul hatine niqirandin. Sedema van niqirandina jî, di demsala havînê de dema hewş tê şûştin, av di nav wan qulên ku bi hunerke destan hatiye niqirandin de dimîne. Û gelek hênkahyê di de der dora avahiyên hewşê.

Nivîskar balê dikşîne, ser şerê navçeya ji kevirên şewitî anjî kevirin reş hatiye avakirin. Wek kevirên reş, ew sal bext û sihûda navçê jî wisa bi reş geriya bû. Navçe bi kevirên şewitî, bi çar aliyan ku hatibû dorpêç kirin. Ewsal demsala zivistanê jî gelek dijwar bû. Çawa şer dijwar bû, her wiha xweza jî ji şer dijwartir bû. Li hewşa sofî û li navça sofî jiyan ne hêsan bû. Sofî fercî bûbû û li erdê bû. Cîranên sofî jî, yek bi yek ji ber şerên çeperan navçê terk dikirin. Keça sofî, hem alikariya şervanên çeperan û hem jî xizmeta wî dikirin. Keça sofî Rihan, dikir nedikir sofî îkna nedikir, ku ji navçê derxe û wî bişîne nexweşxaneyê tedawiya wî bê kirin. Lê sofî, dest ji jiyana navçê û hewşa xwe ya ku bi malbata xwe re li bin dara kevnar a tuyê runiştîne, derd û xemên xwe, şahî û hesretên xwe parve kirine.
Lê, li navçê şerekî dijwar diqewimî, li derveyê navçê jî jiyaneke bi derd û kul berdewam dike. Her çiqas jiyana derveyê navçê bi derd û kulbûna jî, ne wek ê zikê navcê bû. Di zikê navçê de, av û kehriba hatibûn qutkirin, çûn û hatin hatibû qutkirin. Navçe bi temamî hatibû dorpêçkirin. Li derveyê navçê jî, di warê derûnî de gel hatibû çewisandin. Li der û dora navçê çalekiyên gel hebûna jî lê mixabin têrî rakirina qedexa li ser navçê nedikir. Her çiqasî gel li vî alî, û li wî alî çalekî pêk banîna jî, hêzên sistemê bi ava şit û bi bombeyên îsotê gel perîşan dikirin û wan belawela dikirin.
Şêxo kurê sofî ye, Şêxo zewiciye û mala wî li derveyê navçê ye. Dema şerê çeperan dest pêdike, ew jî tê serdana malbatê û ji aliyê sîstemê ve qedexe datînin ser navçê êdî Şêxo jî li navçê dimine. Ew demsal jî mirov digot qey, hêzên şer û xwezayê jî li heber kurdan bi hev re peyman çêkirine. Yek ji yekê nedixwar, û li hember gelê navçê û xerakirina avahiyan ketibû pişbaziyê. Berf gelek bariyabû û sermayek gelek dijwar hebû.
Ji pirtûkê çend rêzik“ Şêxo rakiriye bêrê ku here berfa serê xanî paqij bike. Xatiya Zayde gazî Şêxo dike, êra xwedê li te xistiye Şêxo. Tu yê derkevî serê xanî, wê te wek çivîkan bikujin. Şêxmûs gotinê dibire, bi dengê bilind xeber dide da ku Rihan seh bike: - çawa dev jê berdim. Bavê min wa ye nêzî sed salî ye. Xuşka min Rihan çawa lê dinihêre. Xatiya Zayde didomine. Zû bikeve hundir. Niha guleyek li te bikeve incar em nikarin termê te veşêrin. Te jî bi termê min girtiye. Min li binê vê darê veşêrin. Bila Kevok li ser min bifirin bese. Kes neyê ser mezelê min jî dibe. Ji xwe tu dibînî, em û bajar tev bûne term”. Û Şêxo jî bi awayek xwezayî dikeve nava şer, demek şer dike û jiyana xwe ji dest dide. Cenazê Şêxo, ji ber qedexa li ser navçê nabin goristanê, çenazê wî li hewşa sofî yê bavê wî li bin dara kevnar a tuyê de, binax dikin.
Rihan jî keça sofî ye, Rihan ji ber ku ji dibistanê heznekiriye dibistanê diterikine. Di avhiyê taxa mala Rihanê de, xwendekarên zanîngehê dimînin. Ji wan xwedekaran yekê bi navê Ahmed ew û Rihanê ji hev hez dikin. Her çiqas ji hev hez bikin jî, lê mixabin ev hizkirin bi yek aliye. Ji ber ku Rihanê dibstan nexwendiye, Ahmed ji Rihanê fedî dike û wê biçûk dibêne û zewaca bi Rihanê re nafikire. Ew û Rihanê ji hev diqetin, û Rihanê jî ji eksa wî re diçe bi yekê ku jê hez nake bi hev re direvin. Ji vê zewacê keçeka Rihanê çêdibe, demekî paşê Rihan û hevserê xwe li hev nakin. Û rihan jî dixeyide û tê mala bavê xwe. Piştî demekî dayika Rihanê diçe ser dilovaniya xwe, bavê Rihanê gelek ji hevjîna xwe hezdike. Û piştî wefata hevsera xwe bayê fercê lêdixe û fercî dibe. Rihan ji aliyek ve xizmeta bavê xwe dike, ji aliyekî ve jî xizmeta şervanên çeperan dike.
Çend rêz ji pirtûkê “dorpêç û şerê çeperan, di roja pazdehan de bi dijwarî didome. Kehrîba ( ceryan ) û av hê tune ne. Ji xwe kes li benda kehrîba û avê nasekine. Jiyaneke taybet hatiye avakirin û bi kedeke bilind didome. Şêxmûs, Rihan, Çiya, Delîl, Beriîtan, Rojê, Gulê, xatiya Zayde û şervanên nava taxê bi zehmetî be jî vê jiyanê didomînin. Her çiqas jiyanek taybet hatibe avakirin jî, her diçe qûtê wan kêm dibe. Ji bo ku zexîreya wan pir kêm nebe zorê dane kelandina kartolan. Tenûra ku çend sal e betal e nû dikin. Gulê dest bi lêxistina nanê tenûrê kiriye. Rihan li ser kuçikê li hewşê bê navber xwarinê dipêje”.

Me hinek li jor basa Ahmed kiribû. Ahmed û du sê hevalên xwe, dema xwendekarê zanîngehê bûne, ew jî li taxeke navçeya Sûrê wek xwendekar di avahiyeke bi hewş de mane. Avahiya wan û avahiya mala bavê Rihanê li heman taxê bûne. Dema Ahmed xwendekar bûye, ew Rihanê evîdarê hev û din bûne. Dema derdor bi evîna wan dihese, rojek Rihan diçe zanîngehê û ji Ahmed re dibêj em hev û din birevînin lê Ahmed dil nake. Rihan jî ji eksa Ahmed re bi yekê din re direve. Ahmed dema zanîngehê kuta dike, berê xwe dide bajarê Sitenbolê û li wirê karê avahîsaziyan dike. Ahmed yekê bê biryare, di warê aborî û avahîsaziyan de ketiye nav gelek qirêjan. piştî hatina Ahmed ya Stenbolê Gelek dem derbas dibe, û berxwedana Geziyê dest pê dike. Ahmed di çalakiya geziyê de, jineke bi navê Meral nasdike. Di ser vê nasînê de, hêdî hêdî hev baş nas dikin û di ser vê nasînê de jî di navbera Ahmed û Meralê de têkiliyên zayendî çêdibin. Û wek hevjîn êdî bi hev re jiyan dikin. Di ser vê jiyanê de, her ku hev û din nas dikin nakokî dikeve navbera wan û êdî dest bi şer dikin. Gelek gotinê nebaş ji hev re dibêjin. Rojek Meral ji Ahmed re dibêje, hûn hatin vî welatî we welatê me jî herimand. Ev jina feminist, ronak, sosyalist û parêza mafên jinan çû yeka din hat. Dema mijar dibe kurd hemû van navê ku min jimartin li hember kurdan bi yek mêjî û nijadperestiya wan dest pê dike. Lê nabêji kî / kê van kesan ji welatê wan derxit? Û wan li bajarê metropolan hewceyê loqmeyek nan kir. “Dayika Fatma di salên 1992- 93’yan de gundê wan hat şewitandin. Dayika Fatma û tevî neh deh zarokanên xwe, di wê şewata ku wan salan li seran serê Bakurê Kurdistanê pêk dihat yek ji wan malbatan bû. Mal û milkên wan hemû di wê şewata gundan de, hetin şewitandin û tenê canê xwe xelas kirin. Piştî van şewatan, dayika Fatma bi malbatî berê xwe dide bajêr û tê li navça Sûrê bi cih dibe. Ji bîst salan zêdetir li navçê dimîne. Piştî vê serpêhatiya dayika Fatma, di sala du hezar û şazdan de şerê ceperan dest pê dike. Dayika Fatma êdî ad û eman dike, û dibêje ez êdî nema terka cih û warên xwe dikim. Û di nav şerekî dijwar de, wek Rihana keça sofî yê xwedyê hewşa kevnar anjî avahiyên bi kevirên şewitî hatine lêkirin de dimine. Dayîka Fatma û Rihan dibe ku qet hev û din nas jî nekiribin. lê herduyan jî di derya reş a vê erdnigariyê de avjeniyê kirine. Qdera Dayika Fatma û keça Sofî Rihanê jî wek ku navçe bi xaniyê kevirin reş hatine lêkirin qedera wan jî reş hatî ye honandin. Dayika Fatma, ji şewata gundan filitî lê mixabin ew jî wek keç û xortên taxê ji wê şewata kevirê şewitî nefilitî û jiyana xwe ji dest da.

Ji pirtûkê çend rêzik “Di dema şerên çeperan de Ahmed diçe kolana Îstîklalê, çend çaran kolanê ser û bin dike. Lê mixabin ev bajar li welateki dine ku haya wan ji tu tiştekî tune ye, li jiyana xwe dinherin. Du sal berê ev kolan dikeliya û diqilqiliya. Vê kolanê aniha jî wek şamikan xwe melisandiye. Pişti van dîmenan Ahmed serê xwe heltîne û tê Amede, û beşdarê nobedarên aştiya spî dibe. Nobedarên aştiyê, li hemberî mirina reş jiyana spî dixwazin. Şev bi dengê topan û çekan didome. Xew giran e, bi kabûs e. hewşa Dilawer Beg tê ber çavê wî. Ji bîra hewşê avê dikşine. Rihan li pişt perdeyê jê re dikene. Xatiya Zayde li hewşê nan li tenûrê dixe. Ji ber bêhna nan dev ji avê berdide. Bi zarokên hewşê re bazdide, kî nan zû bi dest bixe. Nanê germ ew digre, hemû zarok nan ji destê wî dikşînin, tenê wesleyek di destê wî de dimîne. Ji nişka ve dest li milê wî dikeve, ku çalekvanekî ye. Hişyar bibe apo. Dibêje û dikene. Li hember wî agir geş bûye. Hişê wî tê serê wî, fam dike ku li çalekiyê ye. Apo kî tê çalekiyê bi çend hevokan be jî diaxive. Merhaba ji we re. Di serî de ji we lêborîna xwe dixwazim. Ez li Stenbolê dijîm. Bijîşk nîn im. Mîmar im. Gava şerê çeperan li Sûrê dest pê kir, nola ku mala min xera bûbe. Erê mala min li wê derû bû. Min zanîngeh li wê derê xwend. Belê rast e, ev şer girêdayî pirsgirêka kurdan e. Lê ji ber ku ez mîmar im, ev şerê li ser avahiyan didome ji bo min dubare girîng e. Nêzî sê mehan e tax, kuçe û hewş bi topan tên roxandin. Li taxê tenê çend şervan mane, û qet niyeta wan û radest bunê tune ye, û dibêjin heta mirinê em ê li ber xwe bidin. Zivistana du hezar û şazdehan wek sala hezar û heştê û heftan dijwar diçe. Ji biharê re çend roj mane lê niha serma li ser bajêr lotikan davêje. Êdî ne dengê çekan, ne dengê Rihê, ne dengê Bêrîtan, ne dengê topan, ne dengê kevokan, ne dengê zarokan tê. Hes ji her tiştî biriya ye, baranek dijwar li Amedê dibare. Ahmed li benda çarê sibê ye. Çi dibe bila bibe ew ê Rihanê bibîne. Sibê zû naylonê baranê li xwe dike û dikeve ber û berê Çemê Dicleyê ve dimeşe. Çend rojin dengê topan temiriye. Bajar di xew de ye. Baran lê dike, û Ahmed li çavên roviyê kuştî dinihêre û jiyana wi xeyal dike. Di çavên rovî de, wêneyên jiyaneke wek jiyana wî dixuyê. Xuyaye xiyalên rovî li çiyayên bakur veşartîne. Ahmed di bin baranê de, ji nav çîlên ber çemê Dicleyê ber bi Sûrên dirokî ve di nav çamûre de baz dide. Baran dibare, ew tê li bin diwarê ji kevirên şewitî bêhna xwe dide. Piştî bîndaniyê bi diwarê Sûrê ve dibeze û derdkeve ser Sûrê. Pir kefxweş e, bi kelecan e, li pêşiya wî gelek xetere hene. Tê bîra wî, di demên jiyana wan a Sûrê de Şêxmûs, Sedat, Erol, Mahmud li vê derê, li ser kelehê ji bo şûşeyek şerab diketin pêşbazî yê. Şêxmûs ji ber ku kevokan dişopand, wî jî wek kevokan bi teqle xwe ji ser kelehê avêtibû xwarê. Ahmed, Şêxmû û Kevokên rengo rengo tîne ber çavê xwe. Rihana çavreş tîne ber çavê xwe. Sê meh in li benda vê demê ye. Li dû hevalê xwe yê şoreşger û cangorî Nazim ew jî êdî xwe bi strana lê lê rihê ti rihê min î” berdide nav dilê sûrê û di xeyalan de Ahmed û Rihan di kolanên Sûrê de bi azadî digerin”.

Lêkolîner: Ronahî AMED