1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Dr. Ehmed Xelîl
  4. Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de VIII
Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de VIII,ber,bi,pirojeya,kurdistanî,isteratîcîk,de,viii

Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de VIII

A+ A-

Xelek 8
Nirxên me yên kurdistanî va ne
Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl, Werger: Heyder Omer

Dergeh: Entiljênsiya û nirx:
Çanda milet hêmanê herî rasteqîne ji bo derbirîna kesayetiyê, helwestên bilind û sîmbol û nirxên, ku hukariyê li cemawerê milet dikint, di hembêza wê çandê de pêk tên, û dibin rêberên hemî çalakiyên wî miletî, û pîvanên, ku tevdîrên wî di helwestan de sînor dikin.
Entiljênsiya, ji bo çanda milet, nûnerên herî resen in, û li hember çanda bazdanê (revê) pêdartir in, û ewana ji her kesî bêtir dikarin helwest û nirxên payebilind diyar bikin, û di terajîdîtirin helwestan de wan nirxan biparêzin û ji dest bernedin, û di kûrahiya hişyariya milet a teva de biçespînin, pê re jî ew helwest û nirxên payebilind dibin tîrêjên ronahiyê, û rê li pêş nifşan vedikin, û rengdêrên rasteqîn ên kesayetiya milet diyar dikin.

Rastî ew e. Li ber ronahiya wê jî emê li giringtirînên rengdêrên rista me ya sinçî binerin.

Şûna mirovbendiyê di nav sinçên me de:

Mirovbendî navek e, hemî tevdîrên mirovanî yên payebilind û baş di xwe de dicinvîne. Berê me gotibû, û nûka jî dubare dikin, ku em ne gelê bijarte yê xweda ne, û ne jî miletekî bê kêmasî ne. Serdemên dagîrkirinê çanda me ji hev xistin, û nirxên dagerî tevlê kirin, û xişm û pêtarên mezin bi ser me da hanîn û hîn jî tînin, û ta radeya bilind jî ji bo jihevbelavbûn û dagîrkirina me, heya îro berpirsiyar in.

Lê di heman demê de jî em ne miletê bê nirxên payebilindin, û gelek nimûne hene dikin, ku em bi wêrekî bibêjin: Em ji berztirînên miletên, ku şeydayên nirxên payebilindin, û ne ji lêhatinê bû ku, ola me Ezdahî û bineweçiya wê zeredeştî mirovbendî, di çanda me de, hildabûn şûna herî giring, yek ji rengdêrên xweda Ahoramezda ew e ku, ew „mirovbendê bilind e“ û „mirovbendî“ jî giringtirîn rengdêrên giyan e, û zanyariyên ola me dixwazin, ku em bi neyarên xwe re mirovbend bin. „Bi neyaran re mirovbend û nazik û derûnpaqij be“(1), ne dirinde û hîlebaz be, û çavan bernede zar û zîç û mal û milk û welatê wan.

Entilcêsiya me ya resen nirxê mirovbendiyê, di dirêjahiya dîroka me, û di tengtirîn helwestan de, bi awayê herî ronak, gewde kirin, ewana geştiya, ku em ji lehiya çanda bazdanê û koletiyê rizgar kirin bûn. Li jêr emê hin nimûneyan ji dîroka me ya kevn û nû raxin ber çavan, ku me ewana ji bûyerên cengan vebjartine, ji ber ku ceng duristirîn wêneyê kesayetiya miletan diyar dike.

*Piştî ku Farisan dest dan ser şahnişîna Med, rêvebir Datîsê Medî sala (490 b.z) serleşkerê Farisan bû, ku li gor fermanên qeralê Farisan; Dara yê yekem, berê xwe dabû dagîrkirina hin girvên Yonanê, nişteciyên girava Delos (Deylos), ya ku perstgeha xweda yê wan ê mezin Apollo tê de bû, baz dan. Datîs name ji wan rê verê kir, û gote wan: „Rêzdarên giranbiha çima hûn baz didin?...mirovbendiya min teqez dike, ku girava Apollo lê ji dayikê bûye, awarte bihêlim“(2). Bi rastî, li gor soza xwe, bi rêzdarî li gel perestgeh û peykerên xwedayê Yonanî têkildar bû.

*Di dema cengên Selahedîn û xaçeperestan de, dizine misilman, şevekê zarokekî wan, ku temenê xwe sê meh bûn, revandin, dayikê giriya û kire qîre qîr, pêşewayên xaçeperestan riya Selahedîn pêş wê kirin, ku here ba wî, ji ber ku ew dilnazik e. Diya zarok çû ba wî, ku wê hîngê siwar bûbû, û serleşker û leşker jî li derdora wî bûn. Dîrokzan Ibin Şeddad dibêje: „wê (dayikê) dagirî û xak bi ser rûwê xwe de kir. Selahedîn pirs kir ka çi qewimiye? serpêhatiyê wê jê re hewal dan, gelek li ber wê ket, û rondikên wî dageriyan, û ferman da, ku şirmijî bînin, lê dîtin, ku li bazarê hatiye firotin. Ewî ew vegerand û bihayê, ku pê hatiye firotin, da wî kesê ku ew kirî bû, û li cihê xwe jî ma, heya ku şîrmijî anîn, û dan dayê, wê jî zarok bir, xist hembêza xwe û dagirî, û xelkê lê dinerîn û digriyan…dayikê zarok mêjand, û paşê jî Selahedîn ferman da ku wê vegerînin. Ew li hespekî siwar kirin, û digel şîrmijê wê gîhandin ba leskerên wan“ (3).

*Rojhilatnasê Firensî Albert Chandur û dîrokzanê Îngilîz Stêven Rensîman mirovbendiya danûstandina Selahedîn li gel xaçepertestên hatine dîlkirin, çi jin bûn û çi jî kesên lawaz û nexwaş bûn, gava bajarê Qudsê rizgar kir, pesinandin û gelek nimûne diyar kirin, emê tenê gotina Albert Chandur bînin bîriyan: „Gelek caran dilpaqijiya xwe li hember lawaztirînên xaçeperestan diyar kir, ku wan ji sertiya pergala wan ya nû biparêze, ferman da ku nexwaşên wan di nexwaşxaneyan de bimînin, û kilîseya gora pîroz ji Romên siryan re hêşt, û li gor fermana wî û ya birayê wî, El-Melik El-Adil, bace (berdêlî ya diravî) ji ser hezar û pênc sed dîlên wan ên xizan hate avêtin“(4).

Di dema cenga Osmaniyan û Rûsan de sala (1908 z) zanyarê Kurd Mela Seîdê Nursî (Bedîi Ezzman) serleşkerê gurûpeke leşkerî bû, bi rêvebiriya general Nûrî Weysî, general ferman da, ku hemî Ermenên wê deverê; jin û mêr û zarokan, bînin cem hev û bikujin. Mela Seîd hezar û pênc sed Ermenî, di geliyekî de civandin, xwarin û vexwarin da wan , û Ermeniyek verê kir ba serleşkerê Rûsan, da rê bide, ku ew kesên Ermen derbas hêla Rûsan bibin, rêvebirê Rûsî li hember vê helwesta Mela Seîd mat ma, û gava pê zanî, ku ew Kurd e, got: „ Kurd mêrên wêrek in, dîlan nakujin, û baş bi wan re didin û distînin“. Ew kesê Ermenî, yê ku Mela Seîd şandibû ba serleşkerê Rûs, vegerî û ew Ermeniyan hemî bi xwe re birin. Mela Seîd jî di bîranînên xwe de nivisand: „ji tirsa ku Turk wan hemiyan, roja din sêdar bikin, eger li ba me bimînin, wê şevê min nikarîbû razim“(5).

*Di dema cenga navbera leşkerê Turk û şoreşgerên Yonanê de li devera deryaya Reş, di yekemîn çarîka sedsala bîstemîn de, Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Sulopî) di nav leşkerê Turk de serbazek bû, Di bîranînên xwe de nivisandiye: „Serdarê operesyonên gîştî Şukrî Beg, em neçar kirin, ku hemî gundên Yonanan yên li ser riya me ne, kontirol bikin, û hemî zarokên, ku temenê wan kemtirî 15-16 sala ne, bicivînin. Li gor vê fermanê 20 zarok li deşteke ji Aytepe ve nêzîk bû, ew zarokan xistin Axûrekê. Pişt re jî ferman da min, ku guleya berdim wan zarokan. Min dizanîbû, ku cezayê binpêkirina fermanên leşkerî di dema cengê de, mezin û bê dilovanî ye, Lê serbilindiya kurdî ya ku rûmeta mirovane bilind dinerxîne, û di ser her tiştî re digire, nehêşt ku vî gunehê bê rûmet bikin. Vê lomê jî min pêkanîna vê yekê nepejirand, û min got: Ez ji bo şerê ordiya Yonanî amade me, lê zarokan nakujim. Şûkrî Beg, ne bi gef û guran û ne jî bi dubarekirina fermana xwe, nikarî boçûna min biguhere, ewî pêkanîna vî gunehê giran sparte kesekî din, ewî jî zorok yeke yek ji axûrê derxistin û kuştin“(6).

Nimûneyên, ku reseniya mirovbendiyê di nav sinçên me de diçespînin, gelek in, Kurdan li dirêjiya sedsala bîstemîn agirê gelek şoreşan, li dij dagîkeran, pê xistin, dagîrkeran jî gunehên mezin bi wan kirin, wek (wêrankirina komel, enfal, binqûmkirin, kuştin, işkencekirin, surgûnkirin), lê tevî vê jî Kurdan dest ji nirxên xwe yên mirovbend, di demên cegan de jî bernedan, deverên sîvîl bombe nekirin, balefirên sîvîl nerevandin. Ma ne sermiyanê me yê mirovanî ew e, yê ku bû sedem, ku pêşewayekî Kurd sala (1675 z) bibêje: „Ez, ne Sultanê Osmanî, împeretorê vê zemînê me. Heye ku ew ji min hêzdartir be, lê ez ji wî mirovbendtir im“(7).
Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.

****** *** ******
07. 07. 2017

Jêder çavkanî:
(1) Biner: Avesta, Yasna, Haytî 22, bend 4, rû 101. Û Yasna, Haytî 1, bend 11, rû 45. Û Zend Avesta, deqên pehlewî, Didastan û Mînox û Xerad, rû 840. Û Dastan û Mînox û Xerad, rû 834.
(2) Hêrodot: Dîroka Hîrodot, rû 467.
(3) Ibin Şeddad: El-Newadêr El-Sultaniye, rû 158-159.
(4) Albêrt Chandur: Selahedîn El-Eyûbî, rû 234, 235.Stîven Rensîman: Tarîx el-Hurob El-Selîbiyye.2/753.
(5) Hesen Hişyar: Muzekkerat Muqatêl, rû Xelek 3.
(6) Zinar Sîlopî: Fî sebîl Kurdistan, rû 49
(7) Arşak Safrastiyan: El-Kurd we Kurdistan, rû 88.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.