1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Dr. Ehmed Xelîl
  4. Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de-X
Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de-X,ber,bi,pirojeya,kurdistanî,isteratîcîk,de,x

Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de-X

A+ A-

                           Xelek 10
           

        Ey gelê me! Dîrok ji me re li zîl dide
     

    Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl, Werger: Heyder Omer

Pirs in di kûrahiyê de:

Pergala me ya kurdistanî, li dirêjahiya 2500 sal, yekeke susret e, û heye yekek ji kêmtirînên pergalên cîhana hemdem be jî, em miletekî pirhejmar in, ji cînarên me Ermen pirtir in. Eger em wan kesên, ku hatine fariskirin, erebkirin û turk-kirin bidin hêlekê, dîsan hejmara me ji cînarên me Faris û Ereb û Turk ne kêmtir e. Me welatekî fireh û pirberhem ji pêşiyên xwe wergirt, û di dîroka rojhilata navîn de, miletekî, ku ji me pirtir agirê serhildanan û şoreşan li dij dagîrkeran pêxistî, nîne.

Ji vê pê ve, berê jî me nîşan kiribû, ku ji hêlên êtnî (ethni) û zimanewanî û çandî de, me jî wek gelên cîhanê kesayetiya netewî xweser heye, û welatê me Kurdistan kûrahiya jiyosteratîcîk giring heye, û di dîroka cîhanê de jî kûrahiya me ya jiyopolîtîk û şaristanî heye, her weha me teqez kir, ku em ne miletê bijarte yê Xweda ne, û ne jî miletekî bê kêmasî ne, lê di heman demê de, em yekek ji wan miletên, ku evîndarên nirxên payebilind in, û tevî nîrên dijwar jî, gewreyên me nimûneyên bercestkirina sinçên mirovbendiyê diyar kirin.

Belê..rastî ev e, ev rastî jî eniya me dide hember gelek pirsan: Gelo çima ev pergala kurdistanî ya susret? Çima em, wek mieletê bindest û welatê me dagîrkirî ye, derbs sedsala bîst û yekê bûn? Çima, tevî sedhezarên qurbaniyan û milyonên ziyankêşan û mişextiyan, şoreşên me heya îro têkçûne? Çima me bi rizgarkirina Kurdistanê dest pê kir, û paşê em dagerîn mafên hemwelatiyê di nav dewletên dagîrker de? Çima em heya îro, ji bo lihevkirina li ser pirojeyeke rizgarî ya kurdistanî steratîcîk, têkçûne? Çima em heya nûka nikanin ji bo yek ala ya netewî li hev bikin? Çima zaravayek me şûna yek zimanê netewî girtiye? Çima em nikanin heya nûka bi yek alfabêtê binivisînin?

Çima ew hilkişîn û em jî dagerîn?
Eger em xwe bidin ber miletên, ku dagîrkeran ewna pişaftine, wek (Akkadiya, Babiliyan, Lîdiyan) û hember miletên, ku zimanên xwe wenda kirine, wek (Maroniyan û Misriyan), emê hinekê xwedî şans werin xuyakirin. Lê gelo, ma em tenê miletên, ku bi paş me ve mane, ji bo xwe bikin pîvan? Çima em pergala xwe bi ya miletên, ku qunaqên fireh bi pêş me ketine, napîvin? Gelo, wê hîngê pîvan dê ne rastir û sûdartir be?... Êdî werin em hinek berewirdan (berhevdanan) binerin:

 

Yekem. Cinarên me Faris: Ewana kevintirîn cînarên me ne, ku derdora sala (700 b.z) li başûr-rojavayê dewleta Îranê ya nûka, li nêzîk Îlamê cîwar bûn, û yekemîn dewleta xwe (Parsomaş) damezirandin, piraniya welatê wan çoleke berhemxizan bû, lê pêşiyên wan cîwarê xwe li ser hesabê cîwarê pêşiyên me Îlamiyan fireh kirin, û wek pêşiyên me Med, ji hêla Aşûriyan de hatin dagîrkirin, û paşê qeralê Med; Keyxesro ew xistin bin desthilata şahnişîna Med, û bi saya têkoşîn û cangoriyên Medan ji kotekiya dewleta Aşûr hatin rizgarkirin(1).

Sala (550 b. z) Koreşê Farisî dest da ser şahnişîna Med, û hemî sazûmanên rêvebiriyê û leşkerî û berhemên abûrî yên şahnişîna Med ji bo pirojeya farisî ya berfirehkirinê xebitandin, û bi rojhilat û rojava de dest bi talankirina welatan kir, û qeralên faris,di pey re, li ser rêbaza wî kar kirin, û împeretoriyeke mezin ava kirin, sînorê wê ji Çînê heya bi Misir jî di nav de, û heya welatê Yûnan li bakur dirêj bû, û pê re jî Faris bûn hêzeke navdewletî mezintir.

Rast e, di dema êrişên Yûnanî bi serkêşiya Îskender, di çaremîn sadsala b. z de, û paşê jî di dema êrişa erebî, di heftemîn sedsala zayînê de, Farisan xweseriya xwe ji dest dan, lê pir nema, ji nehemîn sedsala zayînê de xweseriya xwe vegerandin, û dewleta xwe careke din ava kirin, ne êrişa Silcûqan û ne jî ya Mangolan nikanîn hesteweriya wan a netewî bipişêfin, û nûka jî ewana (Faris) serdarên dewleta Îranê ne, hebûna xwe di herêmê de diçespînin, û dixebitin da bibin hêzekê gewre.

Duwem. Cînarên me Ermen: Cînarên me Ermen, ji hêla dîrokî de, di pey Farisan re ne, navê wan yê resen (Hayî) ye, pêşiyên wan, di sedsala (12 b. z) de, ji Belqanê, di oqyanûsa Bosfor û Derdenîl re, ber bi Asiyayê de çûn, û di pey re jî ber bi rojhilat de çûn, û dawiya sedsala (7 b.z) gîhan Ararat; cîwarê pêşiyên me Xaldî (neviyên Horiyan), ew dever jî bi (Hayîstan) hate navandin, û paşê jî Farisan navê (Ermînya) lê kirin.

Di sedsala (1 b.z) de Ermeniyan şahnişîneke mezin, bi serperştiya Tîgran (Dîgran) ava kirin, sînorê wê ji Qefqasê heya bi Derya ya Sipî dirêj bû, û di sala (301 z) de ola xiristiyanî wergirtin. Rast e, ku Ermenan hin caran, bi sedema êrişên farisî û eşxanî û romanî û erebî, xweseriya xwe ji dest dan, lê ewana xwedî dewleteke xweser, ku şûna wê li ser nexşeya cîhanê heye, derbas sedsala bîst û yekê bûn(2).

Sêyem. Cînarên me Ereb: Gava Ereban, li derdora nîvê sedsala (7 z) dest dan ser welat û gelên rojavayê Asiyayê, wê hîngê jî bûn cînarên Kurd, pêşî ewana miletekî, ku bi piranî koçer bûn, êlên wan bi sedema çêregehan û avê, ku li welatê wan gelek hindik bûn, pev diçûn. Lê di bin sîbera Îslamê de împeretoriyeke mezin ava kirin, ji sînorê Çînê heya bi Îspanya jî tê de dirêj bû. Rast e, Osmaniyan ew dagîr kirin, lê ewana, di ykemîn çarîka sedsala bîstemîn de xweseriya xwe vegerandin, û dewletên xwe ava kirin, û nûka jî ewana hêzeke herêmî giring e, û di nexşeya polîtîka navdewletî de hêz û bandora wan heye, û zimanê erebî jî yek ji wan zimanan e, ku desteya miletên yekbûne (navdewletî) dixebitîne.

Çarem. Cînarên me Turk: Selcûqên Turkman, di dema sedsala (11 z) de, gava ji navîna Asiyayê ve dihatin, rojavayê Asiyayê dan ber talanê, û hevbendî li gel xelîfeyê Ebbasî li Bexdayê girêdan, û dest dan ser dewlet û mîrnişînên Kurd, yên wê hingê hebûn, û her weha dest dan ser gelên deverê. Di destpêka sedsala (14 z) de, Osmanî ji bin çengê Silcûqên Anadolê peyda bûn, û ji êleke biçûk bûn împeretpriyeke mezin, û dest dan ser beşine mezin yên Asiyayê û Efrîkayê û Ewropayê, û sala (1683 z) bajarê Vînê; paytextê Nemsayê dorpêç kirin, û bûne hêzeke navdewletî mezin. Rast e, ku dewleta Osmanî, di serdemên xwe yên dawî de, lawaz bû, û sala (1924 z) ji nexşeya cîhanê ket, lê (komara Turkiyê) bi paş xwe de hêşt; ew jî nûka bûye hêzeke herêmî giring, ku li ser herêmeke steratîcîk û giringtir hukardar e, û çavên siyasetmedarên wê li wê yekê ye, ku dewleta wan, di qada navdewletî de, bibe xwedî roleke berbiçav(3).

Dîrok ji me re li zîl dide: Vaye, bi kurtahî, rêveçûna cînarên me Faris û Ermen û Ereb û Turk, yekeke ber bi jor de hilkişiyayî ye, lê ya me dagerî bû, û hîn jî, bi awayê teradîcîk ê sawdar, ber bi jêr de dadigere. Me tawana vê pergala susret dixist istuwê nezanîna pêşiyên xwe û zor û şêweyên fêlbaziya dagîrkeran. Lê gelo pergala pêşiyên cînarên me, ji hêla nezanînê de, ne weka ya pêşiyên me bû? Ew jî, wek me, pêrgî dagîrkirinê nebûn? Çima rêveçûna wan ber jor de çû, û ya me dagerî ma?!

Ey gelê me! Miletê, ku di xulmaşiya rewrewkan de bijî, û nikanibe bi xwe re rû bi rû bibe, û nikanibe bi ser lawaziya xwe keve, û semta divêtiyên netewî wenda bike, û hişê wî yê komel ji kar bikeve, nikane li hember dagîrkeran bi ser keve, û dê heya bi heya di destên kesên din de bibe lîstokek, û li dervayê dîrokê bimîne.

Ey gelê me! Xwexapandin bê sûd e, dîrok ji me re li zîl dide, xişm û bêtar jî berdewam in, û em hîna jî di pergala miletê revok de ne. Rastî ev e. Ji me hemiyan tê xwastin, ku em bi jêhatinî, hêmanên revê berbiçav bikin, û vêkra bixebitin, da li hember wan hêmanan bi serkevin, û welatê xwe rizgar bikin, û cihê xwe yê pêşengiyê, di nav miletan de bistînin.

Ey gelê me! Du mirov belayên milet in: Mirovê, ku mafê pûnijiyê ji dest xwe dabe kesekî din, û mirovê, ku xwe bi xwe kiriye serokê milet û mafê pûnijiya wî girtiye dest xwe. Bê gurkirina hişê komel yê kurdistanî, û têkbirina pergala revê, felata me nîne. 

Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.

25. 07. 2017

****** *** ****** 

(1)Taha Baqir û hinekên din: Tarîx Îran El-Qedîm, rû 45. Ebdilhemîd Zayêd: El-Şerq El-Xalêd, rû 600. Deyakonov: Mîdya, rû 329.

(2)Merwan El-Midudewer: El-Ermen Ebre El-Tarîx, rû 102, 109. Bongrad-Lîvîn: El-Cedîd Hewle El-Şerq El-Qedîm, rû 556-557. Hebîb Bedir û hinekên din: El-Mesîhiyye Ebre kenaîsîha fî El-Meşrêq, rû 358. Wilyem Langir: Mewsuet Tarîx El-Alem, 1/90

(3)Îbrahîm Beg Helîm: Tarîx El-Dewle El-Osmaniye, rû 47-48. Wêl Diyorant: Qisset El-Hedare, 26/124.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.