1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Dr. Ehmed Xelîl
  4. Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de XII
Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de XII,ber,bi,pirojeya,kurdistanî,isteratîcîk,de,xii

Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de XII

A+ A-

Xelek 12
Miletê Kurd û nakokiya miletan
Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl, Werger: Heyder Omer

Hinek ramanbîrên payebilind di dîroka mirovatiyê de hene, bal ber bi mezintirîn rastiyên sirûştê û civaka mirovatiyê de kişnadine, Çarrlz Darwên (Charles Darwin) yekek ji wan e, ewî zagona bijartina sirûştî kifş kir. Ev zagon weha diçe, ku nakokî, di heyînê de, zagona herî gewre ye, û her tim kes û civakên hêzdar dimînin, wek çawa istêrk jî, li asîman exteran neçar dikin, ku di derdora wan re bigerin. Çima? Ji ber ku istêrk hêzdar in, li ser zemînê jî hin milet hene miletên din neçar dikin, ku di çarçewa wan de bigerin. Çima? Ji ber ku ewana hêzdar in. Di nav her gelan de jî hin çîn (grûp) hene, çînên din dixin bin sîbera xwe. Çima? Ji ber ku hêzdar in.

Gelo, rewşa me Kurdan li gor vê zagona sirûştî çawa ye?

Ji çarçewekê ta yeke din: Vaye ji dema gêrkirina şahnişîna Med sala (550 b. z) de, ango li dirêjiya 25 sedsalan, em ji nav destên dagîrkerekî dikevin nav destên yekî din:

Bobelatên Farisên Exmîn, û di pey re Mekdûn, û Pars (Eşxan) û Sasanên Faris û yên hatine Fariskirin, û Erebên misilman û Turkên Silcûq û yên Zeng û yên Xuwarizm, û Mangol û Teter û Osmaniyên Turk û Sefewiyên hatine Fariskirin, li pey hev bi ser me de hatin, û paşê jî dagîrkerên Ewropî (Firansa û Îngilîstan), û dawî jî vaye Faris û Turk û Erebkiriyan welatê me ji xwe re parve kirine, û me neçareyî nasnameyê xwe dikin, û pêde diherin, rûmeta me birîn dikin, û samanên me didizin, û bi ser de jî, eger em destên xwe deynin ser pareke biçûk ji samanên xwe, me bi dizînê tawan dikin ( wek çawa serdarên Bexdayê yên Erebkirî, di serdema serokwezîr Nûrî Elmalîkî, hukmeta herêma Kurdistanê bi dizîna Petrolê tawan dikin, ji ber ku piçek Petrola xwe, ji bo mûçeya karmendên herêmê, difroşe).

Gelo, ev gera me di nav destên van dagîrkeran de, ne nîşan e, ku em lawaz in, û hêzdar jî hukumdarên me ne? Em li derveyî xeleka hêzdara ne? Bi ser de jî pirsine din bi qirika me girtine, û rastirîn û dupatirînên bersivan dixwazin:

*Farisên ku cînarên me ne, li gor pêşiyên me yên, ku Qeralê Aşûriyan bi „Medên hêzdar“ nasandine(1), gelê êlî û lawaz bûn. bi paşde mayî bû, û piraniya welatê Farisan (başûrê Îranê) çolên xizan bûn. Gelo, çima wan karîbûn şahnişîneke gewre ji dest pêşiyên me Med bigirtana, û împeretoriyeke mezin li rojhilata navîn a kevin damezirandana, û bavpîrên me jî hem nikarîbûn, û hem jî hinek ji wan hatin Fariskirin?.

*Ermeniyên ku cînarên me ne, di sedsala (8 b. z) de gîhan devera Ararat a ku şûnwarê pêşiyên me Horî bû, û di pey re jî yê neviyên wan Xeldî / Orartî (Nayrî li gor ku Aşûriyan bi nav kirî) bû, ji dest Xeldiyan girtin, û şahinşîna xwe li wur damezirandin, û heya nûka jî dewleta wan a xweser li wur e. Çima ewana kanîbûn, û bavpîrên me jî nikarîbûn bervedêriya welatê xwe bikirana, û bi ser de jî hinek bûn Ermen?.

*Di sedsala (7 b. z) de, tevî ku Ereb êlên koçer bûn, û tim jî pev diçûn, û hêmanên şaristaniyê, li gor pîvanên wê demê, li bal wan tune bûn, lê wan dewletek bi navê îslamê li Hîcazê ava kirin, û împertoriyeke, ku ji ya Faris û Îskenderê Mekdûnî û Romanan ne biçûktir bû, damezirandin. Çima ew bi ser ketin û bavpîrên me nikarîbûn hema bervedêriya welat û ayîn û çanda xwe bikirana, û bi ser de jî hinek hatin Erebkirin?

*Di destpêka sedsala (14 z) de pêşewayên êleke Turkî ye biçûk li Anadolê kanîbûn dewleta Osmanî; ku bi navê bavpîrê xwe yê mezin (Osman Xan) navandine, damezirandana, û destên xwe bidana ser dewleta xîlafetê ya erebî û împeretoriya Bîzenta, û li dirêjiya pênc sedsalan bibûna hukumdarên rojhilata navîn û rojhilata Ewropayê. Çima wan kanîbûn, û bavpîrên me nikanîbûn, û bi ser de jî hinek bûn Turk?

*Pêşiyên me, ji destpêka sêyemîn hezar salên b. z de li delavên kendavê dijiyan. Çima Farisan kanîbûn kendavê bi navê xwe binavandana, û navê (kendava Faris) xistin nexşeya cîhanê de, lê pêşiyên me nikanîbûn? Çima pêşiyên me ew bi (kendava Med) nenavandin? Çima pêşiyên me Aryana (Îran) nekirin kurdî, lê ew bû farisî, û em jî tê de hatin dagîrkirin? Çima pêşiyên me welatê Babil û Sûmer (Îraq) nekirin Kurdî, lê ew bû erebî, û em jî tê de hatin dagîrkirin?

*Ne divya bû, ku ji dêvla Ereb hukumdarên bakurê Sûriyê bin, û em jî dagîrkirî bin, ev dever beşekî Kurdistanê ba? Ne divya bû, ku welata bi navê Turkiyê tê naskirin beşekî Kurdistanê ba, ji dêvla ku em tê de hatine dagîrkirin? Ne divya bû ku, ji dêvala Turkan dest danîne ser Bosfor û Derdenîl ên steratîcîk, em nûka serdarên wan deveran bana? Ne divya bû, ku ji dêvla em li benda destûra Turkan bimînin, û baceya sermiyanên xwe bidin wan, petrola me di nav zemîna me re biherikiya, û bigihêşta delavên me ser deryaya sipî?.

Raza kurdî û Xeyda gewre:

Bila em bi xwe re eşkere bin, vaye em, li ser sifra derûn-nizman, wek sêwiyan e, welatê me tev hatiye dagîrkirin, rûmeta me li ber lingan e, biryara me ji dest me hatiye girtin, çarenûsa me di bin gefan de ye, dagîrker, kînga bixwazin, me riswa dikin, kînga bixwazin, me zîndan, kînga bixwazin me dikujin, hinek çanda me ji holê hatiye rakirin, û hinek jî hatiye riswakirin, nirxên me ketine ber dava riswakirinê, sermiyanên me têne dizîn. Van tiştan tevan çi wate heye? Wate ew e, ku em heya nûka di cenga hebûnê ya mezin de têk çûne, di cenga (bijartina sirûştî) de têk çûne, heya nûka me nikarîbû dupat bikira, ku em di meydana nakokiyên miletan de ji gelên hêzdar in.

Ev encam, wek çiqas balkêşiya matmayî ye, ewqas jî sawdar e, û gelek pirsan dilivîne, ji ber ku dijbera rengdêra me (ummanmenda) ango (hêzên menda) an jî (hêza sawdar) e; rengdêra, ku cînarên me Babilî û Aşûriyan bi ser pêşiyên me Med ve kirine ye(2).

Ev encam dijbera navê me yê dîrokî (Kurd) û (Pehlewan) e, yê ku wateya xwe (leheng, wêrek, jêhatî ye. Gelo, ma ne divya bû, hema bi kêmanî, wek ku em neviyên (ummanmenda) û Pehlewiyan e, em bervedêrên rûmeta xwe bana, û serdest û azad li welatê xwe Kurdistan bijiyana?

Belê…rewşa bavpîrên me ji ya pêşiyên me, yên beriya sala (550 b.z), qut bûye, raza me ya mezin di van (25) sedsalên dagîrikirinên li pey hev de ye, ew dem ji dîroka me hêjaye, ku bi (serdema bazdanê) were navandin, serdema ku me nikarîbû bi çespînin, ku em di nav nakokiya miletan de hêzdartirin.

Rast e, di dîkroka me de gelek helwestên ronahî hene, gewreyên me çêkirine, ew gewreyên ku li dirêjya serdema bazdanê, hêvanê mirovbendiyê û lehengiyê bûn. Lê bidaxawa, pergala bazdanê ya, ku sîbera xwe daye ser gelek beşên gelê me, ji wan hêzdartir bû, û li serê wan bû bela, û ji bo têkbirina têkoşîna wan bû alîkarê dagîrkeran.

Berdewamiya (pergala bazdanê) li dirêjiya (25) sedsalan aloziya herî metirsîtir e, berdewamiya çand û raman û giyan û hizr û pisîkolocî û nirx û tevdîrên bazdanê wateyên wê ne, û gelek diyardeyên (pergala bazdanê) di dîroka me de hen in; wek xinizan û caşan û kesên pişaftî û xwehez û xulmaş û serserî û beredayî, û nakokiyên êlî û ayînî û rêbazî û partiyane yên bê dawî.

Ey gelê me! Heya nûka me cenga (bijartina sirûştî) ji dest daye, nûka di meydana nakokiya miletan de em miltê bazdayî ne, ev jî rastiya tehl e, divê em bi wêrekî li wê mukur bên. Em hewcedarên du awayên xeydê ne: Xeyda li hember xweyîtiya xwe ya revok (ji xwe bixeyidin) û xeyda li hember dagîrkeran. Xeyda gewretir yekemîn gav e ber bi serkeftina gewretir de, û miletê ku xeyda gewretir nexebitîne, dê nikaribe welatan rizager bike, û dê nikaribe şûneke xwedî rêz ji xwe re di nav miletan de bibîne, û dê di bazarên polîtîkê de, her tim metiryala firoştinê be.

Gelo, çare ew e, ku tenê em bixeyidin? Na, divê em vê xeydê bi hişyariya teva, û ramana zanistî, û nêrîna realîte, û helwestên payebilind û nirxên mirovbendî biguherin, û careke din jî hemiyan bi vîna hêzdar û helwestên wêrek û tevdîra ji dil û xebata dilsoj biguherin.
Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
05. 08. 2017

(1)Deyakonov: Mîdya, rû 185.

(2)Deyakonov: jêdera navborî, rû 83. Basîl Nîkîtîn: El-Kurd, rû 53. Rînê Labat û hinekên din: Silsîletu El-Esatîr El-Sûriyye, rû 366


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.