1. Tekst

  2. Gotar

  3. Leyla Eren
  4. Bi Raberkirina Romanên Nûjen, Piçek Dahûrîn û Pênase
Bi Raberkirina Romanên Nûjen, Piçek Dahûrîn û Pênase,bi,raberkirina,romanên,nûjen,piçek,dahûrîn,û,pênase

Bi Raberkirina Romanên Nûjen, Piçek Dahûrîn û Pênase

A+ A-

Gulên Şoran, Li pey qedereke winda

Di vê nivîsê de ez dixwazim piçek li ser romanûsiya Eta Nehayî bisekinim û di derbarê romana wî ya bi navê Gulên Şoran hatiye nivîsandin çend nîşe binivîsim. Nivîskar Eta Nehayî di sala 1960î de li bajarê Bane, rojhilata Kurdîstanê ji dayîk bû ye. Yanî Kurdê Îranê ye. Romana wî ya bi navê Gulên Şoran, ji aliyê weşanên Avestayê bi wergera –ku ji soranî bo kurmancî- Besam Mistefa li pêşberî me ye. Roman ji sed û heftê û heşt rûpelan pêk tê. Li ser heşt beşan hatiye dabeşkirin.

Navê pirtûkê; ku di beyta Las û Xezalê de jî derbas dibe navê guleke efsaneyî ye. Dide xuyakirin ku metaforek/şêwazek mezin xwe di bin vî navî de nixumandiye. Jiyana Las û windabûna wî jî weka ku bi efsûnekî ve girêdayî ye. Roman bi vegera malê ya Las kurê Wisû axa dest pê dike. Las ku serlehengê romanê ye jî, beriya panzdeh salan ji mal derketîye û weka ku bilêv dike, di salvegera mirina xwe de vegeriyaye malê. Vegera Las a malê tesîrek derasayî bi diya wî re çênake. Diya wî pir sar wî pêşwazî dike. Weka ku ne panzdeh salan, duh ji mal derketibe çûbe sûkê û vegeriyabe malê. Tew nivîskar qet tatêlek jî ji aliyê Dayê Gulê ve nade hîskirin. Wisa ye ku Las jî ji ber hebûn û nebûna xwe dikeve dudiliyekî. Di vir de ez bawerim xwînêr li hêviyê ye ku Dayê Gulê ew gav nebe jî gavek din Las (kurê xwe), bi keser bike ber dilê xwe, hembêz bike û bilorîne. Lê belê Dayê Gulê heta dawiyê sarbûyîn û tundiya xwe diparêze. Her çiqas dilşewatiya ku bi jin an dayîkên Kurdan ve hatiye zeliqandin sero bino(beravajî) bike jî ji hêla din ve honandina romanê xurttir dike. Di romanekê de xurtbûn, bi sêwirandin, honandin û her wekî din tê kirin. Lê çawa? Ez piçek eşkere bikim vê arîşeyê: di berhemên ku nûjenîtiyê an postmodernîzmê ji xwe re bingeh digrin de çend xalên hevpar hene. Bo femkirina şêweya romanê hewce ye ku ez ji van xalan çend heban rêz bikim. Da ku em karibin roman û nûjenîtiyê berawirdî hev bikin.

• Di modernîzmê de tiştên kevneşopî bi yên nû tên tabî kirin. Yanî şêweyên kevneşopî cihê xwe didin şêweyên nû. Eta Nehayî jî şêweyek nû bikar aniye, bala xwe daye him şerê cîhanê yê yekemîn him jî yê duyemîn lê belê li pêşberî me eşkere nekiriye, di derûniya Las de bi dîmenek kurt li pêşiya mirov raxistiye; bi serpêhatiyên jiyana dê û bavê wî, em bi rewşa wê demê hayîdar dibin. Her wiha bêmerhametiya şer, xelayî dibe sedemê mirina kal û pîra Las. Şert û mircên şer wan saxîtî dadiqurtîne hûndirê xwe.

• Dîsa romanên klasîk, girîngiyê didin derveyê dinyayê, derdorê û tiştên civakî. Lê romanên modern(nûjen), beravajiyê yên klasîk girîngiyê didin tiştên hundirîn, derûniya mirovan. Yanî ber bi civakê ve naçin ber bi derûniyê ve diçin. Em vegerin ser romana xwe; lehengê romanê Las jî di pirî cihan de me bi derûniya xwe ve rû bi rû dike. Ne tenê derûniya Las ya Ferxe ya Xanzad û Dayê Gulê jî di nav re tê dayîn. Bi vê riyê em bi têkiliyên Ferxe û Xanzadê jî dihesin. Gava Las vedigere û sarbûyîna diya xwe dibîne (di wirê de bi dîtina min Dayê Gulê bi vegera Las neqayil e) vêga meriv bîr dibe xeberê ku tiştekî nexweş qewimiye. Honandina romanê her çikas xurt be jî nivîskar li ser têkiliya Xanzad û Ferxeyî bi kûrahî nesekiniye. Nivîskar weka ku bi zanîn Ferxeyî serxweş kiribe û şandibe cem Xanzadê. Li wirê Xanzad hatîye reşkirin lê Ferxe bi serxweşbûna xwe jê safî dibe… ev der beşeke balkêş e û eger mirov ji aliyê kevneşopiya Kurdan ve li vê serpêhatiyê binêre ev tişt nayê qebûlkirin. Çima? Ji ber ku di nav Kurdan de tî bi çavekî xirab li bûka xwe nanêre yan jî bi têkiliyek cînsî ber bi bûka xwe ve naçe. Helbet hewce nîn e ku naveroka romanê bi rastiyê ve girêdayî be lê bi ya min, di honandinê de jî ev der qels maye.

• Romanên modern(nûjen) ne vegotinê, herîkbariya bin hiş bi kar tînin. Las jî bi yek derbekî qala çîroka xwe nake, di bin hişiya wî de em diçin demên berêyîn û cardin vedigerin îroyînê. Wek mînak piştî ku Las dikeve hundirê malê li xwe mikur dibe: ‘gelo ez mirî me yan jî qet çênebû me?’ lê piştî ku diçe hundir û li pişt qur’anê dinêre hê rih dikeve cana. Vê gavê em diçin roja ji dayîk bûna Las ku di şerê cîhanê yê yekemîn de ye û navlêkirina ji aliyê Xalo Nayer çawa hatiye kirin. Las bi şer çavê xwe vedike û bi şer çavên xwe digre. Hal û rewşa Kurdan yan jî bandora şer ya li ser Kurdan di bin hişiya Las de bi zimanekî herîkbar hatiye qalkirin.

• Romanên modern vegotin û azîneyên tevlihev diceribînin. Eta Nehayî jî van ceribandinan di romana xwe de bi hostatî bi kar aniye.

• Romanên Nûjen, didin pey dawerî, efsanenasî û razdariyê. Di romana Eta Nehayî de jî şopên efsaneyî hene. Wek navê pirtûkê, wek windabûna Las…

Ji destpêkê heta dawiyê roman, bi teknîkek nûjen hatiye nivîsandin. Ji aliyê naverokê ve û cî ciyan jî ji aliyê rêzimanê ve hinek kêmasî hebin jî bi gelemperî romaneke bi serketî ye û hêjayî xwendinê ye.

Ev nivîs di hejmara 42yan a heftenameya Basê de jî weşîya ye. Ev jî linka wê ye: http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/book/392415


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.