Celal Talabanî,celal,talabanî

Celal Talabanî

A+ A-

Celal Talabanî dê bi kirinên xwe, bi berhemên xwe bijî. Ez bi hezkirin Celal Talabanîyî bi bîr tînim.

Ez ji Mijdara 1984an ta Gulana 1987an li Girtîgeha Tîpa taybet a Dîlokê bûm. Min di Sibata 1987an de, di rojnameyek de, nûçeyek piçûk xwendibû. Di nûçeyê de dihat vegotin ku pêşmergeyên YNKê, çar endezyarên tirk ên ku li Dokanê di avakirina bendavek da dixebitin, revandîye. Dihat gotin ku fermandarê pêşmergeyan Celal Talabanî ye.

Di nûçeyê de, mercên berdana endezyarên tirk jî dihat dîyarkirin. Hatibûye nivîsîn ku “Divê Îsmaîl Beşîkcî serbest bê berdan, şoreşgerên di zindanê de ne, serbest bêne berdan…”

Di wan rojan da, me karibû 4-5 rojname bidîtana. Rojname di nava şaneyan de dîçûn û dihatin. Ev tenê di rojnameyek de, nûçeyek piçûk bû. Di rojnameyên dî de nûçeyek wiha tune bû. Dibe ku rojnameya Hurriyetê be. Di rûpelên hundir da, di sitûnek da nûçeyek piçûk.

Wê demê em di şaneyên sê kesî de diman. Di şaneyek de ez û Haşim Kutlu bi hev ra diman. Haşim Kutluyî ji min re wiha gotibû: “Kek Îsmaîl, hinek paşê dê îdare gazî te bike, dibe ji te pirsa tu van eşqîyayan ji ku dinasî, pêwendîya te bi wan re çi ye? Ji niha ve xwe amade bike… “

Ew roj kesî bo îdareyê gazî min nekir. Roja li dû jî ti nûçe, şîrove û hwd. li ser vê tune bû.

Di 1990an da, Mesûd Barzanî Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê û Celal Talabanî Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, bo Tirkiye, bo Enqereyê pir dihatin. Dema hê li balafirgehê bûn, rojnamevanên tirk, xebatkarên çapemenîya tirk, pirs ji wan dikirin. Wan jî bersiva wek ‘Kurdistana serbixwe, di serî de bo kurdan nebaş e…” dida. Ji xwe çapemenîya tirk, bo ku wan wiha bidin axaftin pirsen wiha ji wan dikirin. Hin caran jî bêyî ku pirs hebin, bo çapemenîya tirk tiştên wiha digotin. Em dikarin ji vê re jî bibêjin ku sepandina terora dewletê ye, bi rêya çapemenîyê tê kirin…

Di dawîya 1992yan da, zivistanê Celal Talabanî hatibû Enqereyê. Pêgirtîyên DEPê, şîv dane Celal Talabanî. Aşxaneyek li Oranê bû. Hevalan ez jî birim wê derê. Aşxane pir qelebalix bû. Kesê li ser piyan, ji rûniştîyan bêtir bûn. Min ew şev Celal Talabanî nas kir. Bo min, hezkirina wî pir mezin bû. Him bi gotinên xwe him jî bi reftarên xwe, vê nişan dida. Min xwest, ez wê şevê, vê bûyerê jê re vebêjim û jê guhdarî bikim lê min wê derfetê bi dest nexist. Qelebalix û hêwirze zêde bû, ji ber cixareyan mij çê bûbû. Li kêlek, pêş û paş me gelek kes hebûn. Her kesê dixwast hin tişt ji Talabanîyî ra bibêje, wî jî ji wan re çend gotin vedigot. Min derfet nedît. Bi gotina ‘Seferek dî…’ ji cem Talabanîyî veqetîyam.

Di Mijdara 2015an da, bo konferansek bi Îbrahîm Gurbuzê Serokê WÎBê re em çûbûn Hewlêrê. Wan rojan di mijara 4. Salvegera mirina Madame Mitterandê da jî civînek hatibû çêkirin.

Konferans, li hola Wezareta Rewşenbîrî bû. Dema em li jûra wezîr rûniştîbûn, Wezîr ji civatê re behsa vê bûyera ku min li jorê nivîsî, kir. Ew di wan rojan de pêşmerge bûye û bi Celal Talabanî re di hereketê de bûye. Ji kontenjana YNKê Wezîrê Rewşenbîrî bû. Bo min, pirsên wek ‘encama vê bûyerê çi bû, karîgerîyek vê, li ser berdana te çê bû?’ kiribû. Di vê mijarê da, me hinek sihbet kiribû. Ez di dawîya Gulana 1987an da derketibûm lê pir pir berî vê bûyerê di Midetnameya min de ji xwe ev dîrok hatibû nivîsîn.

Di 15-17ê Gulana 2016an de, li Silêmanîyê, konferansek navnetewî hebû. Em jî wek WÎBê vexwendîyê wê konferansê bûn. Teblîxek me bo konferansê hatibû pêşkeş kirin. Di wan rojan de, me xwest, em Celal Talabanîyî jî ziyaret bikin. Me juvan girt û li mala wî ya li Silêmanîyê, ew zîyaret kir. Li Silêmanê rêberê me û serokê WÎBê, mamosteyek zankoya Silêmanîyê bû…

Min bihîstibû ku Celal Talabanî nikare biaxive lê kesên ku tên-diçin nas dike, dikare bi reftarên xwe ji wan kesan re bide famkirin. Hezkririn û reftarên wî î 1992yan, tên bîra min û dengî wî di guhê min da bû. Bi ramîna van tiştan û bîranîna hestan me, ew zîyaret kiribû. Lê ji helwesta wî ya 1992ya ti emareyek piçûk jî tûne bû. Min germahîya wê rojê qet nedît. Min hewil da ku ez dest û ruyê wî mizdim. Pir mat mayî bû. Heta hinek hêrsbûyî jî dikaribû bihata hest kirin. Ez difikirim ku me bi vê juvanê Celal Talabanî nerihet kiribû. Ji xwe hevdîtinek 5-6 xulek bû, wisa hatibû ‘eyar kirin.

Ew roj jî hevalek di nava van 5-6 xulekan de, behsa wê bûyera ku min li jorê nivîsî kiribû. Gotibû ku di wan rojan da pêşmerge bûye û fermandarê wan jî, Celal Talabanî bûye. Gotibû ku ‘me bo serbest berdana Beşîkcîyî çar endezyar revand…” Hêro Ehmed Talabanî jî li wirê bû. Bi van hestan em ji malê veqetîyan.

Rojek berîya zîyareta me, êvarê, di navbera YNK û Goranê da peymanek hatibû îmze kirin.

Dê Celal Talabanî, her dem bi kirin û berhemên xwe bijî. Ez Celal Talabanîyî bi hezkirin bibîr tînim.

4ê Cotmeha 2017 Werger: Ahmed KANÎ


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.