1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Davos û Dîplomasiya Hikûmeta Kurdistanê…
Davos û Dîplomasiya Hikûmeta Kurdistanê…,davos,û,dîplomasiya,hikûmeta,kurdistanê

Davos û Dîplomasiya Hikûmeta Kurdistanê…

A+ A-

Di jiyana neteweya kurd û tevgera serxwebûna Kurdistanê de gelek qonax û demên girîng bûne. Di sala dawî de jî Kurdistan di qonexeke gelek xeter û girîng re derbas bû. Bûyerên ku di selekê de li Kurdistanê qewîmin li ser jiyana însanên kurd roleke gelek neyînî kirin.
Ev pêvajoya nexweş û xerab, bi Qewimandina Çiyayê Kurd (Efrînê) jî didomîne.
Loma jî divê em kurd ji her demê zêdetir bi aqiltir tevbigerin û zêdetir xebat bikin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PIŞTÎ ÎŞGALA KERKÛKÊ PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ KIR…

Dîroka Başûrê Kurdistanê, di sedsala 20an de beriya Otonomoniya Kurdistanê (11ê Adara 1970yî) û piştî Otonomiya Kurdistanê (1975) bi du peryodên dîrokî hat terîf kirin.

Hîç şik tune ye ku Dîroka Başûrê Kurdistanê dê sedsala 21an de jî du peryodan were terîf kirin û şirove kirin. Ew du peryodan jî beriya îşgala Kerkûkê (25ê îlona 2017) dema ku biryara dewleta Kurdistanê hate dayin û piştî îşgala Kerkûkê (16.10. 2017) ye.

Di dîroka Başûrê Kurdistanê de hemû demên dîrokî bi Kerkûkê tê bi nav kirin. Di sedsala 20an de ji bona Kerkûkê di sala 1974an de di navbeya Desthilatdariya Kurdistanê û Dîktatoriya Baasê de şer çê bû. Piştgirên kurdan (Dewleta Îranê û Emerîkayê) kurdan re xiyanet kirin, Otonomiya Kurdistanê hat hilweşandin.

Di sala 2017an de jî wek tê zanîn di 25ê îlona 2017an de referandûma serxwebûna Kurdistanê hat li dar xistin. Kurdistaniyan biryar girt ku dewleta Kurdistanê ava bibe. Hezar mixabin dewletên dagirker û kolonyalîst ev biryara li dijî berjewendiya xwe dîtin û tesbît kirin, ku li Başûrê Kurdistanê dewlet ava bibe, ev yeka li beşên din jî ji dewletavakirinê re dê rê vebike û derfet çê bike. Loma hemûyan bi hev re êriş kir û dostên kurdan jî ji wan re xiyanetî kir, Kerkûk û gelek bajerokên Kurdistanê hatin dagirkirin.

Loma jî di dîroka Başûrê Kurdistanê de piştî îşgala Kerkûkê pêvajoyeke nû ya girîng û dîrokî dest pê kir.
Paradigmeyeke nû hat rojevê.

Di vê pêvajoyê de dîplomasiyeke xurt û bi Hikûmeta Erebên Şîî re muzakereke dijwar pêwîst e.

PEVAJOYA DÎPLOMASIYÊ

Baş jî tê zanîn ku piştî ku Kerkûk îşgal bû, ew dostên kurdan yên ku di îşgala Kerkûkê de deng dernexistibûn, bi awayekî dîsa piştgiriya xwe ya Kurdistanê nîşan dan. Hemûyan bi hev re, daxwaz kirin ku pirsgirêkên di navbeyna Kurdistanê û Iraqê de bi dîyalog û danûstandinan çarewer bibin.

Piştî îşgala Kerkûkê di navbeyna Kurdistanê û Iraqê de nekokî dijwar bûn. Serokê Fransayê Macron diyar kir ku di navbeyna Kurdistan û Iraqê de bibe navbeynkar.

Loma jî Macron, Serokê Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê vexwende Fransayê.

Serokê Kurdistanê diyar kir ku dê pêşwaziya vexwendina Serokdewletê Fransayê bike. Serokwezîrê Iraqê di destpêkê de diyar kir ku dê pêşwaziya vexwendina serokdewletê Fransayê Macron bike; lê pişt re red kir.

Lê piştî ku ev konsepta pêk nehat, Serokdewletê Fransayê Serokwezîrê Kurdistanê beriya vê demekê vexwenda Fransayê. Li Qesra Elyseeyê hevûdîtin çê bû. Fransayê qiymetek mezin da seredaniya serokwezîrê Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê diyar bû ku pirsgirêkên di navbeyna Kurdistan û Iraqê de hene, ji bona ku ev pirsgirêk çareser bibin pêşniyarên desthilatdariya Kurdistanê û hewcedariyên Kurdistanê û yên ku ji aliyê Fransayê ve bibin bersîv, gelek aşkere pêşkêş kir.

Serojkwezîrê Kurdistanê çû Îranê jî, Li wir jî gelek baş hat pêşwazî kirin. Gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê ev ziyaretê rexne kirin. Ez ji aliyê hest û hîsan de maf didim wan. Lê dema ku li rastiya Başûrê Kurdistanê dinêrim, zehmetiyên di rojevê de ne tînim berçav wê demê heq nadim wan rexneyan.

HIKÛMETA KURDISTANÊ LI DAVOSÊ DÎPLOMASIYEKE XURT MEŞAND…

Davos, bajarekî Swîsrê ye. Li wir her sal Zîrveya Aborî ya Dinyayê lê tê darxistin.
Vê zîrveyê di sala 1971an de dest pê kir.
Wê demê civîneke biçûk pêk hatibû.
Ev platforma, ji aliyê Klaus Ashwab ve ava bû.
Armanca vê platformê ew bû, ku şirketên Ewrûpayê yên xwediyê performansa baş nînin re teknîka Emerîkayê bê pêşkêş kirin.
Kesên karmend û sermeyadarên dinyayê, siyasetmedarên bi navûdeng piştî demekê ji Platforma Davosê re eleqeke xurt hat diyar kirin.
Li hemû dinyayê jî bû platformeke populer.
Ew Zîrveya her sal tê li dar xistin. Kesên karmend û sermeyadarên dinyayê, siyasetmedarên bi navûdeng û berpirsiyarên rêxistinên sivîl û akademîsyen beşdarî Platforma Davosê dibin.
Ji dinyayê nêzikî 3 hezar kesên bijarte beşdarî Platforma Davosê dibin.
Armanca Platforma Davosê, “rewşa dinyayê başkirin û pêşxistine”.
Di Platforma Davosê de panel û semîner pêk tên.
Nûnerên Davosê jî di wan civînan de cî digrin.
Serokwezîrên dinyayê, wezîrên aboriyê yên dinyayê, siyasetvamedarên bi navûdeng, serokkomar û serok dewletên dinyayê, kesên li dinyayê navdar yên hunermend beşdarî Platforma Davosê dibin.
Îsal jî, serokên bi navûdeng yên wek Emmanuel Macron, Angela Merkel, Theresa May, Justin Trudeu, Benjamin Netanyahu, Mauricio Macri Emmerson Mnangagqa ve Narendra Modi beşdarî Platforma Davosê bûn.
Serokên Emerîkayê wek edetî beşdarî Platforma Davosê nabin. Lê îsal Trump wek serokdewletê Eemerîkyê beşdarî Davosê bû. Axaftina dawî ya Platforma Davosê jî wî pêşkêş kir.
Serokê Fona Pera Ya Navneteweyî û temsîlkarên Neteweyên Yekjbûyî jî beşdarî Platforma Davosê bûn.
Berpirsiyarên gelek şirketê mezin jî beşdarî Platforma Davosê bûn.
Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî jî par beşdarî Platforma Davosê bûbû.
Îsal jî serokwezîrê Kurdistanê û şandeke wî beşdar bûn.
Serokwezîrê Kurdistanê bi serokwezîr û serok wezîrên derve yên 14 dewletên binavûdeng re civîn û hevdîtin pêk anî.
Serokwezîrê Kurdistanê, bi wezîrê devre yê Emerîka, Japonya, Hollande, Elmanya, Fransa, Belçîkayê û gelekên din re civîn pêk anî.
Daxwazên Kurdistanê pêşwazî wan kir.
Derket holê ku xebeteke gelek baş bû.

Serokwezîrê Kurdistanê li Davosê dîplomesiyeke xurt pêk anî.
Hîç şik tune ye ku encamên vê xebatê dê xizmeta Kurdistanê bike.
Lê mijara girîng ew e ku neteweya kurd û desthilatdarê Başûrê Kurdistanê hundirê mala xwe paqij û birêxin. Xiyaneta ku hatiye kirin bi hiqûqê bertaraf û çareser dibe.
Bi taybetî jî ji bona ku YNK nekeve bin kontrol û desthilatdariya Grûba Xiayanetê divê xebateke hevbeş û bi plan û aqilane bê meşandin.

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Amed, 09. 02. 2018


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.