1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Divê Helwesta Serok Barzanî, Ji Hisîyatê Dûr, Baş û Erênî Bê Şîrove kirin…
Divê Helwesta Serok Barzanî, Ji Hisîyatê Dûr, Baş û Erênî Bê Şîrove kirin…,divê,helwesta,serok,barzanî,ji,hisîyatê,dûr,baş,û,erênî,bê,şîrove,kirin

Divê Helwesta Serok Barzanî, Ji Hisîyatê Dûr, Baş û Erênî Bê Şîrove kirin…

A+ A-

Îbrahîm Guçlu
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Birêz Mesûd Barzanî, duho ji serokbûna Kurdistanê destê xwe kişand.

Ev helwesta xwe bi nameyekê ji parlamentoya Kurdistanê re pêşkêş kiribû.

Parlamentoya Kurdistanê ji Birêz Mesûd Barzanî daxwaz kir ku serokbûna xwe ya Kurdistanê bidomîne.

Lê wî ev yeka nepejirand û qebûl nekir.

Pişt re parlamentoya Kurdistanê, pêşniyarên wî pêk anî.

Erkên wî dewrî Konseya Bilind ya Adaletê (Dadê û dadgehî)), Parlamentoya Kurdistanê (yasaçêker û temsîlkara Kurdistanê û Kurdistaniyan), Hikûmetê (Îcrayê û birêvebiriyê) kir.

Dema ku Birêz Mesûd Barzanî di televîzyonê de peyama xwe ji neteweya kurd û ji Kurdistaniyan û ji dinyayê re pêşkêş dikir, gelek xemgîn bû.

Xemgîniya wî ne ji bona ku ji serokbûna Kurdistanê dest berda bû.

Ew ji bona Kerkuk û axa Kurdistanê işgal bibû, gelek xemgîn bû.

Ew ji xiyaneta li Kurdistanê hatibû kirin xemgîn bû.

Ew ji helwesta Emerîkayê gelek xemgîn bû. Lewra Emerîkayê îzin da ku Hêzên Barbar û Mirovkûj yên Îran û Iraqê bi çekên wan êrişî Kurdistanê bikin û Kerkukê û axa Kurdistanê dagir bikin.

Ez di wê baweriyê de me ku Birêz Mesûd Barzanî dê ji berê zêdetir, ji Doza Kurdistanê re bibe xebatkar û bi gotina wî dê bibe pêşmergeyekî baş.

Ez helwesta Birêz Mesûd Barzanî bi çend xalan şirove dikim.

1-Dem Nebû û Hemû Kurd jî Xemgîn in ku Birêz Barzanî Dest ji Serokatî Berdaye.

2-Lê birêz Mesûd Barzanî soz dabû gel û kurdistanîyan ku piştî referandûmê nebe namzetê serokatîyê. Dema wî tijî bû. wî dest ji serokatî berda.

3-Li Kurdistanê hilbijartin çê nebû. hilbijartin paşve hat avêtin. dema wî jî tijî bû, wî dest ji serokatiyê berde.

4-Birêz Mesûd Barzanî bi ev helwesta xwe, mezintî û demokratbûna xwe nîşan da.

5-Birêz Barzanî, dê nuha pê ve wek serokê PDKê, serokekî xwezayî û dîrokî xebata xwe bidomîne. ji doza Kurdsitanê re xizmet bike.

6-Serokbûna Kurdistanê bi awayekî, xebateke burokratîk bû. Ew ê nuha şûnde wek pêşmergeyekî xebata xwe baştir bidomîne.

7-Birêz Barzanî, xwedîyê doza serokên Kurdistanê yên dîrokî ye.

8- Rêberê Mesûd Barzanî, Şêx Nehrî, Mîr Bedîrxan, Şêx Abdulselam, Şêx Seîd, Îhsan Nûrî Paşa, bavê wî mele Mistefa Barzanî, Qadı Mihemed, Şêx Mehmûd, Seyîd Riza ye.

9-Birêz Barzanî heta mirinê dest ji doza Kurdistanê bernade. dê li dinyaya din jî doza Kurdistanê bi serokên Kurdistanê ve bimeşîne.

Amed, 30. 10. 2017


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.