1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Domandina Karesata 16ê Oktobirê: Xwepêşandanên Plankirî û Di Hikûmetê De Bûxran Derxistin…
Domandina Karesata 16ê Oktobirê: Xwepêşandanên Plankirî û Di Hikûmetê De Bûxran Derxistin…,domandina,karesata,16ê,oktobirê,xwepêşandanên,plankirî,û,di,hikûmetê,de,bûxran,derxistin

Domandina Karesata 16ê Oktobirê: Xwepêşandanên Plankirî û Di Hikûmetê De Bûxran Derxistin…

A+ A-

16ê Oktobira 2017an, di dîroka Kurdistaniyan û neteweya kurd de ciyekî girîng û tarî û reş girt. Lewra ev roja, roja ku Kerkûk û gelek herêmên din yên Kurdistanê, bi piştgiriya Grûba Xiyanetê ya ji nav YNKê derketî bi Dewleta Iraqê û Îranê re, hat îşgal kirin. Bi vê êrişê, armanca mezin ew bû, ku pêşiya dewletavakirina Kurdistanê bigrin. Lewra di 25ê Îlonê de Kurdistaniyan bi referandûmê biryara dewletavakirinê dabûn. Vê biryar û qanûnê, dewletên dagirker û Dewleta Iraqê gelek tirsand.

XWEPÊŞANDANÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BERDEWAMİYA KARESATA 16Ê OKTOBIRÊ YE…

Piştî îşgala Kerkûkê, Dewleta Îran û Iraqê ji Grûba Xiyanetê re sipasî kir. Aşkere diyar kirin ku heger Grûba Xiyanetê piştgırî û hevaltî bi wan re nekira, wan nedikarî êrişî Kurdistanê bikin û Kerkukê îşgal bikin.

Loma jî Dewleta Iraqê û Îranê qiymetek mezin da wan. Ji wan re beşekî Kurdistanê pêşkêş kirin. Ji wan re gotin ku “hûn li Herêma Kerkûk û Sileymaniyeyê desthilatdar bin.”
Ew bi lezûbez vexwendin Baxdayê û ew xelat kirin. Planên xwe yên bi Grûba Xiyanetê re dê bê meşandin, aşkere kirin. Bi Grûba Xiyanenê re pêwendiya xwe xurt kirin.

Piştî wan danûstandina diyar bû, ku Grûba Xiyanetê dê xerabiyên mezin yên din jî bike.

Armanceke Grûba Xiyanetê ew bû ku Kurdistanê parçe bikin. Kurdistan bibe du herêm. Loma jî tevlihevî çê bikin. Gel ji desthilatdariya Kurdistanê eciz bibe û dûr bikeve.

Piştî ku gel ji desthilatdariya Kurdistanê dûr ket jî, gel dê wê demê bixwaze ku xwe bi Hikûmeta Teokratîk ya Iraqê ve girê bide.

Gelek berpirsiyarên YNKê û bi taybetî jî di van rojên dawî de endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Qadîr Ezîz gelek aşkere diyar kir ku Hikûmeta Kurdistanê divê ji Hîkûmeta Iraqê ya Teokratîk re bî’ad bike û biryarên Hikûmeta Iraqê bêqeyid û şert pêk bîne û tetbîq bike.

Armanceke din ya Grûba Xiyanetê jî ew bû ku di nav Kurdistaniyan de şerekî hûndir derxin û gur bikin. Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê, Kerkûk fedayî vê armancê kir ku, ev armanca pêk neyê. Loma nexwestin ku destwerdana Kerkûkê bikin.

Armanceke Grûba Xiyanetê jî, Serok Barzanî tasfiyekirin e. Loma jî divê Barzanî ji berçav bê xistin û bêqedirûqiymet bibe. Lewra dewletên kolonyalîst baş dizanîn ku dema Mesûd Barzanî tasfiye bikin, gelek bi hêsanî dikarin pêşiya dewletavakirina Kurdistanê bigrin. Dikarin gelek bi rehetî Kurdistanê bixin bin bandor û nifûza xwe.

Armanceke Grûba Xiayanetê jî ew e ku dewleta federal bê wate bikin û xerab bikin. Desthilatdariya neteweya kurd û Kurdistaniyan bidawî bibe. Neteweya kurd bindest be û Kurdistan mustemlekeya Iraqê be. Iraq jî mustemlekeya Dewleta İranê be.

Hîç şik tune ye ku hemwelatiyên Kurdistanê jî xwediyê maf in ku xwepêşandanan bikin. Xwepêşandan û mixalefet mafekî demokrat yê hemwelatîyan e.

Desthilatdariya Kurdistanê jî ev mafê hemwelatiyên Kurdistanê pejirandîye.

Lê di xwepêşandanên ku tên li darxistin de ‘elametê demokrasî û mafê demokratîk yê hemwelatîyan xuya nake.

Xwepêşandêr dixwazin Kurdistanê xirab û tevlihev bikin. Baregehên Dewleta Federe û partiyên siyasî û yên fermî dişewitînin. Kesên berpirsiyar dikujin û dixwazin bişewitînin. Yanî gelek aşkere ye ku şîdetê û çek bi kar tînin.

Loma jî ev xwepêşandanan çalakiyên demokratîk nînin, li hemberî Hikûmet û desthilatdariya Kurdistanê bi şîdetê û bi çek, serhildan e.

Ev yêka jî nîşana dewleta federe xirabkirin û li Kurdistanê şerê hundir derxistine.

Ev tevlihevî derxistin plana Dewleta Teokratîk ya Iraqê ye û bi Grûba Xiyanetê jî ev plana xwe dide meşandin.

Van rojan li der dora Mexmûrê û gelek deverên din yên Kurdistanê leşker mewzîkirin jî parçeyek ji vê plana qirêj e.

Divê ku pêşiya van xerabiyan bê girtin. Berpirsiyarên van bûyeran bên girtin û bên dadgeh kirin û ciza kirin.

GORAN Û KOMALA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ JÎ XIZMETA VÊ PLANÊ DİKİN…

Goranê û Komalaya Îslamî, ji destpêkê de jî, xizmeta karên Grûba Xiyanetê kirin. Loma jî li hemberî Grûba Xiyanetê û îşgala Kerkûkê mixalefeteke xurt li dar nexistin.

Ji binî de wan jî xwest ku Hikûmeta Kurdistanê û Serok Barzanî qels bibe. Li Kurdistanê qrîza siyasî çê bibe, Ji vê qrîzê derfet bibînin û xurt bibin.

Vê yekê gelek aşkere xizmeta plana Dewleta Tokratîk ya Iraqê jî kir.

Di vê merheleya ku bi serhildanan tevlihevî çê dibe de, Goran û Komala Îslamî ji Hikûmeta Kurdistanê xwe vekişandin.

Gelo ev helwesta herdu partiyan tê çi wateyê?

Tê wê wateya ku bila Kurdistan bê desthilatdar û hikûmet bimîne. Li Kurdistanê qrîza siyasî derkeve. Dewletên Kolonyalîst gelek bi hêsanî planên xwe bimeşînin û li Kurdistanê tevlihevî çêkin.

(ibrahîmguclu21@gmail.com)

Amed, 28. 12. 2017


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.