1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. İbrahim Güçlü
  4. Dr. Qasimlo: Serokekî Demokrasiya Civakî û Hevdem û Hevalê Dubçek ê Çekî…
Dr. Qasimlo: Serokekî Demokrasiya Civakî û Hevdem û Hevalê Dubçek ê Çekî…,dr,qasimlo,serokekî,demokrasiya,civakî,û,hevdem,û,hevalê,dubçek,ê,çekî

Dr. Qasimlo: Serokekî Demokrasiya Civakî û Hevdem û Hevalê Dubçek ê Çekî…

A+ A-

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)


Dr. Ebdulrehman Qasimlo piştî îdamkirina Qazî Mihemed, serokekî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK a Îranê) bi navûdeng e. Di sala 1979an de dema ku li Îranê desthilatdariya siyasî bi riya “şoreşê” hat guhertin, desthilatdariya Şahê dîktator û hevalbendê Emerîkayê (DYAyê) hat hilweşandin, ciyê wî Komara Îslamî, desthilatdariya Îslamî û teokrat hat ava kirin, navê Dr. Qasimlo wek serokekî PDK a Îranê derkete pêş û li hemû Kurdistanê wek serokekî Kurdistanê hat pejirandin. Lewra di rûxandin û hilweşandina rejîma Şahî de tevger û mixalefeta Kurdistanê, di nav mixalefeta Kurdistanê de Dr. Qasimlo jî ji bona ku li welatên Ewrupayê xwediyê rolekî bû û li Ewrupayê bi Xumeynî û bi hevalên wî re xwediyê eleqeke nêzik bû. Ji bona vê jî dema ku rejîma Şah hat rûxandin, PDKa Îranê, Komeleya Zehmetkêşan û Şêx Îzeddîn Huseynî û tevayî mixalefeta Kurdistanê bûn desthilatdar û îdareya Kurdistanê birêvebirin.

Di Tebaxa 1979an de dema ku Dewleta Farisan li hemberî Kurdan û Kurdistanê şer îlan kirin, ew peymana ku di navbeyna Kurdan û Xumeynî de hebû, Humeynî û hevalên wî ji holê rakirin, li Kurdistanê serok û rêxistinên Kurdistanê mecbûr bûn ku gelê xwe û Kurdistanê biparêzin. Dr. Qasimlo, li Rojhilata Navîn, li Ewrupayê û li dinyayê wek serokekî kurd û Kurdistanê derket pêş. Ev rewş û pozîsyona ji xebat, zanyarî û pozîsyona wî ya bihurî dihat.

Dema ku di, Îlona sala 1979an de şerê pêşmergetîya bo azadî û rizgariya Kurdistanê dest pê kir, her zarokekî kurd jî navê Dr. Qasimlo bihîst û jê re rêz girt.

Kurtejiyana wî…

Gelek serkanî û bi taybetî jî serkaniyên PDKa Îranê diyar dikin ku Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22. 12. 1930an de li bajarê Urmiyeyê hatiye dinyayê. Malbata wî dewlemend û xudanmilk bû. Ew lawê Mihemed Axayê Wisuq bû. Wî xwendina xwe ya destpêkê û navîn pêşî li Urmiyeyê dest pê dike, pişt re jî li Tehranê xwendina xwe dawî tîne.

Dema ku ew hîn di 11-12 saliya xwe de bûye, ji kurditî re eleqe nîşan dide. Lewra di wan salan de li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li Îranê, li dinyayê bûyerên gelek girîng ku çehreya dinyayê û herêmê biguherin hatibûn rojevê. Li Bakurê Kurdistanê li Dersîmê serîhildana neteweya kurd, berdewama serîhildana Agriyê di sala 1938an de dest pê dike. Li Başûrê Kurdistenê Tevgera Berzaniyan û Şêx Mehmud Berzencî dom dike. Li Rojhelatê Kurdistanê di sala 1921an de di bin serokatiya Simko Axa de serîhildan dest pê dike û gelek herêmên Kurdistanê azad dibin. Hezar mixabin Simko Axa dîldikeve û li Şînoyê tê daleqandin. Piştî vê bûyera mezin û serîhildana neteweyî ya Kurdistanê, zilm û zordariyeke mezin li Rojhelata Kurdistanê, heta sala 1940an didomîne.

Wê demê Senandaj û Mehabad navenda tevgera siyasî ya Kurdistanê bû. Di sala 1942yan de Komeleya Jiyaneweya Kurd ava dibe. Ji bona vê jî, baş tê fahm kirin ku Dr. Qasimlo di 11-12 salîya xwe de çima ji siyaset û kurditî re eleqe nîşan daye.

Şerê Cîhanî 2yemîn dom dikir û ber bi qedandinê diçû. Di sala 1941an de Îngiltere û DYAyê Başûrê Îranê, Yekîtiya Sowyetê jî bakurê wê dagirkiribû. Ji bona ku Komeleyê wek rêxistin nedikarî hewcedariya neteweya kurd li Rojhelatê Kurdistanê pêk bîne, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî PDKa Îranê ava bibû.

Dr. Qasimlo bi xwe rewşa xwe a wan salan di pirtûka xwe ya “Çil Salan Xebat di Rêya Azadiyê de” diyar dike. Di heman demê de ew behsa gazîkirina Yekîtiya Sowyetê ya kurdan û şanda 30 kesên ji axa, serokeşîr û rewşenbîrên kurd pêk hatibûn ku çûbûn Bakûyê dike, rewşa xwe diyar dike.

Dibê je ku: “Herçend ku wî çaxî ez yanzdeh salî bûm, lê wekî zaf ji zarokê wî çaxî siyasetê bala min kêşa bû bo aliyê xwe. Babê min yek ji endamên vê şandê bû.

“Gelek baş li bîra min e, dema ku babê min ji Bakûyê vegeriya, çend tayê qende û teypureke ciwan jî tev xwe anî bûn. Wisa xuya bû ku Sovyetiyan qend û tifeng û tiştên dinê wekî dîyarî dabûne tewaya endamên vê şandê. Wî çaxî bi taybetî qend gelekî bi nirx bû, çimku wî çaxî qend di Îranê de kêm û giran bû. Dema min ev yeka dît ez pir heyrî mam, çimku di mala me de birayên min û kurmamên min ku ji min mezintir bûn, basa vê yekê dikirin ku babê min bi çend kesên din re çûne Bakûyê da ku basa maf û azadiya Kurdan bikin, lewma min jî rast û rewan ji babê xwe pirsî: Erê babo mafê kurdan çi jê hat?

Dr. Qasimlo dema ku 15 salî bû di sala 1945an de li Urmiyeyê biavakirina “Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê” dest bi siyaseta xwe ya aktîf dike. Dema ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava dibe, ew berpirsiyarekî tevger û rêxistina ciwanan e. Ji bona vê jî damezirandina Komara Kurdisatanê ji nêzik de dişopîne, hîs dike, di nava beşên Komara Kurdistanê ya ciwanan eleqeder dike de cî digre. Dema ku avabûna Komarê tê îlan kirin, ew jî ji bona xwendinê diçe Tehranê. Piştî ku li Tehranê xwendina xelas dike, ji bo xwendina dom bike, diçe Parîsê.

Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi hevkariya hêzên rojava û xiyaneta Yekîtiyê Sovyetê têkçû, wî û gelek hevalên xwe xebata siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa dest pê kirin. Pişt re ew dibe endamê PDKa Îranê. Dr. Qasimlo û hevalên wî di kar û xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî de, ji Mina Qazî ku wek dayika kurdan tê binav kirin, gelek alîkarî digrin.




Dr. Qasimlo li Parîsê û Pragê…
Dema ku Dr. Qasimlo digihîje Fransayê/Parîsê di navbeyna xwendevanên zanîngeha Tehranê û Rejîma Şahî de şer pêk tê û li zanîngehê gelek xwendevan tên kuştin. Pişt re mixalefet û serîhildana civakî li hemû Îranê dest pê dike. Dr. Qasimlo û hevalên wî, hemû xwendevanên Îranê yên li Fransayê tevgereke protesto û rûreşkirinê organîze dikin, civîneke kîtlewî û girseyî pêk tînin. Dr Qasimlo di wê civînê de li dijî rejîma Şahê Îranê axaftineke gelek dûrûdirêj dike. Di civînê de biryar tê girtin ku nameyeke rûreşkirin û protestokirinê amade bikin, vê nameyê ji Şah re bişînin. Ev çalakî û xebat dibin sedem ku rejîma kolonyalîst, faşîst, diktator bi riya balozxaneya xwe zorê li ser Dr. Qasimlo çêke û jiyana wî bikin xeteriyê.

Dema ku Dr. Qasimlo vê yekê tesbît dike, herçiqas wek yekem bursiyerê Îranê yê “Yekîtiya Navneteweyî ya Xwendevanan” be jî, dev ji Parîsê ber dide diçe li payîtexta Çekoslovakyayê Pragê dibe rûniştvan.

Dr. Qasimlo beriya ku biçe Pragê, ew û hevalê xwe bi alikariya çend xwendevanên Kurd, “Civata Xwendevanên Kurd li Ewropayê” ava dikin.

Dr. Qasimlo dema ku li Pragê dest bi xwendina xwe dike, di heman demê de dibe endamê “Yekîtiya Xwendavanên Navneteweyî” û di nav yekîtiya navneteweyî de xebata xwe ya demokratîk, kurdî, enternasyonalî dimeşîne.

Dr. Qasimlo di sala 1951an de li Pragê di Kongreya 2yemin a “Yekîtiya Xwendavanên Navneteweyî” de dibe nûnerê xwendevanên Îranî di nav rêxistina navneteweyî de. Ew wek nûnerê xwendavanên Îranê li gelek civîn, konferansên Federasyona Cîwanên Navneteweyî de beşdar dibe, bîrûrayên xwe tîne ser zimên. Ew li Budapeşteyê beşdarî konferansa Federasyona Ciwanên Navneteweyî dibe.

Ew nûnertiya Dr. Qasimlo di salên 1979an de jî bû sedema minaqeşeyê ku PDKa Îranê seksiyona TUDEHê ye an na?. Gorî îdiaya TUDEHê û komunîstên Farisî, PDKa Îranê, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê û daleqandina serokên Komarê, PDKa Îranê ber bi seksîyonbûna Partiya Komunîst ya Îranê (TUDEHê) diçe, pişt re bi hewildana Partiya Sovyetê ev yeka pêk tê. Yekîtiya Sovyet ew hewildana xwe ya beriya ku partî ava bibe û Komara Kurdistanê ava bibe, dixwest ku Kurdistan bibe beşek ji Azerbeycanê, xuyaye ku di merheleke din de bi awayekî din pêk tîne.

Vegera wî ya Îranê…
Dema ku di sala 1952yan de Hikumeta Dr. Musadiq desthilatdar dibe, Dr. Qasimlo jî Zanîngeha Pragê diqedîne û lîsansa zanistiya civakî û siyasî werdigre û vedigere Îranê. Li Tehranê bi cî dibe. Wê demê di navbeyna PDKa Îranê û TUDEHê de yekîtiyek heye. Dr. Qasimlo piştî şeş mehan vedigere Mehabadê û beşdarî xebata PDKa Îranê dibe.

Dr. Qasimlo piştî ku li hemberî hikumeta Dr. Musadiq darbeya leşkerî pêk tê, ew mecbur dibe ku xwe veşirîne û jiyana xwe ya siyasî û rêxistinî bi tevayî nihînî bimeşîne. Wê demê li Kurdistanê û li Tehranê bi aktîfî beşdarî xebata PDKa Îranê dibe. Dîsa wê demê Dr. Qasimlo berpirsiyariya rojnameya Kurdistanê, Organa komîteya navendî ya partiyê dike. Di van şertan de di bin serokatiya wî de li seranseriya Kurdistanê û Îranê Komîteyeke Karûxebatên Partiyê ava dibe.

Vegera wî ya Iraqê…
Dr. Qasimlo piştî pênc salan, di sala 1957an de dîsa vedigere Çekoslovakyayê. Di sala 1958an de dema ku li Iraqê guhertina desthilatdarî dibe û Tevgera Kurdistanê ji nûve radibe ser piya û xurt dibe; PDKa Iraqê legal dibe û Mela Mistefa Berzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê vedigerin Iraqê, Dr. Qasimlo û çend hevalên wî jî vedigerin Iraqê, dixwazin ku li Rojhelatê Kurdistanê û li Îranê tevgerê birêxin û bivejînin. Lê xuya ye ku terefên kurd jî tê de, çend teref ji karên wî û hevalên wî kêfxweş nebûn. Dewleta Iraqê biryar da ku ew ji Iraqê derkeve.

Vegera wî ya Pragê…

Dr. Qasimlo mecbur dibe ku vegere Pragê. Dr. Qasimlo di sala 1962an de li Zanîngeha Pragê doktoraya zanîstiya aborî digre û ew heta sala 1969an li Zanîngeha Pragê dersa aboriya sermyedarî, aboriya sosyalîstî dide. Di van şertan de Dr. Qasimlo çend pirtûkan jî dinivîsîne. Pirtûka wî ya bi navûdeng, “Kurdistan û Kurd” e. Ji aliyê her kurdekî de tê zanîn. Li Tirkiyeyê jî beşekî vê pirtûkê çap bû. 


Ev pirtûka ji aliyê Dr. Qasimlo de bi zimanê çekî hat nivîsandin, pişt re jî bi zimanên kurdî, îngilîzî, silowakî, lêhistanî, erebî; hinek beşên wê jî bi farisî hatin çap kirin.

Dr. Qasimlo û entellektûeliya wî…
Dr. Qasimlo entelektûel û zimanzanekî gelek baş bû. Wî zimanên kurdî, farsî, tirkî, erebî, fransî, çekî, rusî baş dizanî. Li ser zimanên din jî, wekî elmanî û zimanên silawî heta merheleyekê zanibû.

Dr. Qasimlo û Yekîtiya Sovyetê…
Dr. Qasimlo demokratekî civatî bû. Di destpêkê de nêzikî rêjim û îdeolojiya Yekîtiya Sovyetê bû. Lê dema ku Yekîtiya Sovyetê di sala 1968an de vekirî êrişî Çekoslovakyayê kir û Çekoslovakya dagîr kir, li Çekoslovakyayê di bin serokatiya Dubçekî de tevgereke li dijî dagîrkeriyê, Tevgera Biharê hat damezirandin, Dr. Qasimlo jî bû heval û dostê Dubçek û bû mixalîfê Yekîtiya Sovyetê.

Dr. Qasimlo û avabûna otonomiyê li başurê Kurdistanê…
Gorî nerîna kurdperwerên Rojhelatê Kurdistanê, di sala 1970yî de dema ku hikûmeta merkezî û desthilatdariya kolonyalîst ya Iraqê bi kurdan re peyman çêkir û Deglerasyona 11ê Adara 1970yî hat pejirandin, biryar hat dayin ku Iraq ji du neteweyan teşkîl dike, li Rojhelatê Kurdistanê jî ji bona xebata rêxistinî ya kurdperwerî derfetên nû derketin holê. Dr. Qasimlo û çend hevalên xwe ji bona ku PDKa Îranê rakin ser piya û tevgerê li Rojhelatê Kurdistanê zindî bikin, ji Ewrupayê vegeriyan.

Dr. Qasimlo di konferansa 3yemîn ya partiyê de (1971) bû endamê Komîteya Navendî û piştî wê jî bû sekreterê giştî yê partiyê. Piştî wan salan jî, di hemû kongreyên partiyê de heta şehîdketina xwe wek sekreterê giştî hat hilbijartin. Wî heta mirina xwe, 18 salan ji partiyê re serokatî kir. Di rêxistina partiyê û pêşketina Tevgera Kurdistanê de rolekî mezin lehîst, bi dinyayê û bi taybetî jî bi Welatên Ewropayê re pêwendiyeke xurt pêk anî. Di şertên gelek zehmet yê Îranê de xebat domand.


Dr. Qasimlo û Parîs…
Dr. Qasimlo, ji sala 1976an heta sala 1978an di beşa ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanîngeha Sorbonê li Parîsê mamoste bû. Wî di heman demê de di gelek rojname û kovarên Ewrupayê de di derheqê pirsa Kurd û Kurdistanê, di derheqê jiyana siyasî, dîrokî, civakî ya kurdan de nivîsand; pirsa kurd û Kurdistanê bi raya giştî ya Ewropayê da nasandin.

Dr. Qasimlo li Ewrupayê wek pisporekî pirsa Kurd û Kurdistanê, wek serkaniyeke pirsa Kurd û Kurdistanê dihat nasandin.

Dr. Qasimlo, di sala 1979an de dema ku li Îranê desthilatdarî hat guhertin, Mihemed Riza Şah Pehlewî ji Îranê reviya, vegeriya Rojhelata Kurdistanê. Li Rojhelata Kurdistanê ji partiyê re vekirî berpirsiyarî kir. Li Rojhelatê Kurdistanê xebata xwe ya rêxistinî û siyasî bi berfirehî meşand. Tê zanîn ku piştî serîhildana gelên Îranê li hemberî diktatoriya Şah, Kurdistan jî azad bû û li Kurdistanê desthilatdarî kete destê partî û rêxistinên Kurdistanê.

Piştî ku desthilatdariya Şah hat rûxandin û desthilatdariya nû kete destê hêza Îslamî, gelên Iranê li bendê bûn ku desthilatdariya Xumeynî ku ew jî, ji Parîsê vegeriya bû û bi Qasimlo ve xwediyê pêwendiyeke xurt bû, dê li Îranê reforma siyasî û civakî pêk bîne û demokrasiyê ava bike. li Kurdistanê jî Hukmî Zatî (OTONOMİYÊ) qebûl bike. Neteweya kurd, faris, belucî, azerî, ereb dê Îranê hevmişterek bi rê ve bibin. Hezar mixabin wisa nebû. Xumeynî û hevalên wî li ciyê diktatoriya Şah, dîktatoriya xwe ava kirin. Nexwestin ku li Îranê guhertineke demokratîk bikin, mafên gelan û mafê gelê Kurd nas bikin.

Lê Kurdistan de facto azad bibû. Kurdistan di bin desthilatdariya Komeleyê û PDKa Îranê de bû, gelê kurd piştî serîhildana Simkoyê Şîkakî (1920-1930), avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê (1946), careke din tehma azadiyê girtibû. Kurdan, nedixwestin ku dev ji azadiya xwe û ji desthilatdariya xwe berdin.

PDKa Îranê, Komeleyê, Şêx Îzzeddîn Huseynî, ji bona ku li Îranê demokrasî û li Kurdistanê Otonomî ava bibe, bi desthilatdariya merkezî ya Xumeynî re gelek caran danûstandin kirin, ji bona çareserkirina pirsgirêkan hewildaneke gelek bi hêz nîşan dan, hezar mixabin ev hewildanan encam neda. Desthilatdariya merkezî ya Xumeynî statuya heyî ya ku gelek xwezayî avabibû jî, xwestin ku ji holê rakin, li Kurdistanê jî desthilatdarî û hegemonyaya xwe ava bikin. Ji bona vê dewletê biryar da ku bi hemû hêzên xwe êrişî Kurdistanê, serokatî û hêzên Kurdistanê bike.

Xumeynî ku xwe wek rêberê cîhana îslamê dida nasandin, di 19ê Tebaxa 1979an de li dijî Kurdistanê şer û cîhad îlan kir. Piştî Cîhada Xumeynî kurd wek kafir û dijberên şoreş û dînê îslamê hatin nasandin, êrîşên xwe wek çaxa Moxolan ku li ser gelên Rojhelata Navîn pêk hatibû, li dijî kurdan û şoreşa gelê Kurdistanê jî dest pê kirin. Zilm û zordariyeke gelek xerab, nemirovane, bi Îslamiyetê re jî eleqa wê tuneyî dest pê kirin. Her roj bi dehan kurd hatin kuştin û hatin daleqandin. Hemû hepisxanên Îranê bûn mala welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê. Hemû Kurdistan bû zîndaneke mezin.

Piştî ku Komara Îslamî bi hemû hêzên xwe û bi hemû awayên nemirovane dest bi êriş û şer kir, PDKa Îranê, Komeleyê, Şêx Îzzeddîn Huseynî biryar dan ku gelê kurd û Kurdistanê biparêzin. Encama vê biryarê li hemû dever û herêmên Kurdistanê şerê pêşmergetî dest pê kir, di demeke kurt de li hemberî hêzên dewletê serkeftî bûn û gelek herêmên Kurdistanê hatin azad kirin û li wan herêman desthilatdariya kurd hat ava kirin. Şerê gelê rojhelatê Kurdistanê di demeke kurt de jî li dinyayê jî, deng da û giraniyeke siyasî çê kir.

Di navneteweyîbûna şerê Rojhelatê Kurdistanê de du sedem hebûn. Yek sedemek, şexsiyeta Dr. Qasimlo ya navneteweyî bû. Sedema duyem jî, qerektera rejîma Xumeynî ya îslamî ku li dijî Ewropayê, DYAyê, Yekîtiya Sovyetê bû.

Yek rastî û yek şaşiyeke esasî yên Dr. Qasimlo: Dewlet îlan nekirin…
Dr. Qasimlo piştî danûstandinan dît ku Komara Îslamî dê mafê gelê Kurdistanê qebûl nake, li Îranê demokrasiyê û li Kurdistanê dê otonomiyê ava nake, dê dest bi êrişa leşkerî bike, ev nekete nav şaşiya desthilatdariya Komara Kurdistanê ya Mehabadê, haziriya xwe kir ku li hemberî rejîma Xumeynî şer bike, gelê Kurd û Kurdistanê biparêze. Di vê helwesta wî de YNK jî bû alîkar. Dema ku hêzên dewleta Îranê biryar da ku li hemberî gelê Kurdistanê û hêzên welatparêz şer bike, Dr. Qasimlo refleksa serokbûna neteweyekî bindest nîşan da, teslîmî rejîma Xumeynî nebû û biryar da ku li hemberî Komara Îslamî şer bike. Dema ku wî ev refleksa û helwesta nîşan da, helwesta Komeleyê û hêzên kurdperwer yên erênî jî ji wî re bû alîkar.

Lê hezar mixabin, piştî ev refleksa wî ya serokbûnê, gorî baweriya min ji wî helwesteka serokatiyeke din dihat xwestin. Piştî ku di navbeyna Komara Îslamî û gelê Kurdistanê de şer dest pê kir, di demeke kurt de gelek herêmên Kurdistanê dîsa azad bûn û desthilatdariya kurdan ava bû: Hêzên kurdperwer bi ve yekê nîşan dan ku ew hêzên xurt in, ew li hemberî Komara Îslamî bedîl-alternatîfa desthilatdariya neteweyî ya Kurdistanê ne û dîsa diyar kiribûn ku dikarin li Kurdistanê desthilatdar bin, gelê Kurdistanê bi rê ve bibin. Ev performansa hêz û rêxistinên Kurdistanê ji bo dinyayê gelek girîng bû. Dinya encama vê performansê li hêviya helwestek û biryareke din ya girîng bûn. Ev helwest û biryara jî, îlankirina dewletbûna Kurdistanê bû.

Ji bona vê du sedemên girîng hebûn. Sedema yekem, taybetiya rejîma Komara Îslamî û Xumeynî bû. Komara Îslamî dixwest ku hemû cîhana îslamî bixe bin bandor û desthilatdariya xwe, împaratoriyeke îslamî ava bike. Bi vê împaratoriya îslamî jî, li dijî rojavayê Ewropayê, Emerîkayê û Yekîtiya Sovyetê şer bike. Lewra rejima Xumeynî ji derveyî xwe dijminê herkesekî û her dewletekê bû. Di navbeyna Îran û Iraqê de jî şer hebû. Komara Îslamî, li dinyaya demokratîk jî û li dinyaya sosyalîst jî xwediyê meşruiyetekê nebû. Sedema duyem jî, navneteweyîbûna serokbûna Dr. Qasimlo bû. Ji vê girîngtir jî, Dr. Qasimlo wek serok jî dostekî Ewropayê bû û serokekî ewropayî bû.

Hezar mixabin Dr. Qasimlo di vê pirsê de taybetiyeke serokatiyê nîşan neda. Ev jî bû sedem ku di nav pêvajoyê de gelê Kurdistanê û ew winda bikin, Komara Îslamî qezenç bike.

Eger Dr. Qasimlo dewletbûna Kurdistanê îlan bikira, li dinyayê nasandina vê dewletê hêsan dibû.

Ez dikarim bibêjim ku dinyayê jî derfetek winda kir. Wê demê pirsa Komara Îslamî çareserkirin hêsantir bû û ew jî bi riya Kurdistanê dibû. Lê dinyayê ev derfeta baş bi kar neanî. Ji bona vê jî, piştî 30 salî dinya hîn bi Îranê re mijûl dibe û Komara Îslamî xeteriya xwe li Rojhilata Navîn û li dinyayê didomîne.

Dr. Qasimlo: Çar bûyerên dîrokî yên nexweş û tehl…
Ez baş dizanim ku di dema dawî de di jiyana wî de çar bûyeran ew gelek êşand.

Bûyera yekem: Di Kongreya 4emîn ya PDKa Îranê de parçebûna partiyê û helwesta ew hevalên wî yên veqetî bûn. PDKa Îranê di sala 1982yan de parçe bû. Kadro û berpirsiyarên partiyên yên bi navûdeng ji partiyê veqetiyan. Xwe bi Gruba Kongreya 4an binav kirin. Ji vê grubê re Ganî Bilûryan, M. Emîn Saracî serokatî dikir. Ganî Bilûryan serokekî partiyê bi navûdeng bû, daîma li Kurdistanê mabû û 15 salan jî di hepsê de jiyana xwe bi serbilindî meşandibû. M. Emîn Saracî li Bulgarîstanê jiyana xwe domandibû. Gruba Kongreya 4an, nêzikî TUDEHê bû. TUDEH jî bi rejima Xumeynî re di nav danûstandin û tîfaqê de bû. Gruba Kongreya 4an piştî demekê bi rejîma îranê re bû yek êrişî PDKa Îranê kir. Vê bûyerê Dr. Qasimlo gelek êşand.

Bûyera duyemîn: Di sala 1982an de rejîma Îranê û Iraqê ji bona ku di navbeyna hêzên Başûrê Kurdistanê û Rojhelatê Kurdistanê de nakokî û dijminitî pêk bînin. Mezelê Berzanî ji aliyê hêzên dewleta Iraqê û an jî Îranê de vebû. PDKa Îranê û serok Dr. Qasimlo ev bûyera bi xurtî tel’în û protesto kirin. Lê ev tel’în û protestoya PDKa Îranê û Dr. Qasimlo, PDKa Iraqê qani’ nekir. PDKa Iraqê, pasdaran, Gruba Kongreya 4an bi hev re êrişî PDKa Îranê û Komeleyê kirin. Gelek herêmên azad yên Kurdistanê piştî vê êrişê ketin destê Komara Îslamî.

Vê bûyerê bi tevayî gelê Kurd xemgîn kir û lê ez baş dizanim ku Dr. Qasimlo xemgîntir kir. Piştî vê bûyerê carekê hevûdîtina me bû. Ev ecizî û nerehetiya wî bi her awayî diyar dibû.

Ev bûyera di dîroka Kurdistanê de bûyereke gelek nexweş bû û nedihat pejirandin. Me wek Ala Rizgariyê biryar dabû ku PDKa Iraqê re hevûdîtin bikin û eleqe ava bikin û di çarçoveya peymanekê de li hevûdu bikin. Hezar mixabin piştî ev bûyera nexweş û tehl me dev ji vê berda.

Bûyera sêyem: Dr. Qasimlo dixwest ku bi hemû hêzên Başûrê Kurdistanê re xwediyê pêwendiyê be. Lê zêdetir bi PDKa Iraqê re xwediyê pêweniyeke dîrokî bûn. Li cem vê yekê di sala 1968an de dema ku Komîteya Şoreşger ya PDKa Îranê wek grubeke mixalefet li herêma Serdeştê dest bi şerê pêşmergetî kiribû, di navbeyna PDKa Iraqê û wan de bûyerên nexweş derbas bibûn. Komele jî li ser mirasa vê grubê ava bû. YNKê û Mam Celal jî bi Komeleyê re di nav pêwendiyeke stratejîk de bû. Dr. Qasimlo di wê nerîn û baweriyê de bû ku Komele bi destê YNKê û Mam Celal avabûye. Dr. Qasimlo ev yeka wek midaxeleyekê dinirxand û şirove dikir. Vê yekê ew gelek diêşand.

Buyera çarem: Herêma Qesima Reş di nav sînor û axa Rojhelatê Kurdistanê de ye. Ev herêma, herêmeke gumrugê bû. Ev herêma ji aliyê YNKê de dihat bi kar anîn. Piştî ku li rojhelatê Kurdistanê şerê pêşmergetî dest pê kir û hêzên Rojhelatê Kurdistanê û bi taybetî jî PDKa Îranê hewcedarî Qesima Reş bûn, ji YNKê daxwaz kirin ku dev ji Qesima Reş berdin.

YNKê dev jê ber neda. Ev bûyera bû sedem ku pêşmergeyên YNKê û PDKa Îranê bên hemberî hev û şer bikin.

Ev bûyera bi xwe bes ji aliyê herûdu hêzan de ne, ji aliyê hemû Kurdistanê û statuya Kurdistanê de gelek rastiyan destnîşan dike. Lê ez bi kûranî naxwazim vê pirsê şirove bikim. Lewra mijara me nîne.

Pêwendiya wî ya bi Iraqê re…
Rastiyeke vekirî ya Kurdistanê heye ku dema ku li Kurdistanê şerê pêşmergetî bê meşandin, an jî ji bona şerê pêşmergetî hazirî bê kirin, bi dewletên cîran re danûstandin û eleqe, ji wan alîkarî girtin pêwîst e. Ev dewletên ku tevgera Kurdistanê jê alîkarî bigrin jî, dewletên kolonyalîst yên ku Kurdistan dagîrkirine.

Ev yeka rastiyeke din derdixe holê ku dema ku dewleteke kolonyalîst ji Tevgerên Kurdistanê re alîkarî kir, li ser hesabê neteweya kurd vê yekê pêk tîne. Ew dewletan dixwazin ku di navbeyna hêzên Kurdistanê de nakokî û şer hebe. Dema ku li pêvajoya Tevgera Kurdistanê û pêwendiyên dewletên kolonyalîst mêze bikî, tu vê nexweşî û tehlî û realîteyê dibîni.

Pêwendiyên PDKa Îranê û Dr. Qasımlo jî bi Iraqê re hebûn. Dr. Qasimlo di van pêwendiyên xwe de xwediyê prensîb bû. Bi ev pêwendiyên xwe tu dem zerar neda Tevgera Başurê Kurdistanê. Ji bona vê jî, jiyana xwe dirêj li Iraqê nedomand. Demên pêwist li Iraqê dima û karên xwe dimeşand.

Pêwendiya wî ya bi hêzên Kurdistanê û PKKê re…
PDKa Îranê û Dr. Qasimlo di pêwendiyên xwe de xwediyê prensîb bû û bi her rêxistineke Kurdistanê re nedida û nedistan. Pêwendiyên wî zêdetir bi rêxistinên ku neradîkal re bû. Ji bona vê bi rêxistinên Bakurê Kurdistanê (PSK xarîç) re pêwendiyên wî ne xurt bûn. Bi taybetî jî bi PKKê re hîç pêwendî pêk neanî. Ji wan re mecbûr bibû ku bibe alîkar. Ew piştî demeke kurt jî heq derket ku çima bi PKKê re danûstandin nake. Lewra PKKê pişt re bi hêzên Dewleta farisan re bû yek, êriş bir ser PDKa Îranê. Di vê merheleyê de jî PKKê li rojhelata Kurdistanê pirsgirêkeke gelek mezin e û PKKê rasterast midaxaleyî tevgera Rojhelata Kurdistanê dike.

Karektera serokatiya wî û awayê siyaseta wî…
Baş tê zanîn ku çend kategorîyên serok û serokatîyê hene. Dr. Qasimlo wek kategorî di nav kategoriya serokên demokrat û hevdem de bû. Lê aliyê wî yên kevneşopî jî hebûn. Dema ku dihat Kurdistanê çanda welatên sêyemîn û Rojhilata Navîn li ser wî jî tesîr dikir.

Dr. Qasimlo, sosyalîst bû, lê ne stalînîst bû. Di nav partiyê de pîvanên demokrasiyê bi giştî be jî pêk dianî. Ew dostê sosyal demokratên Ewropayê bû. Ji bona vê jî partiya wî di Enternasyonala Sosyalîst de çavdêr bû. Heger Dr. Qasimlo saxbûya îro wek YNKê partiya wî jî dê bibûya endamê Enternasyonala Sosyalîst.

Dr. Qasimlo ew taybetiya xwe ya demokrat û hevdem, bi projeya xwe ya navenda PDKa Îranê gelek vekirî diyar dikir. Navenda PDKa Îranê ji çekên mezin hatibûn azad kirin. Dema ku mêvan diçûn nevanda Dr. Qasimlo, diviya bû ku bê çek biçin nevandê.

Dr. Qasimlo ji bona Otonomiya Kurdistanê demokrasiyeke xurt pêwîst didît. Dr. Qasimlo digot ku “me baweriyekî tewaw bi rolê bingehîn yê demokrasiyê heye. Bê hebüna demokrasiyekî cihgir û qahîm di, Îranê de Otonomiya Kurdistanê dê her gav di bin tirs û givaşa ji nav çûnê da be. Tenê rêya cihgirbûn û berdewambûna Otonomiya Kurdistanê hebûna demokrasiyeke jêhat di Îranê de ye.”

Dr. Qasimlo û partiya wî bi demokrasiyê bawer dikir. Dr. Qasimlo di derheqê vê pirsê de digot ku “me, di Kurdistanê û di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de baweriyekî kûr bi demokrasiyê heye û em her wisan li ser baweriyê ne ku bê destve hatin û cihgirbûna azadiyên demokratîk, welatê me nikare wan pirs û kêşên aloz çareser û safî biket ku ji mêj ve li dest wan dinalîne.”

Dr. Qasimlo li dijî terorîzmê bû û ji bona vê jî demokrasî diparast. Ji bona vê bi PKKê re pêwendî çê nekir. Dr. Qasimlo digot ku “bi baweriya min tevgerên xwedî hêz, yanî evên ku ji azadiyê re dixwebitin û ji aliyê xelkê ve piştevanî ji wan re tê kirin, nabe penahî bibine ber terorîzmê, ji ber ku wan çi hewceyek bi terorîzmê nîne. Terorîzm, azadî û jîna xelkê sivîl û bêguneh tevî tirsê berengar dike û tenahiyê têk dide. Terorîzm, siyaseta fermî ya Komara Îslamî ye û berpirsên wê di salên borî de ev çende bi eyanî ragihandin û heta çend caran bi dijî me bi kar anînê, lê em terorîzmê mehkûm û şermezar dikin.”

Wî çi digot ew dikir. Ev jî taybetiya serokên hevdem û demokrat in. Di siyaseta wî de durûtî tune bû. Li hemberî te çi digot, ew jî dikir. Ne wek kesên din li pişt deriyan Kurdistana serbixwe biparêze, li ber deriyan jî ji bona ku ji dewletan re şêrîn xuya bike, otonomiyê biparêze.

Dr. Qasimlo her demê dubare dikir ku “mumkin e ku siyaset huner e. Lê xala jar û qels ya tevgera kurdî eva bûye ku hetanî nuha yan hemû tiştek xwestiye yan çi tiştek, lewra siyaset ne reş û sipî ye, belkî di navbera reş û sipî de rengê din jî hene.” Bi baweriya Dr. Qasimlo di navbeyna hêvîyan û siyaseta realîst de ferqeke mezin heye. Lewra pêwendiya siyasetê bi rastî û heqîqetên hundirîn, herêmî û cîhanî ve heye.

Dr. Qasimlo di siyasetê de biryardana serbixwe gelek girîng didît. Wî bawer dikir ku “divêt em di berahiyê de girîngiyê bi hêza bê dawî ya gelê Kurd bidin û bi xwe û bi xebata xwe pişrast û arxayîn bin û xwe wek binasekî serbixwe di orta siyasî ya welat de didin kifşê, hingî îdî piştevanên me dê zêde bin û zirûfa serkevtina me baştir pêk were.”

Şehîdketina Dr. Qasimlo…
Kurdan di hemû dîrok û jiyana xwe de her demê xwestine ku bi neteweyên cîran re bi rengekî aştî û biratî bi hev re bijîn. Ji bona vê jî, li Rojhelatê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê di demên bihurî de otonomî û di ev merheleya dawî de federalîzm parastine. Ev yeka ji bona Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê jî derbas dibe û bi wateyeke din rastiyek e. Hezar mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine û Kurdistan kirine kolonî, tucaran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li daxwazên neteweya kurd binêrin û ji bona çareserkirina pirsê hewildeneke aştîxwaz pêk bînin.

Dewletên kolonyalîst her demê bersîva serok û berpirsiyarên kurdan bi şer û qatlîâman dane.

Dr. Qasimlo jî yek ji wan serokên kurdan bû ku wî jî wek Qazî Mihemed dixwest ku bi riyeke aştîxwaz bigihîje armanca xwe. Ji bona vê jî gelek hewil da. Dr. Qasimlo cara yekem li Kanûna Pêşî ya sala 1988an de û cara duyemîn jî li Kanûna Paşî ya sala 1989an de bi nûnerên Komara Îslamî re rûnişt û xwest ku mafên neteweya kurd bi riya aştiyê werbigre.

Komara Îslamî di van rûniştinan de jî, xwestine ku Dr. Qasimlo bikujin lê bi serneketine.

Dr. Qasimlo cara seyemîn jî şaşî kir, di 13. 07. 1989an de bi berpirsiyarên Komara Îslamî re rûnişt. Runiştin li Ewusturyayê li bajarê Vîyanayê pêk hat. Ew, hevalên xwe Ebdullah Qadirîazer ku endamê Komîteya Navendî ya PDKa Îranê, mamosteyê zanîngehê Dr. Fazil Resûl, bi destê berpirsiyarên Komara Îslamî li ser maseyê bi awayekî qelejî hatin kuştin û şehîdkirin.

Gelek aşkereyê ku serokkomarê Komara Îslamî Mehmud Ehmedînecad di kuştina Dr. Qasimlo û hevalên wî de organîzekar e. Lê dîsa jî, di sedsala 21an de dikare bibe serokkomar. Ev yeka jî diyar dike ku hiqûqa navneteweyî jî gelek qirêj bûye.

Gorî serokkomarê 1emîn yê Komara îslamî Ebdulhesen Ben-î Sadr, Ehmedînecad di kuştina Dr. Qasimlo de ji komandoyan re çek peyda kirine.

Dr. Qasimlo û awayê şaş yê danûstandinê…
Ji bona çareserkirina pirsa Kurdistanê bi desthilatdarên Komara Îslamî re danûstandin helwesteka gelek xwezayî bû. Lewra PDKa Îranê û serokê wê Dr. Qasimlo, hemû kurd û hêzên din yên rojhelatê Kurdistanê xwediyê stratejî û projeya “li Îranê demokrasî û li Kurdistanê Otonomî” bûn. Lê hîç şik tune ye ku awayê rûniştin û peymançêkirinê ne makul û şeffaf bû. Ne di bin kontrola hêzek û dewleteke seyemîn de bû.

Dr. Qasimlo bi desthilatdarên Komara Îslamî gelek bawerî kiribû. Ew jî zaafeke gelek mezin bû û ev jî bû sedem ku Dr. Qasimlo gelek bi rehetî bê kuştin.

Kuştina Dr. Qasimlo û hêzên Başurê Kurdistanê…
Dema ku Dr. Qasimlo ji aliyê Komara Îslamî de hat kuştin, pêwendiyên YNK û PDKa Iraqê bi Îranê ve gelek baş bûn. YNK û PDKa Îraqê ji bona ku pêwendiyên wan bi Îranê re xerab nebe helwesteke Kurdistanî nîşan nedan û ji serokekî Kurdistanê re xwedî derneketin.

Dr. Qasimlo û KURD-KOM…
Li Bakurê Kurdistanê, Komeleya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOMê), cara yekem di sala 2005an de li derve, bi civîneke vekirî û li ber çapemeniyê bi kurdî, Dr. Qasimlo bibîranî. Dema ku KURD-KOMê Dr. Qasimlo bibîranî, Mehmud Ehmedînecad nû bibû serokkomar. Di wê bîranînê de hat diyar kirin ku serokkomarê Îranê ji kuştina Dr. Qasimlo berpirsiyar e, divê dema ku derkete derveyî Îranê bê girtin û bê mehkeme kirin.

* * *

Dr. Qasimlo digot ku: “Gelek azadîxwaz be, divê nirxa wê Azadiyê jî bide. Tu neteweyek bê zehmet û têkoşînê, bê fîdakirina xortên binirxên xwe, negihîştiye azadiyê. Gelê me jî, partiya me jî ku pêşengê bizava gelê Kurd e, ji mêj ve ye dizanin ku azadî fîdakariyê dixwaze, xwe gorîkirinê dixwaze. Karwanê şehîdan dirêj e, lê reng e hîn dirêjtir bibe.

“Em di roja şehîdên xwe de, di bîranîna şehîdên xwe de, ji mêj ve ye me biryar daye em negirîn. Ji mêjve ye me biryar daye tenê û tenê karek ku em bikaribin bikin û li berçav û hizra şehîdên me de şermezar nebin, ew jî ev e ku em rêya wan ber nedin û mîna wan hetanî ser rêya wan bidom bikin, li tu tengesiyekê netirsin û li tu diwariyekê xwe paşve nedin.

“Xebata me, xebateke rewa ye. Xebat ji bo azadiya neteweyekê ye, xebat ji bo pêşeroja zarokan û nifşên dahatî ye. Heke em mîna vê nifşê erka xwe bi rindî bi cîh bînin, emê bikaribin hêvîxwaz bin, ku nifşa tê şehîd tu nebin. Her wilo ger nifşa derbazbûyî yan nifşên berê erka xwe bi başî bi cih anibana, reng e nifşa me şehîd nedibûn. Bona wê jî bîranîna şehîdên me careke din me tîne ser vê baweriyê ku bi bîr û bawerek kûr, bi dilekî şoreşvanî, bi hêviyeke mezin, em xebata xwe dom bikin. Encama vê xebatê dê bibe du tişt: Hem canê şehîdên me dê şa bike û hem dê gelê me rizgar bibe, bona vê ku li pêşerojê şehîdên me tu nebin.”

Ev pêyvên Dr. Qasimlo jî diyar dikin ku ew bixwe jî bedela azadî û serxwebûna Kurdistanê ye. Dîsa ew dibêje ku negirîn. Lê gotin û jiyan tiştekî din e. Divê em hem şehîdên xwe yên serok û têkoşer bibîrbînin û hem jî ji bona wan bigirîn.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.