1. Tekst

  2. Hevpeyvîn

  3. Firat Cewerî
  4. Edebiyata Kurdî bi çargaviyê diçe
Edebiyata Kurdî bi çargaviyê diçe,edebiyata,kurdî,bi,çargaviyê,diçe

Edebiyata Kurdî bi çargaviyê diçe

A+ A-

Hevpeyvîn bi Firat Cewerî re...

- Mamosteyê hêja serpêhatiya te ya nivîskariyê çawa dest pê kir?

Firat Cewerî: Ez di salên xwe ên naşîtiyê de ketim cîhana edebiyatê. Heke em mewlûda Batêyî yek ji berhemên girîng ê edebiyata kurdî ya klasîk bihesibînin, ez hingî dikarim bibêjim ku ez di salên xwe ên zarotiyê de nêzîkî edebiyata kurdî bûme.
Ez bawer dikim ez deh diwanzdeh salî bûm gava min mewlûda Batêyî bi alfabeya erebî xwend û piştî demekê hema bêje ji ber kû heta niha jî beşek jê di bîra min de maye. Gava ez di salên xwe ên xortaniyê de ketim ber pêla felsefeya Marksîzmê, ez hem ji mewlûdê bi dûr ketim, hem jî min zêde neda dû edebiyata kurdî ya klasîk. Ji berdêla wê, bi xwendina ilmê Marksîzmê û felsefeyê, min bêyî rawestan dest bi xwendina şaîrên mîna Nazim Hikmet, Ahmet Arif, Lorca, Neruda û Mayakovskî kir. Wê xwendinê kir ku ez bi xwe jî ber bi cîhana nivîsandinê ve bême kişandin. Di sala 1980 de gava min xwe ji ber zilma li ser kurdan û zimanê kurdî da alî û ji bo nivîsandina bi zarê kurmancî berê xwe da Swêdê, ez hê nû ketibûm bîstsaliya xwe. Edebiyata kurdî ya klasîk, edebiyata kurdî ya devkî û lîteratura baskê çep hemû ji min re bû bingehekî qewîn. Ez dikarim bi kurtî bibêjim ku ev sî û pênc sal in ez di rêwîtiya edebiyatê de dimeşim.

- Tu rewşa niha ya edebiyata kurdî çawa dibîne?

Firat Cewerî: Gava ez rewşa edebiyata kurdî ya îro didim ber dema ku min dest pê kiribû, ya niha şoreşek e. Doh çar kesên ku bi kurdî binivîsandana tunebû, îro hejmara kesên ku bi kurdî dinivîsînin bi sedan in. Herweha îro hem edebiyata kurdî ya klasîk bi alfabeya latînî li ber destên nifşê niha heye, hem jî edebiyata kurdî ya modern ku li sirgûnê dest bi gulvedana xwe kiribû, vegeriyaye welêt û ketiye ber destên nifşê niha. Gava em rabûna qedexeya li ser zimanê kurdî jî li ber çavan bigirin, edebiyata kurdî îro bi çargaviyê diçe...

- Gelo li gor te tesîra kîjan edebiyatê li ser edebiyata kurdî ya nûjen bêtir e û li gor te edebiyata kurdî ya nûjen di kîjan astê de ye?

Firat Cewerî: Li gora ku nivîskarên kurd li kîjan welatan dijîn, çavkaniya xwe ya entelektuelî ji kîjan zimanan digirin û bi riya edebiyata kîjan welatan dikevin cîhana edebiyata kurdî. Wek nimûne, kurdên Sovyeta berê mîna edebiyata piraniya komarên Sovyetê, di bin siya felsefeya realîzma civakî de dinivîsandin û diviyabû, carina eşkere, carina jî di nav rêzan de, pesnê Sovyetê û sosyalîzmê bidaya. Herweha kurdên Sûriyê di bin tesîra edebiyata erebî de nivîsandin. Ev ji bo kurdên Iraq û Îranê jî derbas dibe. Kurdên li Ewrûpayê jî (hinekan ji wan) di bin tesîra ziman û welatên ku lê dijîn afirandin. Herçî kurdên Tirkiyê ne, tu bêjî nebêjî, di bin tesîra ziman û edebiyata tirkî de berhemên xwe didin. Bêguman ev ne tiştekî ecêb e, pir normal e, ji ber ku ew ziman çavkaniya entelektueliya nivîskarên kurd e. Ji aliyekî ve gava edebiyata kurdî xwe nêzîkî wan zimanan dike, ji ber bikaranîna alfabeyên cihê, edebiyata kurdî dûrî hev dikeve. Dîsa jî edebiyata kurdî ya modern hêdî hêdî ji kirasê xwe yê teng derdikeve û ber bi gerdûnîbûnê ve dibeze.

- Tu dixwazî di romanên xwe "Ez ê yekî bikujim" û "Lehî" yê de çi bibêjî, peyameke çawa bidî xwendevanan?

Firat Cewerî: Qehremanên ku her kes wan nas dikin, ez xwe nêzîkî wan nakim. Ez didim dû mirovên ku xwe fedayî ramanên xwe kirine, qurbanî dane, li dû avakirina jiyaneke bi rûmet beziyane, lê demek hatiye, ew bi xwe ketine gerîneka pirrika jiyanê û hatine jibîrkirin. Ne ku bi tenê hatine jibîrkirin, herweha kesî ku destê alîkariyê dirêjî wan bike nemane. Ez dixwazim bibin piştgirê wan û destê xwe dirêjî wan bikim. Gava ez vê dikim, ez dizanim ku ez nikarim wan ji jiyanên dojehî rizkar bikim, lê ez balê dikişînim ser wan. Ez dibêjim; malîno, gundîno, binerin, bê ev mirovên dilpak ji ber fikrên xwe ketine çi rewşê. Ez dibêjim, siyasetvanino, rewşenbîrino, binerin bê ev mirovên ku li dû pakirina qirêjiya civatê geriyane çawa aniha li dû pakkirina rûmeta xwe ne û bi cebirandina birînên ruhê xwe mijûl in. Gava ez vê dibêjim, ez naxwazim alî bigirin, ez hewl didim ku her alî bi vê rastiyê bihesin.


- Dema ku te romana "Ez ê yekî bikujim" bi dawî kir, tu difikirî ku dewama wê binivîsînî? Te çima dewama wê nivîsand?

Firat Cewerî: Heta ji min tê ez di romanên xwe de her tiştî nabêjim, ez hertim deriyekî vekirî dihêlim. Ez naxwazim cihê xeyal û fikrê li xwendevanên xwe teng bikim, lê imkanê ku ew bi xwe li ser berhemê bifikirin, ew bi alîkariya xeyalên xwe berhemê di serê xwe de temam bikin jî didim. Ez carina jî wî deriyî ji xwe re vekirî dihêlim da ku ez paşê lê vegerim. An jî ez jiyan û bûyeran nîvçe dihêlim, da ku ez hinekî din di wê cîhanê de bilivim. Gava min romana yekê qedand, bûyerê dev ji min berneda, lehenga sereke Diana dihat xewna min, digot min ji vê pirrika jiyanê xelas bike. Ez pir lê fikirîm, loma ez lê vegeriyam, min bi destê wê girt û ew ji wê jiyanê xelas kir. Lê min nikarîbû birînên ruhê wê bikewanda. Loma, xwendevan her roj berdewamiya Lehiyê jî ji min dixwazin. Dibe ku ez rojekê lê vegerim û romana sisiyan jî binivîsînim.

- Tu xisletên ku di romanên te de derbas dibin nas dikî yan na? Tu çawa xisletên xwe hildibijêrî û wan ava dikî?

Firat Cewerî: Gava ez li mirovan dinerim, ez bi çavekî din li wan dinerim, ez bi guhekî din li wan guhdarî dikim. Paşê, ez ji gelek mirovan mirovekî/mirovekê ava dikim. Ez çîrok û serpêhatiyên gelekan di yekî/yekê de dicivînim, dûre ez nav lê dikim û li ser dixebitim, heta ku ez nêzîkî rastiyê dikim. Piştî ku bi min bû rastiyek, êdî ez ne wek fîgurekî romanê, lê wek miroveke/mirovekî rastî berê xwe didimê, jê re çîrokekê dihûnim û wek rastiyeke civatê dixim tevgerê. Loma, gelek kes bawer dikin ku ev karakterên rastî ne. Na, hemû fîktîf in, çêkirî ne, lê ji me ne...


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.