1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Ronahî Amed
  4. Eyub Guven û Berhemên Wî
Eyub Guven û Berhemên Wî,eyub,guven,û,berhemên,wî

Eyub Guven û Berhemên Wî

A+ A-

Eyub Guven di sala 1963yan de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazi ya girêdayî navenda Mêrdînê hatiye dinê. Ji ber eleqeya wî ya wêje û dîrokê, çend nirxandinê wî çêbûne. Ji van çend nirxandinan hinekên wan di kovara Rewşen, Tîroj û rojnameyên wek Azadiya Welat, Gundem, Gunlik û Rojevê de hatine weşandin. Hem li welat û hem jî li derveyî welêt wek panelîst an beşdaran tevlî gelek bername, konferas û panelan bûye. Di sala 2005an de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî rojnameya du zimanî ya hem bi kurdî hem bi tirkî a bi navê “Derik Açilim” ya herêmî derxistiye û belav kiriye. Ji romanên wî ya bi navê “Guhar” ji bo zimanê tirkî hatiye wergerandin û weşandin. Yek caran di nivîsên xwe de mahlasa “Tayhan Jêhat” jî bi kar tîne. Nivîskar niha li Dêrika Çiyayê Mazî dijî.

 

Berhemên wî ev in:
1. Dîroka dêrikê – 1, dîrok û lêkulîn, kurdî û tirkî
2. Kulmek morîkên şînbirik, roman, kurdî
3. Guhar, romana kurdî
4. Guhar, roman, werger, bi tirkî
5. Ji do heta iro helbest, bi tirkî
6. Helbestên min, bi kurdî
7. Beni kurtar anne (Lîstika Şanoyê)

Romana birêz Eyub Guven a bi navê “Penaberên Jiyaneke Têkoşer” li ser jiyana melbateke kurd e. Û ev malbat tenê ji malbatên kurdistanî yek jê ye. Dema min vê romanê xwend, ez gelek di binbandorê de mam. Ji ber ku, di vê romanê de, dîroka gelê kurd xwe dubaredikir. 

Ji vê pirtûkê çend rêzik. “Em dizanin ku welatekî bindest dema berê xwe bi azadiyê ve ke, berê her tiştî xwîn wekî ava kaniyê diherike. Di sala 1905’an de ji serhildana bedlîsê beyazidî û heya serhildana tevgera azadiyê bîst û heşt serhildan pêk hatine. Bîst û heft serhildan bi koçberiyî, bi qirkirinê û bi xwînê hatine fetisandin, lê belê serhildna tevgera azadiyê nehatî fetisandin. Û ji sala 1984an heya vê demê ev serhildan di jiyana kurdan de rûpela yekemîn e… di warê aborî, siyasî û çivakî de çi astengî derket pêşiya malbata wan?” Ev pirtûka ku, li ser malbatekî ku sih caran koçber bûye, hatiye nivîsandin. di vê malbatê de çar ciwan şehîd ketine; Mihmed, Ehmed, Şêxmûs û Qarer!..
Ev malbat bi gelek zahmetiyan ve rû bi rû maye. Zarokên wan di konê koçberiyê de hatine dinyayê, cerdevanan ew qewirandine, di girtigehê de işkence dîtine…

Romana Eyub Guven a bi navê “Kulmek Morîkên Şînbirik” ev romana nivîskar jî behsa salên 1991-2-3’yan dike. Ku di wan salan de, nêzî çar hezar gund hatin şewitandin. Ji van şewata, tenê ne gund her wiha di nav de dewar û pezên gundiyan û erdnîgariya kurdistanê jî hat şewitandin. Dîsa nivîskar, bala xwîneran dikşîne ser salên ku li hemû seran serê kurdistanê gundên bi darê zorê dihatin valakirin. Yek ji van gundan, gundê Zinarê ye. Gundê Zinarê girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ye. Havîn wiha behsa gundê xwe dike. “korta Zinarê, di nav sê zinaran de cih digre û pala xwe dide Çiyayê Mazî. Ji ber vê yekê jê re dibejin korta Zinarê. Li vê derê mirov çi bixwaze heye. Li ber zinar xerzikên tirî hene, di nav xerzikan de piranî darên behîvan, guhîjan û hirmiyên bejî hene. Û ji wan re dibêjin şikoke. Û ji derveyên xerzikan jî yên ku di nav de hêjîr, hinar, tû û fêkî tên çandin jî jê re dibêjin rez.” Bi rastî ev nav gelek li romanê hatiye. Di salên 1991-2-3yan de ev kesên ku gundê wan hatin şewitandin, jiyana wan wek kolmek morikên şînbirik qetiyan û li hemû deverên metropolan belav bûn. Jiyan li wan herimî û bûn wek noka ku li tehtan kevin. Di warê aborî, civakî û derûnî de jiyan li wan hat herimandin.

Ji pirtûkê çend rêzik. “min kumla xwe tije morîk kir, MORÎKÊ ŞÎNBIRIK û min hilferand asîmanan, her morîkek çû ser stêrkekê. Stêrk yek bi yek rijiyan. Ji stêrka yekemîn xwîn û mirin bariya, û xwe li Beriya Mêrdîn barand.”

Romana bi navê “GUHER” behsa di serdema qirkirina Ermeniya de çi bi serê wan de hat dike. Di sala 1915an de fermana qirkirina Ermeniyên ku ji aliyê dewletê ve hat dayîn. Ev qirkirina ermeniyan jî bi destê dewletê, ermeniyên ku li erdnîgariya Kurdistanê dijiyan hatin qirkirin. Pirtûk gelek xweş bi zimanekî herêmî û sivik hatiye nivîsindin. Nivîskar gelek hevokên kin, û bi tameke gelek xweş hevokên xwe honandiye. Di warê çivakî de gelek nêrînên berfireh û xurt li ser erdnîgariyê haniye ziman. Nivîskar her wiha balê dikşîne ser kesên ku bi sextekarî olê bikar tînin. Ew têkiliya ku berya, qirkirina ermeniyan di navbera olan de, gelek xweş haniye ziman. Kêvo dema ji bo asûkan, dikeve rê û berê xwe dide Amedê, û di ber gund û navçeyan re dema derbas dibe, ew êşa ku dapîr û bapîrên wan, di serdema qirkirinê de kişandine, wek şerîda fîlmek, yek bi yek tê pêş çavê Kêvo. Di serdema qirkirinê de, gelek malbatên kurdan zarokên Ermeniyan, ji qirkirinê rizgarkirine. Û ji ber ku neyin qirkirin, navên mislimana li wan dikirin û wan diparastin. Piştî qirkirinê disa gelê herêmê, ew dostaniyan di navbera bav û kalên wan de, çawa bû, wisa berdewam dike. Dîsa bi heman rengî ji aliyê neviyên wan ve li Ermeniyan xwedî derdiketin. Nivîskar hersê pirtûkên xwe jî, bi heman rengî nivîsiye. Ew êş û elema ku li erdnîgariya Kurdistanê hatine jiyîn tîne ziman. Hersê pirtûk jî, li ser dîroka Kurdistanê hatine nivîsandin. Lê belê dîrok, çi dibe bila bibe êş û azara kurdan û serpêhatiyê wan bi heman awayî didomin û hertim dîroka kurdan xwe dubare dike.

Kêvo wiha behsa jiyana navçê dike. Bavê min hedad bû. Das, melêv û haletên cot çêdikir… ji ruhayê bigre heta mûsilê mêvanên me dihatin… ji alîyê mala Papo ve, du dibistanên girîng li Dêrikê hatibûn çêkirin. Çi nerihetî û pevçûn di navbera van malan û di navbera navçeyê de pêk bihata, mala Papo ew li hev û din dianîn. Şêniyên navçê li cem Axto taweyên xwe davêtin firinê, li sinemaya mala Xemo li fîliman dinehirin. Solên kê biqetiyana diçûn cem Garapêt, Hêvo, Fero, Ohanes, Risko, birê Arko, cilên hesp û kerên xwe dibirin cem Dantel (Tano), Thomas, (Tumo), Cico. Cicê Tano. Dema nexweş biketana diçûn cem Kevrok Gazar yanê Ahmedê Xazo. Mêvanên ku xwarin nexwarana jî, ji mêvanan re bastêq û pêçik datanîn ber wan. Li navçeyê bazarek heye jê re dibêjin bazara qesaban. Di wê bazarê de camiyek ku di sala 1954’an de ji aliyê mele Hesenê tavikî ve hatiye lêkirin. Carna digotin; çarşiya camiyê û çarna jî digotin çarşiya kûçikan. Evdik ji ber ku çûbû Qûdusê, ji ber vê yekê jê re digotin Meqsî Evdik. Meqsî Evdik sobe çêdikirin. Ji xencî van sin’etan, van malên me sabûn û zeyta zeytûnên Dêrikê çêdikirin.

Karxaneya zeytê ya mala Elasê Gopê hebû. Xaniyên me bi piranî bi axê hatibûn lêkirin. Zêde malên beton tune bûn. Ji ber vê yekê xebata xeratvaniyê hîn pir bû. Mala xerêt hebu, karê wan xeratî û diran çêkirin bû. Ji bo genim bihêrin her kesî genimê xwe dibir aşê mala Tanê Muro. Mala Eliy Sapan, firaqên sifr ên li tevahiya navçê wan spî dikirin. Dema dengê tenbûra Mihemed Eliyê Mano dihat, bi kul û derdên mirovan ve bask çêdibûn û hldikişiyan ser zinarê Sihoran. Di wê derê de diçûn ser pozê Mancelê û xwe bera Ava Birxêrê didan, û wenda dibûn hêdî hêdî. Wek ku hûn fam dikin, ji dema avakirina navçeyê û heta sala 1980yî her dem em û kurdên vê derê wek birayên hev, me jiyana xwe pev re derbas kiriye. Ez biçûk bûm, min merq kir û ji bavê xwe pirsî; bavo ji bo çi navê vê derê bûye Dêra Sor? Lawê min bi heriya sor hatiye lêkirin. Ji ber wê jê re dibêjin Dêra Sor.”

Danasna pirtûkên Eyub Guvenî
Amedekar: Ronahî AMED


Gotinên miftehî :