Honaka Zanistî,honaka,zanistî

Honaka Zanistî

A+ A-

Şêwra Koma Xwendinê ya Amedê, piştî demek dirêj ku li ser zoomê dihat kirin, roja 29ê Çotmehê, li Wêjegeha Amedê, rû bi rû, li ser pirtûka çîrokên Mîran Janbar a bi navê Kaptanê Mirinê pêk hat.

Ez di serî da li ser honaka zanistê bi giştî rawestiyam. Di edbiyata dunyayê da bandora honaka zanistî, di sînemayê da cihê vê. Mînaka Aysak, Usila Quin û Aymasov min da. Di edebiyata Kurmancî da mînakên wê kêm in. Mînaka Ardûda ku min berê xwendibû dîsa berhema Mîran Janbar e. Di vê pirtûka “Kaptanê Mirinê” da pênc çîrok hene. Di ya ewil a bi navê “Dîn” da sê çîrok bi saya xalbendiyê ji hev tên cüda kirin. Çîroka herî zehmet meriv têdigihîje ev e. Di hemû çîrokan da karekterê jin kêm in. Di du çîrokan da mekan li derveyê dunyayê ye. Sê heb li dunyayê ye. Yek jê ofîs e, du jî wek gundan hatine nivîsîn.

Di çîrokan da sembol hebûn. Di çîroka ku navê xwe dabû pirtûkê “Kaptanê Mirinê” da behsa li pey nemirinê, ji gilgamêş heta roja me ger ali pey nemirinê, behsa edaletê, paradoksa di navbera mirin û jiyanê da, paradoksa cezakirina kes an hebûnên dibin sedemên mirinê. Çîroka sêyem Stêrk e. Di vê çîrokêda ronîyek ji hewa da tê xwarê. Dema diçin ser cihê ronî hatiye xwarê, zarokê biçûk ji kesên biyanî ku ji gerestêrkan hatine natirse. Lê mezin ditirsin. Bi ya min ev sembol an bandora perwerdeyê şîrove dike. Jixwe tirsên me mezinan bi perwerdeyê ra çê dibin. Çîroka çarem Gera Birkleynê ye. Ev çîrok bêtir jiyana kurdan ya niha nişan dide, Karekterê Musa, mamoste ye. Hewl dide biçe şêkeftên Birkleynê, lê di rê da pê dihese ku li wê herêmê operasyonek heye. Yanî jiyana me kurdan jî ji nişka ve liderveyê plana me diguhere û serûbin dibe. Karekter diçe Birkleynê, li wêrê rastê şervanan tê. Li wirê tê kuştin. Di nûçeyek derew da behsa “şeş terörist” hatine kuştin tê kirin. Wek jiyana me kurdan em hay dibin ku karakter Musa jî hatiye kuştin. Yanî rulativîzma rastiyê bi nûçeyek derew dest pê dike û bi wê nûçeyê diqede.

Çîroka pênçem jî li Amedê, taxa ofîsê pêk tê. Behsa şerê di navbera tarî û ronîyê da tê kirin. Hêzên tarîyê biyanî ne, ji derve hatine, tovê xerabiyê li ofîsê çandine. Ev şerê ha, şerê xerabî/tarîyê û ronahî/başîyê ji serdema zerdeşt heta roja me hatiye behskirin. Di nava hêzên roniyê/Anû da Profesorek û Baran hene. Ew hewl didin tuxumê xerabiyê û sîxûr ji holê rakin. Yanî wek mekan çima ofîs bo çandina tuxumê xerabiyê hatiye hilbijartin? Min pirsek wiha kir. Kêm zede em dizanin ofîs di hin tiştan da navê wê derbas dibe. Ev şerê tarî û ronahîyê di çarçoveyek zanistî da hatibû dayîn. Ev çarçove bi hêla teknîkî, bikaranîn û guherîna enerjîyê. Daqurtandina hemû avahiyan ji aliye enerjiya taritiyê ve, keştiyek wek ronî ji hewa da tê datîne, dema dinêrin ku keştiye. Ev hemû honaka zanistî be jî dîsa jiyana me û bûyerên li herêma tê da cih girtine.


Gotinên miftehî :