1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Heyder Omer
  4. Ji dîroka kurdî/Kesayetî û helwest XI
Ji dîroka kurdî/Kesayetî û helwest XI,ji,dîroka,kurdî,kesayetî,û,helwest,xi

Ji dîroka kurdî/Kesayetî û helwest XI

A+ A-

Xelek 11
Cefayên şalyarên Beramîke yên Kurd
Ji bo dewleta Ebbasî
Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl, werger:Heyder Omer

Beramîke malbateke navdar bû, rola wê di damezirandin û geşbûna dewleta Ebbasî de gelekî berz bû, lê dawiya wan jî mîna ya rêvebirê navdar Ebû Mislim El-Xrasanî, teracîdîk bû. Ê dî ka em wan bêtir nas bikin.

Nasnameya malbat Beramîke:

Peyva (Bermek) lexeme ne nav e, li gel pêjeya/peyv (Mag, Mog, Mecûs) têkildar e, xuya ye ew hevedudaniya du pêjeyan e; (Ber mag = Ber mog = Ber moga) bi wateya (serperestvanê perstgeha zeredeştî). Di jêderên erebî de bi awayê (Bermek) diyar bûye, ji ber ku tîpa (G) di alfabêta erebî de nîne. Êla (Mag / Mog) yekek ji şeş êlên Med ên mezintir bû, kar û barên ayînî bi rê dibirin.

Dema talanên îslamê dest pê kirin, bavpîrê Beramîke li bajarê Belx ê Xurasanê serperstvanê perestgeha zeredeştî (Newbîhar) bû. (Belx naka li bakurê Efxanistanê dikeve). Ew jî perstgeheke mezin û ҫak bû, ji bo qeralên wan deveran cîgehê hecê bû, diyarî jê re dibirin, cûreyên cilan lê dikirin, û al li ser tepela wî hil didan. Ew perestgehekî ҫar koşeyî bû, dirêjî û berê wî sed mil bûn, û bêtirî sed milî bilind bû, û (360) odeyên perestvanan û karmendan li dora wî hebûn.

Navê (Bermek) ne diyar e, digel hin rûmetdaran ҫû bajarê (El-Medîne); paytexta dewleta Xîlafetê, da bacê bidin Xelîfe Osman Bin Effan. Ew li wir bû misilman, û xwe bi (Ebdullah) nav kir, û vegerî ba xwediyên xwe, lê wan ew ji bermekiyê daxistin, û kurekî wî ji dêvla wî kirin Bermek. Ev Bermekê duwem bavpîrê şalyarên malbata Bermekî ye. Farisbûna wan li ser zimanan digere, lê rastî ew e, ku bi gotina neviyê wan dîrokzan û dadger Ibin Xellîkan, ewana Kurd in, û ji êla (Zîrzarî) ne(1), û navdartirînên wan jî ev ҫar kesan in: Xalid Bin Bermek, Yehya Bin Xalid, El-Fedil Bin Yehya û Cefer Bin Yehya.

1.Xalid Bin Bermek:

Xalid sala (90 k / 709 z) ji dayik bû ye, û dema ku Ebû Mislim El-Xurasanî tevgera (Al El-Beyt) li Xurasanê dij delwta Umewî bi rê ve dibir,Xalid serokê dîwana xeracê bû (şalyarê darayî), û dema Xîlafetî Ebbasî hate damezirandin, yekemîn xelîfeyê Ebbasî Ebû El-Ebbas Esseffah ew kir şalyar, û xelîfeyê duwem Ebû Cefer El-Mensûr jî ew di wezaretê de hîşt. Paşê şoreşeke kurdî gewre li deverên Mûsilê rabû, El-Mesûr serkêşiya artêş da dest wî, ewî jî dest ji şalyariyê ber da, û şoreş ger kir û agirê wê vemirand.

Xalid comerd bû, mirovbend û gewre û pendiyar û rewşenbîr bû, di nivîsînê de jêhatî bû, nivîsevanê navdar Birahîm Essolî dibêje: “di nav şalyarên Benî Ebbas de, ji hêla rindî û comerdiya wî ve, kesek nîne”. Dema ku şoreş li welatên Farisan û Kurdistanê rabûn, El-Mensûr gêrkirin û vemirandina wan xist stûbarê wî, û wî jî ew vemirandin, û paşê ew bo hilda pileya waliyê îyaleta Mûsilê, û di pey re jî bo îyaleta azerbeycanê. Ehmed Bin Sewwar El-Mewsîl dibêje: “Em ji mîrekî din, bi qasî Xalid Bin Bermek netirsiyan, bê ku sezaya wî zor be, û bê ku em zora wî bibînin, lê sawa wî di sîngê me de bû”(2). Xalid Bin Bermeka sala (163 k / 780 z) mir.

2.Yehya Ibin Xalid:

Yehya sala (120 k / 738 z) ji dayikê bû, û li gel bavê xwe di damezirandina dewleta Ebbasî de beşdar bû, û Xelîfe Ebû Cefer El-Mensûr sala (158k) îyaleta Azerbeycanê da dest wî, û bû waliyê wê, û dema El-Mehdî pey bavê xwe El-Mensûr bû Xelîfe, perwerdeya kurê xwe Harûn Erreşîd da dest Yehya, da wî hînî sincên baş bike.

Di pey mirina El-Mehdî sala (169 k / 785z) re, kurê wî yê mezin El-Hadî bû Xelîfe, û tev geriya, ku cîgiriyê ji birayê xwe Harûn bistîne, û kurê xwe yê biҫûk Cefer deyne şûna wî. Mezinên dewletê ev yeka pejirandin, lê Yehya nepejirand, û her ji bo Harûn dilsoz ma, pê re jî xeyda Xelîfeyî bi ser xwe da hanî, lê dawî ew bawerkirin da, ku Harûn, ji bo berjewendiya dewleta Ebaasî, cîgirê wî bimîne.

Piştî mirina El-Hadî, Harûn şûna wî girt, û bû Xelîfe, û Yahya jî hilda şalyariyê. Harûn Erreşîd rêza Yehya digirt, û jê re Bavo digot, û kar û barên dewletê xistin destên wî de, û ew jî şalyarê hêja bû, bi jîrbûnî dewlet bi rê ve dibir, û bala xwe dida kar û barên xelkê, û abora dewletê ber bi pêş ve bir. Yehya zîrek bû, û nerîna wî durist bû, tevdîra wî baş û şûngirtî bû, comerd û bêhnfireh bû, derûnpaqiş û rêzdar û dilpaqiş bû, xwe di ser xelkê re nedigirt, li hemder kesên neqencî pê dikirin, tolerans bû. Yehya sala (190k / 805z) li bajarê Reqqayê di zîndanê de mir(3).

3.El-Fedil Ibin Yehya:

El-Fedil Ibin Yehya sala ((148k / 765z)ji dayikê bû, ew birayê Harûn Erreşîd ê şîrî bû, wêrek û bêhnfireh û comerd û derûnpaqiş û hişmend û rewşenbîr bû, ji dêvla bavê xwe bi karên giring radibû, pê re jî bi „şalyarê biҫûk“ dihate navkirin, Harûn Erreşdî perwedeya kurê xwe yê mezin Mihmed El-Emîn xistibû destên wî de.

Sala (178k) Harûn Erreşîd ew kire waliyê baskê rojhilat ê dewletê; ji Kurdistanê heya tixûbên Tukmanistanê, wî bi dadmendî hukum kir, mizgeft ava kirin, bace kêm kir, û destlata Ebbaşî li wan deveran şûngirtî û xurt kir, û dema gîha bajarê Belx, xwast perestgeha Newbîhar a zeredeştî hilweşîne, lê nikanî bû, ji ber ku avahiya wê mezin û durist û hêzdar bû, vê lomê ewî parek jê hilweşand, û mizgeftek li wê şûnê ava kir.

Sala (186k) Yehya Ibin Ebdellah El-Elewî, li welatê Deylem (başûrê deryaya Qezwî) raperî, şoreşeke metirsîdar bû, ҫarenûsa dewletê xist ber gef û guran. Wê hîngê Harûn Erreşîd berê El-Fedil, bi pêci hezar şervan ve, ber bi wê de da, bo şoreşê gêrke û agirê wê vemrîne, El-Fedil bi nermî û aşîtî ҫû Yehya El-Elewî, ku eger xwe radestî wî bike, dê ewlehiya wî teqez bike. Yehya El-Elewî xwe radest kir, wî jî ew bi xwe re bir Bexdê, Xelîfe bi wê yekê pir şa bû(4). El-Fedil sala (192k / 808z) li bajarê Reqqayê di zîndanê de mir.

4.Cefer Ibin Yehya:

Cefer sala (151k / 767z) ji dayikê bû, ҫanda wî fireh û pirşax bû, ew wêrek û dûrbîn bû, qedirbilind û zîrek û rastziman û comerd bû, Xelîfe Harûn Erreşîd rêza wî digirt û ji xwe ve nêzîk dikir, sala (176k) îyaleta Misirê da dest wî, û paşê jî hilda pileya şalyarê yekemîn, û di ser birayê wî El-Fedil re girt, pê re jî wî kar û barên dewletê bi jîrbûnî bi rê ve bir.

Xelîfe Harûn Erreşîd, ji bo ҫareserkirina aloziyên metirsîdar, ew dida pêş. Wek nimûne; sala (180k) li welatê Şamê cengeke tundrew di navbêna Erebên Ednanî (bakur) û yên Qehtanî (başûr / Yemen) de qewimî, û ewlehiya dewletê xist ber gef û guran, vê lomê Cefer berê xwe da welatê Şamê, û herdu gurûp li hev hanîn, û ҫekên wan ji dest birin, û agirê fîtnteyê vemirand, û rewşa ewlehî ji nû ve vegerand. Sala (187k / 803z) Erreşîd fermana kuştina Cefer da(5).

(1)Deyakonov: med, rû 359, 390.Yaqût El-Hemewî: Mucem El-Buldan, 5/307, 308. Ibin El-Feqîh El-Hemezanî: El-Buldan, rû 618. Ibin Xellîkan: Wefeyat El- Eiyan, 4/9.

(2)Ibin El-Cewzî: El-Muntezem, 7/299. Ibin Xellîkan: Wefeyat El-Eiyan, 1/332. Etteberî: Tarîx Errusul we El-Mulok, 8/56.

(3)Etteberî: Tarîx Errusul we El-Mulok, 8/209, 210. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 5/ 265, 274.

(4)Ibin Tatîbe: El-Fexrî, 1/203. Ibin Xellîkan: Wefeyat El-Eiyan, 4/29. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx,  

(5)Ibin Tatîbe: El-Fexrî, 1/203. Etteberî: Tarîx Errusul we El-Mulok, 8/262. Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 3/367. 


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.