1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Heyder Omer
  4. Ji dîroka kurdî/Kesayetî û helwest-XIV
Ji dîroka kurdî/Kesayetî û helwest-XIV,ji,dîroka,kurdî,kesayetî,û,helwest,xiv

Ji dîroka kurdî/Kesayetî û helwest-XIV

A+ A-

                                    Xelek 14

Gelo malbata Eyyobiyan Kurd bû, an Ereb, an Tirk bû?
Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl, Werfer: Heyder Omer

Hinek nivîsevan malbata Eyyobiyan bi ser Ereban ve dikin, û hiek jî bi ser Silcûqan, û Zenkiyên Tirk ve dikin, lê gelo boҫûnên dîrokzanên misilman ên dêrîn ji bo vê yekê ҫi ne? Hinekên wan hemdemên dewleta Eyyobî bûn, û malbata Eyyobiyan ji nêz ve nas dikin.

Boҫûnên dîrokzanan:
Hin mezinên dîrokzanên misilmanan yên dêrîn kurdbûna malbata Eyyobiyan dupat kirine, dîrokzan Îzzeddîn Bin El-Esîr El-Cezerî /عِزَّالين بن الأثير الجَزَري (630k / 1233z mirî) yekek ji wan e, ku rêvebir Şêrko mamê Selaheddîn dide nasîn, dibêje: „Ew û birayê xwe Necmedîn Eyyob kurên Şazî / Şadî ji bajarê Dewîn /Duwîn bûn, û bi nijada xwe ji Kurdên Rewadiye bûn, û ev reh ji jî rûmetdarên Kurdan e“(1).

Ezedîn Bin El-ESîr Kurdbûna Eyyobiyan, di pirtûka xwe “Ettarîx El-Bahêr fî Eddewle El-Etabîkiyye / التاريخ الباهر في الدولة الأتابكيَّة”(2)de dubare dupat dike. Ev pirtûk jî bi taybet ya jînenîgariya dewleta Zenkî ye, eger malbata Eyyobiyan Zenkî yan jî Silcûqî ba, wê Ibin El-Esîr di vê pirtûkê de qala Kurdbûna Eyyobiyan nekiriba, û wê negotiba ew ji “Kurdên Rewadî” ne.

Behadîn Bin Şeddad / بهاءالدين بن شدَّاد (632k / 1234z mirî) jî dibêje, ku malbata Eyyobiyan ji “Kurdên Rewadî”ye(3), û Ibin Şeddad bi xwe sekretêrê Selaheddîn, û dadgerê leşkerê wî bû, û pirê caran beşdarê civatên wî bû, û di serdema, ku Eyyobî hukumdarên Misirê û Şamê bûn de, pirtûkek danerî, eger ewana Ereb bana, yan jî Sulcûq an Zenkî bana, wê bihêştana ew wana Kurd bide nasîn?

Dîrokzanekî din heye, ku ew jî hemdemê dewleta Eyyobî bû, navê wî Ebû Şame El-Meqdîsî أبو شامَة المَقْدِسي ye (665k / 1267z mirî), danerê pirtûka “Uyûn Errewdeteyn fî Exbar Eddewleteyn / عيون الروضتين في أخبار الدولتين”, mebest jê dewleta Zenkî û dewleta Eyyobî ye, dibêje: “Esed Eddîn û birayê xwe Necmedîn, ku mezinê kurên Şazî ye, ji bajarê Duwîn bûn, ew jî bajareke li dawiya Azerbeycanê, li kêlek Rûm dikeve, û bi nijada xwe ji Kurdên Rewadî ne, ev jî ji rûmetdarên Kurda ye”(4).

Dîrokzan û dadger Ibin Xellîkan / ابن خَلِّكان (681k / 1282z mirî) Necmedîn Eyyob û birayê wî Şêrko dide nasîn, û dibêje: “Ewana ji Kurdên Rewadî ne”(5), û Ibin Xellîkan bi xwe jî Kurd e, ji êla (Zîrzarî), û ji devera ku malbata Eyyobiyan nişteciyên wê bûn e (başûrê Kurdistanê yê halî hazir), pê re jî ew (Ibin Xellîkan) zanatirê nijadê êl û malbatên Kurda ye.

Dîrokzanekî din kurdbûna Eyyobiyan dupat dike, ew jî Ibin Texrî Berdî / ابن تغري بَردي (874k / 1470z mirî) ye, bavê wî, di serdema Ebebozan (Memalîk) de ji mezinên rêvebirên Ebebozên Tirkan bû li Misirê, navê wî yê rast (Tengirî Weyrdî) ye, ev jî navekî tirkî, bi wateya (dana Xweda) ye. Eger malbata Eyyobiyan Ereb an jî Silcûq ba, gelo wê vî dîrokzanê Tirk kurdbûna wan dupat bikira? Ew dibêje: “Selaheddîn kurê navîn bû, navdariya wî bê hewce bû ku mirov nîşan wê bike. Dîrokzanan li hev kirine, ku bav û xizmên wî ji bajarê Duwîn in, ew jî li dawiya Azerbeycanê, li kêlek Erranê û welatê Gurcan dikeve, û xizmên wî Kurdên Rewadî ne. Rewdî jî şaxekî Hezbaniyê ye, û êleke Kurdan a mezin e. Mirovekî zane, ji xelkê Duwîn e, gote min, ku li ber dergehê Duwînê gundek heye, jê re Ecdanqan dibêjin, û hemî xelkên wî gundî Kurdên Rewadî ne”(6).

Guman û xwezî:
Hinek nivîsevanên serdema nû, Dr. Mihemed Behcet Qubeysî / محمد بهجت قُبَيسي yekî ji wan e, di rûpelên (213-218) yên pirtûka xwe “Kurd û pêximber”de, ev hewaldanên belgeyane, ku ji ber dîrokzanên dêrîn û pê bawer mane bi paş piştên xwe de avêtine, û bi hewaldanekê girtine, ew jî ew e, ku mîrê Eyyobî (El-Muîz Silmaîl kurê Textîkîn kurê Eyyob /المُعِزُّ اسماعيل بن طُغْتِكين بن أيوب ) hakimdarê Yemenê, malbata Eyyobî bi ser Umewiyan ve kirî, ji ber ku dixwast bibe xelîfe, ҫimkê li gorî fetwaya piraniya zanyarên misilmanan, divê xelîfe Erebê Qureşî be.

Mîrekî Eyyobî yî din, bi behaneya hebûna navê (Merwan) di rehê malbata Eyyobî de, ev malbat bi ser Ereban ve kir, ew jî (Qeral El-Emced El-Hesen kurê Daoud / الملك الأمجد الحسن بن داوُد) e, di pirtûka xwe “El-Fewayêd El-Celiyye fî ferayêd Ennasîriyye / الفوائد الجليَّة في الفرائد الناصريَّة” de, weusa ҫû ye, wek ku her kesê navê wî (Merwan) be, divê Erebekî Umewiyan be jî.

Li gorî vê boҫûna El-Muîz û El-Emced, ku malbata Eyyobî bi ser Ereban, nemaze jî bi ser êla Qureyş ve kirin, hinek Kurdên din jî, ku bi piranî serokên êlan, û zanyarên misilman û Şêxên sofî bûne, bi vê rê de ҫûn, hinekan xwe bi ser El-Ebbas kurê Ebdilmuttelêb / العباس بن عبدالمطلب, û hinekan xwe bi ser Elî kurê Ebî Talêb / علي بن أبي طالب, û hinekan jî xwe bi ser Xalid Bin El-Welîd / خالد بن الوليد ve kirin, tevî ku dîrokzan Îzedîn Ibin El-Esîr dibêje:”Kesek ji kurên Xalid bin El-Welîd nema ye, ne li rojhilat û ne jî li rojava, eger kesekî xwe bi ser wan ve kir, ku ew jî ji wan e, derewan dike”(7).

Bi gelemperî sê xwazî di paş ҫêkirina van boҫûnên havî de hene:
Yekem: xwedawşandina ji nasnameya Kurdî, ji ber ku Kurd ne xwedî desthilat bûn, belê bi piranî xizan û nezan bûn.
Duwem: Nêzîkirina ji desthilata hikumdar, ҫi di serdema dewleta xelîfetiyê de, û ҫi di serdema Osmaniyan de, û ҫi jî di sedsala bîstem de.
Sêyem: Bi servekirina rewşa pîroziyê bi ser malbatê de, da rêz û navdengiya wî di nav cemawerê Kurd û misilmanan de hebe.

Boҫûnên pêşewayên Eyyobiyan:
Xuya ye boҫûnên, ku malbata Eyyobiyan bi ser Ereban ve dikin, di demên pêşî yên serdema dewleta Eyyobî de, diyar bûne, ҫimkê Selaheddîn û birayê xwe El-Melêk El-Adêl / الملك العادل ev yeka bihîstibûn û nepejirandibûn. Ibin Xellîkan dibêje: “Dîroka Heleb, ya ku dadger Kemal Eddîn Ebû El-Qasêm Omer Bin Ehmed / كمال الدين أبو القاسم عمر بن أحمد, ê ku bi Ibin El-Edîm El-Helebî / ابن العديم الحلبي dihate naskirin, berhev kirî, min di vê dîrokê dîtiye, ku piştî ew newekheviya boҫûnan li ser nijadê Eyyobiyan bi bîr tîne, dibêje:El-Muîz kurê Seyfil-Îslam kurê Eyyob qeralê Yemenê, ji bo bibe xelîfe, xwe bi ser Umewîyan ve kiribû, û min bihîst ku Şêyxê me El-Qadî Beha-Eddîn / القاضي بهاءالدين – bi Ibin Şeddad dihat naskirin- dibêje: Sultan Selaheddîn ev yeka nepejirand, û got: Binyata vê yekê nîne”(8).

Şemsedîn Ezzeheb / شمس الدين الذَّهبي (Mihemed kurê Ehmed kurê Osman kurê Qaymaz (748k = 1348z mirî), ew jî dîrokzanekî nijadtirk e, dibêje: “El-Muîzz kurê Seyfil-Îslam Tuxtîkîn kurê Eyyob; xwediyê Yemenê xwe bi ser Umewiyan ve kiriye, û xîlafet xwastiye, û Şeyxê me dadgerê dadgeran Ibin Şeddad, ji ber Selaheddîn girtiye, ku wî ev yeka nepejirandiye”(9).

Qutbuddîn El-Yonînî / قطب الدين اليونيني (Mûsa kurê Mihemed, 726k / 1326z mirî) gotiye: “El-Muîzz Fethuddîn Simaîl kurê Seyfil-Îslam Tuxtîkîn kurê Eyyob kurê Şadî qeralê Yemenê xwe bi ser Umewiyan ve kiriye û xîlafet xwastiye. Mamê wî El-Melêk El-Adêl, rehma xweda lê be, ev yeka bihîstiye, û nepejirandiye, û gotiye: Binyata vê yekê nîne, û min ji El-Melêk El-Emced Teqîddîn Ebbas kurê El-Adêl, rehma xweda lê be, bihîst, ku wî jî biservekirina Eyyobiayan bi ser Umewiyan ve nepejirand û got: Eger mamê min Selaheddîn, rehma xweda lê be, ji êla Qureyş ba, wê biba xelîfe, hemî merc, ji bilî rehê Qureşî, tê de hebûn(10).

Dêmek dîrokzanên pê bawer dupat dikin, ku nifşê pêşîn ê mezinên Eyyobiyan, biservekirina wan bi ser Ereban ve nepejirandin. Gelo ewana, yan nifşê duwem an ê sêyem zanatirên nijadê xwe ne? Eger malbata Eyyobî Ereb an jî Tirk ba, ma ҫi nedihêşt ku Selaheddîn û siltan û mîrên wan vê yekê ragihînin û aşkere bikin? Eger Ereb an jî Tirk bana, ma wê bipejirandana, ku bi ser Kurdan ve bin? Dadgerê dadgeran û dîrokzan Ibin Şeddad ji hemî kesan bêtir tev civatên Eyyobiyan dibû, û ji hemî kesan bêtir ew dinasîn, ewî ҫi bercewendî hebû, ku erebîtî yan tirkîtiya wan veşêre, û wan bi ser kurdan vebike?!

(1)Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 5/104.

(2)Ibin El-Esîr: Ettarîx El-Bahêr, rû 119.

(3)Ibin Şeddad: Ennewadêr Essultaniyye, rû 6. 

(4)Uyûn Errewdeteyn, El-Qisim El-Ewel, rû 263 – 264, 329.

(5)Ibin Xellîkan: Wefeyat El-Έyan, 7/141.

(6)Ibin Texrî Berdî: Ennucûm Essahîre: 6/12. 

(7)Ibin El-Esîr (îzzedîn) Esed El-Xabe (daristan), 2/140. Biner: El-Omerî: Mesalêk El-Ebsar, 4/343.

(8)Ibin El-Xellîkan: Wefeyat El-Έyan: 7/141.

(9)Ezzehebî: Tarîx El-Îsalm, 39/313.

(10)Qutub Eddîn El-Yonînî: Zeyl Mîrat Ezeman, 1/39.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.