1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Heyder Omer
  4. Ji dîroka kurdî / kesayetî û helwest XV
Ji dîroka kurdî / kesayetî û helwest XV,ji,dîroka,kurdî,kesayetî,û,helwest,xv

Ji dîroka kurdî / kesayetî û helwest XV

A+ A-

Xelek 15

Ҫawa dewleta Eyyobî hate damezirandin
Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl, Werger: Heyder Omer

Dewleta Eyyûbî gewretirîn dewleta kurdî bû di dîroka Îslamê de, li Misirê û Sûriyê hate damezirandin, û paşê jî fireh bû, û gîha gelek deverên Kurdistanê. Gelo ҫawa hate damezirandin? Da ku bête zanîn, em ê pergala rojhilata navîn a wê demê berҫav bikin.

Pergala rojhilata navîn:

Rojhilata navîn, berî hebûna dewleta Eyyûbî, di nava van hêzên polîtîkî de parvekirî bû:

1.Dewleta Ebbasî: Desthilata xelîfeyên Ebbasî lawaz bûbû, û Ebebozên (memalîk) Tirkan li ser wan hukumdar bûn, û paşê jî Biweyhiyan (Deylem) li ser desthilata Bexdê hukumdar bûn, ew jî mêldarên şî’îtiyê bûn, lê rewşa sinîtiya xîlafeta Ebbasî tenê bi nav hêştin.

2. Selcûq: Selcûq Tirkên şaxê (Oxoz) in, xelîfeyê Ebbasî xwast bi alîkariya wan ji desthilata Buweyhiyan rizgar bibe, vêca ewana ji bakurê Efganistanê hatin, û dewleta Buweyhî gêr kirin, û dest dan ser welêt, ji Efganistanê li hêla rojhilat heya bi Sûriyê li hêla rojavav, lê paşê nakokî di nav wan de peyda bûn, û di dawiya sedsala (13pz) de lawaz bûn.

3. Dewleta Fatîmî: Fatîmî şî’e ne, bi ser Fatîmeyê keҫa pêximber Mihemmed û hevserê wê Elî kurê Ebî Talib ve ne. Ewana dewleta xwe li bakurê Efrîkayê damezirandin, û paşê Misir ji destên dewleta Ebbasî gir tin, û bajarê (El-Qahîre) ava kirin, û ji xwe re kirin paytext, û di pey re jî dest dan ser welatê Şamê, û Sûriya ji dest Silcûqan gir tin, lê paşê dewleta wan lawaz bû, ta ku di dawiya sedsala (12pz) nikarîbû li hember talanên xaҫeperestan rabûya.

4. Fîrenc (xaҫeperest): Selҫûqan xaka dewleta Rûm li Anadolê dagîr kirin, û gefên dagîrkirina Qustentîniya ya paytext li wê gir tin, Fîrencan jî li hember wan gefan rojavayê Asiyayê sala (1095pz) dagîr kirin, û mîrnişîna (Ruhayê / Orfa) damezirandin, û dest dan ser deverên kenara deryayê li Sûriyê, û ser Lubnanê û Felestînê û beşê mezin ê Urdinê, û dest bi amadekariya dagîrkirina Misirê kirin(1).

5. Dewleta Zenkî: Zenkî (nasnavê wî (Îmad Eddîn e) kurê Aqsunqur e, rêvebirekî selcûqî ye, dest da ser Nisêbînê, Şengalê, Herranê û Cezîra Botan, û desthiladariya xwe li Mûsilê danî, û paşê jî Heleb dagîr kir, û şerê Fîrencan kir, û (mîrnişîna Ruhayê) sala (1144pz) ji dest wan girt. Di pey kuştina wî re, Eyyûbiyan arî kurê wî Mehmûd (nasnavê wî Nûreddîn e) kirin, da desthilatê werbigire(2).

Ji Tîkrîtê ber bi Misirê de:

Berê jî derbas, ku Eyyûbî Kurdên eşîra Rewadî / Ruwadî ne, ew jî şaxeke êla (Hedban) a mezin e, Eyyûb (nasnavê wî Necmeddîn e) û Şêrko (nasnavê wî Esed Eddîn e) her du jî kurên Şadî ne, û li ba dewleta Şeddadî ya kurdî li Erranê dixebitîn, (Erran di navbera Ermenistanê û Gurcistanê de parvekirî ye), û gava Selcûqan dewleta Şeddadî sala (1072pz) gêr kirin, ew herdu jî vegeriyan başûrê Kurdistanê, wê hîngê Behrûz; rêvebirê polîsê Bexdayê dostê Eyyûb bû, ew kire hukumdarê keleha (Tîkrîtê), û Şêrko jî kire rêvebirê polîsên kelehê(3).

Sala (1131pz) şer di navbera Zenkî û Selcûqên hukumdarên Îraqê bûn de qewumî, Zenkî baz da, û vegerî Mûsilê, bi riya vegerê di keleha Tîkrîtê re derbas bû, Necmeddîn baş pêşwaziya wî kir, û riya derbasbûna wî û leşkerên, ku pê re bûn,di nav ҫemê Dîcleyê re hêsan kir, da dijmin negihêninê. Hukumdarên Bexdê ji vê tevdîrê ennirîn, vêca bi vê sedemê û hineke din, Eyyûb û Şêrko sala (1137pz) ji kar û ji Tîkrîtê hatin derxistin. Vêca her du jî, tev kesên mêldarên wan bûn, di şeva ku Yûsif (Selahuddîn) ji dayikê bû de ҫûn Mûsilê.
Zenkî gelek baş pêşwaziya Eyyûbiyan û kesên wan kir, û tev li artêşa xwe kirin, Eyyûbiyan jî şervanên Kurd hanîn. Rola wan şervanan di cengên Zenkî dij Fîrencan (xaҫeperestan) hukardar bû, pê re jî ji bo şervaniya wan di cengan de, û jîrbûna wan di warê rêvebiriyê de, rûmeta wan di serdema sultan Nûreddîn Ibin Zenkî de gelek bilind bû. Nûreddîn bi alîkariya wan Dîmeşq ji dest malbata Ertuq a selcûqî girt, û ji dewleta xwe re kir paytext, û rêvebiriya artêşê da dest Şêrko(4).

Gava xaҫeperstan dan ser Misirê, û şalyarê misrî Şawer bi awanbazî tev li wan bû, xelîfeyê Fatîmî El-Άdêd xwe avête bextê Sultan Nûreddîn, vî jî sê caran artêşa xwe bi serdariya Şêrko û biraziyê wî yê xort Selaheddîn şande Misirê, da wê li hember xaҫeperestan biparêzin. Şêrko bi ser ket, û xaҫeperest bi şûn de vegerandin, û şalyarê awanbaz Şawer, ê ku awanbazî bi xaçeperstan re durist kiribû, kuşt, û xelîfeyê Fatîmî jî şalyarî da dest wî(5).

Gava Şêrko sala (1169pz) mir, xelîfe El-Άdêd şalyarî da dest Selaheddîn. Di pey re, li gor daxwaza xelîfeyê Ebbasî, El-Musteisî Bi Emrîllah, sultan Nûreddîn ferman da Selaheddîn, da xîlafeta Fatîmî bi dawî bîne, lê ji ber ku El-Άdêd û Selaheddîn dost bûn, wî pêkanîna wê fermanê bi derengî xist, lê sultan Nûreddîn lomeyên giran lê kirin, pê re jî neҫar bû ku sala (1171pz) xîlafeta Fatîmî bi dawî bîne(6). El-Adêd wê hîngê naxwaş bû, ji vê rewşa wî, Selaheddîn, ew bi dawîlêhatina xîlafeta wî agah nekir(7).

Damezirandina dewleta Eyyûbî:

Selaheddîn bav û bira û hemî xizimên xwe ji Sûriyê birin Misirê, û navendên serkêşiya leşkerî û rêvebirinê dane wan. Hinek rêvebirên Tirk ên mezin li Misirê qayîl nebûn, ku Selaheddîn bibe hukumdarê Misirê, vê lomê xeyidîn û vegerîn Dîmeşqê, û sultan Nûreddin bi ser Selaheddîn de tûj kirin, û tirsandin ku Selaheddîn wê xweseriya hukmê Misirê ragihîne, sultan jî bi mebest Selaheddîn, bi nameyên zimatûj sor kir, da wî ber bi ragihandina raperînê de bide, û vê yekê wek behaneyê bikar bîne, û Selaheddîn ji hukumdariyê dîne, û dawiya wî bîne(8).

Selaheddîn zîrektir bû, û şaşîtî nekir, şêwra bavê xwe Eyyob kir, û li ber tengasiyên, ku Nûreddîn didan ber, xwe ragirt. Selaheddîn awayê têkiliya Nûreddîn li gel xwe rava dike, û dibêje: “Bi xweda min, li hember êşên giran, ku ji wî de wek kêran û derziyan bi ser min de dihatin, xwe ragirt, û kesekî ji yên dora wî nikarîn tawanekê li min bigirin, û ew jî bi xwe tevgerî, ku tawanekê li min bigire, lê nikarî. Di nameyên, ku ji min re verê dikirin de, tiştên ku kesek nikare xwe li ber ragire, digotin, mebest jî ew bû, ku ez ji layê wî de bême guhertin, da bibe behane, ku şerê min bike, lê hema rojekê jî min nehêşt ew bigihêne armanca xwe”(9).

Tevdîrên Selaheddîn didine xuyan, ku ewî ji bo rûbirûtiya bi sultan Nûreddîn re, gava pêwîstî hebe, û ji bo ragihandina xweseriya Misirê, xwe amade dikir. Ewî misrî bi hêla xwe ve hanîn, û dest da ser bakurê Sodanê, û Yemenê da oqyanûsa (Bab El-Mendêb) a bazirganî û stertîcîk bi dest xwe ve ibbe, bi vê yekê ji bo desthilata xwe kûrahiya steratîcîk ji herdu warên leşkerî û abûrî de pêk hanî, û bav û bira û pismam û xizim û Kurdên, ku pê re bûn, hemî bi yek rêzê piştgirên wî bûn.

Sultan Nûreddîn amadekarî dikir, ku bide ser Misirê, û Selaheddîn ji desthilatê derîne, lê nexwaş ket û sala (1174pz) mir, û kurê wî Essalêh Simaîl şûna wî girt. Temenê Essalêh Simaîl panzdeh sal bûn, û nakokiyan û cengan, ji bo wergirtina desthilatê, di nav mezinên Zenkiyan de dest pê kirin, û xaҫeperestan amadekariya dagîrkirina Dîmeşqê kirin, vê lomê hin rêvebiran li Dîmeşqê hawara xwe kirin Selaheddîn, da dewletê biparêze.

Selaheddîn tev artêşa xwe ji Misirê berê xwe da Sûriyeyê, û derbas Dîmeşqê bû, kar û barên welêt organîze kir, û li hember hevbendiya Zenkiyan neҫareyî hin şeran bû, û di wan şeran de bi ser ket, û desthilata xwe kişand ser tevayê welatê Şamê, û dewleta Eyyûbî damezirand, û xelîfeyê Ebbasî nasnavê (Essultan Ennasêr) dayê. Dewleta Eyyûbî fireh bû, ji Şengalê û Mûsilê li rojhilat, heya bi Tûnisê li rojava, û ji Farqînê û Anadolê li bakûr heya bi Yemenê û Sûdanê li başûr, pê re jî bû mezintirîn û hêzdartirîn dewleta rojhilata navain a wê demê, û talana xaҫeperstan têk bir(10).

Dewleta Eyyûbî, bi xêra hinek Hêmanan hate damezirandin:
*Wêrekî û jîrekî û pendiyarî û tevdîra steratîcîk a Selaheddîn.
*hevgirtina mîrên malbata Eyyobî û kurdên bi wan re bûn.
*hebûna pirojeya polîtîkî, ew jî rûbirûtiya bi hêrişa xaҫeperstan re bû.
*wergirtina erêkirina xîlafeta Ebbasî, wek şemsiya êdolocîk.
Belê, dewleta Έyyobî bi vî awayî hate damezirandin. Dawî dive em desteftiyên wî (Selaheddîn) binasin. Bila ev jî babeta, ku wê bêye be.

(1)Ebdilfettah Άşûr: El-Hereke EsselîbiyyeK 1/182, 204, 240, 316.

(2)Şarl Andirê Colyan: Tarîx Efrîqiya Eşşemaliyye, 2/136 – 150.

(3)Ibin El-Esîr: Ettarîx El-Bahêr, rû 119. Ibin Şeddad: Ennewadêr Essultaniyye, rû 6.

(4)Ibin El-Esîr: Heman jêder, rû 119, 120. Ebû Şame: Uyon Errewdeteyn; 1/330.

(5) Ibin El-Esîr: Heman jêder, rû 119, 132, 137. Ibin Şeddad: Heman jêder. Rû 40.

(6)Ibin El-Esîr: Heman jêder, rû 142. Ebû Şame: Heman jêder, 1/495

(7)Ibin El-Esîr: Heman jêder, rû 492/1.

(8)Ebû Şame: Heman jêder, 1/440, 441.

(9)Ebû Şame: Heman jêder, 1/442.

(10)Ibin Şeddad: Heman jêder, rû 50 – 52. Ibin El-Esîr: Heman jêder, rû 181.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.