1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. KURDISTANIYAN QANÛNA DEWLETAVAKIRINÊ ÇÊKIR. DADGEHA FEDERAL NIKARE VÊ BIRYARÊ JI HOLÊ RAKE…
KURDISTANIYAN QANÛNA DEWLETAVAKIRINÊ ÇÊKIR. DADGEHA FEDERAL NIKARE VÊ BIRYARÊ JI HOLÊ RAKE…,kurdistaniyan,qanûna,dewletavakirinê,çêkir,dadgeha,federal,nikare,vê,biryarê,ji,holê,rake

KURDISTANIYAN QANÛNA DEWLETAVAKIRINÊ ÇÊKIR. DADGEHA FEDERAL NIKARE VÊ BIRYARÊ JI HOLÊ RAKE…

A+ A-

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Başûrê Kurdistanê gelê me û Kurdistaniyan, di 25ê Îlona 2017an de biryareke dîrokî wergirt. Bi wateyeke din gelê me di hemanroj de qanûnek/yasayek çêkir. Ev yasaya, yasaya dewletavakirina Kurdistanê bû. Lewra tê zanîn ku Organa bilind ya yasayçekirinê, gel in. Meclîs li ser navê gel yasa çê dike. Endamên yasaçêkirinê yê Meclîsê ji aliyê gel de tên hilbijartin.

Loma jî, di 25ê Îlona 2017an de gelê me raste rast bir riya referandûmê ku referandûm di demokrasiyê de mekanîzmaya temsîlê ya raste rast e, yasayek çêkir. Dema ku encema referandûma serxwebûna Kurdistanê tê şirovekirin, an jî bê şirovekirin, divê baş bê zanîn ku em ji yasayekê qal dikin.

Hîç şik tune ye ku ev biryara, biryereke rêzê nîn e. Bîryareke dîrokî û biryara ku qedera Kurdistaniyan û neteweya kurd biguherîne. Loma jî ji bona Kurdistaniyan, ji bona hemû beşên Kurdistanê û kurdên dinyayê, biryereke qedirbilind, serfîraz, serbilind e.
Ev biryar û qanûna dîrokî û qederegûhestin, di dewletên kolnyalîst de erdhejek çêkir. Dewletên kolonyalîst ji bona ku ev biryar û qanûna Kurdistaniyan ji holê rakin, dest bi êrişeke gelek mezin kirin. Li hemberî Başurê Kurdistanê, kurdistaniyan, hemû beşên Kurdistanê şer îlan kirin. Ev şera jî di 16ê Oktobra 2017an de bi tîfaqeke xurt û qirêj xistin jiyane.
Ev tîfaqa dewletên dagirker û kolonyalîst dema ku bi xiyaneta di nav kurdan re bû yek, texrîbat û keraset mezin bû. Dilê Kurdistanê Kerkûk hat dagir kirin. Careke din tifaqa dîrokî û klasîk ya dewletên kolonyalîst ji kurdan re diyar kir ku ew îzin nadin jiyana kurdan û dewletbûna neteweya kurd.

Dewletên kolonyalîst dagir kirina Kerkûkê bes nedîtin. Lewra Kurdistaniyan biryara dewletbûnê dabûn. Ev biryara diviya bû ku ji holê rabe. Biryar û qanûna dewletavakirinê ji bona dewletên kolonyalîst bibû kabûsekê.
Lê kolonyalîst, destilatdarên Kurdistanê di vê mijarê de qane jî bikin, ew ji kanûna ji holê ranabe.
Loma jî daxwaz kirin ku desthilatdarî û hikûmeta Kurdistanê encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê red bikin.

DADGEHA FEDERAL LI HEMBERÎ BINPÊKIRINA MAKEZAGONÊ BÊ DENG MAYE. DI DERBARÊ REFERANDÛMÊ KERKÛKÊ DE TU BIRYAR NEGIRTIYE. DI DERBARÊ QANÛNA DEWLETÇÊKIRINA KURDISTANIYAN DE BIRYAR GIRT. BIRYARA DADGEHA FEDERAL YA IRAQÊ LI DIJÎ STATUYA FEDERAL BI XWE YE. LEWRA DEWLETA FEDERAL, MAFÊ DEWLETAVAKIRINÊ DIDE MILETÊ KURD

Bi taybetî jî dewleta kolonyalîst ya Iraqê di vê mijarê de hewil da. Di derbarê berpirsiyarên Komîteya Bilind Ya Referandûmê de lêpirsîn da dest pê kirin. Serî li Dadgeha Federal da ku vê biryarê ji holê rake
Lê Dadgeha Federal ya Iraqê biryara xwe ya yekemîn de got ku "em nikarin bêjin referandûma ne bê destûr e. "
Desthilatdariya dîktatorî ya mezhebî û nîjadperest bi ev biryara dadgehê kêfxweş nebû. Zor da ku dadgeh, wek ew dixwazin biryarekê bide. Dadgeha Federal mecbûr bû ku biryareke nû bide. Di biryara xwe ya duyemînde got ku “referanduma serxwebûna Kurdistanê û encama wê ne rewa ye. Her kesek û her herêmek mecbûr e ku yekîtiya Iraqê biparêze. Encama referandûma li Kurdistanê li dijî yekîtiya axa Iraqê ye. Iraqê parçe dike.”

Ev biryara duyemîn biryareke polîtîk û li ser daxwazîya Dîktator û nîjadperest Serok Wezîr Ebadî hate girtin.

Di destpêkê de divê bê diyar kirin ku Dadgeha Federal ya Iraqê, dadgeheke xwediyê fonksîyon nîne. Lewra li Iraqê meclîs, hîkûmet û hemû dezgeh gora Makezagona Federal nameşin. Lê Dadgeha Federal di vê mijarê de tu kar nekiriye. Bal nekişandiye ku dewleta federal ava bibe.
Her dem Makezagon binpê hatiye kiri, Dadgeha Federal dibarê vê pirsê de biryarek negirtiye.

Beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê û piştî referandûmê jî Serokê Kurdistanê diyar kir ku Hikûmeta Navendî ya Mezhebî ya Nîjadperest 55 xalên Makezagona Federal bin pê kiriye. Dadgeha Federal ne berê ne jî piştî daxuyaniyên Serokê Kurdisrttnê lêpirsînek nekiriye.
Pirsa din ya girîng referandûma Kerkûk û herêmên din yên bi nizan ne. Makezagona Federal, ji bona ku statuya Kerkûkê diyar bibe, hikûmekî girîng pejirandiyê. Ev jî xala 140emîn e. Gora xala 140emîn divê di sala 2007an de referandûm pêk bihata û statuya Kerkûkê diyar bibûya. Di serî de Hîkûmeta Malîkî ya mezhebî û nîjadperest, pişt re jî hikûmeta Ebadî bi qestî referandûm li dar nexistin. Lewra wan dizanî ku di encama referandûmê de Kerkûk dê bi Kurdistanê re bê girêdan.

Gelo Dadgeha Federal li hemberî ev binpêkirina makezagona çi kar kiriye û biryar girtiye?
Tu biryarê wê tune ne. "

Dadgeha Federal di mijara jiyanî de di xew de bû. Lê di mijara encama referandûma Kurdistanê û biryar/qanuna dewletavakirina Kurdistanê gelek jîr û jehatî bû.
Biryar girt ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê û qanûna dewletavakirina Kurdistanê ne rewa ye..
Mafê Dadgeha Federal tune ye ku di derbarê encama referandûma Kurdistanê de biryar bigre. Lewra ew bi xwe dadgeheke rewa û meşrû nîne.
Dadgeha Federal, kurdan temsîl nake. Temsîla dîktatoriya mezhebî ya nıjadperest dike.
Iraq, di sala 2005an de bi referandûma makezagonê bû dewleteke federal. Yanî Iraq, bû dewleta kurdan, ereban, hemû kêm neteweyan. Nebû dewleta ereban. Dewleta federal dewletek ku bi îradeya mişterek ava bûye. Dewleteke hevbeş û mişterek e. Ev neteweyên dewleta federal ava kirine, bi îradeya xwe ya azad jî, ji dewletê dikarin veqetein û dewleta xwe ava bikin.
Neteweya kurd û kurdistaniyan jî ev yeka kirine.

Loma jî li vir biryar û mîsyona dadgeha federal bê wate dibe.
Biryara Dadgeha Federal di derbarê encama referandûma Kurdistanê li dijî îradeya kurdistaniyan û neteweya kurd e.
Organa temsîlkar ya herî bilind gel e. Gel bi riya mekanîzmaya demokratîk ya referandûmê raste rast xwe dide temsîl kirim û qanûn/yasa çê dike.
Meclîs li ser navê gel û ew kesên ji aliyê gel de hatine hilbijartin endîrekt gel temsîl dike.
Kurdistaniyan qanûn/yasa çêkir. Dadgeha Federal nıikare ev qanûna neteweya kurd û Kurdistaniya ji holê rake.
Ji bona ku dixwaze qanûna gel ya dewletavakirinê ji holê rabe, li dijî îradeya miletê kurd derdikeve.
Biryara Dadgeha Federal, li dijî mafêçarenivîsiya kurdistaniyan û neteweya kurd e.
Bê minaqeşe qanûneke gelek mitleq heye ku her neteweyek xwediyê maf e ku dewleta xwe ava bike. Kurdistaniyan û neteweya kurd jî di 25ê îlona 2017an de ev karê pîroz kir.
Dadgeha Federal û Dewletên kolonyalîst li dijî vê biryar û îradeyê derdikevin.

ORGANA BILIND YA YASAÇÊR: GEL E. MECLÎS LI SER NAVÊ GEL YASA ÇÊ DIKE. DADGEH Û MECLÎS NIKARE YASAYA GEL ÇÊKIRÎ, JI HOLÊ RAKE…

Organa bilind ya yasaçêker: Gel e. Gel endamên meclîsê hildibijêre, Meclîs li ser navê gel endîrek yasa çê dike û gel temsîl dike.
Loma jî tu hêz, meclîs û hikûmet nikare yasaya gel ji holê rake.
Gelê me û Kurdistaniyan di 25ê Îlona 2017an de raste rast bi mekanîzmaya zêdetir demokratîk bi referandûmê yasaya dewletavakirina Kurdistanê çêkir.
Dadgeha Federal wek min li jor jî qal kir, nikare vê yasaya ji holê rake. Ji aliyê din de jî Dadgeha Federal ne rewa ye jî.

Di heman demê de, mafê meclîs û hikûmeta Kurdistanê jî tune ye ku ev biryar û qanûna dewletavakirina Kurdisrtanê ji holê rake. Biryara Dadgeha Federal ya ne rewa erê bike.
Wek tê zanîn Serokê Kurdistanê beriya referandûmê û piştî referandûmê gelek zelal diyar kir ku îradeya gel, di ser meclîsê, hikûmetê, partiyan, serokan, hemû îradeyan re ye. Referandûm êdi bûye biryara gel. Meclîs û îradeyeke din jî nikare biryara referandûmê ji holê rake.
Di heman demê de ji bona encama referandûmê jî ev yêka derbas dibe.

Li Kurdistranê yasaya dewletçêkirinê bes dîsa bi îradeya Kurdistaniyan, bi referandûmeke nû dikare ji holê rabe.


Amed, 16. 11. 2017


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.