1. Tekst

  2. Hevpeyvîn

  3. İsmail Beşikçi
  4. Kerkûk û Rojavayê Kurdistanê
Kerkûk û Rojavayê Kurdistanê,kerkûk,û,rojavayê,kurdistanê

Kerkûk û Rojavayê Kurdistanê

A+ A-

Gisele Karataş, rojnamevanê ku li Fransayê dijî, roja 21ê Çotmeha 2017an, wek nivîskî, ji min re 9 pirsên li ser Kerkûk û Rojavayê Kurdistanê şandîye. Pirs û bersiv li jêr in.

1- Di derbarê referandûma li Başûrê Kurdistanê û pêvajoya ku piştî wê hat jîyîn de, tu çi difikirî?

Pêvajoya hat jîyîn, pêvajoya îroyîn ji têkçûna sala 1975an girantir e. Bi pêkhatina nîzama navnetewî ya dijî kurdan a sala 1975an, têkçûnek pêk hatibû. Bi arastekirina Tirkiyeyê, li Cezayîrê, Muhemed Riza Pehlewîyê Şahê Îranê û Sedam Husênê lîderê Iraqê anîbûn ba hev. Hêzên wek DYA, Yekîtîya Sovyetan, Brîtanya, Fransa, Cezayîrê vê civînê teşwîq kiribûn, destek kiribûn.

Iraqê mafên xwe yên li ser avrêya Şetul’ereb dewrê Îranê kiribû. Îranê jî dergehê alîkarîya kurdan dabû girtin. Ev bo kurdan hilweşîn bû. Lewra tenê alîkarî di vî derî re bo kurdan dihat.

Îro di encama hevkarîya bi dijmin re ya beşek ji endamên malbata Talabanîyî hilweşînek pêk hat. Pavel Talabanî, kurê mezin î Talabanîyî û xwarzîyên wî û dîya wî Hêro Îbrahîm Ehmed jî di navê de grûbek bi dizî, bi Qasim Silêmanî re peymanek îmze kirine. Tê zanîn ku Heşda Şe’bî rêxistinek dijminê kurda ye û ji aliyê Îranê ve li nava Iraqê hatîye avakirin. Ji xwe li ser hev mazûvanîkirina vê malbatê bo Qasim Silêmanîyê rêberê Heşda Şe’bî, cihê gumanbarîyê ye. Çend meh berê, birina Celal Talabanîyî bo Tehranê jî wisa… Di çapemenîyê de cih girt ku bo astengkirina referandûmê, Îranê pere jî li hin kesên ji malbata Talabanîyî re teklîf kiriye. Ev ji helwesta riziyayî ya malbatê tê. Hâl ev e ku divîya Îranê newiribe li kurdekî teklîfên wiha bike… Hêzek ku bi parastina Kerkûkê pêwirdar bû, di encama vê peymana veşarî de, Kerkûkê radestî hêzê dijmin dikir.

Pavel Talabanî di axaftinek xwe de wiha digot: "Min nexwest ez nefta Kerkûkê ya hatî dizîn biparêzim." “Têgeha nefta hatî dizîn” têgehek dewleta Iraqê ye. Iraq, xwedîderketina kurdan a li nefta Kerkûkê, bi gotina "kurdan nefta min dizîn" dinirxîne. Îro jî Iraqê welatê te dizî, nasnameya te dizî. A rast, tê xwestin ku bi darê zorê, ew bêne xesb kirin. Li cihê ku welatê te, nasnameya te hatine dizîn, ka dibe behsa neftê bê kirin? Ramanek, polîtîkayek wiha dijî kurdan, ramanek, polîtîkayek ku wiha dijminan kêfxweş dike, ancax bi perwerdeyê pêk tê. Divê lêkolîna pêvajoya perwerdeya ev kesên ji malbata Talabanîyî ku peymanên dijî kurdan îmze dikin, girîng be.



Kurdistan birîndar e. Kurdistan bi giranî birîndar bûye. Dijminê kurdan/Kurdistanê kêfxweş bûne. Di nava kêfxweşîyek pir mezin de ne. Gelê kurd mexdûr bûye. Di nava êşên pir mezin de ye. Li qadên wek xurmatû kurd, bi qetlî’amên Heşda Şe’bî re rû bi rû ne. Li qadên ku ji Kurdistanê hatine qetandin hêrîşek mezhebî ya mezin û berfireh di rojevê de ye. Dostê kurdan di nava xemgînîyê de fetisîne.

Helbet referandûm pêwîst bû; beşdarîya 72 %, dengê erê 93 % derxist holê ku ev çi qas pêwîst e. Ger beşdarê ji 70 % kêmtir jî bûya, dengê erê li dora 51-52 % bûya jî dîsa referandûm dihat pejirandin, ancax dê pêşîya propagandayek bi awayê “Gelê kurd serxwebûnê naxwaze" jî vebibûya. Niha jî ti behsa van encaman nayê kirin. Weka ku dîyardeyek wiha tune be tê nirxandin.

Ji vê kaosê derketin çawa ye? Tekez dê nifşek kurd ê ku dizane jîyana bi hevkarîya dijmin ne ti jîyane, derkeve holê. Tekez dê nifşek kurd ê ku dizane bi hilgirtina çekên dijmin jîyana di qada navnetewî de, çi qas şerefa kurdan dişikîne, derkeve holê. Dê ev nifşê nû, di polîtîkaya kurdan/Kurdistanê de karîgertir be.

2-Tu di heqê îtîfaqa DYA-PYDê de çi difikirî?
Dibe ku ev îtîfaq vegere hevkarîyek stratejîk?

Bakurê Sûrîyê, ji Cizîrê ta Efrînê, heta Deryaspî herêma kurd bû. Ji van deran re Hîlala berhemdar dihat gotin. Di 1960an û 1970yan de, Partîya Ba’asê, kurd ji vê herêmê girtin, sirgûnê alîyê Başûrê Sûrîyê kirin. Ereban jî li qadên ku ji kurdan vala bûne bicih dikir. Ev polîtîkaya xerakirina nifûsa Kurdistanê bû ku Partîya Ba’asê him li Iraqê, him li Sûriyê bi awayek bibiryar disepand. Di 1960an da, di serdema Nûredîn Atasê Serokkomarê Sûrîyê de paşê jî di serdema Hafiz Esadî de, ev polîtîkayên sirgûnê bi awayek pir bikarîger hatin sepandin.

Ger tifaqa DYA û PYDê karibe federasyonek Kurdistanê ava bike bikêr hatîye. Bo vê jî divê PYD dev ji gotinên wek ‘em dewleta kurd a serbixwe naxwazin,’ ‘em federasyona kurdan naxwazin’; ji ramanên, vatijên dijî kurdan berde.

3- Federasyona Bakurê Sûrîyê, li Rojhilatanavîn, dikare rêya guherînek çawa vebike ( li ser jîyana polîtîk, hunerî, kulturî, jinan, û komunî)?

Gotina Federasyona Bakurê Sûrîyê çewt e. A rast li cihê Rojava gotina Başûrrojavayê Kurdistanê pir çêtir e. Divê ji vê re federasyona kurdan bê gotin. Jixwe herêm, berî ku Partîya Ba’asê dest bi sirgûnan bike ya kurdan bû. Li herêmê Suryanî, tirkmen jî dijîyan lê ew qadek bû ku bi piranî kurd lê dijîyan.

Bo kantonan îfadeya "demokratîk" tê bikar anîn. Di nava helwesta PYDê ya bo ereban, bo Suryanîyan, bo tirkmenan û ya bo kurdan de, cudahîyên pir mezin hene. PYD, ji kurdên dervayê xwe re dibêje "ancax ger hûn bi min re bin, di binê ala min de bin ez ê we nas bikim." Li hember kurdên dervayê xwe dibe asteng. Ji vê zihnîyeta tekhez re, demokratîk nayê gotin. Zihnîyetek ku ala kurdan qedexe bike ne demokratîk e.


4- Li gor we serkeftin û têkçûnên HDPê çi ne?

HDPê, di hilbijartinên giştî yên 7ê Hezîrana 2015an de, bo MMMTê 80 parlamenter derxist. Ger piştî vê, HDPê tekoşînek li ser zimanê dayîkê bimeşamda dê bêtir baş bibûya. Tekoşîna jîyan û jîyandina kurdî, zimanê dayîkê… Ev dibû tekoşînek ku dê tekoşîna sîyasî derxista plana pêşîn. Helbet divê HDPê rê li ber şerê xendekan bigirta. Divîya ku çi qas di vê mijarê de PKK, KCK bi îsrar bûna jî HDPê wan rexne bikira. Têgihîştina "Em ê te nekin serok" çewt bû. Têgihîştina "em ê bi AKPê re koalisyon ava nekin" jî çewt bû. Ev dirûşmê çepê tirkan ne. Bo kurdan, Kurdistanê faydeyek wê tune ye. Çepê tirk, berî her tiştî çepê dewletê ne. Berjewendîyên dewletê bêtir diparêzin.


"5- Pêvajoyek nû ya çareserîyê dibe ku pêk bê?

Ez ne di wê qen’etê de me ku di demek kurt, nêzîk de, pêvajoyek nû ya çareserîyê dest pê bike. Lê divê kurd di mijara jîyîn, jîyandina kurdî, zimanê dayîkê de bikevin tekoşînek mezin û ber fireh. Dibe ku dewlet bo kurdan, dibistanek ku bi kurdî perwerde bide veneke. Lê divê bo zarokê kurdan her malek bibe dibistanek.

Divê di mijara statuya bo Kurdistanê de, biîsrar bin. Divê kurd, xwe ji gotinên dijî kurd ên wek "em li hember dewleta kurd a serbixwe ne", "em li hember federasyona kurd in" bidûr xînin. Kurdistan kolonî jî nîn e. Divê di ferqa vê de bin.

6- Tu di hişmendîya kurd a çil salên dawî de pêşketinek bingehîn dibînî?
40 sal berê, PKKê, bi dirûşma "Kurdistana serbixwe û yekgirtû" dest bi şer kir. Îro gihîştîye encama "Em li hember dewleta kurd a serbixwe ne", "dewlet xerab e…"

Kesên ku li hember dewleta kurd in, dewletên wekTirkiye, Îran, Iraq, Sûriyê ne. Dewletên ku dixwazin kurdan, Kurdistanê bi hevkarî bi rê ve bibin in. Ji vê hêlê ve gotinên "em li hember dewleta kurd a serbixwe ne" ji berdevkîya van dewletan pê ve ne tiştek din e.

Vegotina "dewlet xerab e" jî wiha ye. Ev dirûşmeyek e ku bes bo dewleta kurd a muhtemel tê gotin. An na kesên ku wiha dibêjin ti carî li hember Iraqa ku wek mînak, jenosayda kurdan/Kurdistanê kiriye rexneyek, protestoyek nekirine. Ji vê hêlê ve dirûşmeya "dewlet xerab e" jî dirûşmeyek e ku ji berjewendîyê dewletên ku kurdan/Kurdistanê bi hevkarî bi rê ve dibin re xizmet dike. Pir ji nêzîk ve tê zanîn ku ew kesên xwedî vê dîtinê ne, wek mînak piştgirîya dewleta serbixwe ya erebên Filistînê dikin, vê pêvajoyê teşwîq dikin.

Bêguman di qadên din de, hişmendî bi pêş dikeve. Lêkolînên zimanê kurdî, edebîyata kurdî, çanda kurdan, dîroka kurdan, binyada civata kurdan zêde dibin. Çalakîyên hunerî yên wek muzîk, wêne, şano li ser kurdan/Kurdistanê zêde dibin. Di van qadan de li Kurdistanê, sazîbûnek mezin heye. Ev, li gor 40 sal berê dikarin wek hişmendîyek mezin û ber fireh bêne nirxandin.


7- Li gor texmîna we dê AKP ji hev bikeve?

Li Tirkiyê ti partîyek sîyasî, çi çep, çi lîberal, çi muhafezekar be "çareserî" anîna wan naxuyê. Ev partî hemû berjewendîyê dewlet bi helwestên muhafezekar, çep, lîberal re diparêzin. Kesên ku dê dewletê mecbûrê lihevhatinê bikin kurd bi xwe ne. Rêya vê jî bi berfirekirin û mezinkirina tekoşîna jîyîn û jîyandina kurdî re ye.

Ez ne di wê qen’etê de me ku dê di demeke nêzîk de, jihevketinek di AKPê de, pêk bê. Ez di wê qen’etê de me ku dê AKP, hinekan bi mizdana piştê, hinekan bi xelatên madî, manewî, hinekan bi gevlêxwarinê, hinekan bi karmendkirinê bixapîne û rewşa xwe biparêze.

8- Di mijara li cihê "dewleta kurd a serbixwe ", modela rêberîyek konfederal xwestina PKKê de, dîtinên te çi ne?

Divê li virê pirsek pir girîng ev be: Mûçeya karmendê li kantonan ji alîyê kê ve tê dayîn? Eger ê mûçe dide hikûmeta Sûrîyê be, ev tê wateya girêdana bi Sûrîyê ve. Ji vê, bo azadîyê, bo demokrasîyê rewşek der nakeve holê.


9- Bi tevî ew qas texrîbat û xerabîya dewleta netewî jî divê kurd di xwestina dewleta netewî de îsrar bikin?

Him vê pirsa we çewt e, him jî dîtina we ya di vê mijarê de çewt e. Ev dirûşme ne, bo ku kurdan bixapînin hatine çêkirin. Di dema 20-25 salên dawî de, nêzîkî 30 dewletên nû hatin avakirin. Yekîtîya Sovyetan belav bû. 15 dewletên nû derketin. Yugoslavya belav bû 7 dewlet derketin. Çekoslovakya di nava xwe de bû du beş. Eritreyê serbixwe bû. Sûdana Başûr bi referandûmek ji Sûdanê qetîya. Tîmûra Rojhilat a ku li hember Endonezyayê tekoşîn dimeşand serbixwe bû. Filistînê li Netwên Yekbûyî statuya dewleta çavdêr bi dest xist. Komara Tirk a Bakurê Kibrisê ji zû de ye, dewlet e.

Eger hûn ne xwedî dewlet bin, her dem dibe ku hûn bi jenosaydê re rû bi rû bibin. Theoder Herzl (1860-1904), di 1890an da, bo cihûyên dewlemend wiha digot. "Eger dewletek we tune be, ti rûmetek dewlemendîya we tine ye." Divê hûn bala xwe bidin vê demê. Hê jenosaydek nehatîye serê ermenîyan. Hê Hîtler li holê tune ye. Divê kurd bigihîjin hişmendîya van pêwendîyan, ji cihûyan mînak bigirin.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.