1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Dr. Ehmed Xelîl
  4. Kurdistan berî her tiştî IX
Kurdistan berî her tiştî IX,kurdistan,berî,her,tiştî,ix

Kurdistan berî her tiştî IX

A+ A-

                                            Xelek 9
                          Va ne gewre û rêvebirên me
                 Dr. Ehmed Xelîl, Werger: Heyder Omer

Va ye em derbas sedsala bîst û yekê bûn, û mezintirîn beşê gelê me hîna jî nişteciyên zemîna welatê xwe ne, axifînerên zimanê xwe, û parêzerên navên deşt û çem û çiya û newalên welatê xwe ne, cil û bergên nişitimanî li xwe dikin, û kulam û muzîka xwe ya kelepûrî diparêzin.

Belê…me serdemên împeretoriyên dirinde deras kirin, pir gel ji kokê de hatin kuştin an jî hatin belavkirin, û pir gel jî hatin pişaftin û ji nasmameyên xwe hatin birrîn! Kanî babilî û hissî û lîdî? Çiqas Fînîqî û Mesrî nûka bi zimanê dayikê daxifin?. Derbasbûna di serdemên tarî re û parastina hebûna me ya netewî berhemeke giring e, ev yeka jî bi saya çar hêmanên sereke ne: Çiyayên parêzer, û kesayetiya netewî ya pêdar, û dayikên me yên aram, û lehengên me yên gewre.

Kurdên, ku paqijiya netewî û mirovanî bercest kirine, gewreyên me ne, li pêş dagîrkeran ala radestkirinê hil nedan, belê bi lehengî û serbilindî derketin pêşber wan, û helwestên payebilind di dîroka me de herhey hêştin, da ji bo nifşan bibin mîrasa lehengî ya bi wateyên pêdar û canfîda dagirtî ye. Emê li jêr hin helwestên wan bînin bîriyan:

Nimûneyên helwestên gewreyên me:
*Korşê farisî sala (550 b.z), bi hevkariyan hinek pêşewayên Med ên xwehez, dest da ser şhanişîna Med, û sala (522 b.z) gava qeralê farisî Qembêz kurê Korş hêriş Misirê dikir, pêşewayê medî Şah Merd (Semerdîs), yê ku bi (Gomata) jî tê navandin, digel birayê xwe pîr (Pîrtizîsîs) li ber wî rabû, û dest da ser şahnişinê. Gava Qembîz ev yeka bihîst, tembiya xwe ji rêvebirên farisî re şand, tê de gote wan, ku divê hûn her kesekî medî, ku çav li vegerandina desthilatê ye, mehf bikin. Vêca peşewayên medî bi paş de vekşîn, û her du bira bi tenha di wê serhildanê de man, û di hundir seraya şahnişînê de, li dij Dara yê Yekem, û şeş pêşewayên farisî, ku bi pilan derbas hundirê seraya şahnişînê bûbûn, şer kirin heya jiyana xwe wek berdêla wêrekiya xwe ji dest dan(1).

*Sala (521 b. z) pêşewayê medî Ferawurt li hember qeralê farisî Dara yê Yeken serî hilda, û para mezin ji zemîna medî rizgar kir, lê Dara ew serhildan têk bir, û ev yeka jî wek serbiliyekê nîşan da, û li ser latê Behîstun nivisand: “Ferawurt girtin û hanîn ba min, min poz û ziman û guhên wî birrîn, û çavên wî kor kirin, û ew di çarçeaw seraya min de girêdan, da hemî nişteciyên azad wî bibînin, û paşê jî min ferman derxist, ku li Egbatana tîran bavêjin wî, û min hemî alîgirên wî, li Egbatana di hundir kelehê de, sêdar kirin”(2).

*Sala (1259 z) Holako Kurdistan talan kir, û Magolan Farqîn dorpêç kirin, û xwastin ku qeral El-Kamêl El-Eyûbî xwe radest wan bike, û soz dane wî, ku dê rêza wî bigirin, lê wî ev yeka nepejirand û got: “Ez bi axaftinên we yên hinguvîn natêm xapandin. û ji artêşa Mangol natirsim, û ta ku zindî me ezê şûrê xwe hildim” û hemî nişteciyên bajêr, li kêlek qeral El-Kamêl, li hember hêrişa mangolî rabûn, û dorpêçkirina bajêr gelek dom kir, pêre jî xwarin nema, û xelk birçî bûn, ta radeya ku se û pisîk û mişk xwarin. Vê lomê jî bajarê Farqînê kete destên Mangolan, û qeral El-Kamêl jî girtin. Holako zor da ser wî, û ferman da, ku wî pari-pari (ker ker) bikin, Mangolan pariyên gewdeyê wî dixistin devê wî ta ku mir(3).

*Sala (1837 z) artêşa osmanî, bi serpereştiya Hafiz Paşa hêriş da ser bakurê Kurdistanê, xortek ji axayên Kurd dîl girtin, Hafiz Paşa gelek tiştên jêhez jê re pêşkêş kirin, da cih û hejmara şoreşgerên Kurd jê re hewal bide, lê wî xortî ev yeka nepejirand. Li ser vê bûyerê Basîl Nîkîtîn dibêje: “Hemî awayên zorê û îşkenceyê, ku li dirêjiya 2 rojan xebitandin, bê sûd bûn, ta radeya, ku gava bi hêz li wî didan, wî qalûna xwe hêdî hêdî dikşand, û roja sêyem Hafiz Paşa ew xiste nav zeyta kelandî, lê dîsa jî pêdar ma heya ku jiyan ji dest da”(4).

*Sala (1925 z) Qasim Axa (Kurdekî zaza bû) birîndar bû, û artêşa Turk bi serpereştiya Elî Heyder, ew dîl girin, Elî Heyder ava kelandî bi ser serê wî de dikir, didan û neynûkên dest û pêyên wî bi kelpedanê hildikirin, û xelekek ji hêsîn, ku germ bû, dida ser singê wî, û tinazî pê dikir, lê Qasim Axa bê tirs digote wî: “Heydo! Ev tiştên, ku tu dikî, ne ji karên mirovan û kurên kesên çê ne, belê ev karan karên bê bavan û kurên orispiyan e, heye her mirovê rasteqîn pêrgî van karên te bibe, hemî awa û amûrên îşkencê bixebitîn, û tu çi dixwazî bikî, bike”. Û paşê ew li qantirekê siwar kirin, û gund bi gund gerandin. Gava ku dîtin dê bimire, ew peya kirin, û Elî Heyder ferman da leşkeran, ku keviran bavêjin wî, koma keviran li ser gewdeyê wî bilind bû, lê tevî wê jî sixêf ji wî û serokê wî Mistefa Kemal re digotin(5).

*Piştî têkçûna şoreşa sala (1925)ê, Sêx Seîdê Pîran û hevalên wî birin penageha sêdarkirinê, Şêx Seîd deng li Kurdên, ku hatine zîndankirin, kir da ku bandora şînê li ser wan sivik bike, û got: “Ey birayên xwoşewîst! Divê hûn zanibin, ku hûn hemî, mezin û biçûk, pîroz in, gelê me bi mirina me namire, mirina me dê riya azadiyê û serxwebûnê li ber gelê me veke, divê hûn careke din zanibin, û bawer bikin, ku dê dara azadiyê bi xwîna me were avdan, em û hemî têkoşer û lehengan li ser vê zemîna pîroz peyda bûn, dê ev zemîn ji me re bimîne, rehên mê di wê de ne”(6).

*Piştî têkçûna şoreşa sala (1925)ê, Parêzer (bervedêr) Mihemed Efendî dan dadgehê, ew qayîl nebû, ku bi zimanê turkî bervedêriyê bike, û ji ya xwe danehat, ku bi zimanê kurdî bervedêriyê bike, hem wêrekiya bê hempa û hem jî pêdariya gewre dan xuyakirin. Gava biryara sêdarkirinê li wî girtin, û ew birin ser textê sêdarê, ewî qêrî kir û got: “Bijî Kurdistan”, pêre jî leşkerên Turk hêriş wî kirin, û bi sungiyan li wî dan, gewdeyê wî, berî sêdarkirinê, bi lêdana sungiyan hate birînkirin(7)

*Piştî têkçûna şoreşa sala (1936-1939) li bakurê Kurdistanê, dadgehê biryar derxist, ku rêvebirê şoreşê Seyid Riza û kurên wî û hinek pêşewayên Kurd werin sêdarkirin. Beriya ku Seyid Riza hilkişe ser textê sêdarê, qêrî kir û bi zaravaya kirdkî (zaza) got: “Ez gîhame heftê û pênc salan, va ye di vî temenî de tev li cangoriyên Kurdistanê dibim, bivê nevê xortên Kurd dê tola me hilînin. Bijî netewa Kurd, bijî Kurdistan”(8).

*Di berbanga roja 31ê adarê sala (1947)ê de, sitemkarên Farisan serokê komara demikratîk ya Kurdistanê (Mehabad) Qazî Mihemed birin ser textê sêdarê, ew li pêş wî textî rawestiya û got: “Hûn dikarin min sêdar bikin, lê her Kurdek Qazî Mihemed e, hema Kurdek jî vê sitemê ji bîra nake”(9).

Va ye helwestên hinek pêşewayên me ne, lîste dirêj e, bi dirêjiya 2500 salên berxwedanê ye, û her kurdê/kurda ku serî li hember dagîrkeran danenî, û bervedêriya hebûn û nasnameya me kirî, di xwe de dicivîne; Bedirxan Beg, Ubeydullah Nehrî, Mehmûd Berzencî, Îhsan Nûrî, Mustefa Barzanî, Ebdil-Rehman Qasimlo, Leyla Qasim, Zîlan Kînacî, Mezlûm Doxan û her kesê ku ji bo rûmeta me şer kirî û yên ta roja îro şer dikin; ew liste navên evan hemiyan di xwe de dicivîne.

Evana gewreyên me yên rasteqîn in, zîmbolên me yên netewî, û wijdana me ya niştimanî ne. Evana stêrkên me yên, di kûrahiya tariyan de, rônahî ne, em bi helwestên lehengiya wan serbilind in, û li pey wan diçin, divê em li gor lehengiya wan nifşên xwe perwerde bikin, û çanda revê û bazdanê ji nûha û duhatuwa xwe bavêjin.
Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
16. 07. 2017

Jêder û çavkanî:
(1) Deyakonov: Mîdya, rû 366. Bi ser de jî biner: Hêrodot: Tarîx Hêrodot, rû 249-256.
(2) Deyakonov: Jêdera navborî, rû 410.
(3) El-Hemezanî: Camîi El-Tewarîx, 1/321 -324.
(4) Basîl Nîkîtîn: El-Kurd, rû 140. Bi ser de jî, biner: Mînoriskî: El-Ekrad, rû 65.
(5) Zinar Sulopî: Fî sebîl Kurdistan, rû 115. Hesen Hişyar: Muzekkerat Muqatêl, xelek 6.
(6) Zinar Sulopî: Jêdera navborî, rû 72, 120-122. Û ji bo zêdetir helwestên Şêx Seîd ên lehengî, biner: Hesen Hişyar: Jedera navborî, xelek 4.
(7) Jêdera navborî.
(8) Jêdera navborî, rû 208.
(9) Jêdera navborî, rû 284.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.