1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dr. Ehmed Xelîl
  4. Kurdistan berî her tiştî VI
Kurdistan berî her tiştî VI,kurdistan,berî,her,tiştî,vi

Kurdistan berî her tiştî VI

A+ A-

                            Xelek 6


               Va ne hevpariyên me
yên şaristanî di serdemên îslamî de

Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer


Piştî ku Ereb, sala (636 z), li hember herdu dewletên Sasanî û Bîzentî bi ser ketin, welatê me Kurdistan li gel dewleta îslamê hate girêdan, û heya destpêka sedsala bîstem bi ser dewletên, ku bi navê îslamê hukumdar bûn, de ma. Lê tevî tevdîrên xizankirinê û nezankirinê û kotekiyê û pişavtinê, ku wan dewletan dixebitandin jî, geneyên şaristaniya Guzana, yên rehên xwe bi kûrahî di çand û kesayetiya Kurd de berdabû, her ku derfetek lê dihat çalak dibûn, û bavpîrên me ber bi hevpariya hemî warên şaristaniyê de didehfandin. Va ye li jêr hinek nimûneyên wê hevpariyê.

Di warên polîtîkê û rêvebiriyê û leşkeriyê de: Ev nimûneyên jêrîn hinekên van wara ne:

Ebû Mislêm El-Xurasanî: Rola Kurd di gêrkirina dewleta Omewiyan de sala (750 z) û gihêştina Ebbasiyan ser textê dewleta xîlafwtê (îslamê) gelekî giring û ber bi çav bû, yek ji wan Kurdan rêvebirê bi nav û deng Ebû Mislêm El-Xurasaî bû. El-Zehebî dibêje: “Mîr, xwediyê bangê (şoreşa Ebbasiyan), û yê ku artêş dewleta Omewî ji ber baz dan, û dewleta Ebbasî ava kir, û mezintirîn qeralên îslamê bû, xwedî hin karên matî û hin nûçeyên havî bû; mirovek bû, li ser pista kerekî bi kurtan ji Şamê dice heya Xurasanê, û paşê jî piştî neh salan Xurasanê distîne û dibe qeralê wê, û bi artêşên wek çiyayan vedigere, dewletekê gêr dike, û yeke din ava dike”(1).

Malbata El-Beramîke: Ev malbat, wek ku neviyê wan dîrokzan Ibin Xelikkan dibêje(2), ji êla Zerzarî ya Kurd e, Xalid ibin (kur) Bermek di avakirina dewleta Ebbasiyan de hevparê Ebû Mislim El-Xurasanî bû, û bû şalyarê (wezîr) herdu xelîfeyên Ebbasî, yê yekem Ebû El-Ebbas El-Seffah, û yê duwem Ebû Ce-ifer El-Mensûr, û xelîfeyê din El-Mehdî Yehya kurê Xalid kir perwerdekarê kurê xwe Harûn El-Reşîd, û Yahya jî xwe kire nav metirsiya mezin û Harûn El-Reşîd gîhande xîlafetê, vê lomê jî Harûn ew kir şalyar û kurê wî El-Fedil jî kir serdarê nîvê dewletê yê rojhilat ( ji Bexdayê heya Xurasanê), û kurê xwe Ce-ifer jî kir serdarê, nîvê rojava (ji Bexdayê heya Tûnisê). Şalyarên bermekî xwediyê çanda fireh bûn, û di warê rêvebiriyê de gelekî jêhatî bûn, tevgera wergerê gurr kirin, û perûyên (xelat) biha dan wêjevan û helbestvan û zana û fiqehan (şêwirmedên olî), û mzûkvanan, vê lomê jî zanist û wêje û huner geş bûn, û her weha cefayên wan xwedî rola mezin û hukardar bûn di çêkirina (serdema ebbasî ya zêrîn) de(3).

Dewleta dostikî: Ev dewlet di navbera salên (982-1086 z) de hukumdar bû, navdartirîn qeralên wê Nesir El-Dewle Ehmed kurê Merwan bû, ewî ji dêvla cengan polîtîka aşîtiyiyê bi kar dihanî, vê lomê jî dewletên mezin yên serdema wî (dewlela ebbasî, û ya bîzentî û ya fatîmî) rêza wî digirtin, û li Kurdistanê jî ewleyî û xweşiya abûrî û çandî hebû. Ew bi ser pirojeyên avakirinê, wek serayan û piran û cûbarên avê de hewesdar bû. El-Farîqî li ser wî gotiye: “Ji her waran de xelk dihatin ba wî, ew jî dibû piştgirê wan”(4). Ibin El-Esîr gotiye: “ji her warekî de zana û helbestvan bi ser wî ve dihatin”(5). Û Ibin Kesîr jî goitiye: “Welatê wî ji yên din ewletir û ciwantir û dadwertir bû”(6). Digel hindê xwedîlêderketina wî gîhabû perendeyan jî, tê gotin ku carekê wî bihîst, ku ji ber qera sivistanê bi sedema berfê, perende birçî bûne, ewî ferman da, ku lib ji bo wan werin weşandin, pê re jî perende di dema zivistanê de mêvanên wî bûn”(7).

Dewleta Eyyûbî: Ew dewlet di navbera salên (1171-1250 z) de hukumdar bû, cefayên wê di warên polîtîkê û rêvebiriyê û leşkeriyê de, ji bo parastina rojhilata navîn ji ber talanên xaçeperstna nayên jibîrkirin, lê digel hindê qeralên Eyyûbiyan cefayên şaristanî jî hene wek (avakirin, hînkirin, tenduristî, abûr) ewana zana bi ser lêgerînê de gurr dikirin, dirav û xaniyên layiq ji wan re peyda dikirin, da tenê di warê zanistan de bixebitin, pirtûkxaneyên dagirtî bi mizgeftan û dibistanan ve dixistin, nexwaşgeh û cûbarên avê ava kirin, û bace ji ser milên gel kêm kirin(8).

Di serdema Selahdîn Eyyûbî de, gerok Ibin Cubeyr El-Endelusî seredana Misirê kir, li ser bajarê Îskenderiyê weha got: “ Bi rastî rengdêrên vî bajarî, û tiştên xwe pê serbilind dibîne, bi saya sultanê xwe ye (mebest Selahdîn e); ji wan: Dibistan û cîgehên bijîjkiyê û perestgehan, ku ji deverên dûr de xelk bi ser wan de tên, her kesek ji wan xaniyekî û mamosteyek boî, hunera ku dixwaze hîn bibe, dibîne, û mehane (mûçe) jî jê re tê danîn, da debara xwe pê bike. Xwedîlêderketina Sultên (mebest Seladîn e) gîha wê radeyê, ku ji bo wan kesên biyanî serşok ava kirin, da gava bixwazin xwe tê de bişûn, û nexwaşxane jî ava kirin, da tê de werin dermankirin, û bijîjk amade kirin, da bala xwe bidin wan, û karmend jî danîn ber destên wan da daxwazên wan pêk bînin“(9).

Di warên çandî de: Tevî ku sêlingê nezanînê û xizaniyê û kotekiyê li Kurdistanê serdest bû jî, lê pêşiyên me para xwe xistine hemî warên ayînê û dîrokê û erdnîgariyê û endizyariyê û kîmyayê û stêrzanînê û felsefeyê û bijîjkiyê û wêje û helbestê û muzîkê, û hema cara keys lê bihata, û jiyan li bajarekî Kurdan geş biba, an jî gava malbateke kurdî mişextî bajarên mezin biba, wek (Bexda, Heleb, Şam, El-Qahîre, Îskendriyê, Istanbol…uhw) kesê Kurd di berhemên Şaristaniyê digihêşt, û bi zanîn pê re dida û distand, û dibû hevparê pêşvebirina wan berheman.

Di van waran de hewceya gotûbêjên dirêj nîn e, ji ber ku lîste dirêj e, û hewcedarî bi pirtûkên xweser heye, da wan waran hemiyan bidin ser hev, gelek nimûneyên wan me di pirtûka xwe Ebaqîret Kurdistan fî El-Îdare we El-Siyase de (Jîrekên Kurdistanê di warên rêvebiriyê û polîtîkê de), û di pirtûka Siyer E-ilam El-Kurd fî El-Turas El-Erebî: El-luxewiyyûn, El-Udeba, El-Mûsîqiyyon (Jînenîgariyên zanayên Kurd di kelepûra erebî de: Zimanzan, wêjevan, muzîkzan) de diyar kirin, her weha nimûneyên balkêş di pirtûka Meşahîr El-Kurd we Kurdistan fî El-Ehid El-Îslamî (Navdarên Kurd û Kurdistanê di serdema îslamî de) ya rehme lê Mihemed Emîn Zekî Beg, û di pirtûka El-Mewsû-e El-Kubra lî Meşahîr El-Kurd fî El-Tarîx (Ferhenga mezin ya navdarên Kurd di dîrokê de) ya dostê me Dr. Mihemd Elî Suwêrekî (ji Kurdên Urdunê ye) de hene.

Eger em bala xwe bi hûrbînî bidin navên navdarên Îranê, Îraqê, Tirkiyê, Sûriyê. Lubnanê, Urdunê, Misirê û Sûdanê di sedsala bîstem de, emê di nav wan de gelekên, ku bi nijada xwe Kurd in bibînin, ji wan ramanbîr in, zana ne, şirovekarên ayînê ne, dîrokzan in, zimanzan in, helbestvan in, çîroknivîs in, siyasetmedar in, general in, aûorzan in, muzîkzan in, lîstikvan û derhênerên sînemayê ne. Tiştê balkêş ew e, ku yekemîn zanayê ku doza duristkirina ayînî li rojhilata navîn kirî Kurdekî Sûriyê Ebdil-Reman El-Kewakîbî, û Kurdekî Misirê Mihemed Ebdo bûn, û yekemîn rewşenbîrê, ku ala rizgarkirina jinê û hînkirina wê hilda bû, Kurdekî Misirê dadger Qasim Emîn, û wêjevana Kurd a Misirê Aîşe El-Teymûriye, û Kurdekî Îraqê helbestvan Cemîl Sidqî El-Zehhawî bûn.

Beriya çend salan guftugo li ser vê babetê bi Ereb-bûyî û netewperestekî sûrî (Î. M) re hat kirin, boçûna wî ew bû, ku Kurd li Sûriyê pêkhata biçûk in, û pêkhatên biçûk jî her tim mêldarên aferînê ne da hebûna xwe li hember piraniyê biçespînin. Lê wî bîr nebû, ku mijar ji boçûna wî mezintir e, û gelek pêkhatên dine biçûk li Îrtanê û Îraqê û Tirkiyê û Sûriyê û Misirê hene, em ji bo rêzgirtina wan bi nav nakin. Gelo çima girêka biçûkbûnê ewana ber bi afrandina pêşengan di warên şaristaniyê de nedehfand?

Rastî ew e, ku geneyên şaristaniyê, yên ku ji serdema şaristaniya Guzana de rehên xwe bi kurahî di kesayetiya Kurd de berdane, wan geneyan kesê Kurd, li kû derê dibe bila bibe, amade kiriye, da li gel têgehên şaristaniyê û pêkhatên wê, bi hişê vekirî, têkildar bibe, hukariyan pê re par ve bike, û her ku derfet lê hat, bafirîne, û gava dewleta Kurdistanê ya xweser were avakirin, û bibe xwedî entilcênsiya rêvebir a dilsoz û rewşenbîr, ku rola rêvebirî şaristanî ya pêşiyên pendiyar, ên ku şahnişîna Med bi rê ve dibirin, bi dest xîne, wê hîngê dewleta me dê bikeve xêza dewletên herî şaristanîtir di dinyayê de.
Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.

24. 06. 2017
***** *** *****
Jêder û çavkanî:
(1) El-Zehebî: Siyer Eilam El-Nubela, 6/219.
(2) Ibin Xelikkan: Wefeyat El-Eiyan, 4/9
(3) Ibin Xelikkan: Jêdera navbûrî, 1/324, 4/27, 6/220. El-Zehebî: Jêdera navbûrî, 6/620.
(4) El-Farîqî: Tarîx El-Farîqî, rû 143-145.
(5) Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî El-Tarîx, çapxana Dar El-Kîtab El-Erebî, sal 1997, 7/437.
(6) Ibin Kesîr: El-Bîdaye we El-Nîhaye, çapxana Dar îhya El-Turas El-Erebî, sal 1988, 12/107.
(7) Ibin Kesîr: Jêdera navbûrî.
(8) Dr. Emîne beytar: Tarîx El-Esir El-Eyyûbî, rû 206.
(9) Ibin Cubeyr El-Endelusî: Rihlet Ibin Cubeyr, çapxana Dar Beyrût, rû 15.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.