1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Dr. Ehmed Xelîl
  4. Kurdistan berî her tiştî VII
Kurdistan berî her tiştî VII,kurdistan,berî,her,tiştî,vii

Kurdistan berî her tiştî VII

A+ A-

                                                                   Xelek 7

                                             Va ye kesayetiya me ya kurdistanî

                              Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl, Werger: Heyder Omer

Çîroka me li gel dagîrkerên Kurdistanê yekeke sosret e, awana tenê bi dagîrkirina welatê me nekirin, belê bi ser de jî destên xwe di kesayetiya me werdan, û weha çûn, ku em ji bineweçeya (nifş) hin xort û kesên ne nas in, ku ji ber kotekiya Ezdehakê sitemkar baz dabûn, û di çiyayan de jiyabûn, û “wek direndeyan bûn, li wan çiyan bi hev re zemawendin, û Kurd ji wan pêk hatin”(1). Û hinekan jî gotin, ku Kurd Ereb in, mişextî çiya bûn, û tev li Eceman bûn, û pê re jî zimanê wan wek yê Eceman bû(2). Û hinekên din jî hin haviyên (xerayêb) ku hiş napejirîne, afirandin û Kurd bi ser bineweçeya pêriyan ve kirin(3).

Digel ku guman bi ser rehên me ve kirin, rengdêrên me yên netewî jî qerêj kirin, û gotin ku çêkerê mencenîqa, ku pêximber Birahîn pê hate avêtin nav êgir, Kurd bû, û hinekên din jî tev li grûpa qerêjkara bûn, û gotin, ku Kurd serhişkine paşvemyî ne, nikarin şaristaniyê bafirînin, û fermanên Xwda napejirînin, du rû ne, û gendelîkar û diz û keleşin(4). Gelo rastî li kû derê ye?.

Va ye rastiya kesayetiya me ya netewî:

Pêşî em teqez dikin, ku em ne gelê bijarte yê Xweda ne, em jî wek hemî miletên din in, di nav me de jî kesên comerd û yên dernexûn hene, kesên wêrek û yên tirsonek jî, yên xebatkar û yên keysebaz jî, yên canfîda û yên xiniz jî hene. Eger em bê kêmasî bana, em heya nûka bindest nediman, welatê me hatiye dagîrkirin, sermiyanên me têne dizîn, rûmeta me ya netewî li ber destan e.

Kesayetiya netewî ya her miletekî, bi piranî, encama têkilhevbûna sê hêmana ye (geneyên bineweçeyî û êkologiya surîştî û çand), û êkologiyê jî rola herî mezin di pêkhatina kesayetiyê de heye, û ji bo me (Kurd) çiya kilîtê kesayetiya me ye, di hembêza çiyê de pêkhata me dest pê bû, tevî ku hin pêşiyên me ber bi deştan de dagerîn jî, lê çiya her tim li ber çavên wan bû, eger kesê Kurd çiyê nebîne, bêhna wî fireh nabe, kesê Kurd di çiyê de hebûna xwe vedigerîne.

Yekem. Ji hêla êthnî de: Digel ku em rêza hemî gelan digirin, lê em ne Faris in, û ne jî Ereb û Turk in, em miletekî xweser in, Zagros- Arî pêşiyên me ne,yên ku ji berbanga dîrokê de li welatê me jiyan e, û sêlingê çiyayî (Zagros, Ararat, Toros) jî marpişta* welatê me ye. Me taybetiyên xwe, yên fîzîkî û hizrî û pisîkolocîk, ji wan pêşiyan wergirtine, her weha me zimanê xwe jî, yê ku bi hemî zaravayên xwe di nav herikîna sedsalan re bi pêş ve cûye, û gîhaye rewşa îro, me ji wan wergirt, û welatê me jî ev erdnîgariya, ku em nişteciyên wê ne, ya ku xelkê navê (Kurdistan) lê kirin, eger em ne xwediyê vê erdnîgarê bana xelkê navê me pê ve nedixist.

Duwem. Ji hêla şaristanî de: Em jî di qunaxên dîrokî, yên ku miletên din tê re derbas bûne, derbas bûn, em jî wek gelên din di pêşiyê de nezan bûn, lê ji destpêka pêncemîn hezarsalên b.z de em di nav pêşengên şaristaniyê de bûn, û pêşiyên me çêkerên şaristaniya Guzana bûn di hembêza çiyayên Zagros û Toros de, û paşê çûn Îlam û welatê Sûmer, û li wir yekemîn şaristaniya pêşketî li rojavayê Asiyayê afirandin. Û tevî nîrên dagîrkirinên, ku pergala şivantiyê û gundîtîyê bi ser piraniya gelê me ve kirin jî, her ku derfet lê dihat, em di pêşevbirina şaristaniyê de, ne tenê hevpar bûn, belê hinek pêşengên wê, di hin warên wê de, ji gelê me bûn. (gelek nimûne yên vê boçûna me di xelekên berê de hene).

Sêyem. Ji warê nirxan de: Çiyê wêrekî û hêz û rik û serbilindiya xweyîtî û evîna azadiyê di kesayetiya me de gurr kir. Kesên din beriya me li vê yekê mukur hatin; kurê Hecer El-Esqelanî /ابن حجر العسقلاني (1449 z mirî ye) gotiye: “Kurd kesine bi wêrekiyê hatine naskirin”(5), û Şîhab El-Dîn El-Alosî / شهاب الدين الآلوسي(1854 z mirî ye) gotiye: “Kurd bi tevayî bi hêzê navdar in”(6), û nirxê mirovbendiyê jî li ba me yekekî resen e; ew di bermaya me ya ezdahî de diyar bûye, Zend Avesta weha dibêje “bibe mirovbend”(7). “serbilindî û mirovbendî nirxên herî çêtirin ji bo pêkanîna karan”(8) . “Bi dijminana re mirovbend û nazik û derûnpaqij be”(9).
Di serdema nû de jî Basîl Nîkîtîn dibêje: “Hezkirina şerkirinê li ba Kurd rengdêra herî numa ye…jiyanê kesê Kurd hîn kiriye, ku dinya (gulobal) milkê kesê wêrek e”(10).Dîsan Nîkîtîn dibêje: “Peyva (kardo) beramberî peyvên payebilind e, nemaze di zimanên ekkadî û aşûrî de, wateya wê jî (netewperwer e, leheng e)”(11), û Deyakonov dibêje:”Ne ji lêhatinê ye, ku Aşûriyan Medî bi kesên hêzdartirîn dinavandin”(12), û lêgervanê ermenî Aboviyan jî dibêje: “Em dikarin ji bo Kurd gotina (siwarên rojhilat), tev hemî wateyên wê, bixebitînin”(13).

Çarem. Ji hêla polîtîkê de: Çiyê mêldariya tekekesî, û nepejirandina sernizimiyê li hember desthilata navend û sîstema tekekes di kesayetiya Kurd de gurr kir, û li hêla din, mêldariya serhildanê û şoreşa li hember her tiştê, ku azadiya me ya kesayetî sînor bike, û desthilata me ya tekeksî û êlî û partiyetî kêm bike jî, gurr kir. Evan taybetmeniyan şopên ziyankar di dîroka me ya polîtîkî de hêştin.

Belê…van taybetmendiyan kirin ,ku Sûmer (hilgirên şaristaniya Guzana bûn) dewletên bajaran ava bikin, û di nav xwe de jî li hev nekin, lê Ekkadiyên samî, gava li orta Mezopotamya desthilat bi dest xistin, hema yekser jî dewleta sitemkar ya navend ava kirin, û dewletên bajarên Sûmer daqirtandin. Belê…evan taybetmendiyan kirin, ku mîrnişîn û nîvdewlet di dîrorka me de pir bibin, û temenê dewletên me yên navend jî kurt kirin (şahnişîna Mîtanî, şahnişîna Med, dewleta Dostikî, dewleta Eyûbî), û heya îro jî ev taybetmendiyan hevparên qelsiya me ne, ku em nikarin hêzên xwe bidin ser hev û welatê xwe rizgar bikin.

Pêncem. Ji hêla pisîkolocîk de: Çiya êkologiya dijberan e (Tepel û newal, lat û kulîlk, reqanî (tundewerî) û rûbar û çem), van dijberan şopên xwe li ser kesayetiya me hêştin, û dijberî di kesayetiya me de gurr kirin; hişkberî (tûjbûn) û nazikî, xweragirtina payebilind û xeyda hêrsdar, aramiya dûrdirêj û lezbûna bê mujûlî, zîrekiya bê sînor û xulmaşiya susret, dûrbîna, ku me ji tepelên çiyan wergirtiye û kurtbîna, ku çiyan di me de çandiye. Kurtbîn û xulmaşiya me, nemaze di warê polîtîkê de, gelek xişm û bêtar bi ser me de anîn, û xulmaşiya me, bûye babeta metelokan di rojhilata navîn de, û hevoka (Hel Testekrîdunî / ma tu dê min bikî kurd, an jî tu min Kurd dibînî?), bi wateya ma tu min xulmaş, wek kurdekî dibînî? hate belavkirin.

Şeşem. Ji hêla hizrî de: Çiya êkologiya pircureyî ya geya û lawir û heyamê ye, ku hizra zanistî ya vekirî di me de gurr kir, pê re jî em pircûreyîyê dipejirînin, û di gelek warên jiyana xwe de em laseykirinê (teqlîd) napeijrînin, em oaldar in lê ne olperest in, û ayîn û mezhebên din dipejirînin, û olperestî û mezhebperestiya, ku di nav me de diyar bibe jî, berhema çandên dagîrkeran e. Nepejirandina laseykirinê û cihdemayînê di meldariya me ya duristkirina ayînî û polîtîkî û civakî de diyar dibe, û bi me re heya mişextgehan çûye. Me hinek nimûneyên vê mêldariyê di xelekên, ku li gel warên şaristaniyê hevbest in, de diyar kirin.

Heftem. Ji warên ciwanî de: Êkologiya me çiyayên bilind, û deştên fireh in, rûbar û çem in, dar û geya û kulîlk in, perende û lawirên cûredurv û cûrereng in. Evê êkologiya çiyayî ya ciwan (qeşeng) hesta ciwanî di kesayetiya me de gurr kir, û bi qasî ku em xweragir kirine, ewqas jî agehên me nazik kirine. Mêrên me, bi bejnên xwe yên bilind û dîmenên xweragirtî, gewrebûnê dinimûnin, û jinên me, bi ciwaniya xwe ya sirûştî û cil û bergên rengereng, ciwaniyê dinimûnin. Hesta me ya ciwanî, di kulam û muzîka me ya folklorî û evîna sirûştê de, sayî diyar dibe. Her kes dikare hevbestina sayî di navbera kulam û muzîka me û jinê û sirûştê de berçav bike.

Va ne taxbetmendiyên gelemper ên kesayetiya me ya netewî. Bê guman bandora dagîrkeriyên (2500) sal xwe da ser kesayetiya me, û nirxên wê yên resen û mirovbend qerêj kirin, û kêmanî û dagerîn tê de çand. Erka me jî, wek rewşenbîr û siyasetmedar, Ew e, ku em taybetmendiyên xwe yên resen vejînin, û li nav gelê xwe belav bikin. Vegerîna kesayetiya me ya resen pêdiviya steratîcîk e, ji ber ko miletê revok ew mileta ye, yê ku kesayetiya xwe ya netewî ji dest daye.
Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
27. 06. 2017

Jêder û çavkanî:
• Marpişt: Hestiyê pişta mirov e. Min ev term ji pirtûka Pro Dr. Husên Bektaş li ser gewdeyê mirov, wergirt.
(1) El-Mesudî: Mirûj El-Zeheb, 2/122-123.
(2) Jêdera navborî.
(3) El-Raxêb El-Esfehanî: Muhaderat El-Udebai, 1/160.
(4) El-Abî: Nesr El-Durer, 2/114. Yaqût El-Hemewî: Mu-icem El-Buldan, 3/426-427.
(5) Ibin Hecer El-Esqelanî: Tebsîr El-Mutenebbeh bîethrîr El-Muteşebbêh, 3/1213.
(6) El-Alosî: Rûh El-Me-anî, 26/103.
(7) Zend Avesta: Nusûs Pehlewiyye, dadistan we Mînox we Xirad, rû 835.
(8) Jêdera navborî, rû 835.
(9) Jêdera navborî, rû 843.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.