1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Li Bakurê Kurdistanê Hewcedarî Bi Tevgerek û Rêxistineke Hevbeş Heye…
Li Bakurê Kurdistanê Hewcedarî Bi Tevgerek û Rêxistineke Hevbeş Heye…,li,bakurê,kurdistanê,hewcedarî,bi,tevgerek,û,rêxistineke,hevbeş,heye

Li Bakurê Kurdistanê Hewcedarî Bi Tevgerek û Rêxistineke Hevbeş Heye…

A+ A-

Neteweya Kurd, ji bona serxwebûn, azadî, desthilatdarî, serweriya xwe; ji bona ku dewleta xwe ava bike, 200 sal e ku têkoşîneke bêhempa ya milî, rizgarîxwaz û serxwebûnxwez didomîne.
Ev têkoşîna miletê kurd, hezar mixabin, di çarçoveyeke hevbeş de nayê domandin. Lewra Kurdistan di sala 1639an de encama Peymana Qesrî Şirînê bû du parçe û di sala 1923yan de encama Peymana Lozanê bû çar parçe.
Loma jî têkoşîma miletê kurd, pêşî di sînorên du împeratoriyan de û pişt re jî di sînorên çar dewletên kolonyalîst de hat domandin.

Hîç şik tune ye ku ji bona têkoşîna milî û dewletavakirina neteweya kurd di sînoên çar dewletan de domand, pêvajoya tevgera milî ya Kurdistanê li her dewletekê cuda bû. Qerektera dewletên kolonyalîst taybetiyên cuda da tevgera milî ya netweweya kurd.
Loma jî Tevgera milî û dewletavakirinê; li Tirkiyeyê, li Îranê, li Sûriyeyê, li Iraqê di demên cuda de, bi rêxistinên cuda, bi metodên cuda domand. Hîn jî didomîne.
Tevgera milî ya Kurdistanê li her beşekî Kurdistanê di qonaxên cuda re derbas bû û hat gihîşt vê rojê.

Di ev dema ku em têde dijîn de, dema rewşa neteweya kurd û tevgera milî ya Kurdistanê li her beşên Kurdistanê bê şirovekirin, gelek bi hêsanî ev cudabûn xuya dike.
Divê kurdperwer, kurd û kurdistanî, hîç şik tune ye ku di beşa xwe de, xwe rêxistin bikin, têkoşîna xwe di beşên xwe de bimeşînin. Lê hemû beşên Kurdistanê bi hev re di nav hevkarî û piştgiriyek de bin. Ji bona pêşerojê, ji bona yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê derfet çê bikin.
Nuha jî ev yêka tê kirin.

Li Bakurê Kurdistanê tevgera milî di destpêka sedsala 20an de di çarçewa rejîma Kemalîst de dest pê kir, heta îro domand.
Li Bakurê Kurdistanê di vê merheleyê de hezar mixabin tevgereke milî ya sosyolojîk û rêxistineke ku bersîva hewcedariya neteweya kurd bide tune ye.
Ez ji bona vê yekê pêşniyerekê pêşkêş dikim.

*****

Em kurd in.
Kurd, neteweyek e.
Neteweya kurd, li Rojhilata Navîn dijî.
Kurd, neteweke kevn e.
Neteweya kurd, xwediyê dîrokeke hezar salan e.
Welatê neteweya kurd, Kurdistan e.
Kurdistan, ji aliyê dewletên emperyalîst û kolonyalîstan de bûye çar parçe.
Neteweya kurd jî, ji bona ku welatê wê bûye çar parçe, ew jî bûye çar parçe.
Kurdistan, welatekî kolonî ye. Koloniya çar dewletan (Dewleta Tirk, Îran, Iraq, Sûriye) e.
Neteweya kurd jî, neteweyekî bindest, kolonî, girêdayî ye.
Neteweya kurd, ji hemû mafên xwe yên milî, desthilatdarî, serwerî bêpar e.
Neteweya kurd, divê mafên xwe yên milî, desthilatdarî, serwerî qezenç bike. Qedera xwe bi îradeya xwe tespît bike.
Neteweya kurd, di qonaxa serxwebûn û azadiyê de ye. Ew jî bi têkoşîna rizgarî û serxwebûna milî çareser dibe.
Têkoşîna rizgarî û serxwebûna milî li Bakurê Kurdistanê, têkoşîna hemû kesên kurd e. Hemû çîn û tebeqeyên kurd e. Hemû rewşenbîrên, gundiyên, karkerên, sermeyedarên, axayên, serokeşîrên, mîrên û şêxên Kurdistanê ne. Kurdên sunî û elewî ye. Kurdên bawermand û bêbawermand e. Kêmneteweyên Kurdistanî ne. Nasyonalîstên, sosyalîstên, lîberalên, sosyal demokratên, dindarên Kurdistanê ne. Hemû rêxistin, partî, û grûbên siyasî yên Kurdistanî ne. Yên hemû komeleyên siwîl e. Yên jin, mêr, ciwanên Kurdistanê ne.
Loma divê hemû kurd bi hev re di nav xebat û têkoşîna rizgarîxawaz û serxwebûnxwaz de bin.

Dema ku neteweya kurd mafên xwe yên milî qezenç neke û dewleta xwe ava neke, tu kesên xwediyê fikir û proje û sîstemê cuda, nikarin armancên xwe pêk bînin.
Divê beriya her tiştekî em bibin xwediyê mala xwe yanî dewleta xwe.

Ji bona xebata rizgarîxwaz û serxwebûnxwaz û dewletxwaz jî xebateke hevbeş û rêxistinî ya hevbeş pêwîst e.
Ji bona avakirina vê rêxistinê divê KONGREYEKE MILÎ bê li darxistin.
Divê hemû berpirsiyarên çîn û tebeqeyên Kurdistanê; hemû rewşenbîrên Kurdistanê; berpirsiyarên gundî, karkerên Kurdistanê; sermeyedar, axa, serokeşîr, mîr û şêxên Kurdistanê; Kurdên sunî û elewî; Kurdên bawermand û ne bawermand; kêmneteweyên Kurdistanê; Nasyonalîst, sosyalîst, lîberal, sosyal demokrat, dindarên Kurdistanê; berpirsiyarên hemû rêxistin, partî, û grûbên siyasî yên Kurdistanê; berpirsiyarên hemû komeleyên siwîl; berpirsiyarên jin û ciwanên Kurdistanê; beşdarî vê kongreyê bibin.


Ev bi hev re encama niqaşeke û xebateke bi plan ya demokratîk, bernameyek kurt û zelal; destûreke demokrat, plûral ku hiqûqa navnetewî dipejirîne; bipêjirînin. Rêxistnek û tevgereke hevbeş ava bikin.
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Amed, 02. 03. 2018


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.