1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Li Başûrê Kurdistanê Divê Hilbijartinê PDK Qezenç Bike/Gelo Îttîfaqa HUDA-PARÊ Û HDPÊ Çima Çê Nebû?
Li Başûrê Kurdistanê Divê Hilbijartinê PDK Qezenç Bike/Gelo Îttîfaqa HUDA-PARÊ Û HDPÊ Çima Çê Nebû?,li,başûrê,kurdistanê,divê,hilbijartinê,pdk,qezenç,bike,gelo,îttîfaqa,huda,parê,û,hdpê,çima,çê,nebû

Li Başûrê Kurdistanê Divê Hilbijartinê PDK Qezenç Bike/Gelo Îttîfaqa HUDA-PARÊ Û HDPÊ Çima Çê Nebû?

A+ A-

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di vê merheleyê de hilbijartinên li Iraqê û li Tirkiyeyê di rojevê de ne. Hilbijartina Iraqê gelek nêzik e. Loma jî di derbarê herdu hilbijartinan de li Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê niqaşe, xebat, “îttîfaq”, kampanyayên hilbijartinan didomînin.

Bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê kampanyaya hilbijartinê hîn bi lez û xurt didomîne. Lewra dawiya hefteyê hilbijartin dê bê li darxistin.


JI BONA SERXWEBÛNA KURDİSTANÊ DIVÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PDK QEZENÇ BIKE…

Pişt îşgala Kerkûkê û pêşî li dewletbûna Kurdistanê hat girtin, hilbijartina Iraqê û Başûrê Kurdistanê girîngtir bû. Divê ku dewleta federal bê parastın. Demokrasiya federal bê cî bi cî kirin, ku dewleta federal bijî. Makezagona federal bê cî bi cî kirin. Serxwebûna Kurdistanê ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê biryar hatibû girtin, bê parastın.

Ji bona vê jî, divê PDK hilbijartinê qezenç bike û xurt biçe parlamentoya federal.

Wek tê zanîn heger xebat û îsrara serok Barzanî û PDKê nebûya, referandûma serxwebûna Kurdistanê nedibû biryar û di encama referandûmê de biryara serxwebûna Kurdistanê nedihat “erê” kirin.
Loma jî divê em li gotinên berpirsiyarên PDKê binêrin.
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di ahenga bangeşeya lîsteya PDKê ya ji bo hilbijartinên Iraqê de li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û got: “Ji bo nehîştina PDKê, nehezên PDKê amade ne biçin her bereyekê, heger li dijî mafên rewa yên miletê Kurd be jî, lê PDK bi ti hêzê bidawî nabe.”
Nêçîrvan Barzanî dîsa daxwaz ji endam û alîgirên PDKê kir, ku “rê nedin wê yekê ku partiya wan ji rêzê yekem derkeve. Daxwaz kir jî, bi piştevaniya xwe sengeya PDKê di proseya demokrasî û siyasî de biparêzin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku: “Milmilaneya vê carê di navbera reş û spî, serkeftin û binkeftinê de ye. Ewên milmilaneya PDKê dikin, dixwazin PDK zererê bike û ev jî hêla sor e ku wan hesaba wê nekirine. PDK ne partiya tirs û dudiliyê ye. Peyva tirs û dudilê di ferhenga PDKê de nîn e. Tirs û dudiliya me tenê ji bo mafê gelê Kurdistanê ye.”
Cîgirê Serokê PDKê di dawî de got ku: “Di Kurdî de dibêjên (Dar pîr bû, nayê tewandin) PDK jî ew dar e ku ne plana nehezan û ne bahozên derveyî wê natewîne.”
Derbarê beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên Perlemantoya federal Iraqê de, Fadil Mîranî qise kir û got: "Pirsgirêka me ne li gel Malikî û Ebadî û Elawî û Caferî ye, lê pirsgirêk li gel wê eqliyetê ye ku hîna Kurdan qebûl nake. Partî wê di van hibijartinan de bihêz beşdar bibe, ji ber ku heger Partî bihêz be wê Kurdistan jî bihêz be".
Domand got ku: "Pêwîst e piştî pênc rojên din, dema ku dengdan dest pê bike, ji bo ku em destkevtên xwe biparêzin, hemû endamên Partî û dostên Partî, gilî û gazinên xwe bidin aliyekî û beşdarî dengdanê bibin, em endamên Partî wiha ne û di pêşerojê de jî divê em wiha bin û pêwîst e em di nav xwe de jî xefûr û rehîm bin û beramberî neyarên derve bihêz rawestin". (Kurdistan24)
Serkeftina PDKê, serkeftina miletê kurd e.
Serkeftina PDKê serkeftina hemû beşên Kurdistanê ye.
Serkeftina PDKê domandina stratejiya dewletbûna Kurdistanê ye.
Serkaftina PDKê, têkbirina lîstikên dewletan e.
Loma jî divê PDK di hilbijartina parlamentoya federal de xurt be û bi qezenç derkeve.

GELO HUDA-PARÊ Û HDPÊ ÇIMA ÎTTÎFAQ PÊK NEANÎN?
Wek tê zanîn beriya vê demekê HUDA-PARê diyar kir ku ji hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re ji bona danûstandinê daxwaz kiriye. Dîsa diyar kir xwestiyê ku bi HDPê re jî hevdîtin bike.
HUDA-PARê piştî demekê di derbarê van hevûdîtinan de agahdarî da raya giştî. Got ku “ji derveyî CHP, MHP û HDPê hemû partiyan ew daxwaza me pêjirand in û me bi wan re danûstandin kir.”
Wek tê zanîn ku HUDA-PAR, partiyeke mûhafazakâr, îslamî û kurd e. Loma van partiyan nexwestine ku bi HUDA-PPARê re danûstandin bikin. Lewra tê zanîn ku CHP û HDP li dijî mûhafazakarî û îslamiyan e. Di heman demê de bi kurdbûna HUDA-PARê re jî, ji bona wan pirsgirêk e. Lewra HDP ne partiyeke kurd e. MHP, li dijî kurdbûna HUDA-PARê ye.
Wek tê zanîn ku pênç partiyên ji xwe re dibêjin “em partiyên Kurdistanî” ne, dema ku bi HDPê re hevdîtina teslîmîyetê kirin, ji bona ku esil armanca xwe binperde bikin gotin ku “bila HUDA-PAR jî di nav îttîfaqê de be.” Yanî HUDA-PAR jî bibe peyayê HDPê.
HDPê vê daxwazê ret kir. Got ku “bingeha me, endamên me ne amade ne ku bi HUDA-PARê re ittîfaqê çê bike”
“Ji bona ku HDP bi HUDA-PARê re îttîfaq neke çende sedemên bingehî û esasî û girîng hene.
1-HDP, çepê stalînîst û kemalîst e. HUDA-PAR, mûhafazakâr û îslamî ye. HDP, ji aliyê çepan de bi taybetî jî, ji aliyê çepên Tirk de tê birêvebirin. Ew jî di derece dijmintîyê de li dijî Mûhafazakârî û islamî ne. Loma nikarin îttîfak çê bikin.
2-HDP, dibêje ez partiya kurdan nînim. HUDA-PAR muxlak be jî dibêje ez partiya kurdan û kurdistanê me. Loma di navbera wan de îttîfak nabe.
3-HDP ji kurdan deng digre lê bi kurdan re lihevkirî nîne, partiyeke elîtîk e. HUDA-PAR, ji kurdan deng û piştgirî digre, di heman demê de ji aliyê civakî û kurdî de bi kurdan re li hevkirî ye.
4-Şerê di navbeyna PKK û Hizbullahê de ku di salên 90î de rû dabû, jî ji bona îtifaka wan asteng e.
5-HUDA-PAR xwediyê hêzekê ye. HDP nikare li ser wan hikûm bike û wan daqiltîne. Loma di navbeyna wan de îttîfaq çê nabe.

Amed, 11ê Gulana 2018an…