1. Tekst

  2. Gotar

  3. Erdogan Alparslan
  4. Li ser Standardîzasyona Kurdî
Li ser Standardîzasyona Kurdî,li,ser,standardîzasyona,kurdî

Li ser Standardîzasyona Kurdî

A+ A-

Kurdî û Standardîzasyon

Ziman, bingeha saziya neteweyan e. Bê ziman hûn nikarin neteweyekî biafırînin û bibin netewe. Dîroke nîşanî me daye ku gelek netewe dema zimanê wan windabûne, ew jî di zibildanka dîrokê de windabûne. Zimanê kurdî jî îro di bin tehdîdeke mezin de ye. Tirkiye, Îran û Sûriye bi polîtîkayên zimankujî li dijî zimanê kurdî bi kar tînin. Perçebûna Kurdistanê ya erdnîgarî, civatî û çandî ji bo wan polîtîkayên dijî kurdî re rê vedike. Kurdistan ji aliyê erdnîgariyê ve, di navbera Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriyeyê û Komarên Sovyetê yên Kevin de hatiye perçe kirin. Nêrînê wan dewletan ya li dijî kurdî û dijmintiya wan ji kurdî re dikir û qedexekirina kurdî, nehîşt kurdî bigihêje standardekî.. Mijara me ne li ser polîtîkayên zimankuji ne, li ser standardbûna zimanê kurdî ye. Ew perçebûna Kurdistanê di binehişiya kurda de tarjediyek avakiriye. Neteweperwerî û dewlewbûn ji bo hev hatine afirandin,tunebûna dewletê ji bo kurda trajediyek derxistiye meydanê. Ernest Gellner ji bo wê rewşê wihe dibêje: “Neteweperwerî bi gelemperî, dewlet û netewe ji bo hev hatine afirandin, Di tûnebûna yekî kêmasiya ya din de trajediyek dizê.” Ew nêrîn ji bo kurda derbasdar e. Standardbûna zimên ji bo damezrandina neteweyê pîvanekî girîng e.

Standardbûn ev e ku: Zaravayeke ziman ya bi heri xurt û wejeyî bibe zimanê fermi û zimanê nivîsê. Ev têgeh bi modernîzasyonê re hemdem e. Di Sedsala XIXan de dema di pêşveçûna sanayiyê de , çîneke bajarî derket hole. Ji bo pêdiviyên vê çînê ev têgeh derkete holê. Ji bo serkeftina pergala kapîtalîzmê ya abori, civaki û nûjen , pêwist bû ku devsa latinî zimanên ewrûpî yên neteweyî cih bigirtana. Zimanên mîna îngilizî û frensî di dema zû pîşesazbûnê de zû gihîştine normeke standardî. Di wan zimanan de jî standardbûn bi wî awayî pêk hat; zaravaya herî xurt û wêjeyî norm hate pejirandin û ew jî gihîştine normeke standardî. Ji bo avakirina neteweyê rola standartbûnê di minaka kurdî, ji mînakê ewropî zelaltir e. Nîşaneya kurdewariyê ya bingehîn ziman e. Li jor jî me diyar kiribû ku perçebûn û dagirkirina Kurdistanê nehîştiye kurd netewedewletekî damezrînin. Ew jî bûye sedema parçebûna kurdî. Ji bo wê sedemê kurdî hêj ne gihîştiye standardekê. Kurdî îro bi nivîskî bi sê zaravaya tê nimandin.Ev jî kurmancî, soranî û kirmanckî (zazakî) ye.

Di nav Zimanên Cihanê de Kurdî

Zimanê Kurdî di malbata Hind-Ewropî de li bêşa zimanên Îranî û di koma Rojavayê Bakur de ye. Kurdî di bingeha xwe de dibe sê komên bingehîn in: Ev kom jî kurmancî, pehlewanî û lorî ye. Beşa Kurmancî jî di nava xwe de dibe du bir: Kurmanciya bakur (an jî Badinanî) û kurmanciya başûr (an jî Soranî). Beşa pehlewanî jî di navbera xwe de dibe du bir: goranî û kirmanckî (dimilkî an jî zazakî). Zaravaya Gorani jî di nava xwe de dibe du birê binzarava: Lekî, û hewremanî. Îro pênc zarava û binzaravayê kurdî yê bi norm têne qebûlkirin hene. Ev zaravayan kurmancî (badinanî), soranî, goranî, (hewramî-lekî) kirmanckî (dimilkî, kirdkî an jî Zazakî) û lorî ye. Di nav zaravayên kurdî de xêncî kirmanckî (dimilkî) wêjeyeke klasîke xurt derketiye meydanê. Mixabin kirmanckî (Dimilkî) heta dereng nebûye zimanekî nivîskî, wek zimanê devkî maye. Goranî û lorî jî îro cihê xwe ji soranî re hîştine û bi nivîskî nayên bikaranîn.

Goranî Zaravaya Xweşawaz

Ev zarava di serdema navîn de zaravaya kurdê cotkar bû. Di sedsala IXan heta sedsala XIXan, de wêjeyeke klasike xurt derhistiye meydanê. Lewra di piştî sedsala XIXan de kevneşopîyeke nivîskî dernexiste meydanê û wek zimanê devkî maye. Kurdên ji wê zaravayê diaxivin îro wek zimanên fermi zaravaya soranî dihesibînin û bikartînin. Îro axaftînerên wê zaravayê girseyeke mezin li Kurdistana Rojhilat de (Îran) dijîn, hinek jî li Kurdistana Başûr (Eraq) dijîn. Bi şênî jî ji zaravayên din hindiktir in.Ew zarava zimanê Mîrtiya Erdelanê (li Kurdistana Îranê hatiye avakirin) ye fermi bû. Helbestvanê wê zaravayê heri mezin nivîskare Xusrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn, Xaney Qubadî ye xencî Qubadî jî gelek helbestvanên bi nav û deng yên ji wê zaravayê nivîsîne hene. Helbestvanê wê zaravayê yên klasîkên girîng ev in: Mela Perîşan ,Xaney Qubadi, Bêsaranî, Elmas Xanê Kendoleyî,Mewlewî, Welî Dîwane, Mestûre Mahşeref Xanima Kurdistanî, Mewlana Xalidê Şarezorî ye. Helbestvanên wê zaravayê yên baweriya Ehlî Heq jî ev in: Behlûlê Dana, Şa Xweşîn, Pîr Şalyar,Baba Yadgar, Sultan Sehak, Semen Xanima Dewdanî û Xatû Mey Zerd hwd. Di wê zaravayê de gelek helbestvanên jin jî hene..Bêrhemên bi wê zaravayê hatine dayîn gelekî metnên ola Yarsaniyê (Ehl-î Hek) ye. Xencî wan helbestvan û nivîskaran yên me cih nedayê navê wan gelek in. wan kesan bi wê zaravayê gelek berhemên bêhemta afirandine.

Soranî: Zaravaya Serdest

Zaravayeke kurdiye herî xurt û wêjeyî jî soranî (kurmanciya başûr) ye. Soranî, di Mîrektiya Baban ya Başurê Kurdistanê de hatibû avakirin zaravaya wê ye wêjeyî bû. Ew zarava pêşxistina xwe di sedsala XIXan de destpêkir û îro jî di nav zaravayê kurdî de bû zaravaya heri xurt û wêjeyî. Him di Komara Kurdistanê ya Mehabadê 1946 an de di Kurdistana Îranê de hatibû damezrandin de, him jî di Kürdistana Başur a federe de bû zaravaya fermî û perwerdehiyê. Ji bo wê gelek pêşve çû û bû zaravaya sereke. Du normê vê zaravayê hene, yek silêmanî ye ya din jî mukrî ye. Di wan her du norman de norma Mukrî pêşveçûn û bikaranîna xwe ji birayên Giw û Xuznî Mukrîyanî re deyndar e. Keda wan her du bira li ser wê normê pir e. Ew her du birayên weşanger berhemên xwe bi wê binzaravavê afirandine û weşandine.

Bi gelemperî di navbera wan her du norman de cudatî pir zêde tune ye. Ligel axaftkerên norma silêmanî hem bajarî hem jî xwendi û nivîskar bûn, ji ber wê norma silêmanî, di zaravaya soranî de bû norma sereke. Kurdên Kurdistana Rojhilatê (Îran) jî îro di perwerdehî û weşangerîyê de norma silêmanî bikartînin. Kurmancên Başûr jî soranî wek zaravaya nivîskî dipejirînin û bikartînin. Li gorî zaravayên kurdî yên din ev zarava hinek zêdetir serbest û azad bû, ji bo wê ev zarava ji zaravayên din zêdetir pêşve çû û bû zaravaya sereke. Di nava zaravavên kurdî de tenê zaravaya soranî ji aliyên dagirkeran hatiye pejirandin. Ji bo wê ev zarava di sedsala XIXan de dest pê kiribe jî îro zaravaya herî xurt û wêjeyî ye. Li zaravayên din cudatir di wê zaravayê de zayenda rêzimanî (derewîn) tune ye. Ev zarava aliyê rêzimanê û teşeyî de di bin bandore farisî de maye.

Elfabeya erebî ya li gorî kurdî hatiye seraraskirin di zaravaya soranî de tê bikaranîn. Kurdên bi soranî diaxivin dixwazin ku zaravaya wan di nav zaravayên kurdî de bibe zaravaya standard û fermî û ji bo vê gelek israr dikin. Lê hem pirbûna kesên kurmanciya bakur (kurmancî- badinanî) diaxivin hem jî di wan salên dawî de kurmancî bakur ji ber bi pêşveçûnê ve pengavên gelek mezin avêtiye. Ji bo wê ev daxwazî zor were cih de. Helbestvanê zaravaya soranî ya klasîk ê herî mezin bêguman xweşzar û zimantûtî Nalî ye. Piştî Nalî jî Salim, Kurdî, Xerîq, Edeb, Şêx Riza Talebanî û Wefayî ye.Di destpêka wêjeya modern de nûnerên vê zaravayê neteweperwerekî hişmend û peyrewê Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî ye. Piştî Xecî Qadirê Koyî, Şêx Salih Şêx Riza ye. Di serdama modern de jî Pîremêrd, Hejar, Ebdullah Goran, Faîq Bêkes e. Îro jî di helbestê de Şêrko Bêkes û Ebdila Peşêw helbestvanên herî girîng in. Di pexşanê de jî Birahîm Ehmed û nivîskarê ''Êvarey Perwane'' Bextîyar Elî, Eta Nehayî û Husên Arif ên herî girîng in.

Kurmancî: Zaravaya Bindest

Zaravaya kurdiye herî belavbûyî bêguman kurmanciya bakur (Badinanî) e. Navekî vê zaravayê din jî badinanî ye. Axaftînerên wê zaravayê di sedsala navîn de bi gelemperî eşîrên koçber bûn. Li gorî Mîhrdad Îzady kurdê koçber û şivan re kurmanc dihat gotin. Weke %60ê serjimêrên kurda bi wê zaravayê diaxivin. Herêmên kurmanciya bakur têne axaftin Tirkiye, Îran, Eraq, Sûriye, Komarên Sovyeta Kevn, Lubnan û dîaspora ye. Di wê zaravayê de pevçûna normî tune ye, norma hatiye pejirandin norma kurmancîya klasîk a wêjeyî ye. Ew zarava di sedsala XVan de bi Şukriyê Bedlisî ve destpêdike peyre di Elî Herîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizirî de berdevam dike û netewperwerê mezin bi Ehmedê Xanî ve digihîje asta xwe ye herî bilind.

Ev pêvajo hetanî Împaratoriya Osmaniyan mîrektiya kurda, ya dawî 1860an de holê rakir, berdewam kir. Di piştî şerê cîhanê yekem de berdewama Osmaniyan Tirkiye, dema ku kurdî qedexe kir û zextên dijwar anî ser vê zaravayê, texil pêşveçûna vê zaravayê da. Dema ku Tirkiye ev zarava qedexe kir, berhemên bi vê zaravayê dihatin nivîsandin li Sûriyeyê hatin weşandin, Hetanî rejîma Baasê di 1960an de desthilatdariya Sûriyeyê xiste destê xwe û kurdî qedexe kir, berhemên kurmancî li vê dewletê hatin weşandin. Piştî desthilatiya Baasê kurmancî hebûna xwe ye wêjeyî, di Yekitiya Sovyetan û dîasporayê de berdewam kir. Berhemên bi kurmancî hatine nivîsandin, bi piranî li dîasporayê de hatine afirandin û weşandin. Sovyetîstan ji bo wê zaravayê wek rizgarkerek e.Li wir rojnameya Riya Teze derdikeve û romana kurdî ya yekem ji aliyê Erebe Şemo li wir tê nivîsandin. Xencî wana gelek xebatên bi wê zaravayê li wir hatine afiradin. Dîsa rojnameya kurda ya yekem Kurdistan bi wê zaravayê derketiye.

Axaftkerên wê zaravayê bi elfabeya latinî ya ji aliye reformîstê zimên ê mezin Celadet Eli Bedirxan ve hatiye sereraskirin û bikaranîn. Xencî elfabeya latînî, kurmancên Sovyetê demekî elfabeya Kirîl bikaranîn; lê niha ew jî elfabeya latînî bikartînin. Ev elfabeya Celadet Eli Bedirxan çêkir a latînî ji bo fonetîka kurdî elfabeya herî guncaw e.

Ev kovara birayên Celadet û Kamiran Bedirxan derdixistin ''Kovara Hawarê'' ji bo ev zarava bigîhîje normeke standard roleke giring leyîstî ye. Kurmancî di wan salên dawî de pengavên gelek bihêz avet û di nav zaravayê kurdî de hêdî hêdî rola xwe ya sereke digire. Wan salên dawî di Tirkiyeyê de astengiyên peşiya ziamên kurdî hatin rakirin. Di zaningehan de enstûtîyên zimanê kurdî hatin vekirin û beşa ziman û wêjeya kurdî hatin damezrandin. Di dibistanên fermî de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî ve (zazakî) di dibistanên fermî de wek dersên hilbijartî tên bikaranîn. Nûnerên vê zaravayê di dema klasîk de Eliyê Herirî, Melayê Cizîrî Feqiyê Teyran Melayê Batê, Selîm Silêman û neteweperwerê mezin Ehmedê Xanî û peyrewê wî Mele Mehmûdê Bazidî ye. Di Dema nûjen de jî di helbestê de sosyalîst û netewperwerê zimên ê hişmend Cegerxwîn, Arjên Arî, Rênas Jiyan, Ehmed Huseynî û Rojen Barnas e. Di pexşanê de jî kesên girîng Mehmed Uzun, Hesenê Metê.Jan Dost, Omer Dilsoz, Helîm Yûsif, Firat Cewerî, Qedrîcan, Nuredîn Zaza, Fawaz Husên û Yaqûp Tilermenî hwd.

Kirmanckî (Dimilkî): Zaravaya Derengsaz

Kurmanckî (Dimilkî) li demeke dirêj wêjeyeke nivîskî dernexistiye meydanê, mixabin hetanî sedsala XXan de wek zimanê devkî maye. Di sedsala XX de Mele Ehmedê Xasî Mewlîdek bi wê zaravayê nivîsiye. Piştre jî Osman Babij Efendiyo berhemeke klasîk bi vê zaravayê daye. Ji bo vê, ew zarava bi gelemperî tenê wek zimanê devkî hatiye pejirandin. Di sedsala XXan de bi hewlêdanên Malmîsanij ew zarava îro bûye zaravayeke nivîskî. Îro, ji bi vê zaravayê gelek berhemên nivîskî hatine weşandin û bi vê zaravayê zimanekî wêjeyî yê nivîskî tê afirandin. Mixabin axaftkerên vê zaravayê roj diçe kêm dibin. Di demeke nêz de ev zaravayayê tenê di lîteratora zanîstî de bimîne.

Ev zarava bi fonolojîk nêzikî zarava Goranî ye. Dirûva navbera kurmancî û soranî di nav van her du zaravayan de jî heye. Wek kurdiya kevnar tê qebûl kirin. Axaftînerên vê zaravayê bi piranî li Tirkiye yê de dijîn. (Bedlîs, Çewlik, Dêrsim, Elazîz, Erzirom, , Mûş, Sêwaz, Sêwerek , Semsûr û dev dorê Diyarbekir ê dijîn.) Komeke biçûk jî li Mûsilê dijîn. Elfabeya axaftînerên kurmanckî bi kar tînin, elfabeya latinî ya kurmancên Tirkiyeyê dipejirînin tê bikaranîn. Kesên ku vê zaravayê diaxivin ji aliye desthilatdaran ve çiqas jî wek neteweyeke cuda bên nişankirin jî ev xwe bi kurd dihesibînin. Ji xwe re dibêjın Kird an jî Kirmanc, zaravaya pê diaxivin re jî dibêjin kirdkî an jî kirmanckî.

Zimanên Standard.

Zimanên kodbûyî ne zimanên neteweyî ne an jî zimanên Standard in. Ewan ji bo yekbûna neteweyî an jî alavên avakirina neteweyî nîn in. Zimanên mîna Çînî û Sanskrîtî çiqas jî hatibin kodkirin jî; lê wek zimanên standardî nayên qebûl kirin. Ji bo vê pêwiste ku cudatiya navbera kodbûyîn û standardizasyonê were kirin, ew pir girîng e. Standardîzasyon, pişta xwe dide pejirandina perwerdehiya fermî û alavên ragihandina girseyî de.

Zimanek tenê bi ragihandina nava kesan ve nikarê bijî û bi wî awayî winda dibe. Neteweyek, zimanekî neteweyî nebe nayê damezrandin. Lê zimanekî standard di civakeke wek eşiran hatiye rêxistin de nayê çêkirin. Ancax di civakeke nûjen û bajarî de hûn dikarin zimanekî standard çêbikin. Digel civaka Kurdistanê roj bi roj ber bi bajarvaniyê ve diçe û girseyeke xwendî û nivîsar e berfireh çêbûye, ji ber vê yeke di ziman de pêdiviya standardbûnê derdikeve holê.

Kurdî îro zimanekî du standardî ye. (Kurmancî-Soranî) Yekbûna zimanên pir standardî gelekî zor e. Sedema wê, yekbûyîn bi tenê ne girêdayiyê pêvajoya ziman e. Sedemên wê di nava zaravayan de tunebûna yekîtiyê û ew cihe ziman tê de geş dibe girêdayiyê şertên pêşveçûna xwe ya polîtîk, aborî û civakî de ye. Tunebûna netewedewleteke navendî û perçebûna Kurdistanê ya pir alî wê diyardeyê dixe tengasiyê. Ji bo ku ziman bigihîje standardeke hevpar, pêwistiya elfabeyeke hevpar heye. Kurd îro du elfabeyên cure bikartînin, ev ji bo standardîzasyonê astengiyeke mezin e.

Elfabe ji bo kodbûna zimanekî gelek girîng e. Geştiyarekî Ewropeyî wiha gotibû: ''Çend hev tîp bidin min, ez ê şaristanîyekî bidim we; Elfabekî bidin min ez ê zimanekî mezin û bi pergal bidim we.'' Ev mînak diyardike ku ji bo standardbûna zimên elfabe çiqas girîng e. A niha elfabeya, dengên kurdî herî baş raber dike elfabeya latînî ye. Gîw Mukrîyanî dibêje ku; Elfabeya erebî ya samî ye, zimanên arî yên wek kurdî ji vê elfabeyê nayên nivîsandin û raber kirin. Xencî wan tiştan zextê li ser kurdî û perçebûna Kurdistanê ya erdnîgarî, li standardbûna kurdî dixe zor ê. Du mebestên standardîzasyona zimanekî heye. Ya yekem, termîlojiya termên zanist û jiyaneke bi komplekse nûjen re pir zêde an jî hemû li warên wê de zimanek were bikaranîn û pêwistiya pêşxistina hemû tomaran; ya duyem jî ev e ku di qadên pircure de, di navbera axaftkeran de yekbûna bikaranînê biparêz e. Rewşa duyem ji bo kurdî giring e. Lewma kesên kurdî diaxivin di navbera wan de yekbûna axaftinê tune ye. Heger ziman bigîhîje standardekî ev pisrgirêkên jî ji holê rabin. A niha di nava zaravayê kurdî de yên herî pir têne bikaranîn kurmancî û soranî nin. (nêzîkî %90ên kurda ji wan her du zaravayan bikartînin.) Di navbera wan her du zaravayan de cudabûna bi morfolojîk û fonolojîk zêde nemaye. Dema ku Kurdistan yekgirtiya xwe ye sîyasî,civakî û çandî biqedîne vê demê ev her du zarava dikarin bigîhîjin hevdu bibin zimanekî standard. Bi rastî ji bo vê pêvajoyeke dirêj pêwist e. Ji bo wê, berpirsiyariya herî mezin li ser milê nivîskarên ji bo yekîtiya herdu zaravaya hewl didine. Ew dikarin herdu zarava bi hevre bipejirînin.

Ji bo vê zimanzan û weşanger dikarin ferhengeke yekgirtî ya herdu zarava çêbikin. Dîsa di çapamenî û weşangeriyê de ji bo yekbûna herdu zaravayan xebatên xwe bikar bînin. Îro hemû zaravayên kurdî ji hev re dikevinê têkiliyê û ji hev peyv û qertafan digrin. Ew ji vê nîşanê me dike ku yekbûna wan her du zaravaya mimkûn e. Dema ku zaravayên kurmancî û soranî bibin yek, vê demê em dikarin zimanekî yek standard biafirînin.

Ew kesên zaravayên din diaxivin bila bizani bin ku hebûna wan nayê înkar kirin, lê ji bo damezrandina neteweyeke yekbûyî, zimanekî yekgirtû û yek standart pêwist e. Ji bo wê mebestê zaravaya herî xurt û herî wêjeyî bi fermî were qebûl kirin û bibe zimanê fermî yê neteweya yekbûyî. Li her derê cihanê ev metod wisa hatiye bikaranîn. Dema ku beriya Prûsya (Elmanya ya nûjen) jî xwe re zaravayeke standard ne bijartibû, ji kurdî pirtir zaravayên vê hebûn .Ev tişt ji bo îngilizî, erebî û farisî jî derbasdar e. Dema ku Îtalî netewedewleta xwe damezrand hevdeh zaravayên zimanê îtalî hebûn. Damezrînerên dewletê ji nava wan hevdeh zaravayan zaravaya floransî wek norm pejirandin xistin zimanê standard.

Ernest Gellner dibê: Ew tiştê neteweyan diafirînê neteweperwerî ye, berevajiya wê nabe. Em jî dikarin wê gotinê berevajî bikin, ew tiştê neteweya diafirîne zimanê, ew tiştê ku zimanên standard damezrîne jî netewedewlet e. Di navbera neteweperweriyê û ziman de têkiliyeke xurt heye. Ziman bingeha neteweperweriyê ye; neteweperwerî jî bingeha netewedewletê ye; netewedewlet jî bingeha zimanê standard in. Mirov di hin rewşa de heta sê zimanan dikarin biaxivin. Craig Calhoun jî wê wiha bi kategorîze dike.

1. Zimanê zikmakî (Carinan tênê axaftina wê tê zanîn)
2. Zimanên perwerdehî û fermî
3. Zimanê navneteweyî (zimanê bazirganî)

Li jor jî xuya ye, hebûna zimanekî zikmakî nayê wateya zimanekî Standard û fermî. Madeya duyem ji bom e girîng e. Zimanek encax bibe zimanê perwerdehiye dibe Standard. Zimanek tenê bi axaftinê nikare bijî û em nikarin bi zimanekî wisa neteweyeke yekgirtî damezrînin.

Ji bo afirandina nasnameyeke neteweyî û zimanekî Standard rola herî mezin ya hunermend, nivîskar, muzîkjen û entelektuelan e. Ji bo belavbûna zimanê neteweyî û standard, nivîsarên wek rojname, kovar û roman û alavên ragihandinên girseyîyê wek televîzyon û înternet roleke girîng dileyîze. Netewebûn û standardizasyon bi metbe’yê re peywendar e. Metbe’ di avakirina zimanên Standard de roleke girîng leyîstiye. Bi saya metbe’ zimanê ne olî yên neteweyî derketine pêş û pêşxistina domandine. Bi îcatkirina metbeê re zimanê awamê bûye zimanê dewletê û cihê zimanên olî girtine.

Beddict Anderson dibê ku: “Netewe cimeatên xeyalî nin.” Li gorî me jî heger netewe cemaatên xeyalî bin, ziman wê xeyalê dixe şênber. Zimanekî Standard jî wê şênberiya wê xeyalê xurt dike darijt3ine ber çavan. Em dikarin ev ê bînim ziman, heger zimanê me negihîje standardekî em nikaribin bibin neteweyeke yekbûyî. Heger ew pêşniyazî me neyên cih em ê bibin neteweyeke pirzimanî û perçe perçe.

Çavkanî:

Kürdistan’da milliyetçilik ve dil, Prof. Dr. Amîr Hasanpour
Kürtler, bir el kitabı, Prof. Dr. Mehrdad R. Îzadî
Prof. Dr. Ladîslav Zgûsta
Rêzimana Kurmancî, Samî Tan.

Destpêka Edebiyata Klasîk, Abdurrahman Adak.
Craig Calhoun, Milliyetçilik
Ernest Gellner,Milletler ve Milliyetçilik
Feqî Huseyîn Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurdî


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.