1. Tekst

  2. Gotar

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Min Beşîkçî dît!
Min Beşîkçî dît!,min,beşîkçî,dît

Min Beşîkçî dît!

A+ A-

Di nav koma xwazgînî û xemledarên serxwebûna Kurdistanê da li bajarê Kolnê/Elmanyayê.
Pir sal çêbibûn me hev nedîtibû:
Di salên 1970yan da pir caran li navenda KOMALê bibûm mêvanê birêz Beşîkçîyî.
Ez yek ji parêzvan, firoşerê pirtûk û lêkolîn, ramanên Beşîkçîyî ji Kurdan ra li Kurdistanê bûm.
Sal derbas bûn û hewldana leşkerî (1980) li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê em ji hev qetandin. Polîsên tirkan êrîş anîn ser KOMALê, Komal hat talankirin. Dest danîn ser arşîv-pirtûk, kovar û dahateyên wê weşanxana hêja ku di dîroka Kurdistanê da xwedî cîhekî giranbuha ye.
Dîsa jî ez şopînerê Beşîkçîyî bûm. Bi rêya parêzvanan, parastinên wî yên dadgehan digîhan me û me belav dikirin. Di wan rojên reş da, ew mesajên Beşîkçîyî ji dadgehên tirkan, dibûn hêvîyên mezin ji me ra.
Paşê, ez jî bûm girtîyê zîndanê.
Min jî para xwe ji dadgehên tirkan girt. Bi parastinên xwe yên siyasî-Kurdistanî, bi zimanê xwe yê şêrîn (Kurdî) , bi helwesta xwe derketim dadgehên tirkan.
Bi dehan salan ceze û zîndan.
Her parastinek siyasî-Kurdî qelenê wê 8 sal bû. Yek ji me û yek ji tirkan ev doz dom kirin bisalan. Her parastinek, bi xwe ra dozgerîyek nû tanî ji me ra. Her dozgerîyek jî cezayek nû tanî û her tûrikê me tije biryarên dadgehên tirkan dibû. Destê me di merbetan de, zîndan bi zîndan em gerîyan.
Rojek dadger got; “ev nabe! Hun ji ya xwe venagerin û em ji ya xwe danakevin! Her daweyek, dibe sebebê vekirina daweyek din!” Min got herkes karê xwe dike...
Dozgerîyek ku gihişt 56 sal cezayê zîndanê.
Ji zîndanê sirgunîyek din, lê her cîhê ku em diçûnê, me têkilî bi Beşîkçîyî ra datanî bi riya nameyekê, kartekê û bi riya parêzvanan..
Ji ber ku Parêzvanê me jî yek bû. Parêzvan Yusuf Serhat Bucak parêzvanê me bû.
Di 1991an da ez derketim ji zîndanê. Min li Stenbol carek din Beşîkçî dît ji bona demek kurt û ez derketim derveyê welat. Ji ber ku pir dosyayên min yên leşkerî û parastinên siyasî hîn dom dikirin.
Piştî 1991an dema min Beşîkçî ji sirgûnê dişopand, dixwend, car caran bi “rexne” û bi “çima”(!) ra hezkirina min, hurmeta min ji birêz Beşîkçîyî ra dom kir.
Beşîkçî lêkolînerekî civakî yê klasîk e. Keda wî bi qasî keda Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî giranbuha ye. Ji bona pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, bi tena serê xwe bi qasî pêşmergeyekî, bi qasî partîyekê, bi qasî têkoşerekî Kurd, xwedîyê doza Kurdistanê ye.
Min di festîwala serxwebûna Kurdistanê ya li Kolnê da carek din Beşîkçî dît!
Devliken, çavên wî wek du stêrkên mizgînîya şeveqê bi hêvî û heyecan bûn. Heyecana bi hezaran ji ken û nerînên birêz Beşîkçî difûrîya.
Di kêfa zarokekî da, di tilîlîya keçek Kurd da, di şîara xortekî Kurd “bijî kurdistan” da Beaşîkçî hebû. Di sihbet û kulîsên festîwalê da, çepikên ciwanên Kurdistanê da Beşîkçî hebû. Bi hezaran kurd di dorê da bûn bo ku bi Beşîkçî ra dîmenek bikêşin. Hezkirina Beşîkçîyî, hezkirina Kurdistanê bû, hezkirina serxwebûnê bû. Daxwaza dewletbûnê bû ji kurdan ra.

Min beşikçî dît!

Ji helwesta xwe mezintir, ji ramanên xwe girantir, mitewazî û bi hêvî bû. Coşa festîwalê, heyecana xortên kurd û Kurdistanê, pejirandina divêtîya dewletek kurdistanî bû. Pejirandina ramanên Beşîkçîyî û paya giranîya helwesta Beşîkçîyî bû.
Ji ber ku Beşîkçî ne tenê lêkolîner e; ew têkoşer e, ew şervanê ramanên xwe ye. Bêşik xwedî helwestek milîtanî ya doza kurd û Kurdistanê ye.
Bi bejna kin, bi wan çavên hûrik û tûj, bi rihê xwe yê humanîst, bi helwesta dîrokî çiqas mezinbû Beşîkçî di nava coşa reng û hêjayên kurd û Kurdistanê da.

29.08.2017


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.