1. Tekst

  2. Gotar

  3. Necip Yeşil
  4. NAMEYEK JI BAVÊ JÎNDAR-5
NAMEYEK JI BAVÊ JÎNDAR-5,nameyek,ji,bavê,jîndar,5

NAMEYEK JI BAVÊ JÎNDAR-5

A+ A-

1ê Îlonê, roja aştîyê pîroz be!

Çend roj berê ez li Sitenbolê, li taxa Bahçeşehirê li parka goletê dimeşîyam û pê ra jî ketim nav xem û xeyalan. Van deveran her der gav bi gav te bibîr tîne kurê min!

Dema zarokatîya te ku ez û tu, dayika te û birayê te Şemal me bisqilêtên we goga we û carnan jî firfirokên we bi xwe ra dibir. Ez û dayika we bi we ra dibûn wek zarokan û bi we ra dileyistin. Dema ku we dixwest firfirokê bi hewayê xin û dibezîyan, em jî li dû we dibezîyan. Paşê firfirok bi hewayê diket û hûn gelek kêfxweş dibûn. Carnan jî qet ba tunebû û firfirok bi hewayê nediket, we mirûzên xwe dikir. Dema ku hûn kêfxweş dibûn em jî bi we ra kêfxweş dibûn. Kêxweşîya we kêfxweşîya me bû. Ez û dayika we, me tim hezkirina xwe bi we dida zanîn û wek piştgirê we li ba we bûn.

Wekî din jî wan rojên taybet, roja ji dayikbûna te, wan rojbûnên te yî ku wek dîlan û seyranan derbas dibûn… Paşê wan rojên ku em bi hev ra diçûn çalakîyan, me dagirkerên welatê xwe şermezar dikir. Lê pirê caran polîsên dagirkerên welatê me bi jop û gazên îsotê, me ji hev belav dikirin.

Yeka bi taybet ez dixwazim li vir bi bîr bînim.

Sal 2011, tu hêja 17 salî bû, Şemal jî 13 salî bû û çend roj ji 1ê îlonê ra mabû. Li Sitembolê em û malbatekî welatîyên me, bi hev ra biryar da ku emê roja 1ê Îlonê li Stembolê bi hev ra herin navçeya Kadîkoyê û beşdarê pîrozbahîya meş û mitînga aştîyê bibin. Ew roj şeveqê em rabûn çûn taxa Haydarpaşayê cîhê ku meş dest pê dikir û em beşdarê kortêja komela mafê mirovan bûn. Meşek dûr û dirêj bû, ne serî û ne jî binî xuya dibû. Em bi slogan û pankart ji bo aştîyê ber bi meydana Kadîkoyê dimeşîyan.

Dema ku em nêzîkê meydanê bûn, seyran li dar ketibû, gurme-gurma def û zirnê bû, govendgêran û muzîsyenan hunerên xwe nîşan didan, êdî dîlan geş bûbû. Em jî bi kêf û eşqek mezin beşdarê nav dîlanê bûbûn. Lê mixabin polîsên dewletê çavên wan barnedida, bi gurme, gurmek bilind gaza îsotê bi ser me da avêtin. Her der bûbû mij û dûman, dîlan felişî, gel ji hev belavbûbû, ew mîrata gazê bihnê li me çikandibû û gewrîya meriv diqelaşt. Di destek min da Şemal di destê minê din da tu bû. Em bi lez bazdidan da ku ji nav vê mij û dûmana gaza isotê rizgar bibin.

Bîhnepişk bi me ketibû, te digo qê dil û cîger sekinîne. Hêstirên çavan diherikîn, kuxte,kuxta me bû. Me digo wê cîgerên me di gewrîyên me de derên.

Min hişk bi destê te û Şemal girtibû destên we di nav destên min da û me dixwest hinek zûtir ji nav vê toz û tofanê xelas bibin.
Lêbelê êdî bedena me jî bi xebera mêjîyên me nedikir. Ji ber ku beden bê taqet mabû. Lê çare nînbû dibe ku em rizgar bibûna. Mêjî biryar dabû, me berxwedida û em ji wê xezebê, rizgar bûn. Dayika te û wan cîranên me wenda bûbûn, em gelek betilîbûn û bê taqet mabûn. Me dest û serçavên xwe şûşt û bêtaqet li wê erdê rûniştin.

Te qêrînî dikir û digot "ev çi zilm e, ev çi xêzeb e vana li me dikin. Em ji bo pîrozbahîya aştîyê hatin vira, me seyran dikir, çi xweş dîlan geş bûbû....

Ez gelek xemgîn bûm û min tu bersivek neda te ji bo ku her tişt li ber çavan bû. Paşê min destê xwe danî ser pişta te mizda û em rabûn ji bo ku li dayika te û cîranên xwe bigerin. Li wan deveran me çavên xwe li wan digerand. Piştî demekê em çav bi wan ketin û bi lez ber bi wan da çûn û êdî em gîhîştibûn hevûdin. Em gelek bi sihûd bûn ku polîsan em negirtibûn. Lê gelek keç, xort, jin û mêr girtibûn bin çavan.

Kurê min î delal, ev zilm û zordarî hê jî dom dike. Lê ez bawer im wê rojek gel bi ser bikeve, wê dawîya zilma dîktatoran were.

Roja aştîyê li te û hemû gelê me pîroz be. Cîyê te bihuşt be! Xweş helal bî kurê min ê delal!

01-09-2018
Necip YEŞÎL


Gotinên miftehî :