1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Navê Kurdistanê Guhertin, Destpêka Jiholêrakirina Dewleta Federal e.
Navê Kurdistanê Guhertin, Destpêka Jiholêrakirina Dewleta Federal e.,navê,kurdistanê,guhertin,destpêka,jiholêrakirina,dewleta,federal,e

Navê Kurdistanê Guhertin, Destpêka Jiholêrakirina Dewleta Federal e.

A+ A-

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Başûrê Kurdistanê, di 25ê Îlona 2017an de guhertinek bingehî pêk hat. Mîladeke nû dest pê kir. Kurdistaniyan biryara referandûmê, biryara dewletavakirinê dan û qanûna dewletavakirinê çêkirin. 16ê Oktobra 2017an jî ji bona kurdan bû mîladeke din. Di navbeyna herdu mîladan de 20 roj derbas bibû.

Di 16ê Oktobra 2017an de sê dewletên kolonyalîst (Dewleta Îranê, Iraqê, Tirkiyê) êrişî Kurdistanê kirin. Kerkûk û gelek dever û bajarokên Kurdistanê hatin dagir kirin. Di demeke kurt de derket meydanê ku plana wan bes îşgalkirina herêmên ji derveyî Herêma Federe ya Kurdistanê nîn e, tevayî rûxandinaa Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Loma jî xwestin ku werin Hewlêrê jî dagir bikin. Lê şikest xwarin.

Diyar e ku hewildana wan hîn dom dike. Delîla vê yekê jî ew e ku Serokwezîrê Iraqê gelek aşkere navê Kurdistanê guhert. Di Makezagona Dewleta Federal de navê Kurdistanê, “Herêma Federe ya Kurdistanê” ye. Ew dema ku ji Herêma Federe ya Kurdistanê qal dike, dibêje ku “Bakûra Iraqê” an jî “Parezgehên Kurdistanê”.

Vê guhertinê di qanûna diravê (butçeyê) de jî cî girt.
Li hemberî vê gelek berpirsiyar û parlamenterên Kurdistanê bertek û reaksîyon nîşan dan û bala Serokwezîrê Iraqê kişandin.

Parlamenterê Goranê jî di derbarê ev pirsa girîng û bingehî de daxuyaniyek da wusa dibêje: “Me hêvî dikir ku birêz Heyder Ebadî di mijara sepandina destûrê de nexasim pêşniyarên dawî yên merciyeta reşîd ku teqezî li ser giringiya sepandina destûrê ji aliyê hikûmeta federal û hikûmeta Kurdistanê ve, bike. Lê em şaş man gava me dît ku hinek peyvên nedestûrî di reşenivîsa budçeyê de hene."

"Bi taybetî gotina Kurdistanê ku herêmeke destûrî ye, bi gotinên wek bakurê Iraqê û parêzgehên bakurî û gotinên din ji qestî ve tê destnîşankirin. Ev jî diyar dike ku Ebadî û hikûmeta wî guh nadim pêşniyarên merciyeta reşîd ku xwestibû pabendî bi destûrê were kirin ku di encamê de diyar dibe ku Ebadî û hikûmeta wî bi keyfiyet di sepandina destûrê de tevdigerin."

Hîç şik tune ye ku ev helwesta serokwezîr li dijî makezagona dewleta Federal e. Divê mijar hîn firehtir û kûrtir analîz bibe.

Gelo Dewleta Federal Tê Çi Wateyê?

Gelek şiklên dewleta hene. Di esil de du kategoriyên dewletan hene. Dewletên demokratîk û dewletaên ne demokratik. Dewletên demokratîk, dewletên her hemwelatî ne. Dewletên ne demokratîk, dewletên elîtekê, grûbekê, burokratên leşkêr û sivîl in, malbetekê, îdeolojiyekê ne.

Dewletên ûnîter, faşîzan, kolonyalîst dewletên ne demokratîk in. Ew dewletan dewletê yek miletekî ne. Dewletên unîter yên “demokratîk” jî hene. Lê di wan dewletan de, miletek desthilatdar e, lê kêmneteweyên li wan welatan dijîn jî xwediyê mafên xwe yên milî, civakî, siyasî ne. Dewleta îspanyayê, dewleteke unîter e. Lê ji gelek herêmên otonom pêk tê. Lê di ceribandina Katalonyayê de derket holê ku dewleteke unîter û otorîter e. Loma îzin neda ku Katalonî dewleta xwe ava bikin.

Çend babetên dewletên demokratîk hene ew jî dewletên federal û konfederal in.
Dewletên konfederal, ji du dewletên serbixwe ava dibin. Her dewletek xwediyê serwerî û desthilatdariya xwe ye. Bes ev dewletan yekîtî çê dikin, serwwerî û desthilatdariya xwe di beşek mijaran de bi taybetî jî di pirsa ewlekarî û pêwendiya derve de xwediyê desthilatdariyeke hevbeş û mişterek in.
Dewletên federal, dewletên hevbeş in. Bi destê du, an jî çend miletan û kêmneteweyan ava dibin. Dewleta yek miletekî nînin. Dewleteke unîter nînin. Dewleteke neteweyî, îdeolojiyê, elîtekê, malbatekê nînin. Dewleteke di ser neteweyan, îdeolojiyan, dîn û mezheban re ye.

Ji bona ku dewleteke federal ava bibe û bimeşe, divê du an jî zêdetir milet xwediyê desthilatdarî û serweriya hevbeş bin. Ji du an jî zêdetir herêmên federe ava dibe. Her herêmek li ser axa miletekî ava dibe. Ev herêm ji aliyê hemwelatî û miletê li wî welatî dijî birêve dêbirin Her miletek li herêma xwe desthilatdar e. Xwediyê serokatiya xwe ye. Xwediyê meclîs û hikûmeta xwe ye. Karên herêmên xwe bi xwe dimeşînin. Li herêma xwe desthilatdar û serwer in.
Herdu û zêdetir milet divê xwediyê desthilatdariya siyasî ya hevbeş û serweriyeke hev beş bin. Meclîseke hevbeş ya ku ji aliyê temsîlkarên, parlamenterên hemû miletran ve ava dibe heye. Ew Meclîsa hikûmeteke hevbeş hildibijêre. Serokdewlet/serokkomar û sewrokwezîr gora konsepteke demokratîk tespît dibe.
Belçîka dewletek bi vî awayî federal e.
Dewletên federal di heman demê de ji bona pêşketina aborî, civakî, demokratîk, yek miletek jî dewleta xwe ya federal dikare ava bike. Dewleta federal ya îdarî ava bike.
Amerîka û Elmanya bi vî awayî dewletên federal in.

Gelo Dewleta Iraqê Federal e?

Iraq heta sala 2003an, dewleteke ne demokratîk, dewletek elîteka baasî û dewleta partiyekê û dîktatorekî (Seddam Huseyîn) bû. Di sala 2003an de bi destwerdana Emerîkayê û hevalbendên wê yên rojava, dîktatoriya baasê û Seddam hat rûxandin. Girêdayî rûxandina dîktatoriyê, dewleta heyî ya ne demokrat û ya partiyekê jî hat rûxandin.
Milet û kêmneteweyên li Iraqê, bi taybetî jî ji bona kurdan û ereban dewleteke nû ya demokratîk diviya bû ku bê ava kirin. Ji bona vê jî çend babet di rojevê de bûn. Babetek dewlet, dewleta eyeletan bû. Babetek jî, dewleta federal bû,
Di encama danûstandin û gengeşiyan de, biryar hat girtin ku dewleteke federal ava bibe. Loma jî makezagonek hat amade kirin. Di sala 2005an de encama referandûmekê, ev makezagona hat pejirandin.

Loma jî piştî sala 2005an Dewleta Iraqê wek dewleteke federal hat bi nav kirin. Hezar mixabin dewlet gor pîvan, qanûn û makkezagona federal ava nebû û pêşve neçû. Lewra terefa ereban xwe desthilatdar dîtin. Her dem xwestin ku dewlet bibe dewleta miletê ereb. Miletê ereb serwer û desthilatdar be. Lê rewşa heyî ya de facto li Kurdistanê bi her awayî îzin nedida vê yekê.

Şiklî be jî dewleta federal ava bû. Wezîfe ew bû ku dewleta federal bê projekirin. Hezar mixabin di dema Malîkî de her ku çû di projekirina dewleta federal de paşveçûnek hat rojevê.
Dema ku kurdan dît ku rewş hîn zêdetir ber bi xerabiyê ve diçe, wê demê dewleta serbixwe ya Kurdistanê û dewleta konfederal ya Kurd û Ereban pêşniyar kirin.
Lê rewş xerabtir bû û serrast nebû.

Makezagona Dewleta Federal hat binpê kirin. Gorî nerînên Serokê Kurdistanê û desthiltadarên din yên Kurdistanê, 55 xalên Makezagona Dewleta Federal hat binpê kirin. Bi taybetî jî Xala 140î ku ji bona statuya Kerkukê û deverên din yên bi niza tespît bibin referandûm bê li dar xistin, ev yeka bi qestî pêk nehat.
Di vê pirsê de qrîz kûrtir bû.
Loma Serokê Kurdistanê, partiyên Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê wergirtin. Lewra wekî din çareserî nedibû.

Armanc Jiholêrakirina Dewleta Federal û Herêma Federe ya Kurdistanê ye…

Li Başûrê Kurdistanê, dema biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hat girtin û referandûm hat li dar xistin; Hikûmeta Iraqê ya Mezhebî û Nîjadperest li dij derket. Got ku “referandûm dijî yekîtiya Iraqê ye û dijî makezagona dewleta federal e. Loma divê ev referandûma nayê li dar xistin. Lê dema ku Referandûm bê li darxistin jî em tu wext bi awayê leşkerî derstwerdanê nakin.”
Lê piştî ku referandûma serxwebûna Kurdistanê hat li dar xistin û di encamê de Kurdistaniyan biryar dan ku dewleta Kurdistanê ava bikin, Hikûmeta Iraqê li ser soza xwe nesekinî, an jî bi destwerdan daxwaza Dewleta İran û Tirkiyê biryar dan ku êrişî Kurdistanê bikin.
Ji bona ku dest bi êrişa li hemberî Kurdistanê bikin. Bi Dewleta Tirk û Îranê re koalîsyon ava kir. Heta Îranê biryar da ku rastrast destwerdana Kurdistanê û êrişî Kurdistanê bike. Di nav kurdan û YNKê de jî ji bona xwe grûbeke îxanetkar çêkirin. Piştgiriya Emerîkayê û İngilterê jî girtin.
Dema ku xwe amade kirin, di destpêkê de êrişî Kerkukê kirin. Bi piştgiriya xiyanetkarên Kurd bê şer Kerkuk girtin bin kontrola xwe. Pişt re jî êrişî gelek dever û bajerokên din yên Kurdistanê kirin.

Kerkûk ji bona ku bajarekî stratejîk bû di destpêkê de êrişî wir kirin. Ji aliyê din de jî Kerkûk û deverên qal tê kirin, ji derveyê herêma Federe ya Kurdistanê bûn. Dixwestin ji raya giştî ya dinyayê re bibêjin ku “em çûn herêmên di bin kontrola hikûmeta merkezî de ne, me ewlekarî û kontrol pêk anî”.
Lê Koalîsyona Îran, Iraq, Tirkiyeyê li wir nesikınî xwestin ku tevayî Kurdistanê îşgal bikin. Loma jî xwestin ku êrişî Hewlêrê bikin. Wê demê li Pirdê şikest xwarin.
Diyar bû ku hêzên navneteweyî jî naxwazine ku Iraq ew qas pêşve biçe.
Érîşa piştî referandûmê bi xwe li dijî makezagona dewleta federal bû. Dagirkerî bû, Dewleta Îranê rasterast kete nav axa Kurdistanê, bû dagirker.
Armanc ew bû ku dewleta federal û Herêma Federe ya Kurdistanê jiholê rakin.

Piştî demeke kurt Serokwezîrê Iraqê navê Herêma Federe ya Kurdistanê guhert, kir “Bakurê Iraqê”. Yanî lîteratura Dewleta Tirk bi kar anî. Dem dem jî hat gotın ku “Parêzgehên Kurdistanê”.
Ev navguhertinê di Qanûna Budceyê de jî cî girt.
Ev yeka jî diyar dike ku Hikûmeta Erebî ya Mezhebî ya Nîjadperest dixwaze ku Dewleta Federal ya Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rakin.
Gelek aşkere ye ku Herêma Federe ya Kurdistanê, dewleta Iraqê kiriye federal.
Dema ku Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rabe, Dewleta Federal ya Iraqê namîne. Lewra Herêmek federe ya din jî tune ye.
Ew jî dibe sedema şerekî dijwar.

Divê desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê dema di çarçeweya Makezagona dewleta Federal ya Iraqê de dest bi dîyaloga kirin, divê ev rewşa girîng û stratejîk bidin ber çavan.

Amed, 06. 12. 2017


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.