1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Şêxmûs Aslan
  4. Pêşeroj û Paşeroj
Pêşeroj û Paşeroj,pêşeroj,û,paşeroj

Pêşeroj û Paşeroj

A+ A-

Van her du bêjeyana car heye dijberî wateya wan(1) tên bikaranîn loma pêdiviya şiroveyê dikin(2).

Alî rêzimanî de,
Têgîniya PÊŞEROJ Û PAŞEROJ ji du bêjeyan pêkhatine. Bêjeya PÊŞ Û PAŞ bên ber nav û lêkeran an daçekan, hokerên cî û alî ne, bi tena serê xwe bi kar bên an bitewin, nav in. PÊŞEROJ Û PAŞEROJ bi hev ve kelijîne bêjeyek hevgirtî çêkirine. Van bêjeyana hem wateya xwe ya ferhengî parastine, hem jî bi hev re wateyek hevpar nîşan didin. Di kurmancî de bi vê rêbaza gelek bêje çêdibin. Mînak, pêşgotin, paşgotin, pêşgir, paşgir, paşmêr, pêşmal, pêşverû, paşverû...

Alî wateyî de
Bona em van têgîniyana baş fahm bikin divê berê hokera pêş û paş di kîjan wateyê de çawa bi kar tînin, bizanibin. Di kurmancî de hokera PÊŞ û PAŞ li gor cî û aliyê bizavê wateyek dijberî hev nîşan didin. Bêlayên pêş-î û paş-î jî ji vana çêbûne. Mînak,
1- Di xêzekê de tim alî bizavê PÊŞ e. Alî dawiyê PAŞ e. Mînak, paş pêş
2- Tiştên serê wan hene, bizava wan jî alî sêrî de ye, loma ew alî tim PÊŞ e alî boçê PAŞ e. Mînak, Gava em dibên “Pêşiya mangeyê bigire.” an “Pêşiya tirênê birî.” qesta me hêla sêrî (lokomotîf) bigire/girtî ye. Di sêrî de jî hêla çav û dev û poz,... ya PÊŞ e, hêla din PAŞ e. Di nigan de alî tiliya PÊŞ e, alî pahniyê PAŞ e.
3- Tiştên rûyê wan hene, alî rû tim PÊŞ e, alî ne rû PAŞ e. Mînak, gava em dibên “pêşiya malê” tim hêla derî û pencere lê rû tê aqilê merivan. Hêla girtî paş malê ye. Rûyê neqişandî PÊŞ e, rûyê din PAŞ e.
4- Tiştên berê wan hene, alî ber tim PÊŞ e, dawî PAŞ e. Mînak, Gava em dibên “pêşiya pêz vegerîne” wateya berê pêz vegerîne nişan dide.
5- Dirûvê xuya eşkera, herkes dibîne, li rastê, li cem li pêş çavan e, PÊŞ e. Dirûvê ne xuya, nayê diyînê PAŞ e. Mînak, Gava em dibên “Li pêş me agir pêket” me gişan dît şewatê dest pê kir. Bûka PAŞ perdê, derket PÊŞ pêrdê. Paşgotin: gotina dizî, fesadî
6- Tiştên serê wan an rûyê wan tunene ji aliyê bizavê pêşiya wan, alî din paşiya wan fahm dibe.
a. Ava diherike, alî bizavê (aliyê diherike) PÊŞÎ ye. Mînak, Pêşiya avê bigire.
b. Saet, alî bizavê (hêla dere) PÊŞ e, Mînak, saet PÊŞ de çûye an PAŞ de maye.
c. Di rê de, alî bizavê (ciyê hîn negihîştiyê) li PÊŞ e, ciyê jê derbasbûye li PAŞ e. Mînak, Gava em dibên “Li pêşiya me kemîn heye.” wateya hîn em negihîştine kemînê, em ê bigihîjin kemînê fahm dibe. Gava em dibên “Me xeterî li paş xwe hişt.” wateya “Me xeterî derbas kir” fahm dibe.
7- Di têgîniyan de jî aliyê bizavê pêşî û paşîya têgîniyê nîşan dide. Ger em bizava têginiyan fam bikin em dê pêşî û paşiya têginiyêjî bi hêsanî fam bikin.
a. Dema PÊŞ de, li gorî pêvejoya deman, dema dê bê nîşan dide. Mînak, Dem bi saet û roj û meh û salan tê jimartinê. Bizava demê wek jimarên din herçî pêş de derin mezin dibin wek jimaran, 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, ... Dema derbas bûye li PAŞ maye.
b. Çerxa jiyanê wek, xwedê dan û zarok bûn û mezin bûn û kal bûn û mirin dewr dibe. Bizav ber bi mirinê ye. wek “Li pêşiya zarokan mezintî heye. Li pêşiya mezinan kaltî heye. Li pêşiya kalan mirin heye.” dere.
zaroktî - mezintî - kaltî - mirin

c. Têgîniyên wek “Pêşiyên me, gotinên pêşiyan” li pêşiya me nînin çima em dibêjin PÊŞ. Pêvejoya jiyanê ber bi mirinê dere. Pêvajoya nifşên însanan wek nifşê em nuha dijîn nifşê dawîn(PAŞîn) in. Beriya me (PÊŞiya me) bi çendan nifş hatine dinê û çûne. Loma em ji wan nifşê pêşiya me hatine dinyayê û çûne re pêşî dibêjin.
em (dijîn) - pêşiyên me (mirine)

d. Têgîniya PÊŞEROJ, rojên pêşiya me, rojên dê bê nîşan dide. Têgîniya PAŞEROJ rojên me bihurandî, rojên derbasbûyî nîşan dide. Çerxa rojên hefteyekî wek, şemî, yekşemî, duşemî, sêşemî, çarşemî, pêncşemî, înî dewr dibe. Ger em di roja sêşemê de bin. Ji bo sêşemiyê, çarşemî PÊŞEROJ e, duşemî PAŞEROJ e. Awayê şeklî li dawîyê ye.

(1)Pêşeroj: 1- geçmiş (bu güne göre geride kalmış olan zaman, mazi) 2- gelecek (ati) Zana Farqîni: Ferhenga kurdî-tirkî rp. 1410

paşeroj: gelecek (atî) daha gelmemiş yaşanacak zaman Zana Farqîni: Ferhenga kurdî-tirkî rp. 1349

paşeroj: geçmiş, zaman bakımından eskilere, öncelere katılmış, arkada kalan hayat Torî: ferheng rp. 428

(2)ttps://eksisozluk.com/peseroj—5567184

kürtçe'de bazen geçmiş añlamında da kullanılan kelime. Bir kelime nasıl olur da hem geçmişi hem geleceği kastedebilir? pêş kürtçe'de öñ démektir. öñ ve gün kelimelerinden türetilen kelime bugünden öñceki günleri mi kastéder yoksa henüz gelmeyen -yani- öñümüzdeki günleri mi? bu çelişkiniñ/zıtlığıñ...

pêşeroj - Wîkîferheng

https://ku.wiktionary.org/wiki/pêşeroj

Li ser bikaranîna peyva "pêşeroj" bi wateya "dema borî" yan "dema bêt" lihevkirin di navbera zimannasên kurdî de peyda nebûye. "Pêşeroj", wek "paşerojê jî, bi herdu wateyên dijhev tê bikaranîn. Ji ber hindê, em pêşniyar dikin ku li şûna wan hin peyvên din bên bikaranîn. Yan jî dema bikarîner "pêşeroj"ê û "paşeroj"ê...

.wikiquote.org/wiki/Paşeroj_û_pêşeroj -Mebesta ji paşerojê demên ku borîne ye. Pêşeroj bi mebesta demên ku bên e.

NÎŞE: Miradxan Şemzînî, dijberî vê nivîsek heye. Linka wê ev e:http://candname.com/destewerdanek-li-ser-du-peyvan-peseroj-u-paseroj/

10.04. 2018
ŞÊXMÛS ASLAN


Gotinên miftehî :