Parîsname II,parîsname,ii

Parîsname II

A+ A-

Avahîyên barokî ku îro hîn jî stûnên zexim ên bajêr in, di dema Ludwigê XIV. da ava bûne. Parîs piştê şoreşa frensî 1789 an hêdî hêdî dibe bajarekî îndusturîyê.

Pê ra Sen jî şîlo diherike.

Ramyarên wî mîna flîtreyê paqij kiribûn hewaya bajêr. Dîsa qirêj bû.

Trênên şêlandî û Mösyö Celal
Di gel ewqas tengasîya trafîkê hebû jî, ji ber sohbeta me ya germ, me nezanî ka rê çiqas ajot. Em li ber derîyî rawestîyan. Havalê nasdar bi navê Zaza ku em anîn, bi otomobîlê vegerîya ser karê xwe. Em derketin mala Celalî ya li qata yekemîn.

Dema dibêjim mal, piştê şatoya M. Antounetî bila ya wî were bîra we. Qenebe dîsa du odeyên wî ji ya min zêdetir e. Em çi nivşeke bêsiûd û bêşans in. Malên teng, jîyanên rûxyayî tim para me ne. Dil negihîje kûrayîya deryayî wê çawa li ber xwe bide li tengayîyê. Bila ev jî tesellîyek be!

Axaftinên me bi do îro di nav hev da berdewam dikin li malê. Her çiqas di eyarê metbaxa frensî da ne be jî, Celalî ji me ra firavîneke xweş jî amade kiribû, bi tevê şûşeyekî heqîqî Bordo. Celal ji alîyê evîndaran jî, vê gavê ji min bi şanstir e. Qenebe yên wî yek-du heb hene.

Bi lez û beza axaftinê pakêtên Mallboroyan jî li pey hev vala dibûn. Li dawîyê cixareyekê mabû. Celalî got ez herim pakêtekê bînim. Min gotê: "Na, nîvek tu nîvê din ez, em ê bi hev ra bikişînin. Em dikenin. Salên zîndanê tên bîra me.

Di wan salên xelayîyê da berpirsê qawîşê li zîndana Amedê di rojê da sê cixareyan dida me cixarekêşan. Me hevalekî dikir şirîkê cixareyê, nîv bi nîv di rojê da şeş car dikişand. Celal jî şirîkê min ê cixareyê bû. Me bi qelemê nîvê cixareyê xêz dikir, ku kes ji nîvê derbastir meke. Tam bihata xêzikê me bang dikir; "Mafê te xilas bû.." Carinan ji xêzikê derbastir bikira min digotê; "Celo binêr tu xêzikê derbas bikî, ez dê ji xwe ra şirîkekî din bibînim!" Carinan jî wisa, wî ji min ra digot. Ev ji bo me dibû henek û mijûlîyekî xweş di wê tengayîyê da.
Celal ji doza Kawayê hatibû girtin. Bi maddeya 125.ya îdamê hatibû darizandin. Paşê 24 sal cezayê giran dabûnê. Ji fîlmên kovboyan pir hez dikir. Cîyê wî tim li pêşîya têlevîzyonê bû. Serê xwe ji binê battanîyêyê derdixist, mîna pisîkên Wanê lê dinihêrîya. Dema kovboyan trênek bişêlandana, Celal ji cîyê xwe hildepîya..

Piştê gireva birçîbûnê di nav "peymana" me ya bi îdareya Tirk ra têlevîzyon jî hebû. Di salên 1985 an da têlevîzyoneke biçûk a reş û spî dabûn qawîşa me ya ku em heştê kes tê da bûn. Vê jî carinan paşva digirtin. Dema maça futbolê heba me hemû xwe dida berê. Xwasma dema ku maça Tirkan bi welatên din ra heba.

Tabî leşker û gardîyanên zîndanê taxima xwe, me jî kîjan welat li hember wan bilîsta wê digirt. Rojek maça "Turkîye" û Îngilistanê bû. Tirk mîna jîyana xwe ya rojane di lîstikê da jî hêrişkar û agresîf in. Di deqeyên destpêkê da hêrîşekê birin ser qeleya Îngiliz, lê nekarîn gol bavêjin. Hê gol neavêtine bû qareqara gardîyan û leşkeran. Paşê Îngilizan li pey hev heşt gol avêtin qeleya Tirkan. Îcar ji şabûna heşt car qareqara me çû ezmên. Ji ber vê şabûna me û têkçûna wan, wan ew roj em ceza kirin, şîvê ji me ra neanîn û têlevîzyonê jî hefteyek nedan me.

Em wiha pê da biçin em ê nikaribin Parîsê bibînin. Piştê firavînê em çûne gerê.

Ji ber nêzîk bû, pêşî me berê xwe da dêra Notre Damê. Berîya ku em herin wir li ser rê em çûn qehwexaneya Mailletisê xwedîyê wê ji Çepaxçûrê ye. Di salên 80 an da hatîye, vê qehwexaneyê vekirîye. Hema bêjim gelek esnaf û kesên Kurd Celalî dinasin û hez jê dikin. Kî wî bibîne, dipirse;"Xoce çawa yî, bi ku da diçî?

Dibêjimê; "Celal, evqas pirsdarên te hene, endamîya xwe ji bo şaredarîya Parîsê dayîne, bawer bike tu dê qezenc bikî. Me qehweyên xwe vexwar hinekî bêhn veda û daketin metroya Parîsê.

sitargeha belengazan
Hem kanalîzayson û hem jî metroya wî binê Parîsê qulqulî kirine. Wisa ku endezyar dibêjin metirsî heye ku rojek were Parîs bihilşe.
Wê bihilşe û hemû efsaneyan jî bixwe ra bihilşîne? Nizanim.

Metro navçe û serên bajêr digihînin hev û bi lez diherikin di bin erdê da. Ne ji wan ba, gelo çûn û hatina bi mîlyonan mirov dê çawa organîze biba?

Ji belengazên romana V. Hugo vir da, belengaz her zêde bûne li Parîsê. Berîya çend salan di şeveke sar a zivistanê da sê hezar feqîrên bêban ji sermayê hişk bibûn, miribûn. Ji wê salê vir da şevên zivstanê, metroyan ji bo wan vedikin. Ew jî berîya girtinê dadikevin metroyan tê da heta sibeyê serolingo radizin. Tabî kê zûtir tûrê xwe yê xewê avêt cîyên hinek germtir ji dervayî. Heke li ser bankên rûniştinê bi dest kê ket, ew, ew şev prens û prensesa Parîsê ye.

Hêjayê gotinê ye, heta berê çend salan jî J.Paul Belmondo wan belangazan ji kîsê xwe dişand hemamê serê wan dida şûştun, şorbeyeke germ dida wan.

Xîmên metroya Parîsê di sala 1900 an da hatine avêtên. Îro bi 14 stasyonên xwe va dirêjîya wê gihîştîye 219,9 km. 303 rawestgehên wê hene û her roj 4,2 mîlyon rêwî tê da di seferê da ne. Metroya navenda bajêr, (Parîs 1-2) mîna gustîlê glover e, xetên din, bi vê gustîlê hemû digihîjin hev. Trênên wê jî mîna yên Moskowê bi lez in. Bilêtekî derbasbar e, heta meriv di metroyê da be. Bi bilêtekê meriv dikare here hemû stasyonan.

zingilên lênedayî
Em di stasyona Seint Michelê da (Notre Dame) ji metroyê peya bûn, derketin jorê. Piştê derbasbûna ji kolanên fireh û dirêj û ji ber avahîyên dîrokî, katedrala Notre Damê bi hemû îhtişama xwe li ber me vexuya.

Qaşo em bi hev ra dimeşin. Celal 20 mêtro li pêşîya me dimeşe. Serê xwe dide pey hulya û xeyalan diçe. Çawa dikeve bîrê? Nizanim. Carinan jî vedigere li du xwe dinihêre, ka em tên yan na. Di hepisxaneyê da jî wisa bû. Kes nikaribû pê ra voltayê biavêta. Heta em biçûna serîyêkê qawûşê, ew du car jê vedigerîya.

Notre Dam, yek ji şaheserên Frensayê ye. Bi navê wê yê frensî Cathédrale Notre-Dame de Paris, hema bi nihêrîna yekemîn ra qaîde û mîmarîya wê bendoreke giran li ser meriv dihêle.

Xîmê kadtedralê li navenda Parîsê, li ber çemê Senê, li ser girava Ile de la Cité di sala 1163 an da tê avêtin. Di sala 1345 an da jî temam dibe. Temam dibe, lê di her 50 û 100 salekê da parçeyek, bircek, beşek, wêneyek, peykerek lê tê zêdekirin. Pencereyên wê yên bi camên rengîn, her yek tîrêjên rojê bi delalîyekê dipalîne nava kadetralê. Avîzeyên wê yên krîstal çav dikirpînin.

Bi terza romantîk-gotîk bi kevirên granît û mermerê hatîye avakirin. Ji bilî kumbeta mezin çar bircên wê bilind dibin. Bilindîyên bircên pêşî 69 mêtro ne. Kadetral 130 m. dirêj 48 m. fireh e. Heta 10 hezar kes dikarin tê da bi cî bin.

Cara sêyemîn e, têm Notre Damê. Di ya ewil da mîmarîya wê ez matmayî hiştibûm. Weysî, di destan da maşîne, şeq ha şeq resiman dikişîne. Didome..


Etiketler :

NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.