1. Tekst

  2. Gotar

  3. Leyla Eren
  4. Perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên wê,
Perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên wê,,perwerdehiya,bi,zimanê,kurdî,û,pirsgirêkên,wê

Perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên wê,

A+ A-

Dide xuyakirin ku li bakûrê Kurdîstanê perwerdehiya bi zimanê kurdî an bi destê dewletê an jî bi destê saziyên taybet tê dayîn lê belê pir kêm in. Îro haya kêm kesan ji dersa kurdî heye; hema bêje sedî heftê an heştê nizanin ku dersa kurdî fermî ye. Belê dersa kurdî fermî ye û ji 2012an vir de ji aliyê Lijneya Fêrkarî û Perwerdeyê (Talim Terbiye Kurulu) ve li hemû xwendingehên fermî tê hilbijartin. Ne tenê li xwendingehên fermî li xwendingehên taybet jî ev dersa ku di fermiyetê de-dersa ziman û zaravayên zindî (kurmancî an zazakî)- (Yaşayan Diller ve Lehçeler (kurmancca veya zazaca) tê bilêvkirinê. Bi kurtasî ez qala vê hilbijartinê bikim ku çawa çêdibe. Dibistan, serê serdema duyemîn de wek formek navnîşên dersên hilbijartinê li malbatan belav dikin. Ev hilbijartin ji aliyê malbatan ve bi belgeyek tê pejirandin; yanî malbat biryara dersên hilbijartinê didin. Ji aliyê mêjûya belavkirinê ve demekî xeternak e, ji ber ku di vê serdemê de xwendekar teze ji betlaneyê vedigerin û van navnîşan pirî caran navin malê û ê ku dibin jî dereng vedigerînin. Ez ê balê bikşînim ser çi gelo? Ji vê sedemê piranî malbat an zarok bi taybetî li ser vê meseleyê nasekinin. Hema car caran jî malbat bi hêviya zarokan ve dihêlin û ew jî li gor aqilê xwe hildijbêrin. Ev tiştana ku diqewime ewil bandorê li ser tayinkirina mamosteyan dike. Ku em li vir jî di derbarê tayînkirina mamosteyên zimanê kurdî de kevanek vekin, ew jî gelemşeyek mezin e. Ji vê gelemşeyê çend pirs di hişê mirov de çêdibe. Çima? Pirsa ewil; di navbera hilbijartin û tayînkirina mamosteyan de têkiliyek çawa heye? Ya duyemîn; tayînkirina mamosteyan bi çi rengî ye? Bersiva ewil, hilbijartin derengî dikeve û dereng digihêje MEBê û ji wir jî dereng derbasî norma dibe. Yanî tesbîta hewcedariya mamosteyan nayê kirin. Lewra ev derengmayîn bandorê li tayînkirina mamosteyan jî dike. Piştî ku mamoste kêm tên tayînkirin berpirsiyarên dibistanan ji malbatan re dibên mamosteyê/a vê dersê nîn e ji ber vê dersek din hilbijêrin. Çi serê we biêşînim mesele dûv û dirêj e. Pirsgirêka hilbijartinê, pirsgirêka tayînkirinê jî di xwe de dihewîne. Pirsa duyemîn; mamosteyên dersa kurdî pir kêm tên tayînkirin hema em bêjin herî kêm hebek ji beşa kurmancî, hebek jî ji beşa zazakî; herî zêde jî 20 kes tên tayînkirin. Jiber ku ez rewşa kurmancî eşkere bikim mixabin dibê ez ê bikevim hinek hûrgiliyan. Lê esas mesele ne ew e jî: mesele bêrûmetiya kurdî ye. Çawa bêrûmetî? Gelo çima li cihekî ku bi hezaran kurd dijîn, dersa zimanê kurdî nayê hilbijartin û di dibistanan de bi cih nabe? Ez bawerim em vê pirsê bişopînin em ê bi hinek tiştan ve –ku piranî neyînî ne- rû bi rû bibin. Pêşiyê em ji Diyarbekirê dest pê bikin. Bi hezaran mirov dijîn û piranî kurmanc an zaza ne. Îro li Diyarbekirê tu diçî kîjan xwendingehê qala kurmancî dikî gelek kêfa wan jê re tê lê belê tu kesek jî seva kurdî xwe naêşîne. Wek xwîngermîyek bi wan re çêdibe lê mixabin hew ewqas. Li dibistanên fermî dersa kurdî heftê de 2 saet e. Ger ku bixwazin dikarin derxin çar saetî jî lê li wir zêde guhdariya dersa kurdî nakin. Li dibistanên fermî rewş bi vî awayî ye ez ê vegerim ser sedemên neguhdarîkirina wan.

Dibistanên taybet; tenê li Diyarbekir helalî hazir pêncî û çar (54 ) (belkî zêdetir jî bûne) dibistanên taybet hene. Ne xerab e gelek baş e lê gelo di nav van dibistanan de çend heb perwerdeya bi kurdî didin? Ev dibistan di bernameyên xwe de zêdetir li ser ziman disekinin ev jî zimanê biyanî ye. Bifikirin ji pêşdibistanê heta dawiya lîseyê serê polê herî kêm şeş saet dersa zimanê biyanî heye. Ew ziman kîjan in, ez wî jî bêjim helbet serî îngilîzî dikşîne, dû re almanî û li hin dibistanan jî fransizî wek ders tê dayîn. Di navê de bigerin ka kurmancî an zazakî? Tune ye. Sed mixabin ku li Diyarbekirê di nav van dibistanên taybet de li yek dibistanê dersa kurdî di tevek astê de, tê dayîn lê ew jî di rûnê xwe de diqijilin. Yanî tu kes piştevaniyê nade wan. Li du dibistanan jî tenê di asta navîn de wek formalîte heye. Ew jî çiqas digihîje armanca xwe? Tew mamosteyên ku dikevin dersê jî ne mamosteyên beşa kurdî ne jî. Me got ku çiqas digihîje armanca xwe; mamosteyên li dibistanên fermî ên ku ez dizanim ew jî bi gelek pirsgirêkan rû bir û dibin. Belê, zarokên ku dersê dibînin zarokên kurda ne lê çend ji wan kurdî dizanin? Yanî dizane biaxive, bixwîne? Navên xwendekarên me tev navê kurdî ne. Wek mînak: Arjîn, Havîn, Kanî, Evîn, Berhem û hwd… Bawerkin ku di polekî de bîst kes hebin ji wana pazdeh kes navê wan bi kurdî ye. Ji wan pazdeh kesan jî bi tenê pênc şeş kes bi kurdî dizanin. Ew jî ji bo fêrbûyînê qet bi xwestek nîn in. Îcar were safî bike. Li gor xwendekaran ezmûnek dersa kurdî tune ye û loma jî xebitandin hewce nake. Çi zanim, test tune ye û di ezmûnên diyarker de cih nagre. Pîyaseyeke kurdî nîn e. Bi awayek din kesê ku bi kurdî ve eleqeder e ji vî karî pereyek qezenc nake. Xwendekarên min dipirsin mamoste em dersa kurdî dibînin pêşerojê de ew ê çi bibe? Mebest di vir de pîşe ye, berdewamî ye. Zarok demek şûn de ferq dikin ku ev ders heta derkî ye loma guhnadinê. Herçî ku di perwerdehiyê de cih negirtiye nebiye zimanê zarokan. Wek zimanê dê û bavan heta ê kal û pîran maye. Ji xwe dersa pêşiyê de şaş dimînin ji wan re ecêp tê. Çawa kurmancî bûye ders? Ji aliyek din ve jî seba ku piyaseyek kurdî nîn e, dibistanên taybet jî di bernameyên xwe de cih nadin kurmancî. Ger ku sibê bibêjin dersa kurdî êdî di nav ezmûnan de ye û di bernameyê de derseke pêwist e ew ê teva dibistanên taybet bi dû mamosteyan bikevin. Bi rastî jî qasê ku qedrê didin zimanê îngilizî qedrê bidana zimanê xwe ew dê zarok bi serkeftîtir bibûna. Hema tu herî kîjan welatî zarok pêşî hînî zimanê dayîkê dibin. Ji xwe ev tiştekî ferz e û mafên hemû kesî ye. Li ba me em tenê navê wan kurdî datînin û hew. Îro li piranî welatên Ewropî perwerdehiyê bi pirzimanî dikin. Dîsa van welatên Ewropî tespît kirine ku zarokên bi zimanê dayîkê baş diaxivin, ê ku di zimanê xwe yê dayikê de baş perwerde dîtibin, zimanekî duyemîn, sêyemîn heta çaremîn baştir diaxivin. De îcar hûn bihesibînin. Rewşeke trajîk e lê mixabin wusa ye. Kesên ku dibistanan avadikin (ên taybet) û ji xwe re dibên perwerdekar gelo bi rastî jî hûn wusa ne?

“îro li başûr kurdîstanek ava dibe û em kurdên li vir hê jî ji zimanê xwe re xerîb in. Ha zimanê me yê dayîkê, ha zimanên biyanî… bi rastî jî di eynî kategoriyê de ne. Yanî ewqas jê dûr in. ”

Zarok li hemberê dersê pêşî sar in. Lewra ku mamoste jî ji bo ku heskirinek bi wan re çêbibe hewl didin. Çavkaniyan pêşniyar dikin, çalakiyên curbicur dikin. Ê min ez di çil deqeyê de wek meymûna me. Ji bo bala wan bikşînim ser dersê hema bêje hemû çalakiyên ku kêfa wan jê re tê çêdikim. Piranî, ji muzîkê hez dikin. Tu bi ya wan bikî her tim dixwazin li muzîkê guhdar bikin, strana bêjin û bireqisin. Helbet li gor derfetan em van çalakiyan dikin. Di vir de jî hinek astengî çêdibin. Ji wan hinekan ez dixwazim rêz bikim; ya ewil pirtûka dersê nîn e. Li MEBê hatiye çapkirin lê belê nadin dibistanên taybet. Di dersê de hewcedariya min bi çavkaniyan hene lê mixabin malbat naxwazin bistînin. Dibên; “belê bila dersê fêr bibin lê bila mamoste çavkanî nexwaze.” Ne pirtûk ne ferheng ne jî tiştên din naxwazin tu tiştek bistînin. Bi wan bêwate ye, loma ê ku distînin jî îcar kêrî me nayên. Çima gelo zimanê me ewqas bê qedr û qîmet e? Di vir de ez dixwazim kevanek vekim; rojek ew ê van zarokên me ji bo hînî kurdî bibin gelek hewlan bidin, gelek pereyan di vê oxirê de birijînin û dersên taybet bigrin. Gelo wê çaxê ew ê kêrî tiştekî bê? Ji van xwendekaran helbet ê ku pir ji dersa kurdî hezdikin jî hene. Heta dikarim bêjim tevek jî hezdikin. A rastî ji zimanên biyanî behtir ji kurdî hezdikin û baştir hîn dibin lê belê heftê de du saet têrê nake. Yanî mijara ku tu didiyê hefteyek din jibîr dike. Ger ku li ser gramerê bisekinî îcar bi zarokan re acizbûyîn çê dibe. Nivîskarên kurd ên navdar, berhemên wan, dengbêjî û klamên wan qet bala wan nakşîne. Wexta ez vedikim dibên mamoste qet xweş nîn e, bigre. Heye hezar car min behsa Mem û Zînê kiriye lê yek jî ji wan negotiye ku ez biçim li ser lêkolînê bikim. Evana hinek pirsgirêkên xwendekara ne îcar ez balê bikşînim ser çavkaniya jî; li vir gelek weşanxane, pirtûkxane hene û bi rastî jî karên gelek baş jî dikin. Ji hêla astên dibistanan ve bi taybetî ji bo dibistana seretayî û pêşdibistanê curbicur çawkanî hene. Ji aliyê wan de tu li meseleyê binêrî ji hêla firotanê ve gelek pirsgirêkên wan jî hene. Pirsgirêka ewil; pirtûk pir kêm tên firotin. Û ji hêla aboriyê ve rewşa wan nebaş e. Hewceye van tiştan fînanse bibin. Dersa kurdî her çikas di dibistanên fermî de jî hebin, xwendekar an malbat biçek tima ne. Naxwazin pere bidin pirtûkên kurdî. Ana dîtin û gotin nabe yek. Gava ku qala kurmancî dibe hemû kes dibe welatparêz lê gava qala pirtûka dibe ti kes xwe nade ber. Helbet bandora rewşa awarte heye. Berê, nêrîna malbata, pêwendiya wan baştir bû. Her çiqas diçe ber bi xirabiyê ve diçe. Rewş jî ji bo vê tişta guncan e. Tirs çêbiye bi mirovan re. Naxwazin têkiliya wan bi tiştekî re çê bibe vê demê ji bo wan wek salên notî fikra qedexebûnê heye.

Bi kurtasî di serî de divê em li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derkevin. Li her derî û bi her awayî.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.