1. Tekst

  2. #KURDÎ

  3. İsmail Beşikçi
  4. ‘Peymana Tirkîtîyê’
‘Peymana Tirkîtîyê’,peymana,tirkîtîyê

‘Peymana Tirkîtîyê’

A+ A-

Bariş Unlu, di 7-8 salên dawî de, li ser têgeha Peymana Tirkîtîyê dinivîse. Di Çileyê 2018an de, li ser vê mijarê pirtûkek nû weşand. Bariş Unlu, Türklük Sözleşmesi, Oluşumu, İşleyişi ve Krizi, Weşanên Dipnot, 2018, Enqere
Di beşa çavkanîya vê pirtûka nû ya bi navê Peymana Tirkîtîyê de, lîsteya nivîsên Bariş Unluyî yên ku li ser vê mijarê nivîsîye jî cih digire.
Têgeha Peymanê ya Bariş Unluyî, têgehên Peymana Civakî yên Thomas Hobbesî (1588-1679), Jean Jacques Rousseauyî (1712-1778) tîne bîra meriv.
Bariş Unlu dîyar dike ku xebatên wî yên li ser mijara Peymana Tirkîtîyê, di serdema perwerdeya doktorayê ya DYAyê de, bi ramîna li ser Spîtî-Reşîtîyê re dest pê kirine. Dîyar dike ku hewil daye da nîqaş, pirtûk û nivîsên li ser vê mijarê ku li DYAyê ji 1980yan bi şûn de diweşîyan, bi eleqe û baldarî bişopîne. (r. 29 û hwd.) Dibêje ku li Afrikaya Başûr, li Cape Townê, xebatên li ser vê mijarê leztir û mezintir bûne. (r. 62 û hwd.) Bi palpiştîya Steve Bikoyî (1946-1977) û Nelson Mandelayî (1918-2013) bizava Bîra Reşikan û bizava Apartheidî dinirxandin. Bi têgehên wek arastebûna Marksîzmê, tekoşîna çînî, çawa Reva ji Reşîtîyê pêk tê, lêdikole. (r. 73 û hwd.)
Peymana Osmanîtîyê, Peymana Misilmantîyê
Di demên dawî î rêveberîya Osmanî da, ji nîvê duyem ê sed sala 19. ve, bo çareserîya kêşeya beqayê (mayîndeyî, nemirinî) ya împaratorîyê, bizavên sîyasî yên wek Osmanîtî, Îslamîtî, Tirkhezîtî derketibûn. Bariş Unlu vana bi têgehên Peymana Osmanîtî, Peymana Misilmantî, Peymana Tirkîtîyê dihanî ziman. Di vê çarçoveyê de, lêkolîna çawa Peymana Osmanîtîyê pêk hatîye, çima têk çûye dikir. Paşê jî balê dikişand ser çawa Peymana Misilmantîyê bihêz bûye. Bi tevî ku Padîşahê Xelîfe banga cîhadê bo şerê 1898an yê Osmanî-Yûnan, bo şerên Trablûsgarb û Balkanan ên 1911-1912an, bo vê bangê, bersivnedana welatên Misilman, dibe sedema şîroveya ku Peymana Misilmantîyê jî hukmê xwe wenda kiriye. (r.81 û hwd.)
Dest bi Peymana Tirkîtîyê kirin
Bi têkçûna Peymanên Osmanîtî û Misilmantîyê re, Peymana Tirkîtîyê bi lez bi pêş dikeve. Dema ku bi dorê em bala xwe bidin Peymana Osmanîtîyê, Peymana Misilmantîyê, Peymana Tirkîtîyê, dê bê dîtin her ku diçe qada cografî ya peymanan kêm dibe. Peymana Osmanîtîyê, li ser Misilman, Xristiyan, Cihû û hemû gelên li Asyaya Piçûk, Balkanan, Rojhilata Nêzîk û Navîn hikum dikir; Peymana Misilmantîyê bes bo gelên Misilman xîtab dikir. Peymana Tirkîtîyê jî çi qasî ku demekbehsa qadek pir fireh a wek Tûran bike jî di heqîqetê da, qadê têr teng dike, ji Misilmanên li Asyaya piçûk jî bes bangî tirkan dike.
Peymana Osmanîtîyê, Peymana Misilmantîyê, Peymana Tirkîtîyê têgehên wek îdeolojîya fermî ne. Her di van peymanan de bi hûrgilî tê dîyarkirin ku çi rast e, çi çewt e; çi sûdwer e, çi bizerar e; dema çi hatîye, dema çi nehatîye; çi meşrû’ e, çi xeyrîmeşrû’ e; çi birûmet e, çi bêrûmet e; çi zanistî ye, çi nezanistî ye û hwd. Tê kirpandin ku kesên li gor vê tevnegere dê bi mieyîdeyên îdarî û cezayî ve rû bi rû bibin. Di her du cot têgehan de jî cezakirin hêmanek girîng e. Divê him cezakirina kolektîf him jî ya kesî bê dîtin.
Lê her ku qada peymanê teng dibe hêmana cezakirinê jî bi awayek cudatir tê rojevê. Ji çaryeka pêşî ya sed sala 19. ku gelên Xristiyan ên Balkanan ji Împaratorîya Osmanî vediqetîyan û dewletên xwe yên serbixwe ava dikirin ve, tê dîtin ku pêvajoyek cezakirina kolektîf fonksîyona xwe wenda dike. Lê, bi tevî ku gelên Xristiyan ji Împaratorîya Osmanî veqetîyane û dewletên xwe yên serbixwe avakirine jî hêjî cezakirina kesî ya gelên Xristiyan ên di nava împaratorîyê de ne, berdewam e. Heta, wek li ermenîyan hatîye sepandin, cezakirina kolektîf jî hatîye rojevê.
Di dema Peymana Osmanî de cudabûna gelên Balkanan ji rêveberîya Osmanî, avakirina dewletên wan ên serbxwe hatîye rojevê. Helbet li kêleka cezakirinê xelatkirin jî heye. Kesên ku li gor peymanê tevdigerin, dizanin ku dê bi awayek baş bijîn. Xelata herî girîng ev e. Wekî din jî dizanin ku li gor dem û cih dê xelatên madî û manewî jî hebin. Ew dizanin ku kesên li ser mijarên qedexekirî rawestin dê bi hin mieyîdeyên îdarî û cezayî re rû bi rû bimînin, lewra mijarên wiha nagirin dest. Bo ku mijarên wiha negirin dest, di nava hewildanên mezin de ne. Bo mûteberbûna hemwelatîyek tirk ne pêwîste ku her kes di mijarên dewletê qedexekirî de, bikeve nava propagandayak akfîf. Bes, mijarên hatine qedexekirin negire dest, bo vê baldar be têr dike.
Kêşeya ermeniyan, jenosayda ermeniyan, di demeke ku Peymana Misilmantîyê dihat jiyîn û destpêka Peymana Tirkîtîyê bû, de hatîye rojevê. Ji ber ku di serdema ku Peymana Misilmantîyê dihat jiyîn û destpêka Peymana Tirkîtîyê pêk hatibû de, hat famkirin ku gelên Xristiyan ên wek Rûm, Ermeni dê bo Misilmantîyê neyên asîmîlekirin, hewildanek pir girîng bo jiholêrakirina wan bi sirgûn û jenosaydan hatiye dayîn. Di serdemek ku Peymana Misilmantîyê di rewacê de ye, plan û proje bo ku kurd bi bal tirkîtîyê ve bêne asîmîlekirin tên amadekirin. Di serdema ku Peymana Tirkîtîyê di rewacê de ye jî ev plan û proje bi awayek biryardarî hatine sepandin. Kesên ku bo asîmîle nebin, bo kurd bimînin hewildane jî dê bi awayek bêne îmhakirin an sirgûnkirin.
Di destpêka Peymana Tirkîtîyê de, roleke pir mezin a ronakbîrên tirk ên wek Îsmail Gaspirali (1851-1914), Yusuf Akçura (1876-1935), Ahmet Agaoglu (1869-1939), Sadri Maksudi Arsal (1878-1957), Zeki Velidi Togan (1890-1970) ku bi rev ji Rûsyayê hatibûn heye. Van ronakbirên tirkan her dem di nivîs, axavtinên xwe da, polîtîka û sepandinên asîmîlasyonê yên Çarîtîya Rûsyayê rexne dikirin. Polîtîkayên ku bo Rûskirina Tirkan dihatin sepandin tawanbar dikirin. Digotin ku bo ji vê fişara Rûsî rizgar bibin, nasnameya tirk biparêzin xwehavêtina welatê Osmanî û li virê tekoşîna bi polîtîka û sepandinên Rûsê re dê sûdwertir be. Lê li welatê Osmanî, di serdema Îtîhad û Teraqî de, di serdema Komarê de, pêvajoyek girantir a asîmîlasyonê li ser kurdan hat meşandin. Wek mînak, di sala 1916an da sîrgûnên girseyî yên kurdan ku tê gotin gihîştîye milyonek, di serî de bo pêkanîna vê asîmîlasyonê hatîye kirin. Polîtîka û sepandinên red, înkâr, sirgûnan di dema Komarê de, dîsa bo vê armancê pêk hatine. Pêşeng û rêberên van polîtîka û sepandinan, ev ronakbîrên tirk ku ji Rûsyayê hatine, bûn. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyon, Rûskirina tirkan, rexne, tawanbarî li ser Rûsyayê kirine, li Tirkiyeyê jî bûne parêzvanên vê polîtîkaya ku li kurdan hatiye sepandin. Ev jî îronîyek pir mezin a dîrokê ye.
Sê Bizavên Fikrên Bifikar
Di serdema Komarê de, sê bizavên fikrî hebûn ku dewletê bi awayek bibiryar li hember wan tekoşîn dikir. Tekoşîna bi ramanên çepgir, propagandaya komunîzmê re, tekoşîna bi bizavên fikra Îslamî, şerî’etxwazî re, tekoşîna bi ramanên kurdî, kurdhezî re… Peymana Tirkîtîyê, ji van sê bizavên ku dewlet li hember wan tekoşîn dike, ku bo pêşîlêgirtinê hemû derfet û sazîyên xwe bikar tîne, bes ya sêyem, ramanên kurdî, Kurdistanî her di rojeva tekoşînê de digire. Li ber çava ye ku li virê, bi Ermenîtîyê re eleqedar tişkî tune. Em dikarin vê wiha şîrove bikin.
Barış Unlu dikirpîne ku sê bendên girîng ên Peymana Tirkîtîyê hene. Yek. Bo ku li Tirkîyeyê bikaribî bi awayek rihet bijî, bo ku bikaribî bibî hemwelatîyek tirk ê birûmet, divê berî her tiştî Misilman bî. Ev tê wateya, şertek girîn ê Tirkîtîyê, Tirkbûnê ew e ku Misilman bî. Tê dîtin ku kesên ne Misilman bin ne pêkane bibin tirk, tirk bên qebûlkirin. Du. Benda duyem a Peymana Tirkîtîyê, dê bûyerên ku hatine bi ser Ermenî, Rûm, Pontûs, Suryanî, kurdên Êzdî û hwd. de ku di çaryeka pêşî ya sed sala 20. de, berî û piştî Şerê Yekem ê Cîhanê li Asyayapiçûk û Rojhilatanêzîk dijîyan, bêne bincilkirin. Divê rojnamevanek an akademîsyenek ku li zanîngehê dixebite bi ti awayî mijarên wiha negre dest, bi ti awayî li dora van mijar û pêwendîyan negere. Sê. Benda sêyem a Peymana Tirkîtîyê jî bi kurdîtîyê re eleqedar e. Divê tiştên ku piştî Komarê hatine serê kurdan, Kurdistanê û Kûrdî qet neyên rojevê, ev mijar dê neyên lêkolînkirin. Di vê çarçoveyê de wek mînak sirgûnên girseyî yên kurdan ku di sala 1916an de pêk hatibûn jî mijarên wek wan jî dê neyên dîtin.
Heta nava 1970yan, mijarên wek kêşeya ermeniyan, jenosayda ermeniyan nehatine rojevê. Di vê mijarê de lihevkirinek pir mezin û berfireh heye. Tê zanîn ku mijarên li ser ermenîtîyê bi hêrîşa ASALAyê ya ser nûnerê karêderve, di 1973yan de, li Kalîforniaya DYAyê, re dest pê kiriye. Ji ber vê lihevkirina mezin û berfireh, dema ku bizavên fikrên bizerar ên serdema Komarê tên jimartin kategorîyên dîrokî wek Ermenîtî, Rûmîtî, Pontûsî nayên ziman. Piştî vê dîrokê, dema ku bizavên fikrên bizerar tên jimartin, helbet ev jî hatine jimartin.
Qeyrana Tirkîtîyê
Pêşketina ramanên kurdî, Kurdistanî, di Peymana Tirkîtîyê de qeyranek girîng diafirîne. Di vê çarçoveyê de, Barış Unlu, di kitêba xwe da, li ser xebat û ramanên Îsmaîl Beşîkcîyî analîzek dike. (r. 316 wd. ) Bi fikra ku dê vê analîzê temam bike, min pêwîstî bi hin daxuyanîyan dît.
Dema ku xebat, raman û kirinên Îsmaîl Beşîkcîyî bên rojevê, divê du serdemên wan ji hev bên veqetandin. Nivîs, pirtûkên ku berî 1970-1971î weşîyan, nivîs, pirtûkên piştî 1974-1975an hatine weşandin… Xebat, ramanên Îsmaîl Beşîkcîyî ên van du serdeman ji hev pir cuda ne. Pirtûkên wek Eşîreta Elîkan a Koçber û Sazûmana Rojhilatê Anatolîayê ku berî 1970-1971î hatine weşandin û nivîsên ku vê serdemê di rojnameyên wek Akşam û kovarên wek Forum, Antê de hatibûn weşandin, ji nivîs û pirtûkên ku piştî 1974-1975an hatine weşandin ji hêla naverok û ramanê ve ji hev pir cuda ne. Pirtûkên ku li jorê navê wan derbas bûn, wek mînak dema bi pirtûkên wek Kurdistana Kolonîya Navdewletan, Zanist, Îdeolojiya Fermî, Dewlet Demokrasî û Kêşeya Kurd ra bên xwendin, bên lêkolîn kirinin, dikare cudahîya di ramanên nivîskar û têgehên ku bi kar tîne de bê dîtin. Em niha pirtûkên ku berî 1970-1971î hatine weşandin jî dubare diweşînin. Di 1990an da Weşanên Yurt-Kitabê hemûyan weşand. Niha WÎB jî hewl dide hemûyan biweşîne. Ev du serdem bala hin xwendevanan dikişîne, xwendevan hewil didin tê bigihîjin ku ev cudahî çawa çê bûye.
Têgihîştina serdema navberê pir girîng e. Di navberê da Rejîma 12ê Adara 1971î heye. Doz, danişîn… ên ku li Dadgeha Leşkerî ya Fermandarîya Awarte ya bajarên Diyarbekir, Sêrtê têne kirin, hene. Dozgerên leşkerî, di îdî’anameyên xwe de dikirpandin ku di dîrokê de neteweyek bi navê kurd tune ye, zimanê ku bi navê kurdî tê zanîn tune ye, her kes tirk e, zimanê ku jê re kurdî tê gotin jî di ‘eslê xwe de zimanê tirkî ye, kesên ku berevajî van îdî’a dikin tawanek mezin dikin, hestên milî î tirkan xera dikin, divê ew bêne darizandin û cezakirin. Di dadgehên leşkerî de, li gor van îdî’ayan biryar tên dayîn. Dadgehan di biryarên xwe î pêwîstekî da hewil didan ku biselmînin neteweyek bi navê kurd tune ye, zimanê ku bi navê kurdî tê zanîn tune ye, her kes tirk e, koka zimanan, zimanê tirkî ye. Hewil didan ku bi gotina “Li gor xebatên zanistî î dawî…” van selmandinên xwe bihêztir bikin.
Em li hember van îdî’ayan hewil didin ku dîyardeyîbûna zanistê bikirpînin. Em dikirpînin dê zanistek ku ji dîyardeyan veqetyayî, dîyardeyan red dike, tune dihesibîne nikare bibe zanist. Em pêwendîya di navbera dîyarde û têgehan de dikirpînin. Em dibêjin têgehên ku xwe nespêrin dîyardeyan vala ne, dîyardeyên bêtêgeh kor in. Em diyar dikin ku dîyarde, ji derveyî xwestek û vîna kes û sazîyan her dem hene.
Di hizûra dadgeha leşkerî de guhdarîya şeş şahidê profesorên muxbîr hat kirin. Yek ji van şahidê profesorên muxbîr rektor, sê jî dekanê fakulteyan bûn. Wan digot ku bi navê kurd, kurdî kategorîyek civakî û zimanî nîn e, her kes tirk e, Beşîkcî bo ku Tirkiyeyê dabeş bike ev li hev tîne. Dema ku we dîyardeyîbûna zanistê, hebûna dîyardeyan ji derveyê xwestin û vîna meriv û sazîyan e dikirpand, wan digot ‘dema ku dewlet, milet bê rojevê, dîyarde-miyarde namînin, zanist-manist namînin.’
Di vê çarçoveyê de, li Dadgeha Leşkerîya Awarte, du roj li ser hev axaftin, nîqaş, îdî’a, paraztin pêk hatibûn. Di vê navberê de, li dadgehê, hûn tê digihîjin ku di pergala sîyasî ya tirkan de, di rejîma sîyasî ya tirkan de, sazîyek heye ku derbirîna ramana azad asteng dike, karkirina rexneya azad bi awayek dînamîk asteng dike, pêşketina zanistê, pêşketina qada zanistê asteng dike. Têgihîştina îdeolojîya fermî wiha pêk tê. Hûn têdigihîjin ku îdeolojîya fermî ne îdeolojîyek ji rêzê ye, îdeolojîyek e ku bi mieyîdeyên îdarî û cezayî yên dewletê tê parastin û pişgirîkirin. Hûn têdigihîjin bi tevî ku têgehek wiha di destûrê de, di qanûnan de, di nîzamnameyan de û hwd. de cih nagre jî sazîyek e ku di ser desturê re cih digre û destûrê dide rawestandin. Hûn têdigihîjin ku îdeolojîya fermî sazîya herî girîng a pergala sîyasî ya tirkan, a rejîma sîyasî ya tirkan e. Di 1990an da, xebat li ser Dokumenta Siyaseta Ewlehî ya Milî pêk tên. Di pirtûk û nivîsên piştî 1974-1975an hatin weşandin de, hemû li gor têgehên zanist û siyasetê rexneya îdeolojîya fermî bipêşketîye. Ji vê hêlê ve, lêhaybûna du serdemên cuda jî girîng dibe.
Di mijara înkarkirin û tune hesibandina kurdan, kurdî da, sazîyên bingehîn ên dewletê yên wek universite, darazî, darazîya bilind jî, sazîyên wek civaka sivîl jî di heman dîtinê de ne. Ew jî bi awayek mezin û berfireh beşdarîya pêvajoya red, înkar, tune hesibandinê dikin. Pêwendîya di navbera dadgeh û organên darazê de, di nava salên 1945-2000î da, bi sazîya ‘pisportîyê’ ku di heqê hin nivîs û kitêbên bifikar de dihat rojevê, xwe nîşan dida. Mamosteyên universiteyê, ev cure pirtûk û nivêsên ku ji layê dagehan ve ji wan re hatine şandin, bi hinceta ‘tê de tawan heye, an tune ye…’ dixwendin, rapor amade dikirin, ji dadgehan re dişandin. Mamosteyên ku ji wan re mihafazakar, çepgir-marksîst, lîberal jî dihat gotin ev cure rapor amade dikirin. Gelo zîhnîyetek ku di ramanê de li tawanê bigere, dikare qada zanistê pêk bîne? Têgihîştinek wiha dikare zanistê bi pêş bixe? Bêyî azadîya derbirînê, bêyî karkirina rexneya azad bi awayek dînamîk, gelo zanist, bi taybetî jî zanistên wek dîrok, Sosyolojî, Zanînên Siyasetê, Antropolojî, Ekonomîyê, zanînên normatîf ên wek Hiqûq, Zanînên Beşerî, hunerên Ciwanîyê û hwd. bi pêş dikevin?
Navenda herî girîng a ku zanîn, zanist lê tê hilberîn universite ye. Mercê herî girîng ê zanistê jî ramana azad e, rexneya azad e, azadîya derbirînê ye. Ev kategorîyên ramanî di heman demê de mercên bingehîn î demokrasîyê jî ne. Bi tevî rastîyên bingehîn jî gelo çawa universiteyê stû ji xweferzkirina îdeolojîyek fermîya ku xwe dispêre înkar û derewan, re xwar kirîye? Universiteyê, bêyî ku qet dîyardeyîbûna zanistê li ber çavan bigre çawa ji van xweferzkirinan re, stû xwar kirîye? Bêyî lêpirsîna van xweferzkirinan rî’ayet kirin nîşana çi ye?

Ji alîyek ve xweferzkirina kurd, kurdî tune ne, her kes tirk e, heye, ji alîyê din ve, parastinên kurd û kurdî ji derveyê xwestin û vîna me bi awayek objektîf hene, di rojevê de ne. Di van mercan de, dê ‘edalet çawa xwe nîşan bide? Bi palpiştîya xweferzkirinan pêkanîna hukmê mehkûmiyetê, an bi î’tîbara ji parastinan re?
Peymana Tirkîtîyê û Îdeolojiya Fermî… Her du têgeh jî dikarin bo famkirina pergala sîyasî ya tirkan, rejîma sîyasî ya tirkan, pêşketinên civakî, daxwazên civakî bêne bikar anîn. Li gorî cih û demê, ev du têgeh hin caran dikarin li cihê hev jî bên bikar anîn.
Werger: Ahmed KANÎ


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.