1. Tekst

  2. Gotar

  3. İbrahim Güçlü
  4. Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Dê Çê Bibe û Dubarebûna 1975an Jî Nayê Rojevê…
Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Dê Çê Bibe û Dubarebûna 1975an Jî Nayê Rojevê…,referandûma,serxwebûna,kurdistanê,dê,çê,bibe,û,dubarebûna,1975an,jî,nayê,rojevê

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Dê Çê Bibe û Dubarebûna 1975an Jî Nayê Rojevê…

A+ A-

Li Başûrê Kurdistanê, piştî Hikûmeta Mezhebî ya Iraqê, destpêkir makezagonê îxlal bike, dewleta federal tasfiye bike, ber bi dewleta milî ya otorîter biçe; di navbeyna Dewleta Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Mezhebî de pirsgirêkan dest pê kir. Bi taybetî jî di dema Hikûmeta Malîkî de tasarrûfên nîjadperestî zêde bûn, pirsgirêk û nekokî jî zêde bûn.
Dema ku referandûma Kerkukê bi zanatî nehat çêkirin, nekokî û pirsgirêk hatin merheleyeke gelek xeter.

Serok û desthilatdarên Kurdistanê, hewil dan ku pêşiya van pirsgirêkan û nekokiyan bigrin; dewleta federal gorî makezagona federalî bê meşandin. Dewleta federal bibe dewleteke hevbeş ya kurdan û ereban û kêmneteweyên din. Hezar mixabin ew hewildana serok û desthilatdarên Kurdistanê encam neda, her ku çû rewş xerabtir bû. Dewleta Federal, ji dewleta federal derket û bû dewleteke unîter ku erebên şîa xwediyê dewletê ne.
Dezgehên Dewleta Federal gorî qerektera dewleta federal nehat meşandin. Hêjayiyên ne ereb bê qiymet bûn. Li Meclîsê bes zimanê erebî bi kar hat. Li dezgehên dewletê yên din jî zimanê erebî bi kar hat. Ala Dewleta Federe ya Kurdistanê jî bilind nebû.

Serok û desthilatdarên Kurdistanê dema ku dîtin ku xeterî mezin dibe, ji bona çareseriyê li projeyên bingehî û radîqal geriyan.
Piştî demekê du pêşniyar kirin.

Pêşniyara yekemîn ew bû: “Dewleta Federal hewcedariyan bersîv nake, divê dewlet wek dewleteke konfederal ava bibe.” Yanî li Kurdistanê jî dewlet ava bibe. Dewleta Kurdistanê û Dewleta Iraqê (ereba) bi hev re di çerçewaya konfederalî de ji nû ve jiyaneke hevbeş ava bikin.

Pêşniyara duyemîn jî ew bû ku “dewleta Kurdistanê ava bibe. Dewleta Ereban û Dewleta Kurdistanê bibin du cîranên baş û hevkar.”
Hezar mixabin, terefê ereban ji van pêşniyaran re bersîveke wan nebû û bêdeng man. Lê dewleta federal ji bona ku federalî hîn zêdetir dûr bê xistin, hewildana wan dom kir.
Wê demê serokê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdistanê anî rojevê. Ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê jî, li dinyayê û li Kurdistanê dest bi xebatê kir. Dîplomasiyeke gelek xurt meşand. Gelek dewletan jî piştgiriya xwe ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê nîşan dan. Hezar mixabin li Kurdistanê girêdayî partiyên Kurdistanê pirsgirêk derketin holê. Bi taybetî jî Îranê li ser partiyên Kurdistanê xebateke gelek xurt meşand. Demeke dirêj jî di xebata xwe de serkeftî bûn.

Lê dîreyat û xebata serokê Kurdistanê, di demeke dirêj de dîmen û rewşa partiyên Kurdistanê de gûhertinek çêkir. Dema ku YNKê biryar da ku ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re piştgirî bike û referandûmê bike mijara xwe ya stratejîk, di referandûma serxwebuna Kurdistanê de gavên mezin hatin avêtin. Piştî biryara YNKê, Partiya Yekgirtî ya Îslamî ya Kurdistanê jî biryara xwe zelal kir.

Wek tê zanîn, îradeya damezrênêr ya Dewleta Kurdistana Federe, PDK û YNK ne. Loma jî dema ku her du partiyan biryar girtin ku piştgirî ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re bikin, her mijarek zelal bû. Di nav Kurdistaniyan de baweriyeke xurt çê bû. Piştgiriya referandûmê her çû xurt bû. Partiyên ji derveyî Goran û Komelaya Îslamî ya Kurdistanê, piştgiriya xwe ji referandûmê re nîşan dan.

Wê demê gelek hêz û dewletan xwestin ku pêşiya biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê bigrin bi her awayî hewil dan. Lê serkeftî nebûn. Îradeya milî serkeft. Di wê qonaxê de serokê Kurdistanê bi partiyên Kurdistanê re civîn çêkir, biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê di 7ê Hezîrana 2017an de wergirtin.

Vê biryarê li her beşên Kurdistanê û di nav 50 mîlyon kurdên li dinyayê de hêviyek mezin çêkir. Ev biryara bi qedere kurdan re hat girêdan. Hemû kurdan diyar kir ku referandûma serxwebûna Kurdistanê, dê qedere hemû kurdan biguhere. Loma jî hemû kurdên çar parçeyan û kurdên dinyayê piştgiriya xwe vekirî ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re nîşan dan.

Wê demê dewlet û hêzên dijminên referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji bona ku biryar ji holê rabe xebat kirin. Di vê xebatê de jî dijminên referandûma serxwebûna Kurdistanê serkeftî nebûn.
Dewlet û hêzên li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê dema ku dîtin nikarin bi serkefin, ew car dostên kurdan kirin navbeynçî.
Di dawiyê de heyeta di serokatiya Emerîkayê de ji Serokê Kurdistanê daxwaz kir ku referandûma serxwebûna Kurdistanê paşve bixin.
Serokê Kurdistanê û partiyên siyasî du alternatîf pêşkêşî heyetê kir. Gotin ku ya dewleta Iraqê dê bibe dewleta konfederal. An jî dema referandûm paşve hat xistin, di wê tarîxêde dema referandûm çêbû û erê derket; divê hûn dewleta Kurdistanê bixin bin garantiya Neteweya Yekbûyî û nas bikin.
Iraqê ev yeka nepejirand. Loma jî di referandûma serxwebûna Kurdistanê de gav paşve nehat avêtin.

Serokkomarê Fransayê jî duho ji serok Barzanî paşvexistina referandûmê daxwaz kir. Serok Barzanî diyar kir ku heger alternatîfa referandûma serxwebûna Kurdistanê nebe, paşvexistina referandûmê mimkun nîne.
Di encamê de Eencumana Bilind ya Referandûmê di bin serokatiya serok Barzanî de civîn li dar xist û biryar da ku dê referandûmê di 25ê îlona 2017an de pêk bê.
Derket holê ku Serokê Kurdistanê û partiyên siyasî bi qerardarî dê referandûma serxwebûna Kurdistanê li dar bixin.
Bila li miletê me û li Kurdistaniyan pîroz be.

Dubarebûna / Tekerrüra 1975an Jî Nayê Rojevê…

Piştî ku dewletên rojava yanî Ewrupayê û Emerîkayê daxwaz kir ku referandûm paşve bê xistin, Tirkiyeyê li ser sînor dest bi tetbîqatên leşkerî kir, di nav çapemenî û gelê kurd de niqaşeya ceribandina 1975an dest pê kir. Her kurdekî ji hevûdu pirsiyan, “gelo dubarebûna/tekerrura 1975an mimkun e, an na?”

Ez dema ku şertên îro û rewşa desthilatdariya Kurdistanê û rewşa rojhilata Navîn û berjewendiyên dewletan li herêmê û li Kurdistanê şirove dikim, gelek aşkere dibêjim ku Tekerrura 1975 mimkun nîne.
Wê demê di 1975an de çi bû û çi hat serê kurdan em li wê binêrin. Pişt re jî çima peymana 1975an tekerrur nake em wê diyar bikin.
Wek tê zanîn Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên xwe piştî rûxandina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê çû li Yekîtiya Sovyetan bû peneber. (1946)
Di sala 1958an de li Iraqê desthilatdarî hat gûhertin. Abdûlkerîm Qasim encama darbeya leşkerî bû desthilatdar. Wê demê biryar hat girtin ku bi kurdan re li hevûdu bikin. Loma jî, ji Serok Mele Mistefa Barzanî daxwaz kirin ku were Iraqê û Kurdistanê.
Serok Mele Mistefa Barzanî jî ev daxwaza maqûl dît û erênî bersîv kir. Di sala 1958an de bi hevalên xwe ve vegeriyan. Piştî vegeriyan, rastî li Iraqê reformeke mezin çêbû û makezagoneke nû çêbû. Di makezagonê de hebûna kurdan û desthilatdariya kurdan li Kurdistanê hat pejirandin. Di makezagonê de hat gotin ku “Iraq ji du miletan, ji miletê kurd û ereban pêk tê.”

Hezar mixabin ev xala makezagonê di jiyanê de ci bi cî nebû. Wê demê Serok Mele Mistefa Barzanî çû Kurdistanê li wir dest bi amadekariya şoreşa milî kir. Di îlona 1961an de jî dest bi şoreşa millî kir.
Şoreşa milî heta sala 1970yî gelek bi dijwarî dom kir. Şoreşa milî di bin serokatiya KDP û Serok Melle Mistefa Barzanî de zora Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Dîktatoriya Baasê bir. Baas mecbûr bû ku bê Kurdistanê, bi Serok Mele Mistefa Barzanî re li hev bike. Encama li hevkirinê: Peymana Otonomiyê di 11 Adara 1970yî de hat pejirandin û qebûl kirin.
Di Peymana Otonomiyê de hat qebûl kirin ku pirsa Kerkukê jî bi plebîsîtê di nav çar salan de çareser bibe.

Hezar mixabin pirsa Kerkukê desthilatdariya Iraqê çareser nekir û di encamê de dema xwe xurt dîtin, dest bi êrîşa leşkerî kirin. Di Adara 1974an de şer dest pê kir.
Yekîtiya Sovyetan bi hemû hêza xwe ji dîktatoriya baasê re piştgirî kir. Belafirên Yekîtiya Sovyetan Kurdistan bombabaran kir. Li wir derket holê ku Yekîtiya Sovyetan di pirsa çarenivîsiya miletan de sextekarî dikin. Ew jî berjewendiya dewleta xwe diparêzin.

Ji bona kurdan bes deriyê vekirî Îran bû. Bi riya Îranê ji Emerîkayê alikarî dihat girtin. Hezar mixabin piştî ku Îranê ji Iraqê erd wergirt. Kurd firotin. Emerîkayê jî alîkariya xwe birî.
Otonomiya Kurdistanê, encama Peymana Cezayîrê hat hilweşandin û trajedî û qetlîameke mezin li Kurdistanê dest pê kir. Li ber çavên dinyayê, sosyalîst û demokratan miletê kurd hat qirkirin.

Di vê qonaxê de rewşa Rojhilata Navîn û berjewenndiyê dewletan rê nade ku şîkestina 1975an dubare bibe.
Iraq, Îran, Tirkiye di pirsa kurdan de li hev dikin. Bi hev re belavokek jî belav kirin. Lê berjewendiya Îranê dest nade ku Tirkiye daxilî Iraqê bibe. Ji bona xwe erd îşgal bike. Lewra Iraqa şîayan mustemlekeya îranê ye.

Emerıka îzin nade ku Dewleta Tirk û Îranê bikevin erdê Kurdistanê.
Aşkere ye ku Îsraîl jî îzin nade êrişa Îranê li Kurdistanê pêk bê.
Gelek şirketên biyanî li Kurdistanê xwediyê kar in. Bi taybetî jî şirketên neftê. Tê zanîn ku beriya vê heftekî şirketeke neftê ya Rûsyayê bi Kurdistanê re peymaneke 2 milyarî çêkir. Şirketa mezintir ya Emerîkayê Chevron di van rojan de dest bi hilbêrînê kir.
Balyoz û konsolosên dewletan li cîyê xwe nalivin.
Kurdistan bi xwe jî ji aliyê leşkerî û hemû aliyan ve xurt e. Loma jî amade ye ku şerekî dûrûdirêj bidomîne.

Dema ku referandûm çê bibe, encam erê derkeve. Alternatîfa kurdan heye ku bi lezûbez dewletê îlan bikin, gelek dewlet jî Dewleta Kurdistanê nas bikin. Di serîde jî îsraîl. Erebîstana Si’ûdî û Emaret û gelek dewletên din jî amade ne ku Dewleta Kurdistanê nas bikin.
Loma jî dubarebûna 1975an ne di rojevê de ye.
Divê em kurd vê yekê baş bizanin.

Amed, 22. 09. 2017


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.