1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Dr. Ehmed Xelîl
  4. kurdistan berî her tiştî XI
kurdistan berî her tiştî XI,kurdistan,berî,her,tiştî,xi

kurdistan berî her tiştî XI

A+ A-

Xelek 11
Ta kengê em ê di pergala revê de bin?
Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl, Werger: Heyder Omer

Dîrok helwest in:
Va ye em di vê lêkolîna xwe de, gîhane sê goşeyê Bermudakurdistanî(1); mebest ew e, ku em gîhane kêlek erdnîgariya revê di dîroka me ya kevn û hemdem de; ew jî erdnîgariyeke, ku gelek tarî û nesayîbûn, û piçek ronahî, li ser desthilatdar e, erdnîgariyeke, ku gotina helbestvanê mezin Mela Ehmedê Cezerî tîne bîriya me:
Şevê zulmat û deryayê
Ji mewcan qet xeber nayê
Şikestî geştiya bayê
Acacê wê şefeq dayê(2).
Derbasbûna hundirê erdnîgariya bazdanê li Kurdistanê ne hêsan e, ew erdnîgariyeke sawdar e, wek çawa tevayê welatekî li dirêjahiya (25) sedsalan dagîrkirî bimîne, û miletekî resen î dîrokî her dîlê kolonyaliyê be, û asoyê rizgariyê derîgirtî bimîne, sawdar e. Ez li ber deriyê derbasbûna hundirê vê erdnîgariyê gelekî dudilî bûm, û min pirêcaran gote xwe, ku bizêvirim û dûr biçim. Lê kesê, ku pênc hezar sal ji dîroka miletê xwe hilgirtî ser milên xwe, û çavên wî, bi dirêjahiya pênc hezar sal li duhatuwa wî miletî ye, dê çawa karibe bizêvire?!

Dîrok helwest in, dîroka me jî helwestên me ne, û divê mirov ser erdnîgariya bazdanê de bigre, rawestin bê sûd e, û dem ne dema rawestinê ye, û zêvirîn jî şermezarî ye, miletê, ku li hember serdagirtinê (îqtîham) rawest e, miletekî bê hêz û jihevketî ye, dê bimire û were avêtin dervayê dîrokê, û miletê, ku bi paş de bizêvire û sawdar baz bide, xwe dixe çarçewa dagerînê, ji mirovahiya xwe tê gurandin, û di nav miletan de dibe pêkenok.

Serdagirtin pêwîst e, bervedêriya hebûna miletekî ye, tu bijarteyên din nîn in, pirsgirêk ne tenê ew e, ku „em hebin an nebin“, belê bi ser de jî, divê „em çawa bin“ ?! Gelo, divê em rizgar bin, an kole bin, û li bazarên rojhilata navîn û cîhanê bên kirîn û firotin? Em li dirêjahiya (25) sedsalan hebûn, lê em çawa hebûn? Em gundiyên sade û şivanên li çiyan belavbûne bûn, me dixwar, vedixwar, jihev pir dibûn (zarok çêdikirin), distiran, sema dikirin (direqisîn), pev diçûn, li hev dihatin; qisaweta me ya herî mezin ew bû, ku em hebûna xwe digel piçek rûmet biparêzin.

Hinekên me di sazûmanên dewletên, ku Kurdistan dagîrkirine de hildikşiyan pileya dergevanan, dergevanên wek me, ji bo dewletên dagîrker dilsoj, gelek kêm in, me hemî cûreyên dergevanan afirandin, dergevanên bi navê sultan (Selahedînê Eyûbî, di nameyên xwe de ji bo xelîfeyê Ebbasî, xwe dergevan dinavand)(3), dergevanek bi durvê qeral, dergevanek bi durvê mîr, yekek bi durvê şalyar (wezîr), yekek bi durvê efser, yekek bi durvê feqe, yekek bi durvê helbestvan. Mîrzayên împeretoriyan, bi karmendiyên me bo wan, bextewar bûn, em dipesinandin, û wan pesnan dikirin, ku em ji bo wan bêtir bixebitin, hinekên me di xêza dergevaniyê de hildikşîn pileya xwetunekirinê, û hinekên din bêtir hildikşiyan, ta ku xwe ji xweyîtiyê dipişaftin.

Biryara dîrokê:
Ne ji hinek gewreyên me yê rêzdar ba, em ê bi tevayî bibana miletekî pişaftî asîmîlasyonkirî, mirovbendiya wan li hember dagerînê bi ser ket, û mirovatiya wan li hember asîmîlasyonê bi ser ket, û agirê Yezdan yê pîroz di wijdana wan de her pêketî ma, ewna wek tepelên çiyayên me hilkişyan, û wek zinarên çiyayên me pêdar man, û wek çemên welatê me resen herikîn, giyanên xwe bi comerdî dan miletê me, wek çawa kulîlkên welatê me, bi comerdî, bihna xweş didin. Gewrebûna wan, di navbera carekê û ya din re, em şiyar kirin, û em hîn kirin, ku pirsgirêk pirsgirêka hebînê û comerdiyê ye.
Ji sî salan bêtir e, ku ez li ber dergehên wan gewreyan im, bûme şagirtê wan, ji wan hîn bûm, ku ez kesekî revok im, û ji miletekî bazdayî me, û ji wan hînî alfabeya serdagirtina erdnîgariya bazdanê bûm. Tav (roj) bi bêjingan nayê veşartin, serkeftinên biçûk jî bazdanên mezin venaşêrin, serkeftina me li hember dagîrkeran di hin cengan de, wateya derbaskirina bazdanê nade, hinek dagîrkerên me mafên çandî didin me, an jî bi fîdralîzmê qayîl dibin, ev jî nayê wateya derbaskirina bazdanê, wergirtina hinek kesên me pileyên bilind li ba dewletên dagîrkeran jî wateya derbaskirina bazdanê nade, hebûna hinek nûnerên me di parlemanên dewletên dagîrker de jî wateya derbasbûna bazdanê nade. Ev tiştan hemî bertîl in, me ji mirovatiya me bi dûr de dixin, û belgename ne diçespînin, ku em hîna jî (miletê karmendiyan) e.

Biryara dîrokê ew e, ku em miletekî revok e (bazdayî ye), ji ber ku me nikanî welatê xwe rizgar bikira, û dewleta xwe ya xweser ava bikira, û me nikanî li ser alayekê ji bo miletê xwe li hev bikira, hinekên me di xwe de nabînin, ku bibêjin Îran û Turkiyê û Îraq û Sûriyê welatê me dagîr kirine, Tawana (Hûn daxwazên veqetandinê ne) me ditirsîne, em jî bi lez xwe ji wê tawanê dawdişînin, sûndan duxun, ku em dilsojên dewletên dagîrkirinê ne, em naxwazin ew dewletan ji hevdu bikevin. Miletên, ku wek me evîndarên zorkerên xwe ne, pir kêm in, em di dîroka cîhanê de pergaleke yekta ne.

Me tevayê welatê xwe ji dagîrkeran re hêşt, wî didizin, di bazarên polîtîka herêmî û ya navnetewî de bazirganiyê pê dikin, û paşê jî em lavan ji wan dikin, ku li hebûna me mukur werin, û piçekî ji tiştên, ku ji me dizîne bibexşînin me. Bala xwe bidin vê bûyera dîrokî:
Sala (661 bz) xelîfe Elî kurê Ebî Talêb hat kuştin, û kurê wî El-Hesen şûna wî di xîlafetê de girt, ewî jî nikarîbû li hember dijberê xwe Muawîye kurê Ebî Sufyan, yê ku xîlafet li Şamê ragihand, ber xwe bide, û ji neçare pê re ket danûstandinê, Muawiye kixazeke vala û sayî, mora xwe li hêla jêr danî, û şand ji El-Hesen kurê Elî re, û jê re nivisand: „Mercên ku tu dixwazî li ser vê kaxiza, ku mora min li jêrî wê ye, binivisîn, her tiştê tu dixwazî dê bo te pêk bê“(4).
Tiştên, ku El-Hesen Kurê Elî ji xwe û ji hin kesên nêzîk xwe re dixwaze, li ser wê kaxizê nivisand, û Muawiye jî erê kir. Çima dê erê neke? Ma kesê, ku destên xwe ji tevayiya dewletekê ber dide, ne hêjayî hin tiştan e?! Sultanê osmanî Selîmê yekem jî ev yeka li gel pêşewayên Kurd xebitand, ewî jî mora xwe dida ser kaxizên vala û sayî, û ji wan re verê dikirin, da li beramber girêdanên xwe li gel dewleta osmanî, çi dixwazin, li ser wan kaxizan binivisînin.

Pergala me jî weha ye, em ji dagîrkeran re destên xwe ji tevayê welatekî ber didin, dê çima hin pariyên (gepên), ku em pê qayîl dibin, nedine me? Ew dibêje me: Kurdo! Di tirêna, ku ez dajom de bimîn, û cilên xwe yên netewî li xwe ke, û wek dixwazî kurdî jî bistirîne, û govenda kurdî jî girêde, tiştê giring ew e, ku dawî tu bighînî stasyona ku ez dixwazin. Hêrs nebe Kurdo, tu heyî û tu kurdî, lê dev ji (Kurdistan)ê berde, û (dewleta Kurdistan)ê nexwaze! Dewleta te ya herheyî Îran e, Turkiyê ye, Îraq e, Sûriyê ye Kurdo! Vaye ji te re kaxizeke vala û sayî, mora min li jêrî wê ye, hemî tiştên dixwazî binivisîn, çi dibe bila bibe; Zimanê te, cil û bergên te, kilamên te, semayên te, delameta ku tu dixwazî, mal û mewal, ev hemî ji te re serbest in, û heye tu li ba me bibî serok-komar jî, lê bila haya te ji te hebe, dewletekê navê wê (Kurdistan) e, nexwaz, û ji bîr bike!
Careke din li ber dergehê Mela Ehmedê Cezerî radiwestim:

"Newaya mitrib û cengê
Vîxan avête xercengê
Were Saqî! Heya kengê
Neşoyin dil ji vê zengê“(5)?
Ey gelê me yê resen! Ta kengê em ê miletekî dagîrkirî bimînin?! Ta kengê dê dagîrker welatê bidizin, û rûmeta me erzan bikin?! Ta kengê em ê dest ji mirovatiya xwe berdin?! Ta kengê em ê semta giringiyan wenda bikin? Ta kengê emê bi nakokiyên navxweyî mijûl bibin? Ta kengê em ê bihêlin dagîker li welatê me bi xweşî û şahî bigerin? Ta kengê emê di pergala bazdanê de bimînin?!
Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
31. 07. 2017

(1)Sêgoşeyê Bermuda (Bermuda Triangle) devereke erdnîgarî sawdar e, penava wê derdora milyonek Km2, û li deryaya Atlentîk, di navbera Bermoda û Portorîko dikeve. Tê gotin, ku piraniya geştiyên tê re diçin û balefirên ku di ser re difirin, wenda bûne, û sedemên vê yekê jî ne diyar in. 

(2)Ehmed Mela Zevengî: El-Îqd El-Cewherî fî şerhî dîwan El-Şeyx El-Cezerî, 1/8.

(3)Îmad El-Dîn El-Esfehanî: El-Berq El-Şamî, 5/42, 100, 127.

(4)Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî El-Tarîx, 3/6.

(5)Ehmed Mela Zevengî: Jêdera navborî, 1/ 2.


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.