Nişteciyên bê welat 12:41 12.07.2017 Berradayên weke çûkan li ser neqşeyên demê Rêwiyên bê belg û miriyêm bê kefen Em ganiyên serdemê ne Her fermandarek medifroşe û bihayê werdigre Em bermaliyên koşkê ne Ji odeyek ta odeyeke me dişînin Ji lepek ta lepekê ji maldarek ta maldarekî û ji pûtek ta pûtekî Her şev weke seyan dibezin ji Eden ta Tenca Û ji Tenca ta Eden Em li êlekê ku me erênî bike digerin Em li perdeyekê ku me binixumîne digerin …. Û li warekî Û zarokên me li dora me ne Piştên wan xûzbûn û pîrbûn Û ew li ferhengên kevin divekolin Li buhiştek berdêl Li derewek mezin…. Mezin Em nişteciyên di bajarên giriyê de Qehwa me ji xwîna Kerbelayê çêbûye Genimê me bi goştê Kerbelayê hevîrkiriye Xwarna me… Vexwarna me Gerdîşên me… Alayên me kulîlkên me… Gorên me Çermên me morkirîne bi mora Kerbelayê Tu kes me nasnake li vê beyabanê Ne dara xurmayek û ne hêstirek ne singek… Û ne kevirek Ne Hind û ne Efrîka Belgên me bi guman in Hizrên me biyanî ne Navên me ne weke navan e Ne yên ku bitrolê divexun mi dinasin Û ne yên ku rûndik û hejariyê divexun Girtînên hundirê têksa ku fermandarên me dinivîsin Girtînên hundirê ayina ku îmamê me şîrovekiriye Girtînên hundirê xemê … Û ya herî şêrîn li nig me xemên me Binçav in di çayxanê… Û di malê de Û di malzarokên daykên xwe de Ku çawa dizîvirin salixdanek nehênî benda me ye ji qehwa me divexwe Di livîna me de diraze Bi bosta me dileyize Di belgên me de divekole Dikeve bêvlên me Ji kuxka me derdikeve Zimanê me jêkiriye Û serê me jêkiriye Û nanê me bi tirs û rindikan şilkiriye Eger em li nig paşmêrê welat gilî bikin Tête gotin ji me re: Qedexeye Eger em lavî xwedayê asîman bibin Tête gotin ji me re: Qedexeye Û eger me bankin.. Wa pêxemberê xwedê were bi hawara me ve wê vîza kê bê veger dine me Û eger me pînosek xwest daku em helbesta xwe ya dawî binivîsin An qewîtiya xwe ya dawî binivîsin Berya ku em bi darvekirinê bimirin Babet guhertin Welatê min yê bidardakirî li ser dîwarê nifretê Goga agir ku ber bi dûjehê de diçe Ne kes ji Muder… An ji Benî Seqîf Daye vî welatê ku di xwîn jê tê de maye Șûşêyek ji xwîna xwe An mîza xwe ya namûster Ne kes li ser firehiya vê ebaya pînekirî Di rojekê de qapûtek an kumek diyarî te kir Welatê şikestî weke giyayê payîzê Em rakirîne weke daran ji cihê xwe Koçber bûne ji hêvî Û bîranînê xwe Çavên me ji dengên me ditirsin Fermandarên me xwedawend in ku xwîna Șîn di rehên wan de digere Û em tuxmê bermaliyê ne Ne serwerên Hîcazê me dinasin… Û ne Șivanên bayebanê Û ne Ebû Teyib ilMutenebbî me mêvanên xwe dike… Û ne Ebû ilUtahiye Eger sitemkarek çû Me radestî sitemkarekî din dike Koçber in em ji benderên westandinê Tu kes me naxwaze Ji derya Beyrûtê ta derya Ereban Ne Fatimî… Û ne Qurmitî Ne Memlûkî… Û ne bermekî Ne şeytan… Û ne fereşt Tu kes me naxwaze Tu kes me naxwîne Di bajarên xuya ku salane melyonên pirtûkan serjêdike Tu kes me naxwîne Di bajar in ku peygerên dewletê bûne rêvebirî wêjeyê Rêwîne em di gemya xeman de Serkêşê me kurtêlxure Û şêxê me qursane Em di hundirê dîlgehan de weke mişkan hatine komkirin Ne benderek me hembêz dike Ne meyxanak me hembêz dike Hemî pasportên ku bi me re ne Şeytan derxistine Hemî nivîsiyên ku em dinivîsin Ne li gorî sultan in Em rêwiyên dervî dem û cih in Rêwiyên ku pereyên winda kirin… Û cil ê bergên xwe windakirin Zarokên xwe winda kirin… Û navên xwe winda kirin… rêzbendiya xwe winda kirin Û hesta aramiyê winda kirin Ku ne Benû Haşim me dinasin… Û ne Benû Qehtan Û na Benû Rebîaa… Û ne Benû Șîban Û benû Lînîn me dinasin… Û nebenû Rêgan Welato… Hemî çûk xwedî hêlîn in Bilî çûkên ku azadiyê bi kartînin Ku ew dimrin dervî welatan Duhok Nişteciyên bê welat- Nizar Qebanî Werger û pêşgotin: Brahîm Mehmûd Nizar Qebanî (1923- 1998) helbestvanekî navdar e di nava ‘ereban de, ku tuxmê wî bi xwe ne ereb e. Di helbesta evînê de deng daye, lê helbesta siyasî, civakî jî, wî bi nav dike, ku bi şêweyekî sanayî û geş û zelal gelek helbebestvanên ereb hewl dan ku weke wî binivîsin, lê sîbera huneriya Qebanî ya helbestiyane bi ser hemiyan ketiye. Qebanî di gelek helwestan de derbas bûye, û gelek guvtûgo li ser jiyan û hizrên wî hene, yek jê ku di demekê de şabaşî dikir ji Sedam Husên yê xwînmij re. Helbesta wî, di gelek rêyan de dikeve rêbaza gotara “huner ji bo hunerê ye”, mirovek bi deng û bi helbesta xwe cuda bû, weku evîniya xwe eşkere dikir bi zelalî, û seranser di gelek helbestên xwe de, wiha jî xwedî zimanekî tûj, deqa rû bû. Berhemên wî gelek in. Di vê helbesta min helbijartiye, ku navê wê "nişteciyên bê welat", deng daye, û nehatiye weşandin, hêja ye mirov binase. Ew di festîvala "Mirbed" ya pêncemîn, 1985, hatiye xwendin, festîvala ku bi nav û biryara Sedam salane li dardiket, ku gelek nivîserên ereb, çi helbestvan, çi rexnevan dihatine vexwendin bo wê, daku Sedam bi navê qehermanê ereban bête nasîn, ku birek ji serkirdeyên dewletê jî têde hazir dibûn, bi tayebetî dema ku hinek navdar helbestên xwe bixwînin. Yê sereke helbestvanek weke Qebaniye, mebest Qebanî bi xwe bû, bi sedema sanayî û kûrbûna helbesta navdariya wî. Ev helbesta ku min wergerandiye kurdî, kesên mêvanên Mirbed veciniqandin, lihevxistin, şaşomaşo kirin, ji ber seranserî an rastexoya wê, ku Qebanî bi vê helbestê ne tenê kirasê wan serkirdeyan li serê wan gerand, lê belê li yên mêvan bi xwe jî, ku xwe şût rût dîtin. Ez li ser naaxivim, bi mebesta ku ew ê xwe bide nasîn ji xwendevanê kurd re.