Slav bo te kekê Ferhad 05:19 17.07.2017 Ji her qad Ji Hewlêr, ji Qamişlo, ji Amed û ta Mehabad Ja warê Hûriya û Mîtan, ji xaka Mad Slav bo te kekê Ferhad Ji gorê rabe ser xwe Weku tu bi navî bid xwe Bi helbesta xweyî azad Were vir ve Bi canê şad Gavê rad Belê Ferhad Tu xweş kur bû Ku helbesta teyî xweşnav Xweda nasîn bi navê te Dibû xweş bav Dibû xaweş yad Kekê Ferhad kekê Ferhad Dibêjin ev çiye helbest Dibînin ku dibe xweş dad Kekê bi xweş nav Kekê her gav Ez im xemgîn Tu ye dilşad Belê sed car Sibê û êvar Slav bo te bijî Ferhad ** ** Slav bo te ji ber derdan Ku navê te bi wan dîwan Ku canê te xwe day kad Ji hêla rewşekê can da Ji layê êşêkê banda Ku derdora teyî bê can Tigote te bibe binyad Ez im bê ez dibînim bin welatek tête kolan Bîyanîne ne xêr lê ew in ku dijminê xwe bi xwe Ew in ekrad Ku bext kurd ba tu yê sax ba Ziman dax in bi navê ku diguhêzin Belê Ferhad Kesî gotî ji te re sehke xwe bid alî Te da ber bêjinê yê ku te kir serrad Eger gurd bin Ewe merd bin Li gel navê xweyî şêrzad Ni guncir bin Ne bê cirbin Ne dûrî milletê dilar Ne gur bin kurdinê bê zar Dibînin zad Bi cavê te dibînim zêwekî jardar Xwe lê digre bi navê niştiman perwer Belê ha ji ter Nerîna min Li ser tariya şeva kurdan Kesên ku dilberînin man De bid xwe hey kekê Ferhad Gelo kînga bibin serdem Bibin azad? Nîşe: "Bo çilrojiya xwedî navê bilind , helbestavanê hêja Ferhad Icmo” Duhok