DELALÎKÊ* 03:57 08.08.2017 Pablo NERUDA: Helbestên Evînê Werger: Talat İNANÇ Delalîkê, wekî ku çewa av li ser kevirê hênik ê biharê spîkefeke birqefire vedike, bişr û ken wisa li devûlêvê te diherike, delalîkê. Delalîkê, destên tenik, nigên terhîn, mînanî cehniyeke zîvîn, ew meş û rêçûn, kulîlka barîgehê, ez te welê dibînim, delalîkê. Delalîkê, hêlîneke birqonek li porê te raçandî, hêlîneke rengetarî hinguvîn, dilê min lê disincire w dihedire, delalîkê. Delalîkê, çavê te ji serçavê te re zêde fire ne çavê te ji rûberê erdê re zêde fire ne. War hene, rûbar hene, di çavên te de, war û welatê min çavê te ne, ez li wan dimeşim, ew in rê li min ronî dikin, delalîkê. Delalîkê, pêsîrên te mînanî du glokên ji hevîr in, ji axa liblibî, ji hîva zêrîn çêbûne, Delalîkê. Delalîkê, navkêla te, milê min navkêla te mîna çemekî çemand û danî wisa ku ew hezar salan di bejna te ya şêrîn de herikî, delalîkê. Delalîkê, ti mînanî qorikên te nînin, belkî erd û ebr li devereke nepenî hebin, ew tûm û tewên bînxweş ên bejn û bedena te belkî li deverekê, delalîkê. Delalîkê, delalîka min, dengê te, tilîk û pêçîkên te, delalîkê, delalîka min, heybera te, ronîbera te, sîbera te, delalîkê, ew hemî ê min in, delalîka min, ew hemî ê min in, tu ya min î, gava tu dimeşî an jî vedizelî, gava tu distirêy an jî radizêy, gava tu dikesirî an jî li xewn û xweziyan diherbilî, tim û timî, gava tu li nik min î an jî dûr î ji min tim û timî, tu ya min î, delala min, tim û timî. * Ev helbest ji Înglîzî hatiye wergerandin û di hejmara 137’an a Kovara Nûbihar’ê de hatiye weşandin