Wey 04:46 24.08.2017 "Diyarî bo giştpirsiyê" Wey dîroka bi ser wêva min dîtiye xweş Êva Xwe bi nav kirye bi xweş navî ez niyas im bi wê va Min gotiye li ser Êva ez naxwazim ji wê pêva Hember rokê sed roke xwe lê girtî sed hêva Ji çavan dertên xweş kanî min jî dil avêtî nêva Kanî derbû av gurbû ez diçûme li ber wê va Ji porê rindê daristan li hev pêçan ji berêva Bîhna devê xwedêyo mestim girtîme pêva Rûgeşya wê ji mêj ve mezintire ji pesnê va Ma çi bêjim li ser bejnê ez serxweşê bejnêva Ji min re gotî ez baxim min dest avêtî sêva Ji min re gotî hingivim min lêv danî ser lêva Ji ramîsankê têr nebûm got yek dîtir pêva Ku hûn bêjin de ka bêj kiye tu mayî pêva? Ne be hesanî bi nav dibe li ser rokê li ser hêva La îlahe illa llah sed carî li himber dîtina wêva Ji mêj ve nave xwe daye xak û ezman ji berêva Wa gundîno û bajarîno cîhan geşe bi wêva Hûn bi wêne bi navê wê ne yek bi yek an ji berêva Navek min dî li dunyayê Kurdistan e li ser lêva Wey welatê xweş welat çi xweş heye ji te pêva? Duhok – 24-8-2017