Derbûn 04:47 03.09.2017 Hemî derbûn Belê ! Pêkvê, pêşve, paşve, bi tevayî Gurbûn Çiyane , lê ne çiyane, ew bi nav: Xwedî can in, Xwêdî dan in Xurtbûn Deşt in, Rist in, Bi hest in, Û mest in Bi navekî navdar Bi tonekî hêzdar Dixwetin Di bin sîberek vîndar Birawetin Bi dengbûn Gul û dar in Bi war in Ew in pirbûn Riyên ronî Bi harmûnî Kesk û sor û zerbûn Kevir daxwe Zemîn daxwe Şevê û rojê Bi xwe jî dan xwe Stêrk derbûn Heman bi hev re Bi yek dengbûn Û derçûn Dihûnin kêliya ji xwebûn Bi merd bûn Bi dengekî geşbûn Dibêjin wekî sîmfûn Em in kurd in Di dîroka meyî gerdûn Bi derd in Li kurdistanekê rabûn Di bîst û pencê îlûn Ji bo kurdbûn Duhok