Xwezîka Ez Xewna Yarê Bama 07:33 11.09.2017 Xwezîka ez bibama dareke bê nav, Yara min jî kevokeke bejn zirav… Li ser şaxa min a bilind veniştana. Xwezîka ez gulîyê wê darê bama. Ba û baran û talazê ez bikutama, Li alîyê rastê bihêjîyama, Li alîyê çepê bilerzîyama. Yar ji min re bibana hêlekan. Bilind bilind bihêjîyama, Bibama siwarê ewrên şîn û gewr. Di şeveke reş tarî de têketama xewna yarê. Xwezîka ez xewna yarê bama. Min xewnên xweş û dilovanî berhev kirina Li best û newal û bahran bireşandana. Xwezîka ez çend dilop berf û baran bama Li ser bijang û porê yarê bibarîyama. Bejn û bedena yarê tev şil bana, Min bi lêvên hinguvîn zuha bikirana. Xwezîka ez desmala destê yarê bama Dilopê xwêdana enîya wê bama. Hêdî hêdî li ser sînga wê belav bama Min xwe berdana çavikê bedena wê. Jê re bibama ruh û can.