Şanoya koran 09:37 28.11.2017 Li şanoya koran her alî tarî ye. Lîstikvan li ser sehneyê ne. Hin temaşevan hewl didin lîstikê fêm bikin. Hin kes ji deng û tevgeran têdigihîjin, ka çi diqewime. Hin kes jî bêyî ku tiştek jê fêm bikin, vedigerin jiyana xwe ya asayî. Lambe hate vêxistin, êdî ronî ye û herkes dibîne çi li sehneyê diqewime. Lîstikvan fîgurên sîstemê ne. Lîstik: Çareserkirina krîza sîstema sermayedarî Sîstema sermayedarî têk çû, lê bi firotina şer hewl didin krîza xwe derbas bikin. Şer çiqas gur, mezin û belav be, têkçûna sîstemê ewqas derengtir tê bipaşvexistin. Ji bo vê armancê rojhilata navîn erdnîgariya herî îdeal e. Dînamîkên azadîxwazî û nakokiyên dîn, netew û çînî pir xurt e. Herwiha zengîniya bin erd û ser erdê herêmê pir kaşker e. Sîstem tu caran aliyê azadîxwaz/xwedîmaf yan jî dagirker/dîktatoran nagire. Sîstem bi herdu aliyan dilîze, bi herdu aliyan dide û distîne. Ger sîstem bixwaze rejîmên herêmê xurttir û hovtir be, hingê destekê didin netew û dînên bindest. Sîstem hewl dide di navbera herdu hêzên dijber de bibe hekem. Piştî ku bû hekem îcar dikare derdu aliyên dijber manîpûle bike û berjewendiya xwe biparêze. Di serdema şerê sar de dîn ji aliyê kapîtalîstan ve bi awayekî aşkere hate destekkirin. Bi tena serê xwe Iran nimûneyeke pir balkêş e. Di nav 38 salan de faris ne tenê bûn xwedî împaratoriya zordest, herwiha împaratoriya xwe gihandine heta Derya spî. Ku êdî berdevkên Iranê dibêjin ku Iraq bajarekî împaratoriya farisan e. Xuya û diyar e, ku serdestên dinyayê rê didin/dane ku Iran xewna xwe bike rastî. Êdî herkes dibîne û dizane ku Iran destekê dide gelek rêxistinên tundrew. Û bûye belayê serê gelek welatên cîran. Û îran bixwe bûye dewleteke mezhebî; Hîvika xwe ava kiriye. Li axa xwe rejîma zordariyê saz kiriye û rojane canê dehan kesên azadîxwaz digre. Îran dibêje "Kî mêr e?" Tirkiye jî xwe li paş vedişêre Şerê ku dinya li bendê bû, bi dagirkirina Kerkûkê dest pê kir. Êdî dewleta mezhebiya farisan zilm û zora xwe venaşêre. DAIŞ prova bû. Şerê mezin ê mezheb û emperyalîzmê dest pê dike. Heta dewletên terorîst wek contirk û ecem hebin, mixabin deh salên din jî li rojhilata navîn şer hebin. Ew çi dibêjin û heta bi kurdan çi didin gotin? Qaşo "Kurdistan, Israîla duyem e." Gelo Iraq, Irana çendemîn e? Û Sûriye, û Libnan û Filîstin û hwd. Bi van gotinan serê kurdan jî şûştine, ku bi riya partiyan, "Irana kurdan" jî afirandine. Ji bo çi dewletên zordar (Iran, Tirkiye) û dagirker şer difroşin? Faris li Iranê, tirk li Tirkiyeyê kêmnetewe ne. Şer û zordarî hebûna wan xurt dike. Tirsa wan ew e, ku demokratî maskeya wan daxîne û ew bibin rengekî tune. Cî li zîndanên wan nemaye, loma jî girtîgehên nû ava dikin. Ew mîna hêştpeyek dest û piyên xwe dirêjî her alî dikin û fors dikin. Lê ew ji bîr dikin ku zikê wan sist e, hêza wan balon e. Zelzeleya mezin Li Kurdistanê heta niha gelek caran erd hejiyaye. Gelek kes jiyana xwe ji dest dane û gelek mal û avahî hilweşiyane. Navenda erdheja dawî li başûr û rojhilata Kurdistanê çêbû. Mixabin li gor nûçeyan bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane. Herdîsa hejmarên birîndaran jî zêde ne. Bila giyanê wan şad û azad bin! Piştî 10-20 salan bandora derûniya erdhejê kemtir be û hêdî bi hêdî bihê jibîrkirin. û mixabin li gor pisporan li salên pêş gelek erdhejan çêbe. Erdheja mezin a hizir û ramanê li 16.10an Kerkûkê çêbû. Bandora wê ya derûnî heta serxwebûna çar parçeyên Kurdistanê zindî bimîne. Bila giyanên cangoriyên erdheja mezin jî şad û azad bin! Gelo meriv çawa dikare bi vê birînê bijî? Jixwe bersiva vê pirsê piştî pênaseya nîzama sermayedarî diyar bibe. Helwesta welatperwerî û çînî, daxwaza maf û wekheviyê jî bibe alîkar ku meriv bikaribe pênaseya nîzama sermayedariyê bike. Nîzam/sîstema sermayedariyê çi ye? Kes û malbat û partiyê kurdan ên ji bo dagirkirina Kerkûk û Şengalê bûne alîkar, nîzam e. Nîzam Pasdar, artêşa tirkan, Heşdî şiî, Daiş, Hizbullah e. Nîzam BP, Rosneft e. Nîzam çek û şer e. Nîzam zêr û pere ye. Nîzam Google, Facebook û WhatsUp e. Nîzam şîrketên çekan, Nestle, dewletên wek Îngilîstan, Almanya û Amerîka, Rûsya ye. û Mercedes, Simens ... Edî herkes cî û rol û helwesta xwe di nav vê nîzamê de dijî. Îro roja serxwebûnxwaziya çar parçeyên Kurdistanê ye. Gelo bêyî ku meriv bixwaze, armanc çawa pêk tê?