HELBEST HUNERA ZIMAN E 03:19 03.01.2018 Ev nivîsa min a yekemîn e ku, ez li ser helbestê dinivîsim. Min heta niha li ser romanê, kurteçîrokê û tiatrê -şanoyê- gelek nivîs nivîsî. Lê, li ser helbestê min qet nenivîsîbû. Li gor roman, çîrok, şano û hemû cure nivîsên pexşan, helbest ciheke kin digre, lê pir tişt dibêje. Helbest hunera ziman e. Peyvên helbestê hilbijartî ne, hevokên wê wek dantelê li hevûdu nexşandî ne. Di her peyv û hevokê de maneyên giranbiha hene. Helbest deranîna hestên ruhî ye. Pêwîstiya giyanê mirov bi hestekî tenik û nazîk heye. Ev hest xwe bi şêweya helbestê dide der. Roman, çîrok û şano herçiqas ji hevûdu cuda bin jî, li ser kokek sax didin. helbest ji wan cuda ye. Taybetiyeke xwe heye. Gelek şikl û şêweyên helbestê hene. Naverok û armancên helbestan jî ji hevûdu cuda ne. Di helbestê de, dîtin raman, civak, însan, xweza û herweha gelek tişt hene. Helbestvan anku şaîr ne tenê bi devê xwe, herweha bi devê "wî" , "wê" , "ew" jî dikare helbestê pêşkêş bike. Yanê şaîr bi forma "Ez" , "ew" , "wî" , "wê" dikare helbestê rave bike. Di helbestê de hem tiştên qalkirinê, hem fikr û raman, hem minaqeşe û rexne hene. Di her helbestê de mijar heye. Helbet mijarên helbestan curbecur in. Di hinek helbestan de dem, wext û cih hene, di hinekan de tune ne. Di helbestê de îmge, xeyal, sembol û herweha gelek tiştên din tên bikar anîn. Helbest xîtabê hestên mirov ên ruhî dike. Li ser mirovan gelek tesîr dike. Dinya -cîhana- helbestan û cîhana rasteqîn ji hevûdu hinek cuda ne. Helbestvan di helbestên xwe de dikarin fikr û ramanên xwe, îdeolojî û siyaseta xwe, xeyal û daxwazên xwe bi zimanekî helbestkî pêşkêş bikin. Di gelek helbestên Brech, Nazim Hîkmet, Ahmed Arif, Orhan Kotan û hwd, de ev tişt hene. Di nav helbestan de, helbestên evînî û şadimanîyê ciheke girîng digrin. Li gor hinek şaîran, jîyana herî xweş jîyana evîn û evîndarîyê ye. Bi min jî, yê ku di dilê wan de evîn tunebe, wek nîv însan in, nîvco ne. Bê evîn lezeta jîyanê nayê tehmkirin. Mirov dema helbestên evînî û bi taybetî jî helbestên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran yên evînî dixwîne, tehm û lezetek jê werdigre. Di edebiyata kurdî de saxa (qada) herî dewlemend helbest e. Helbestên klasîk ên kurdî gelek dewlemend in. Helbesta nûjen a kurdî, ji helbesta klasîk a kurdî nebûrîye. Helbestvanên nûjen ên kurd bi qasê helbestvanên klasîk ên kurd tunin. Lê, di nav helbestvanên nûjen ên kurd de jî hêvîyek heye. Helbestên nivîskarên nûjen ên kurd jî bi dilxweşî têne xwendin. Xwendevanên ku ji xwendina helbestan hez dikin, divê ji helbestên klasîk dest pê bikin û paşê jî helbestên nûjen bixwînin. Ez bi xwe helbestvan nîn im. Lê, carna îlham tê min û ez helbest dinivîsim. Helbet ev tiştên ku ez dinivîsim, helbest in an nînin? Ew jî, êdî teqdîra xwendevanan e. Min bi sernavê #Helbest" helbestek nivîsî. Mijara vê nivîsê jî helbest e. Loma jî, ez wê jî bi vê nivîsê re pêşkêşê xwendevanan dikim. HELBEST Armanca helbestê Hêla din a jiyanê Nîşandan e Helbest Rasteqînîya mucîzewîyê Hest û ruhê jîyanê ye Pirtûkên pîroz Berhemên edebî Helbestvanan nivîsiye Helbestvan Erdnîgarger û jînegerên Cennet û cehennemê ne Helbest Zanîstîya Sedem û rîtm Îronî û mirinê ye Helbest huner e Hunera ziman Hunera hest û rih e Helbest huner e Helbestvan hunermend Helbest Xwe zanîn e Afirandin e Jîyandin e Helbest efsûn e Zimanê wê sihir e Helbest Bi peyvên ji nav jîyanê Tê hunandin