Divê Li Başûrê Kurdistanê Bi Lez Hilbijartina Giştî Çê Bibe… 09:22 16.01.2018 Demeke dirêj e ku li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka hikûmetê heye. Meclîsa Kurdistanê mîsyona xwe baş nikare bi kar bîne. Bes di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de roleke gelek hêja pêk anî. Meclîsê, biryara Serokê Kurdistanê û partiyên siyasî ya di derbarê referandûmê de, erê kir. Loma jî di van rojên dawî de pirsa hilbijartina giştî tê niqaşe kirin. Serok Barzanî û PDKê loma jî di van rojên dawî de pirsa hilbijartina giştî anî rojevê. Serok Barzanî û PDK û gelek berpirsiyarên Kurdistanê jî hilbijartina giştî pêwîst dibînin. Dibêjin ku “pirsa qrîza siyasî û hikûmetê” bi hilbijartina giştî çareser dibe. Ez jî dixwazim bi kûranî li ser vê mijarê rawestim. Ll KURDİSTANÊ PÊVAJOYA DEMOKRASIYA PLÛRAL Û HILBIJARTINÊN GIŞTÎ… Başûrê Kurdistanê ji bona ku rejîma Baasî û Seddamî bê guhertin û hilweşandin; têkoşîneke bê hempa meşandin. Mirov dikare bibêje ku her çiqas di sala 2003an de Rejîma Baasê û Dîktatoriya Seddam, encama destwerdana Emerîkayê û hevalbendên wê pêk hatibe jî; di nav Iraqê de aktorên esasî yên rejîm rûxandine Kuırdistan û partiyên Kurdistanê PDK û YNKê ne. Erebên Şiî yên di vê merheleyê de li dijî dewletbûna Kurdistanê derdikevin, dixwazin ku bajarên Kurdistanê û bi taybetî jî Kerkûkê bikin ereb, nuha desthilatdar in, li hemberî rejîmê têkoşîneke wan ya bê qeyid kirin tune ye. Piştî Şerê 1emîn yê Kendavê (Korfezê), beşekî Kurdistanê bû heremeke azad. Ji aliyê hêzên hevpeyman ve hat parastin. Li Kurdistanê jî guhertinên bingehî çêbûn. Guhertina radîkal ya girîng ew bû ku li Başûrê Kurdistanê di salên 90î de pêvajoya demokrasiya plûral dest pê kir. Ji aliyê PDK û YNKê ve biryar hat girtin ku Iraq bibe dewleteke federal. Meclîsa Kurdistanê ava bibe. Hilbijartina giştî bê lidarxistin. Serokê Kurdistanê bi hilbijartinê diyar bibe. Ev biryaran gelek girîng bûn û ji bona Iraqa dîktator jî biyanî bûn. Ew bi serê xwe şoreşeke demokratîk û civakî bû. Vê pêvajoyê ji bona Iraqê derfet çê kir ku li Iraqê di sala 2005an de pêvajoya demokratîk dest pê bike û dewlet bibe dewleteke federal. Li Kurdistanê dema ku pêvajoya demokratîk ya plûral dest pê kir, hilbijartina giştî pêk hat. Du partiyên Kurdistanê (PDK û YNKê) encama hilbijartinê parlamenter şandin Meclîsê. Lê kêm neteweyan û grûbên ne partî (çi çep û çi rast) jî parlamenterên xwe şandin parlamentoyê. Meclîsa Kurdistanê bi her awayî sîstematîk bû. Ji bona ku hikûmet ava bibe xebatê dest pê kir. Di hemanwextî de ji bona serokiya Kurdistanê jî hilbijartin çêbû. Serokê herdu partiyan, Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Serokê YNKê Celal Talabanî bûn berendam. Herdu berendaman ji bona serokiyê deng wek hev girtin. Lê carek din ji bona serokiyê hilbijartin çênebû. Kurdistan ji aliyê Mevclî û Hikûmetê de hat desthilatdar kirin. Bes pişt re bi dengên Meclîsê Serok Mesûd Barzanî di heman demê de bû serokê Kurdistanê. LI KURDISTANÊ XELETIYA METODA HIKÛMETÊ… Dema ku avakirina hikûmetê dest pê kir, ji bona hikûmetavakirinê du fikrên esasî û cuda hebûn. Fikra yekemîn ew bû: Divê hikûmet gor pîvan û edet û qanûnên demokrasiyê ava bibe. Partiya ku zêde deng girtî (ku PDKê deng zêde girtibû) bibe hikûmet, partiya kêm denggirtî jî (ku YNKê bû) bibe mixalefet. Ev sîstema welat pêş dixe. Hikûmet gelek bi hêsanî tê kontrol kirin. Rexneyên ku mixalefet bike, di xebata hikûmetê de sererastî çê dike. Ev riya demokratîk bû. Fikra duyemîn: Bila hikûmeteke milî ya koalîsyonê ava bibe. PDK û YNk bi hev re hikûmetekê ava bikin. Ji vê hikûmetê re jî hat gotin ku “Hikûmeta Nîvî Nivî”. Loma jî herdu partiyên siyasî (PDK û YNK) bi hev re hikûmet ava kirin Hezar mixabin, ji bona ku mixalefet tune bû, hikûmet di karên xwe de pêş neket. Partiyên siyasî pêşiya karkirinê girtin. Di hikûmetê de serokwezirtî bi dorê pêk dihat. Dema ku dora serokweziriyê ya YNKê bû (di dora duyemîn de), di meclîsê de darbeyeke leşkerî çê bû. Du hikûmet ava bûn. Baş bû ku ji derveyî Îranê, dinyayê ev dubeşiya hikûmetê zêde cidî negirtin û karên navneteweyî bi riya hikûmeta Hewlerê hatin meşandin. Pişt re jî ev çanda hikûmeta hevbeş ya hemû partiyan nehat guhertin. Piştî hilbijartina dawî, piştî danûstandin û pêwendiyên dûrdirêj, ji hemû partiyên Kurdistanê hikûmet ava bû. Serokwezîr ji PDKê bû: Neçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê. Goranê jî serokatiya meclîsê wergirt. Wezîr jî di nav partiyan de belav bûn. Hezar mixabin demek dirêj derbas nebû, Goranê li hemberî Hikûmetê bi awayekî nedemokratîk mixalefet kir û serhildanên ku şidet bi kar anîn li dar xist. Piştî ev helwesta xwe dev ji meclîsê berda. Meclîs heta beriya Referandûma Serxwebûna Kurdişstanê bê fonksiyon bû. Goran dema ku di hikûmetê de teref jî bû, gorî berpirsiyariya hikûmetê tev nedigeriya. Loma jî ji bona hikûmeteke û meclîske xurt, çareserkirina pirsên bingehîn, hilbijartina giştî pêwîst e. Serok Mesûd Barzanî û gelek berpirsiyarên Kurdistanê jî ev nerînên xwe bi raya giştî re parve kirin. PDKê bi daxuyaniyekê ev yeka diyar kir. Got ku: “Hilbijartin baştirîn çareserî ye.” JI BONA HİKÛMET Û MECLÎSEKE XURT HILBIJARTINEKE BI LEZ PÊWÎST E… * Nuha li Kurdistanê bûxrana hikûmetê heye. Bes bi hilbijartina giştî, bi Meclîs û hikûmeteke xurt ev bûxran ji holê radibe. * Li Kurdistanê desthilatdariyeke xurt pêwîst e. Lewra tê zanîn ku encama referandûmê stratejî li Kurdistanê hat guhertin. Kurdistaniyan biryar dan ku dewlet ava bibe. Kurdistan di vê pêvajoyê de ye. Ji bona ku ev pêvajoya bi tenduristî bimeşe û bigihîje dawî, desthilatdariyek xurt pêwîst e. Ew jî bi hîkûmeteke xurt çê dibe. Loma hilbijartina giştî pêwîst e. * Li Kurdistanê pêvajoya demokrasiyê di salên 90î de dest pê kir. Ji bona ku ev pêvajoya pêş bikeve û demokrasî bibe awayekî jiyanê. Hikûmeteke xurt û demokrat pêwîst e.. Ew jî encama hilbijartinê dikare bê li dar xistin. * Di vê merheleyê de Iraq bûye mustemlekeya Îranê. Ji derveyî Îranê jî gelek dewlet li Iraqê destwerdanê dikin. Hemanxeterî li Kurdistanê heye. Encama van destwerdanan îşgalbûna Kerkûkê gelek hêsan bû. Ji bona pêşiya destwerdana dewletan li Kurdistanê bê girtin jî, hikûmeteke, desthiladariyeke, meclîske xurt gerek e. Ew jî bi hilbijartina giştî pêk tê. * Kurdistan encama referandûma serxwebûna Kurdistanê hat merheleya dewlet avakirinê. Hezar mixabin dewletên kolonyalîst bi alilkariya Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de pêşiya dewlet avakirinê girt; Kerkuk û gelek bajarên Kurdistanê hatin îşgal kirin. Divê ku ev Grûba Xiyanetê ciza bibe û li Kurdistanê tasfiye bibe, Pêşiya wan bê girtin ku di YNKê de nebin desthilatdar. Ev jî bi hîkûmeteke û meclîseke xurt pêk tê. Ji bona vê jî hilbijartina giştî pêwîst e. *Piştî îşgala Kerkûkê bi Hikûmeta Mezhebî ya Otorîter ya Iraqê re danûstandin gelek girîng in. Di heman demê de Makezagona Federal di xeteriyê de ye. Divê ku Makezagona Federal bikeve jiyanê. Bi taybetî jî pêşiya binpêkirina Makezagona Federal bê girtin. Xala 140emin ya di derbarê Kerkûkê de referandûmê daxwaz dike, pêk bê. Ji bona vê jî desthilatdariyeke, hikûmeteke, meclîseke xurt pêwîst e. Ev jî encama hilbijartina giştî dikare pêk bê. *Kurdistan hatiye îşgal kirin. Divê dawî li vê dagirkeriyê bê. Bajarên Kurdistanê ji destê dijmin derkevin. Loma jî hîkûmeteke, desthilatdariyeke, meclîseke xurt pêwîst e. Ew jî bi hilbijartina giştî ava dibe. * Piştî dagirkirina Kerkûkê li Kurdistanê xebeteke qirêj û nîjadperest ya erebcîtî û erebkirinê dest pê kir. Bajarên kurdan ji kurdan tên vala kirin, ereb tînin li ciyê wan, cîwar dikin. Ev Yêka jî, ji bona çand, ziman, erdnîgariya Kurdistanê gelek xeter e. Divê pêşiya erebcitî û erebkirinê bê girtin. Ev jî bi desthilatdariyeke, hikûmeteke, meclîseke xurt çê dibe. Loma jî hilbjartina giştî pêwîst e. (ibrahimguclu21@gmail.com) Amed, 12. 01. 2018