Pirtûkek û Enfal! 04:20 13.02.2018 Bubê Eser; demek dirêj, “enfalkirina heşt hezar Barzanîyan” bi sebir û bi kedek giranbuha şopandîye. Li herêma Barzan, mal bi mal gerîyaye û bi şahid-maxdûrên “Enfalkirina Heşt hezar Barzanîyan” re rûbirû bûye. Lêkolînek, belgeberhevkirinek meşandîye. Destpêkê, ev enfal bi şano, dûre wek Roman û ez bawerim dûmayîk jî wê wek lêkolîna bi belge dîyarî me xwendevanan, dîyarî dîroka Kurd-Kurdistanê ya netewî kirîye û wê bike. Dîroka têkoşîna netewî û doza dewletbûnê li Başûrê Kurdistanê, di sê pêvajokên giran re derbas bûye. Yek ji van pêvajokan jî “Enfalkirina heşt Hezar” Barzanîyan e. Kar û xebatên li ser van hersê Pêvajok (Enfal, Helebce, Êrîşên DAÎŞ û Şengal) an ji bona dîrok û danasîna doza Kurd û Kurdistanê û wahşeta ku dijminên Kurd û Kurdistanê wek karesat dane ber xwe; tomarkirina belgeyan, karekî pir girîng û pîroz e. Bûbê Eser yek ji xebatkarên vê pîrozbahîyê, ev berhem dîyarî Kurdistan kir. BARZAN DİGİRÎ Weşanên Sîtav, çapa yekem, Berfanbar 2017 227 rûpel-Roman... Dijminên Kurd û Kurdistanê bi sedan salane stratejî, hebûn û şahîyên xwe li ser têkbirina kurdan û ji holê rakirina kurdan avakirine. Mebesta van dijminan di “BARZAN DİGİRΔ de, Bûbê Eser bi vê paragrafê tîne ziman: “Daxwaz û helwesta wan yek bû. Lewra wan tim li gel hev û bihev re ji bo tunekirina kurdan kêf û şahî dikirin. Çi dema dihatin ba hev mijara wan meseleya kurd Kurdistanê bû. Kêf û şahîyên wan jî bêtir li ser biserneketina kurdan bû. Vê carê jî wiha bawerîya xwe anîbûn. Wan bawer dikirin, êdî kurd wê nikaribin li hemberî wan serî rakin. Lewma jî bi kêfxweşîyeke mezin ji hev re digotin: ‘Xuya ye vê carê me kurd bi rastî qedandin, êdî ne hedê wan e serî hildin’...” r.136 Bûbê Eser; “BARZAN DİGİRÎ wek belgeyekê li nava çavê dijminên Kurd û Kurdistanê dixe û îsbat dike ku Kurd bi kuştinê, talan, enfalan û qirkirinan, jenosîdan nayê qedandin.. Kurd û Kurdistan heye û ji berî enfal, Helebce û êrîşên hovane bi dehqatan hîn xurttir li ser lingin. “BARZAN DİGİRΔ Hêjayê xwendînê ye û wê çavê me li benda belgenivîsa vê keda hêja be jî. Spas dikim ji bona vê keda hêja ya Bûbê Eserî re... 13.02.2018