Ez hevwelatî me- Mazin Șerîf * 01:07 18.04.2018 Werger ji erebî: Brahîm Mehmûd Ez hevwelatî me Û alozim benda bersivekê ji we Mala min li her kolanê ye. Her quncik… Her deriyeki ye Û bi saman û bê dengiya xwe dimînim Dolmendiya min kulmek ax e Ji perîşaniyê natirsim lê Hemî tirsa min ji mijê ye Û ji nediyariya hiş ji we Serokên min û we fermankirine Fermana we fermana duristiyê ye Û şoreşa min talanikbû Têra hezreta cenab dike Ne girîng e ez mijûlî cîhanê nabim Min bi xwe pêlê kiriye Lê welatê min ji min re bihêlin Lê welatê min ji min re bihêlin Û tiştê ku we got li ser serê min Bijî ew ê ku wek min Ne pêwîst jê re kî û kî Hûn xwedanên mezinkir û pêşwayê Û ez dizanim ku ez Nabim rojekê ji we Xwedê dîtkare û dem Ez xewna min gotinek tenha ye Ku welatek ji min re bimîne Ne şer û wêran ne bobelat…Ne berbelan Bibin şûnakar û destkeftinan Lê welatê min ji min re bihêlin Ey welatê min û tu dilberê min e Û tu peybûna min e û taca serê min e… Tu yê srbilindiya hevwelatî û tekşer û siyasî Tu ciwantir e û tu bihatir e û tu hêjayîtir e ji kursiyan Xwedê dîtkar e û dem Ez xewna min gotinek tenha ye Ku welatek ji min re bimîne *- Ev helbest ya hozanvanê Tûnisî: Mazin Șerîf e, ew straniyê bi dengê hunermendê Tûnisî Lutfî Bûşinaq, gelek deng da di welatê ereban, û ta ji der ve. Bi wateya xwe xurt e, û bi awaz û peyvên xwe jî xurt e. Ji ber hindê min xwest wê wergerînim zimanê kurdî.